[ ÇARŞEM, 2024-12-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Tevgera azadîxwaz a kurdî bi kû ve diçe
KURDISTAN, 21/2 2007 — Di destpêkê de bi pîwist dizanim ko nasnameya tevgerê bidim berçav, diyar e ko bizava neteweyî kurdî birîtî ye li rêxistin û partiyên xebatker, yên ko beşê serekî di tevgerê de pêktînin, piştre girûpên rewşenbîr. Helbet em nikarin bêjin çîna rewşenbîr ji ber ko rewşenbîr ne çîn e, ew cida cida ne di hemî çîna de hene. Rewşenbîrên kurd bi giştî beşek in ji bizava rizgarîxwaz a kurd, her weha ew kesên serbixwe, gelek kes hene ne di partî û rêxistinan de ne lê welatparêz in, her weha piraniya çînên welatparêz di vê qonaxê de li gel tevger a azadîxwaz a kurd in. Bêguman, ev hemî bi hêzî nehatine birêxistin, ji ber wisa tevger li gelek cihan aloz e ji ber rewş û sedemên siyasî û deselatdar ên şovenî.

Sebaret bi çavkaniyên hizrî yên tevgera azadîxwaz a kurd, ew li hundir û derve ketiye bin bandora hizra neteweyî cîhanî de, wexta ko li Awropayê destpêkiriye û serpêhatiyên hizra neteweyî kurdî wiha destpêkirin. Di sedsala 16an de, bi nivîsên Şerfxanê Bedlîsî û piştre helbest ên Ehmedê Xanî di sedsala 17an de, hesta neteweyî xwe nîşan dida. Helbet, nekokî di warê şêweya nasandina tevgera neteweyî de heye, weke markisî dibêjin merc hene divê borjiwaz î u sermayedar di nav komelgeh de belu bibin u rola xwe biçespînin berew avakirina keyan u dewlet, yanî şertên aburî htd.

Em li vir nabêjin ko tevgera rizgarîxwaz a kurd berî 400 salî ava bûye, lê guman tê de nîne ko hesteke neteweyî di wê dema gotî de destpê kiriye. Di baweriya min de, pirsa neteweya kurd hêjî di qonaxa pêkanînê de ye. Lûtkeya pirsa behskirî jî deselat anjî dewlet e, çaxê ko dewlet pêk neyê ev tê wateya ko hizra neteweyî kêm û qels e, wek nimûne li Kurdistana Iraqê, ji dema federalî çêbûye ji berî 15 salan, hizra neteweyî zor gur bûye, ala kurdî li her şûnê heye, ziman pêş ketiye, rewşenbîriya kurdî vejiyaye ji ber ko kiyanek heye ko tê de pirsa neteweyî rû dide û di qewarê wê de cih digre, lê dema ko kiyan nebe, pirs tenê teorî dimîne.

Bi rengekî dîrokî û klasîkî, naveroka bizava azadîxwaz a kurd ji destpêkê ve, li dijî zilm û sitem û koledariyê bûye, di pêla yekem ya avabûna rêxistinên kurdî de, bi taybetî wextê şerê diwem û piştî wê programên wan bi tevahî bi navê demoqrat bûne, weke Partî Demoqratî Kurdistan ko li herçar parça di bin wî navî de damezra, eve jî weke kopiyekê ji programên partiyên komunist, ji ber vê çendê ko tevgera rizgarîxwaz a kurd beşek bû ji tevgera şoreşgêra cîhanî ko Yekîtiya Sovêtî kevin bingeha wê bû, û partiyên kurd li ser vî esasî hatine damizerandin, û ji marksismê sûde wergirtin. Piştre, pêla diwemîn çêbû, partiyên bi navê sosiyalist, karker û çep, wan jî di baweriya min de nikarîbûn ji kirasê berê derbikevin, tevî ko hin gav avêtin û hewildana pêkanînê kirin lê çawa be jî ji wî kirasê xwe yê kevin derneketin.

