KURDISTAN, 11/2 2007 — Berevajî tiştê vê dawiyê hate xuyakirin,ravekaran di demeke pir jihev nêzîk de sê daxuyaniyên ko di heman helwestê de tevdigerin şopandin:ji Tehranê rêberê komara islamî malekê ji yên xwedê bikartîne û êrîşeke dijwar berdide ser hêzên siyasî yên sereke yên ko kar dikin ji bo pêkanîna guherîna demokratîk û pêşveçûna civakî û aşîtiya sivîl û têkbirina terorê li iraq û filistîn û lubnana ko zêdetir kete ber topan de. Ji Qahîre jî, girênendeyê giştî yê Ixwan Muslimîn-birayên musilman-weke nimûneya rêberê navhatî dike û bela xwe li hemuyan dide bi gotinên weke yê rêber ji bilî cudahiyên dîrok û cografiyayê û bingehên lîstina rolan hinde ko ew bêtir li ser filistînê rawestiya.
Ji Şamê jî dengê diplomatê zaro cîgirê wezîrê derve yê rêjîmê ê ko gef li hemuyan dixwar û dijayetiya biryarên navneteweyî dikir bi nepijirandina wî ya tevav ji avakirina têkiliyên diplomatîk bi lubnanê re tanî hikûmeta legala hilbijartî birûxe, bilind dibû.Ji berî û piştî van daxuyaniyan jî,di van rojên derbasbûyî de, festîvalên serkeftin û ahengên xayinkirina xebatkarên birûmet û qîjên gewriyan hetanî jiserhişxistinê ji rêberên hamas û hizbollahê lidar bûn, di gel vana û ji beriya wan daxuyaniyan nêrînên awarte ji pênûsên taybet balkişandin ko hêjî xwediyên wan bi derewan xwe bi cilikên–çepgeriyê-vedişêrin û ew di rastiyê de nêzîkî ramanên faşî ne ko sen`eta bîrdoziyê bikartînin û rizqê xwe pê derdixin di riya xweşikkirina rûyê kirêt yê tundrewiya(olî-mezhebî û sekûlar)bi hinceta lidijderketina(amerîkaya dijimin!)û peydekirina astengiyan di pêşiya hewildanên pêkanîna rêzkirineka nuh ji hêzên guherîn û demokrasiyê re, di nav de şepolên çepger yên bi dozên gelên xwe ve girêdayî û ji rastiyên nuh yên serdemê re têgihştî, û semyan û taybetmendiyên pêşveçûna dîrokî ji encama veguherînên cîhanî û herêmî nexasime di rojhilata navîn de.
Têbîniya balkêş di rêveçûna van helwestên destnîşankirî bi giştî de van dîtin û reaksiyonan peyde dike:
Yekem:gurkirina zaraveyê dijayetîker li hember yê din çi millet anjî tevgerên siyasî û hikûmetên erebî û herêmî û hêzên navneteweyî bin di gel tehdîtên yekser anjî nehênî, eva ko dixuye tektîkeke nuh e ji veşartina têkçûn û tirs û xweparêziyê re di riya peydekirina behaneyên êrîşkirinê, ji ber ko herdû aliyên vê hevbendiyê angu rêjîmên tehran û şamê ên despotîk ji dehan sal ve operasiyonên terorîst li dijî dost û neyaran bê cidakirin bikartînin tevî şandina komên kuştinê li pey oposizyongeran di heyamên dûr ji reakisyonên eşkere û gefxwarinên xuyayî, lê anuha herdû jî bêçare ne di warê bicihanîna armancên xwe de ji ber gelek sedeman weke agahî û encanmên sizayên navneteweyî û stûbariya komîteyên lêpirsînê yên navneteweyî û lidûvçûna dadgehên pispor yên pêwendîdar û di bin çavdêriya heyeta neteweyên yekbûyî de û heta radeyekê ji tirsa muhasbekirina milletan dema ko ew azadiya xwe bidestbixin û çarenûsa xwe destnîşan bikin weke nimûneya Yugoslaviya û iraqê, di şûn de gefxwarinên ko hew tukesî ditirsînin piştî ko dîwarên tirsê hatine herifandin di gelek cihan di navçeya me de weke iraq û suriyê û lubnanê.
