KURDISTAN, 14/4 2007 — Helwêsta siyasî ya fermî ya Tirkiyeyê ya li dijî mafên gelê kurd yên neteweyî û demokratîk diyar û eşkere ye. Di vî warî de, lihevkirineke xurt di navbera dezgeha leşkerî ya ko bi riya Konseya Ewlekariya Neteweyî di rastiyê de rêvebiriya dewletê dike û partiyên sivîl yên ko bi hilbijartin û yasayên seqet di atmosfera demokrasiya nîvco de desthilatdariyê bi dest dixin de heye.
Ev lihevkirina di navbera herdu dezgehan de li ser meseleya kurdan û pirsgirêka kurdî di çarçeweya îdeolojiya damizrênerê Tirkiyeya nûjen Kemal Ataturk ya şovenîst de nabe sedem ko car bi car cidahî û servekirin di navbera wan de çênebe, nemaze di dema nêzîkbûna hilbijartinan û propogandaya hilbijartinan de.
Li gor vê yekê, daxuyaniya dijminahiyê ya dawî ya serokê hukumeta Tirkiyeyê di 9-ê vê mehê de ne seyr û ne jî ecêb bû, lê ez pêwîst dibînim faktor û sedemên vê daxuyaniyê û rewşên siyasî bi giştî yên ko hiştin serokê ”metoda islama siyasî ya tolerans” weke ko Rojava wê bi nav dike, êrîş û gefxwarinan li miletê Kurdistana Iraqê yê aştîxwaz û li ezmûna wî ya federe û demokratîk bi xwe û maytêkirin û desttêwerdan di karûbarên Iraqê de di riya pirsgirêka Kerkûkê de bike, tevlî ko gelê Iraqê li ser çareserkirina wê madeya 140-ê ji destûr, makezagona Iraqê û komîteya taybet bi normalîzekirina rewşa Kerkûkê li hev kirine.
Şiloreya (harsema) Peymana Helebê
Di Kongireya Bexdayê de ko ji bo ewlekariya Iraqê di 10-ê adara buhurî de hatibû lidar xistin, biryar hatibû danîn ko kongireya bê li Stenbolê were girêdan li gor daxwaza şandeya tirk ya beşdar. Lê belê, dixuye ko ji ber hewildanên Tirkiyeyê ko desttêwerdanê di karûbarên Iraqê de bike, û bikaranîna pirsgirêka Kerkûkê bi mebesta têkbirina aştîbûna niştimanî û gurkirina fitneyan û bicîneanîna madeyên destûra Iraqê, wezîrê karê derve yê Iraqê eşkere kir ko welatê wî û Neteweyên Yekbûyî û Misirê li hev kirine ko civîna wezîran ji bo şopandina biryarên kongireya Bexdayê ya ewlekariyê li Şermişêxa Misirê, ne ko li Stenbolê, di 3 û 4-ê meha bê de were li dar xistin, bi amadebûna Erebistana Siûdî û Misir û Îran û Sûriyê û Behrênê û Yekîtiya Ewropayê û her pênc dewletên endamên Konseya Ewlekariyê û NY û Komeleya Dewletên Erebî û endamên G8 û rêxistina Kongireya Islamî– bêyî Tirkiyeyê.
Di kongireya behskirî de, dê li ser belgeya Peymana Navneteweyî were îmze kirin. Her weha, nêrîn û helwêstên Tirkiyeyê yên ko kurd û şî‘iyan tawanbar dikin ko wan ciyê kongreyê veguhastiye Misirê, derketin holê.
Piştî çend rojan ser daxuyaniya wezîrê karê derve yê Iraqê di 5-ê vê mehê de, birêz Erdoxan gihîşte Helebê (bakurê Sûriyeyê) û bi serokê Sûriyeyê re civiya. Di civînê de, nûnerên alavên ewlekarî û istixbaratan yên herdu aliyan amade bûn, bi taybetî berpirsên dosiyaya kurdî. Weke ko di medyayê de hate ragihandin êvara civînê operasyoneke tirkî-sûrî ya hevbeş bi girtina endamên PKK-ê û teslîmkirina wan bo Enqereyê hate li dar xistin.
