STENBOL, 12/4 2007 —Rejîma milîtarîsta tirkîst ji presa dînamîkên navxweyî û navneteweyî nemaze li himberî heqîqeta kurdayetiyê her diçe hêj pêtir dikeve korerêyekê de; asoyê xwe û rêya “aqilê selîm” winda dike. Lewma ev rejîm vê sala 2007-ê bo xwe wekî “fetreyeka” mayîn û nemanê dibîne. Qedera Kerkûkê, li Tirkiyeyê hilbijartina serokkomar û hilbijartinên giştî niqteyên krîtîk in ji bo vê rejîmê. Rejîma milîtarîst ditirse ko di van hersê niqteyan de bêînsiyatîf bimîne, lewma tenekeyek bi dûvê Erdoganî ve kirine û wî didin ber hila hilayan.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dengê heqîqeta neteweya kurd e, ew ne îro vê heqîqetê tîne ziman, ji dema ew kurê bavê xwe ye heya niho ew bi vê heqîqetê mezin bûye û pêşmergeyê vê heqîqetê ye. Ew heqîqet, hebûn, îrade û erka miletê kurd ya neteweyî ye. Lê çibû îro desthilatdarên tirk ji aliyê nezaket û xwenasiya kur û keçên mirovan ve, nimûneyên herî kirêt û qebîh li ber çavan radixînin û êrîşî Mesûd Barzanî dikin.
Li gorî plana generalan tirkan; divê Kerkûk nekeve destê kurdan ji bo vê jî çi “haydutiya” ji destê wan bêt nadin paş û ji aliyê dî jî, divê rê neyêt dayin ko taxima Erdoganî hem serokomariyê û hem jî hilbijartinên giştî qazenç bike. Ger Erdogan (an ji yek wekî wî) bo serokomarîtiyê bêt hilbijartin jî, divê di hilbijartinên giştî de AKP zeîf bikeve û nekare bi serê xwe bibe hikûmet, dê hingê ti giraniya serokomarî jî nemîne û dê her roj tiliya bidin wî. Bi vê mebestê dixwazin hikûmeta Erdoganî û serweriya Kurdistanê bîne himberî hev û bi darekê du “çûkan” bêxin.
Ev rastiyeke ko ji 1946-ê û heta niho li Tirkiyeyê çi partiya ko di hilbijartinan de bi serketiye, miheqeq bi dengên kurdan serketiye; her di hilbijartinên dawiyê de AKP-ê jî bi dengên kurdan bi serket. Ji berî niho eyamekê serokê Kurdistanê got me pê xweş e, AKP careke dî bêt ser hikûm; bi vê gotinê, yekcar sampetiyeka mezin bo AKP-ê di nav kurdan de çêbû. Vêca niho ji aliyê plana siyaseta navxweyî ve, hêzên milîtarîst naxwazin AKP careka dî bi serê xwe bibe hikûmet, ger AKP careka dî bi serê xwe nekare bibe hikûmet, Erdogan yan yekî dî wekî wî bo serokomariyê bêt hilbijartin jî car dî, rejîm xwe di xeteriyê de nabîne. Lê hegî hat û hem Erdogan bû serokomar hem jî cardî bi quweteka mezin AKP bêt hilbijartin hingê yekser vê ji bo xwe wekî xeteriyekê dibînin, dizanin hêdî hêdî, dê desthilatdariya wan ya li ser dewlet û hikûmetê kêm bibe; her li vê kêmbûne na sekine; ji ber presa prosesa dînamîk ya başûrê Kurdistanê û bi giştî presa guhorînên dinyayê Yekîtiya Ewropa, nakokiyên digel Emerîkayê dê ev rêjima milîtarîsta tirkîst an reforme bibe an jî yekser têk biçe.
Ji tirsa vê têkçûnê ye ko niho generalên tirk tenekeyek bi dûvê Erdoganî ve kirine û ew ji bi teqereqa dengê vê tenekê êrişî şexsiyeta serokê Kurdistanê dike û binê xwe vala dike. Ew nizane generalan bi awayekê darek li wî xistin û xwestin ew li himberî serokê Kurdistanê devê xwe xira bike da ko sempatiya wî ya di nav kurdan de winda bibe. Axaftina îro ya sererkanê tirkan general Yaşar Buyukanit, di vê niqteyê de ye û balkêş e. Wî hem bo tirkan re îşaret pê kir ko Mesûd Barzanî ne bi tenê ye û Emerîka li pişt pişta wî ye, hem jî got: “ Divê em bikevin Iraqa Bakur, lê divê biryara siyasî û rêya hiqûqî hebe” û top avêt ber lingê Edogan û taxima wî.
Belê hon dibînin, dema ko generalên tirkan hêza wan jê nebire behsa “biryara siyasî” û “rêyên hiquqî” dikin û qet ji wan herduyan jî nebawer in; ew bi kodetayên eskerî, bi binpêkirina “îradeya siyasî” û hiquqê bi navûdeng in.
Ji aliyê plana navneteweyî ve jî, bo nimûne di meseleya Iraqê û Kurdistanê de, Tirkiye bi qasî Suryeyê jî ne xudan înîsiyatîf e. Tirk, berhêvî bûn ko konferansa derbarê Iraqê de li Stenbolê çêbe. Lê çi bû kurdan û şiiyan berê konferansê dan Misrê. Lewma ji helwesta haydutiyê pêve tiştek di înîsiyatifa dewleta tirk de nema.
Divê em ji bîr nekin kurd ne bi tenê serweriya xwe dikin, serokatiya Iraqê û ya yêkitiya ereban jî dikin; ji dewlet û miletên ewropî her roj li Kurdistanê wefdeka sîyasî û diplomasî radibe û yek rûdine û Kurdistanê wekî nimûneya pêşketin û bihevrejiyanê pesin didin. Ji beriya herkesê Îranê konsolusxaneya xwe li Hewlêr vekir. Rûmeta Tirkiyeyê, ji xeynî nimûneya faşizma reş pêve ne tiştek dî ye. Ji aliyê hêza eskerî ve, gelo wekî ko dibejin rast artêşa tirk, artêşeka jêhatî ye? Kêmdîtin an biçûkdîtin ne karê min e; lê bila kes li qusurê nenêre pêkhatek wekî arteşa tirk yekser bi “palawrayên” îdeolojîk (kemalîzm) xwe dide pêş û ji serî heya binî tev li siyasetê (her midaxaleyî siyasetê dike û teref e) û ticaretê (Oyak, gruba sermayeyî ya herî mezin e) dibe, ne mimkin e ko ji aliyê mesleka xwe ya eskerî ve jêhatî, biserketî û profesyonel be. Çetetiya wan jî li serê xwe ye.
Ji aliyê dî helwesta birûmet ya serokê Kurdistanê pêngavên wî yên saxlam careke dî ji nû ve heqiqet û îradeya miletê kurd li ber çavê dinê hemiyê îspat dike. Her kurdek heqîqeta hebûna xwe, dengê xwe di helwest û dengê Mesûd Barzanî de dibîne. Hegel dibêje “hêza heqîqetê wekî leza tirêja rojê ye”. Di şert û mercên îro de ti quweta bikare îrade û heqîqeta kurdan ji halê rake tune ye. Vêca ger hat û rejîma milîtarîsta tirkîst, rêya berdewamkirina hebûna xwe tenê di êrîşkirina başûr de dît. Ev, ji bilezlêkirina gorbegorbûna wê pêve nabe tiştek dî. |