Diwemîn:navnîşana beloq ya hertiştê ko ji girûpên -hevbendiya dijayetîker-derdikeve maytêkirina eşkere di karûbarên yên din de ye û êrşîkirina hêzên demokrat di dewletên pêwendîdar de bi nav tevî daxuyandina dijminahiyê ji wan re û piştgirtina hindek aliyan li dijî aliyên din û veguherîna bi layekî di nakokiyên siyasî yên heyî de di navbera welatiyên heman welatî de û mafdana xwe bi gurkirina aliyekî li dijî yê din bi dijayetiyeke eşkere ji zagonên navneteweyî re, ev hemî ji bo gihandina nameyan ji aliyên pêwendîdar re û tekuzkirina avabûna hevbendiya wan angu nehiştina gumanê di vî warî de, ev tev dihêle em agahdar bin ji tiştê ko ji paşeroja filistîn û lubnan û iraqê re tête pilankirin, di nav de hewildanên gurkirina şer û vêxistina fitneyên mezhebî û cengên sivîl û amadekirina pêkanîna hindek tawanên din li dijî herkesê ko li hemberê despotîsm û tarîperestiya tundrew derbikeve, ev jî weke me li jor anî ziman êrîşeke berevaniyê ye û hewildaneke bi mebesta veguhastina nerîna gelên sûriyê û îranê berev derve ve û bikaranîna goerpanên din weke eniyên berevaniyê yên pêşekî li ser hisabê serdestiya wan û renckêşana milletên wan di hewildnake bêhêvî de ko dê encama wê tenê têkçûn û poşmanî be.
Sêyemîn:piştî eşkerebûna pilan û razên layên hevbendiya dijayetîker û pûçkirina behaneyên wan di nav de sloganên rizgarkirin û berxwedanê û bazarkirina niştimanperweriyan û servezêdekirina li dijî xebatkaran, di dema ko ew di rastiyê de û bi hemî hêz û liq û şax û dûvên xwe ve an çavkaniya tepeserî û jêdera radestî û sedema têkçûna niştimanî û neteweyî ne anjî projeya peydekirina paşketin û nijadperestî û tayfegerî û terorê ne, bi gotineke din piştî ko raz eşkere bûn zehmet e ko layên behskirî rastiyan bibînin û radestî wan dibin , berevajî vê çendê ew berdewam dikin di warê şaşkirina komelgeha navneteweyî weke ko herdû rêjîmên tehran û şamê dikin di danûsitendinên xwe yên lokal û herêmî û navneteweyî de û bazdana ji erk û stûbariyên siyasî û tawanbarî û veşartina rastiyan ji milletan û pêkanîna serhatiyên nuh û girêdana hevpeymanan bi rêxistinên terorê yên cîhanî û herêmî re û bicihanîna tawanan li dijî takekes û girûp û şepolên siyasî, ji ber ko pirs pirsa hebûn û çarenûsê ye ji ber gunehî û tawanên wan li dijî millet û welat û talankirina mewdana milletan û gendeliya wan û rawestandina wan di eniya li dijî demokrasî û pêşveçûnê de, angu yan ew û yan eniya li hember li gor peresengeke diyar û eşkere, di virde layengerên hevbendiya dijayetîker di dawî de dê”mala xwe bi destên xwe xirabikin”ji ber ko hebûn û berdewamî û mayina wê raza qeyran û jêdera têkçûna wê ye.
Encamên li jor diyarkirî hêzên pêşveçûn û aşîtî û guherîna demokrat ji erk û stûbariyên wan yên niha û paşerojê bêpar nakin nexasime di warê aktîvekirina tevgera millî û siyasî û çandî û diplomatîk bi armanca xurtkirina proseya guherînê û pêşîlêgirtina biveyên planên terorîstî û projeyên cengên sivîl weke ko ji iraqa nuha federe re tê amadekirin û xwestin, anjî planên bicihkirina pevçûnên mezhebî û serhişkiyan weke ko ji lubnanê re tê plankirin, anjî veguhastina rikeberiya siyasî berev nakokiyên çekdar û ferzkirina helwestan bi darê zorê weke ko di navçeyên desthelata niştimaniya filistînî de tê bikar anîn, ji vê zêdetir berjewendiya gelên me û paşeroja nifşên me pêtiviya karkirina xurt û micid bi mebesta pêkanîna firehtirîn hevpeyman ya tavilê hêzên navbirî di tevahiya welatên navçeyê de pêwîst dikin, nexasime ya hêzên guherînê di goerpanên nakokî û şer de li iraq û sûriyê û lubnan û filistîn û îran û tirkiyê û destpêkirina avakirina hevbendiyên xwe yên herêmî û navdewletî bi çi hêza fermî anjî millî, herêmî anjî navneteweyî re ko lidijî teror û paşketin û tarîperestiya tundrew û tepeseriyê be, ji ber ko qonax bi tavilê bive û hêviyên xwe ve neçar dike avakirina firehtirîn enî li hemberî kesên ko dixwazin dest biavêjin çarenûsa milletan di riya bikaranîna tundûtûjî û tepeseriyê de anjî di riya navgînên ragihandina kirêgirtî û kenalên asmanî pisporên belavkirina jehra cidabûn û pevçûn û derewan û veşartina rastiyan û rawestandina rêveçûna dîrokê û tevlîhevkirina wê. |