KURDISTAN, 22/3 2007 — Di van rojên dawî de, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî seredana Erebistana Siûdiyê û Urdunê kir, li gor vexwendineke fermî ji aliyê qralên herdu mîrnişînan ve. Tê hêvî kirin ko ev herdu gav bibine destpêka seredanên firehtir di demeke nêzîk de, û piştre bi girêdana hevdîtin û boneyên çandî û millî di çarçoveya diyaloga kurdî-erebî de li Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistanê, bi dawî bibin.
Bêguman, daxwaza kurdan bi avakirina têkiliyan bi derdora erebî re ne nû ye, lêbelê serokatiya siyasî ya Tevgera Azadîxweziya Kurdî ji dehê salan ve, û serokatiya Herêma Kurdistanê di dema nûjen de, her û her mijara têkiliyên bi ereban re, mijara serekî di programên xwe de dijmart û ew yek ji erkên xwe yên stratejîk dinirxand, û di hemû dem û qonaxan de hewil dida ko têkiliyên xurt yên hevtêgihiştin û dostaniyê bi aliyê ereb re ava bike li ser asta fermî û millî.
Berevajî vê yekê, terefê erebî – ji bilî hinek hewildanan ji aliyê Cemal Ebdilnasir û Yasir Erefatî ve – bi piranî ti giringî bi vê mijarê nedida. Li ser asta fermî li Iraqa berê û Sûriyê niha, pêwendîdaran bi çavê dijminatiyê li vê mijarê temaşe dikir û di pratîkê de ev helwest hate pêkanîn di riya tepeserî û qirkirin û koçbarkirin û bêparkirina kurdan ji mafên wan yên bingehîn weke mafê hemwelatîbûnê. Belê, eger ko nêrîna hinek hêzên siyasî yên ereb yên di opozisyonê de dûrî nêrîna fermî ya desthilatdaran ketibe jî, lêbelê ew negiha astekê ko bandora xwe li bûyeran bike û rêbaza şovînî ya rêjîmên dêspotîk rawestîne û kurdan ji pilan û kuştaran biparêze.
Li ser asta hukumetên erebî di rojava û rojhilatê de, wan bi piranî milê rêjîma Baasê li Iraqa berê û Sûriyê digirt, di warê qirkirin û binpêkirina kurdan li herdu welatên navbirî, anjî bêdeng diman beramberî bela û karesatên ko hatine serê kurdan ji ber destê herdu rêjîmên bednav, ji vê wêdetir guhnedana wan derbarê rewşa milletê kurd û dîroka wî û rewabûna mafên wî û rola wî di avakirina şaristaniya islamî de tevî ereban û rola wî di pêkanîna ewlekarî û seqamgîriyê di navçeyê de.
Ji mafê kurdan e ko dostên xwe ji erebên fermî lome bikin ji ber derengketina wan di warê naskirina kêşeya kurdî û famkirina dozên kurdî yên dadmend û mafê gelê kurd di destnîşankirina çarenûsa xwe de di welatên ko warê wî yê dîrokî Kurdistan parve kirine de: Tirkiyeyê, Îran, Sûriyê û Îraq weke hemû gel û milletên cîhanê.
Belê, ji mafê kurdan e ko dostên wan yên ereb mikur werin ko kurd binecî ne di welatê xwe de û beşdarî di avakirina şaristaniya navçeyê de kirine beriya hatina islamê û di dema wê de û piştre jî, û ew hevpişkên erebên Iraq û Sûriyê ne di dema niha û di paşerojê de jî, her weha beşek ji wan li welatên erebî yên dinê jî hatine belav kirin weke Lubnan û Misir û welatên Kendavê û bi hezkirin û aştiyane bi milletên wan welatan re jiyana xwe birêve dibin û beşdariyê di dan û avakirinê de, di bin saya yasa û mafên hevwelatiyê û rêzgirtina hevbeş de, dike.
Ji aliyê din ve, ji mafê ereban li ser kurdan e ko ew rewşa xwe û armancên xwe yên siyasî û hêviyên xwe di Iraq û Sûriyê de şîrove û zelal bikin, bi taybetî nêrîna wan ji dozên erebî nexasime doza Filistînê û rola wan ya herêmî û têkiliyên wan yên navnetewî û helwesta wan ji form û xurist û naveroka têkiliya bi ereban re di herdû welatên navhatî û navçeya Rojhilata Navîn de, bi gotineke din ji mafê ereban e ko ew bizanibin ka gelo kurd li kîjan milî radiwestin di şer û nakokiya ko di navçeyê de rûdide di navbera hevbendî û hêz û rikeberiyên terorê û pirsgirêka aşîtiyê htd. Armanc ji vê yekê ew e ko gumanên terefên Erebî – ko heye hinek ji wan rastbin jî – di van rewşên zehmet û hesesiyetên bêsînor û pevçûnên nijadperest û mezhebî de yên ko gelê navçeyê bi wan re rûbirû tê, ji holê bêne rakirin.