Di qonaxa îrode çi tê xwestin?

Ji ber ko tevgera rizgarîxwaz a kurd niha, li ser paşmahî û mîratgeriya xwe ya kevin dijî çi di warê destnîşankirina alavên xebatê de be anjî danûsitendina bi millet re, û şêwaza bikaranîna ragihandinê, ev hemî di wê çarçoveya (herçend ko hinek girûp û hewildan û rêxistinên taze pêkhatine jî) navbirî de man û nikarîbûn guherînê bi xurtî pêkbînin. Bêguman, qonaxa niha piştî “erdheja” ko li seranserê cîhanê pêkhat û di encamê de sîstema sosyalîst û Yekîtiya Sovêt hilweşiyan, hindek rûdanên cîhanî yên giştî bi tundî hatine guhertin, weke nimûne tevgera azadîxwaz a kurd di wextekî de Amerîka û Rojava weke dijminên serekî (weke ko di program û konevaniyên wê de dihate diyarkirin) bi nav dikirin, bi hinceta ko welatên dagîrkerên Kurdistanê pêwendiyên wan di gel Natoyê û welatên Rojava hebûn, anuha ev hatiye guherandin û berjewendiyên kurd û Amerîka gelekî ji hev nêzîk in, çi li ser asta Iraq anjî Rojhilata navîn. Her weha, sebaretî Awropa, berpirsa serekî yê parçebûna Kurdistanê ji dema Sayiks-Bîko û Lozan.. htd. Îro Awropa weke dostê gelê Kurd tê hijmartinê. Guherîneke mezin ser asta tevahiya cîhanê pêkhatiye.

Di qonaxa îro de, di destpêka sedsala 21an de, tevgera rizgarîxwaz a kurd ne weke di sedsala nozdehan anjî bîstan de ye, û pêwîst e pênaseyeke taze ji tevgera navhatî re were danîn. Di destpêkê de, tevger a rizgarîxwaz a kurd nûneriya kîjan çînên millet dike? Diyar e ko berê karker û cotyar bingehên serekî dihatine dîtin lê weke dîrok dide zanîn kîjan millet dibe bila bibe bê burjiwaziya navîn bipêş nakeve, nexasime li Kurdistana Iraqê ko kiyanek anuha lê çêdibe, bê burjiwaziya navîn û kapîtalîst bi pêş ve naçe û nikare bijî, angu niha ew tengdîtina ko di programên partiyên kurdî de hebû divê firehtir bibe, û tevgera kurdî nûneriya çînên millet bêtir bike û hindek aliyan bêlayen bike û dijminan ji milletê xwe ji xwe re peyde neke.

Di pirsa naskirina dost û dijminan de, ew pênaseya di sedsala 19 û 20an de bi kar dihat, anuha bi kêr nayê û divêt ko were guherandinê. Her weha, pirsa cidahiya Rojhilat û Rojava niha hatiye guherandin. Dijminahiya di navbera herdû aliyan de, êdî çarser dibe. Aboriya Rojhilatê jî bi pêş ketiye û Çîn rikeberiya Amerîka dike. Divê ev hemû li ber çav werin girtin. Piştî bidawîhatina şerê sar, pêwîst e ko kurd cihê xwe bibînin, û xwe ji ideolojiya berê dûr bixin û rewşeke nuh pêkbînin, bi dan û sitendin û nermlivî û vekirîbûneke bêtir. Pirsa pêwendiyên derve jî, divê ko ser rast bibe û li gor bingeha berjewendiyan, ne li gor ideolojiya anjî dijminahiya kor, were avakirinê ji ber ko pêwendiyên derve li ser koka berjewendiyan têne avakirin weke nimûne eger berjewendiya Kurdistana Iraqê ne nêzîkî ya Amerîka û Rojava bûna, ne mumkin bû dan û stendin û têkiliyên niha peyde bûna.