Ev operasiyona ko weke berdewamî û bicîanîna bendên Peymana Adana ya ewlekariyê ko di 20- ê Oktobera 1998-an de hatibû îmze kirin, û gavên xurt di rojeva hevkariya ewlekarî bi Sûriyeyê re çesipandibû, û astenga here mezin di pêşiya têkiliyên herdu welatan de rakiribû, tê dîtin. Li vir em dibêjin, eger ko peymana ewlakariyê ya pêşîn di wextê xwe de taybet bi têkiliyên duqolî û mijara PKK-ê bû, lê belê civîna dawî di navbera berpirsên herdu aliyan de bi "Peymana Helebê" hate xemilandin! Rast e, ew weke berdewamiya Peymana Adana ye, lê di heman demê de ew hinek xalên hevbeş yên nû jî vedihewîne, bi taybetî girêdayî rewşa Iraqê bi giştî, û herêma Kurdistanê bi taybetî.
Dîsan, piştî çar rojan ser îmzekirina "Peymana Helebê", serokê hukumeta Tirkiyeyê daxuyaniyên germ derbarê serokê herêma Kurdistana Iraqê birêz Mesûd Barzanî, dane eşkere kirin, ko di wan de gefan li gelê Kurd dixwe, û gelê Iraqê bi tevahî tehdît dike, û maytêkirinê di karûbarên Iraqê de dike, bê ko rêzê li yasayên navneteweyî bigire anjî peymana NY û serbixwiyeya dewletên endam di NY û îrada gelên azadîxwaz di seranserê cîhanê de, berçav bigire.
Miletê kurd û tevgera wî ya siyasî dê rastî gurkirinên bêtir ji aliyê rejîmên Enqere û Şamê di rojên bê de, were. Hukumeta Partiya Edaletê û rejîma Esed ya tepeser herdu jî li ser asta herêmî û navxweyî û navneteweyî îzole dibin, û kiriyarên li dijî opozîsyonê xurttir dikin, bi taybetî li dijî ”kurdên cidaxwaz”. Belê, ew wisa dikin da ko hestên neteweyî yên gelên xwe bi kar bînin, û berê wan ji hundir veguhezin derve, nexasime ko herdu jî nêzîkî hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê dibin, tevlî ko li Tirkiyeyê demokrasiyeke nîvco heye ko li Sûriyeyê peyde nabe, lê çawa be jî herdu welat di warê siyaseta xwe ya şovînî li dijî kurdan, weke hev in!
Yekbûna helwêsta Kurdistanî dikare dijminan têk bibe, û piştgirtina serokê herêma Kurdistanê di gavên wî yên erênî û aştiyane de derheqa dewletên cînarê Iraqê û hukumetên wan û pirsgirêka Kerkûkê, here giring e. Herweha, divê rejîma Enqerê anjî Şamê dûr û kûr biramin beriya ko serkêşiyeke leşkerî li dar bixin li dijî ezmûna demokratîk û nimûneyî ya ko li Kurdistana Iraqê pêktê.
Kurd li her cihekê, ne tenê li Amed û Mihabad û Qamişloyê, Kurdistana Iraqê weke hêvî û armanc û mala xwe dibînin û dê bi riyên siyasî û çandî berevaniya wê bikin, û eger gerek ket dê canê xwe jî ji boy wê, ji boy parastin û bipêşxistin û çaspandina wê fida bikin. Di heman warî de, ji hêzên aştîxwaz û dadperwer di navçeyê û Rojhilata Navîn û seranserê cîhanê tê xwestin ko bergiriya rewşa demokratîk a aştîxwaz û bi istîqrar ya Kurdistana Iraqê bikin. Hilbet, ev ezmûna encama proseya guherîna demokratîk û rûxandina dêspotîzmê û bicîanîna çareseriya aştiyane ji dozên gel û netewe û ol û mezheban e, ko gelên Rojhilata Navîn û hêzên welatparêz bi tevahî dixwazin pêk bînin. |