Birêz Mesûd Barzanî di riya hilbijartinên demokratîk de bûye serokê Herêma Kurdistanê li gor berçavgirtina cih û legaletiya wî ya dîrokî û xebatgêr û cemawerî û pêgirêdana wî di çarçoveya rêbaza bavê wî Mistefa Barzaniyê nemir de bi dostaniya kurdî-erebî, dê kesê here baş be ko rastî û armanc û polîtîkayên aliyê kurdî pêşkêşî terefên erebî yên fermî bike. Ji xwe ev seredana wî ya dawî û şikênandina dîwarê erebî yê fermî bi wateya erênî û di astên here bilind de ko hinek ji wan di rûyê kurdan de girtî bûn, nîşaneke eşkere ye ji bernameyeke hûrxwendî di ajandaya serok Barzanî de bi mebesta çareserkirina mijara têkiliyên kurd û ereban ko rastî gelek şaşî û çewitiyan hatiye, û jinûveavakirina wan li ser bingeha rêzgirtin û naskirina hebûn û mafên herdu aliyan.
Heye ko hinek kes biramin ko seredanên serok Barzanî ya Riyad û Aman ê girêdayî rewşa Iraqê bin ya ko bi hewceyî çareseriyên siyasî û ewlekarî û beşdariyeke posîtîv ji aliyê dewletên cînarên Iraqê ji dema eşkerekirina stratejiyeta birêvebiriya amerîkî ya nû derbarê Rojhilata Navîn û girêdana serkeftî ya kongirê Bexdayê ye. Em ji aliyê xwe de, vê nêrînê red nakin ji ber ko kurdên Iraqê beşekî serekî ne di hevsenga Iraqî de, lêbelê em dikarin bibêjin ko seredan taybetmendiyeke xwe ya kurdî jî hebû ko heye bibe destpêka serastkirina têkiliyên ereb û kurdan bi taybetî Erebistana Siûdiyê ya ko roleke serekî di karê erebî yê hevbeş de dilîze û hewil dide ko ereban nêzîkî hev bike û rewşa Filistînê ya xirab baş bike di riya çavdêrîkirina hevpeymana Mekeyê û di Lubnanê de jî bi piştgirîkirina legaletî û hevgirtinê û pejirandina girêdana dadgeha navnetewî ya taybet bi tawana destkuştina serok Herîrî û lidij derketina serdestiya Sûriyê û desttêwerdana wê di Lubnanê de.
Di vî warî de, iraqî li benda roleke Siûdiyê ya erênî ne di warê peydekirina lihevhatineke giştî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de, her weha kurd jî li benda roleke Siûdiya pozîtîv in derbarê dîtina çareseriyan ji pirsgirêka kurdî di welatên navçeyê de di riya diyaloga aştiyane de. Nisbetî Urdinê, diyare ko têkiliyên wê yên dostaniyê ji mêj ve bi kurdan re hene ko vedigerin serdema eyûbiyan û di dema rehmetiyê qiral Husên de hatine bipêşxistin, navhatiyê ko federasiyon weke çareseriya here baş ji doza kurdî di Iraqê de didît û dipejirand.
Birêz Barzanî di seredana xwe de gelek wateyan derdibirre, bi taybetî ko ew di salvegera karesata Helebçeyê de ko lîderekî ereb pêk anîbû, tê bicihanîn weke ko ew bibêje: Em karesatê napîvin di çarçoveya nakokiya kurdî-erebî de, lêbelê wê mîna helwesta dîktatorekî û ideolojiyayeka regezperestiyane dinirxînin, ko rastiya nêrîna erebî dernabire.
Serok Barzanî bi vî karê xwe ala tolerans û lihevhatinê bilind dike û banga avakirina têkiliyan di navbera herdû gelên dost de li ser bingehên nû ko xizmeta berjewendiyên herdu aliyan in, dike. Bi gotineke dinê, ew nêrîna niştimaniya kurdî di seranserê Rojhilata Navîn de, bi şêweya here baş derdibirre. |