Qonaxa kevin, gelek wane û ibret nîşanî me dan weke, şêwaza xebatê. Diyar e ko di hinek programên rêxistinên tevgera rizgarîxwaz a kurdî de, hatibû ko şerê çekdarî riya serekî ye ji bo bidestveanîna armancên milletê kurd. Anuha, heye ko şerê çekdarî ne tenê ne sûdmend be, lêbelê zirerê jî bighîne me, û serpêhatiyên ko di vî warî de pêkhatine divêt ko bi çavekî rexnegir werin xwendinê.

Tiştê din, pirsa terorê ye. Teror diyardeyeke cîhanî, û li dijî armancê milletê kurd e. Dijminê serekî yê milletê kurd di vê qonaxê de teror e.Yasaya şerkirina li dijî terorê ko ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê ve hate girtin, di baweriya min de, karekî here pîroz e. Bi hemî şêwazên çandî û zanistî û yên din, divê şerê terorê, dijminê nuh yê tevgera kurdî, were kirinê. Diyar e ko hevbendiyek di navbera terora bi navê Islama siyasî (Islam wekû ol jê bêrî ye) û şovenizmê de pêkhatiye. Girûpên Islama siyasî li dijî gelê kurd tevdigerin û helwesta wan ji kurdan ji ya şovenîzima tevgera nijadperesta ereb xirabtir e. Kiras yê Islamê ye, û di kokê de pirs neteweyî ye. Divê em hewil bidin ko ezmûnên li Cezayir û Filistîn u Îraq û Libnan pêkahtin ji encama fitneyên komikên Islama siyasî li Kurdistanê dubare nebin, û civaka kurdî ji wan were parastinê. Ev çanda wêranker her di civaka kurdî de kêm bûye û divê rê li pêşiya hewildanên geşkirina vê çanda xirab bêne girtin.

Di qonaxa îro de, tevgera kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê bi rewşên taybet heye. Dîsa, gelek tişt wê digihîne hev, weke çand û armancên hevbeş û ziman û hesta neteweyî. Lêbelê, anuha her parçe rewş û taybetmendiyên xwe heye. Di baweriya min de, banga avakirina tevgereke neteweyî kurdî yekgirtî ne yeka pratîk e, lê divê ko hevkarî û dan û sitendin û pêwendiyên birayane herdem hebin. Helbet, eger rewş hat ko tevgereke azadîxwaz a kurdî yekgirtî ava bibe ew dibe qonaxeke dinê, weke mîna îro li Kurdistana Iraqê taybetmendiyek heye, hikûmet girêdanên xwe yên navneteweyî heye, rast e semyana tevgera azadîxwaz hêjî li Kurdistana Iraqê weke tiştekî stratejîk maye û dê her bimîne. Her weha, li her çar parçeyan, qonaxa ko tevgera azadîxwaz a kurd gihîştiyê de ne weke hev e. Li Kurdistan a Iraqê kiyan anjî dewlet ava dibe lêbelê li parçeyên din, mafên ramyarî dimoqratî û rewşenbîrî bêtir têne pêşandan, angu cudabûnek heye lê ne bi wateya dijminahiyê lê rastî wiha ye.

Tiştê ko li Kurdistana Iraqê pêkhatiye gelekî mezin û stratejîk e angu desthelateke giring ji hemî Kurdan re ava bûye, û em serkeftinê jê re dixwazin lê tê xwestin ko ew ispat bike ko ew serpêhatiyeke demoqratîk e û dikare di warê aborî de xwe ava bike û bibe weke pilingekî di navçeyê de û pirsgirêkên neteweyên Kurdistanê ji bilî kurdan çareser bike, ji ber ko em wekû kurd bi sedan sal bûne qurbaniyên regezperestiyê pêwîst e em berî herkesî mafê neteweyên din bidine wan. Di vir de, ez destûra Kurdistanê pîroz dikim ko mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de çesipandiye. Ev tişt dihêle ko li kurdan bi başî were mêzandin û ciyê serbilindî û pesindanê ye. Di vê qonaxa îro de, erkek e ser her kurdekî ko ezmûna Kurdistana Iraqê biparêze, ji ber ko pirseke neteweyî û pirsa man û nemanê ye, çiqas qurbanî û canfidayî jî hebin divê bikevin çarçoveya parastina vê ezmûnê de.

