STENBOL, 16/3 2007 — Ez naxwazim li vir zêde li ser meha adarê, li ser peqîna çirûska pêt û agirî û bişkivîna kulîlkên Newrozê rawestim. Ji roja serê vê mehê heta roja dawiya wê, her rojek ya vê mehê bo miletê kurd abîdeyek e; kurd dikarin ji nav dazdeh mehên salê cihekê xweser bidin vê mehê û li gorî wê xweseriyê, sifatekê jî jê re bibinînin û bikin “motoreka” jinûveavakirina zihniyet û berhênana neteweyî.
Lê wateyeka çawa li vê mehê bêt bar kirin bila bêt bar kirin, cihê HELEPÇE li ser xwe ye! Helepçe monumenta hiş û mejiyê miletê kurd e, di heman demê de ew raberkirina rûreşiya hemî sîstema navneteweyî ye; ew xencerak e li ser dilê dagirkerên faşîst û hemî bêehlaqiyên siyaseta dema modern… Bila tu kes ti derewan neke, HELEPÇE ew gava betalkirina hemî ayîn û kitabên pîroz e! Lewra 5 000 can dozvekerên hemî bêîmanî û bêwijdaniyên li ser rûyê erdê ne...
***
Tevî hemî dijwarî, hovî û kiryarên nemirovane yên ko rejîmên dagirker li himberî miletê kurd kirine, dibe ko wekî ferd, gelek ferdên kurd jiyana xwe entegreyî zincirejiyana rejîmên dagirker kiribin û qet giliyeka wan ji van rejîman jî tune be. Lê wekî milet, trajediya miletê kurd bi hemî dijwarî, neşirînî, şerm û kirêtiyên ko mora dagirkeriyê li ser in ve berdewam e.
Li vir divêt bêt li bîr anîn ko Kurdistana azad taca zêrîn ya serê miletê kurd e, birqînî û brûskeya felatê ye. Ew ji aliyê erka neteweyî ve ketiye derveyî xeleka an jî bazinê têkiliyên dagirkeriyê yên raste-rast; çarenivîsa wêderê, êdî di destê serweriya kurd û miletê kurd hemiyê de ye. Kurdistana azad diwarekê esasî yê sîstema dagirkeriyê hilweşand, bi helweşana vî dîwarî re balansa dagirkeriya li ser her çar parçeyên Kurdistanê têkçû û êdî ev balans nema cih jî digire.
Hemî êrişkarî û çavsoriyên dewleta tirk, zirzopî û pespayetiya devê deshilatdarên tirk jî, wekî em hemî dizanin ji têkçûna vê balansê ye. Bawer bikin, tevî faşizm û devbixwîniya gorbegorbûyiyê Sedamî jî, sîstemeka dagirkeriyê ya wekî sîstema kemalîsta tirk kirêt, kesê bi çavê xwe neditî ye. Ji ber ko ev sîstem, di prosesa tirkkirinê de mirovan bi saxî ji hemî cewherên mirovahiyê bi dûr diêxe, nemaze mirovên kurd ji aliyê fikr û zihniyetê ve pûç û vale, bêqimet û kirêt dike.
Zihniyeta dewletbûn û miletbûna tirkan ew e ko “kurd dayika xwe nebîne” yanî li gorî wan divêt kurd bêbinyat, bêhebûn û bêdahatû be... Tirk kirêt in, kurdan jî bi xwe ve neşirîn û kirêt dikin.
Ma qey hon nabînin axaftina bi zimanê tirkî, kurdan çend bêdêmûrû û bêsifet dike; dev û rû ne li hev in, dev li aliyekê, rû li aliyekê, çav li aliyek dî diçe; dev xarûmaro, gotin bêruh dibe; qasî ko kurd bi tirkî kirêt bûne, yezdanê mezin ti milet û ti benderuhan hinde kîrêt û bêrû neke…
Çi şerm e! di çaryeka qernê 21-ê de, hem di nav xwe de û hem di qeda navneteweyî de em hêj bêpênas û bênasname ne! Jinavêkirina vê şerm û kirêtiyê ne ew qas zehmet e.
Ji bo gorbegorkirina vê zihniyeta tirkkirinê û kirêt, ji aliyê nexşe an jî plana karkirinê ve dikare tiştên gelek “besît” bên kirin û encamên gelek mezin bên girtin! Ev pêngava “besît” jî şikênandina xeleka zihnî ye.
Dema her kurdek (an jî pirtirînê kurdan) bifikire û bizanin ko ti zanistî û teknolojî, ti felsefe û dîn bi zimanê tirkî nehatiye ser dinê; ji aliyê exlaqî, dinî, felsefî û hemî cewherên mirovahiyê ve, ji derveyî dejenerekirinê, ti tiştek ko mirovekê kurd ji sîstema tirkan qezenç bike tune ye; hingê kar hêsan dibe; hingê hemî prosesên zihnî yên rejîma tirkan dê yekcarê bên red kirin. Hingê mirovê kurd dê li hemî ciwanî û delaliya xwe vegere û ji vê şerm û kirêtiya ko di tê de ye dê xilas bibe!
Hingê kesatî, ziman, nasname, erk, ala her çiyê xwe kurdan winda kiribe, dê wê bi dest bêxin.
Hingê kurd dikarin meha ADARê bikin redkirina hemî diyarde û nehêjayiyên rejîmên dagirker û dîktator û her hingê dikarin wê bikin mizgîniya jiyaneka nû bo hemî dinyayê! Lê derba dawiyê divê, ev jî şikênandina xeleka zihnî ye…
|