Tevgera rizgarîxwaz a kurd li Kurdistana Iraqê girêdayî rêbaza Barzanî ye. Divê ko ev rêbaz bibe nimûneyek û lêkolîn li ser were kirin, û sûde jê were girtin. Sebaretî Rojavayê Kurdistanê, hizra netewî ji rêxistina Xoybûnê destpê kir. Bi parçebûna Kurdistanê re, tevger jî hate parçe kirin. Xoybûn tevgereke netewî bû, dirêjahiyên wê li sê parçeyan hebûn, û tevgera kurd li Rojava paşmayê Xoybûnê ye. Berevajî parçeyên dinê, li Rojava şêweya şerê çekdarî di programên partiyên siyasî de nehatiye bikaranîn.

Dixwazim li vir basa serpêhatiya avdara 2004an ko li Qamişlo destpê kir û li tevahiya navçeyên kurdî li Sûriyê belav bû, bikim. Bê guman, koka pirsgirêkê siyasî û neteweyî bû. Bandora rûdana Kurdistana Iraqê û rûxandina dîktatoriyetê here li Rojava hebû. Diyar e ko rêjîma Sûriyê hizir dikir ko kurdên wê tevî yên Iraqê xwe amade dikin tiştekî li Sûriyê bikin û xwest ko fitneyekê di navbera kurd û ereban de, girêbide. Lêbelê kurdan ew fitne çikandin û bi mêranî liberxwe dan. Ibret ji van bûyeran çi bû? Wekî ko min 40 salan hizbayetî kiriye, ez hêjî di wê baweriyê de me ko kurd hewcedarî rêxistinan ne, bê rêxistin kurd dê bi sernakevin, lê pirs pirsa naverokê ye weke program û serkirdayetî ko hewcey guherînêne.

Wextê ko bûyer qewimî 14 partiyên kurdî hebûn, pêwendiya wan ji bûyerê re bi piranî nebû, xelk bi xwe rabûn û li ber xwe dan, angu partiyan biryar negirtibû, berevajî vê çendê wan gotûbêj bi desthelatê re dikirin ji bo rawestandina bûyerê. Ev nîşana kalbûna partiyan e û pêtiviya xwenûkirinê ye, nexasime di warê serkirdayetiyê, û program û sîstema xebatê ji ber vê çendê ko îro millet li pêşiya rêxistina ye û bîreweriya millet li pêş ya partiyan e; herçend e ko xebatkarên partiyan hene jî, lê ji ber ko wan xwe nû û taze nekirin ew anuha li paş mane. Guhertin di hemî waran de pêwîst e û divê partî xwe biguherin.

Tevger a azadîxwaz a kurd, divêt stratejiyeke neteweyî ava bike û karekî siyasî neteweyî hevbeş bide meşandinê. Nûnertiyeke yekgirtî ji me re pêwîst e. Kurdên Iraqê jî gihane vê qenahetê. Her parçeyeke programekî xwe yê taybet hebe, lê xalin hebin kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bighîne hev.

Derbarê pirsa Islama siyasî û milletê kurd, diyar e ko weke di dema dewleta osmanî de, dihate gotin ko hemî milletên empratoriyetê misilman û bira ne, piştre toranî hatine holê, û eşkere bû ko desthelata osmanî neteweyî ye. Hingê diyar bû ko di riya Islamê de ne mumkin e pirsa neteweyî kurdî çareser bibe. Bi giştî, programa Islamê derbarê çareserkirina pirsa neteweyî nîn e, û bi taybetî pirsa kurdî. Her weha, pirsa kurdî pirsa azadîxwaziyê ye ne yeka olî anjî mezhebî ye, û pêwîstiya berzbûna Islama siyasî di nav refên tevgera kurdî de nîn e.

Di qonaxeke din de partiyên komunist di herêmê û Kurdistanê de digotin ko pirsa kurdî dê bi riya çareseriya sosiyalîsmê çareser bibe. Ew jî, mixabin, biser neket. Nijadperestiya tirk, faris û ereb dixwest ko yekîtiya neteweyî ava bibe û pirsa kurd pê re were çareserkirin, lê ew jî weke yên berî xwe têkçû.

Anuha, di derbarê pirsa kurd de çi tê xwestinê? Yekem, çareseriya wê bi çi rengî dê bibe? Diwemîn, rengê giştî yê tevgera azadîxwaza kurdî divê çawa be heta di gel çareseriya gotî de bigunce? Di baweriya min de, di dema niha de, pirsa li holê, ya demokrasiyê ye. Tevger an jî bizava siyasiya kurdî divê navîn û demokratîk be, bê şer û teror be, bê xwîn be, berjewendiya xwe binase û bi berjewendiyên hêzên sereke di cîhanê de biguncêne û tevgera xwe ya siyasî xurt bike.

Di vî warî de, biserxistina ezmûna Kurdistana Iraqê û kartêkirina wê ya erênî ser parçeyên din yên Kurdistanê here giring e. Ango çareseriya demokratîk ji pirsa kurdî re bibe sîstem jî. Tevî mafê mirovan û civaka sivîl, û damezirandina sazî û dezgehan, weke mîna dema ko di sala 1999an de, li Hewlêrê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî hate damizerandin, saziyên din tinebûn an jî kêm bûn lê anuha zêdetirî 200 saziyan li Hewlêrê avabûne, ev jî nîşana bizav û guherîneke xurt e di civaka kurdî de. Her weha, rewşa parçeyên din jî vê rastiyê nîşan didin. Mîna, li Bakur, bi sedan sazî û dezgeh li Istembol û Enqere û Diyarbekirê hatine damizerandin. Li Rojavayê Kurdistanê jî rewşeke wiha heye li Qamişlo û Efrîn u Kobanê û bajarên dinê jî, û li derveyî welêt jî.

Tiştekî din jî ew e ko serpêhatiyên kurdî bê lêkolîn derbas dibin, weke nimûne ezmûn û serpêhatiya PKK ê. Xwendin û lêkolîn û rexnegirî û lêgerînên derbarê vê serpêhatiyê de tune ne, anjî kêm in. Pêwîst e ko zana û pispor û lêkolînerên kurd li ser van pirsan rawestin, ji ber ew dîroka me ye. Nimûneya dinê jî şerê navxweyî li Kurdistana Iraqê çima nayê lêkolandin hema di asteke teng de be jî? Di encamê de, em dikarin bibêjin ko tevgera azadîxwaz a kurd di warê teorîk de qels e.

Pirsa din ya mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de ye, dîsa kêmasî xwe rû didin, û pênaseyeke şayiste jê re nehatiye peyde kirin. Mafê çarenûsê weke ez têdigihim ne cidabûn anjî avakirina dewleteke serbixwe ye, federalî jî beşek ji mafê çarenûsê ye û otonomî jî. Divê ev pirs bête zelal kirin ji ber ko milletên ko bi kurdan re dijîn ji vê gotinê pir bi tirs in. Ji rewşenbîr û hizirvanên kurd tête xwestin ko vê meselê diyar bikin. Di vî warî de, divê danûsitendina bi hêzên demokrat yên milletên hevjiyanên me re neyê ji bîr kirin, wek ereb, tirk îranî, û her û her pêwendî xurt û bihêz bibin. Her weha, di dawî de, danûsitendinên navneteweyî û cidakirina dostan ji dijminan

Spas ji guhdariya we re!

***

Têbînî: Ev babet li helqeya lêkolînan ya di 10–13/2 2007 an de hate pêşkêş kirin ko Kombenda Kawa bo çanda kurdî û serokatiya Zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê amade kiribû.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2007-02-21
Xwendin: 5317
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org