STENBOL, 24/1 2007 — Hrant Dînk, bi rastî jî wekî ko wî bi xwe nivîsî, ew mirovek bi lerzokiya dilê kevokê dijiya; rûreşî û mirovkujiya ko li qewmê wî hatîbû kirin, hertim wekî kederekê li ser rûyê wî bû; wê kederê dilek nazik û çavek kelegirî li ser wî pêk anibû. Min wekî rûbirû du-sê caran ew dîtibû. Berî sê salan piştî navbirdayina li komcivînek ya li otela Marmarayê li Taksîmê, li ser lingan min digel wî piçekê sohbet kir.
Hrant wê çaxê tiştek gelek balkêş û ji nava dilê xwe bo min got. Got: “Dema dewleta Ermenistanê wekî dewleteka serbixwe hate îlan kirin, min wekî şexis fikirî ko gelo ji bo ew dewlet bête parastin ez dikarim çi bikim; paşê min got ger ez nekarim tiştekê jî bikim divêt ez lê miqate bim ko zerara min negihî wê dewletê. Vêca hegî hon kurdên Tirkiyeyê nekarin bo kurdên Iraqê tiştekê jî bikin, qene zerarê nedin wan.”
Roja piştî kuştina Hrant Dînk, sempozyuma Weqfa Çanda Kurdî li Stenbol hebû, serokê weqfê Mehmet Baykara di axaftina xwe ya destpêka sempozyumê de Hrant Dînk li bîr anî û bo yada Hrant beşdarên sempozyumê deqîqeyekê li ser lingan rawestiyan. Bala min kişand tişta ko Hrant berî sê salan bo min gotibû, heman tişt bo serokê weqfê û gelek kurdên dî jî gotibû. Lewra Baykarayî jî di axaftina xwe de ev gotinên Hrantî bo beşdaran careke dî li bîr anî.
Mixabin zihniyeteka xayîn, nemerd, qelaş û tirsonek; bêşiyan, jixwenebawer û sucdar; li himberî hemî pêşketin û hêjayiyên mirovahiyên kîndar û neyar; zihniyeteka xayîn û bêbext ko zarokan îxfal dike, Hrant kuşt. Yên xwediyên vê xwînxwariyê, dixwazin bi zigordeyî û pespayetiya xwe efendîtiyê li ser aqil û hişê kur û keçên mirovan bikin. Vê zihniyetê bi wî destê xwe yê qirêj û xwînî, di nava bajarê dêraneyê Stenbolê de ji gulebaxçeyê mirovatiyê tayegulek li binguhê erdê da; ew tayegul bi lerzokiya dilê kevokekê dijiya.
Duhî bajarê Stenbolê ji nava dilê xwe di valahiyê de hilawistî ma, cadeyên sereke û gewre pêşiyê xirûxalî man, mirovan bi çavên neçar li derdora xwe dinêrîn, gavên neçar bêmebest diavêtin; mirin û kuştin jî li ser seran û ser çavan e; lê nemerdî û qeleşî di dîroka hemî mirovahiyê de birîna herî reş û kûr e! Hemî hêza Hrant qelema wî û dilê wî bû. Bi qeleşî ew li erdê dan dengek gelek bilind ji wî derket. Li himberî qeleşiyê bi sedhezaran ew valahiya erd û asîman bi yek dengî dagirtin û gotin “Em hemî Hrant in!”
Di meşa cenazeyê Hrant de gelek jinên kurd jî bi wan cil û bergên xwe yên bi xetên diyar li pêş bûn, xort-kal, jin-mêr, xwendekar, karker, ji hemî ol, bawerî û miletên li Stenbol mirov beşdarî meşa cenazeyê Hrant bibûn. Wijdana insanan li ser piyan bû.
Dibe ko heya niho ti kesê rejîmek wekî ya tirkan bêşerm û heya bi dengê bilind derewan bike û bixwaze rastiyê berevajî bike nedîtibe. Di kuştina Hrant Dînkî de jî, qelemşor û aqilmendên ko bi “aqiliyeta” vê rejîmê mezin bûne û rojekê tenê zihniyeta nijadperestiya tirkîtiyê qet nexistin ber pirsê, tevî ko wekî ronahiya rojê li ber çavan e ko vê zihniyata rasîst û faşîst Hrant daye kuştin, hêj jî dixwazin “aqilekê” ji vê hovîtiyê re bibînin.
Li gorî wan ev zarok (temenê bikujê Hrantî 17 ye) ji ber sedemên feqîrî, neçarî û bi dehan sedemên dî yên aborî û psîkolojîk mirovên wekî Hrant dikujin; nafikirin ko qatilê esasî ew zihniyeta wan ya ko “hikmeta hikûmetiyê” ye tehemila ti feqr û cidahiyan nake û her hebûneka ne ji wan be dixwaze tune bike. Ji sîstema perwerdeyî, serwerî, yasayî û medyaya wan bigire heta nimûneyeka herî biçûk ya jiyana rojane, zihniyeteka faşîst û rasîst serdestî jiyana komalgeha tirkan e. Ev zihniyet ne tenê neyarê mirovan e, di heman demê de neyarê teyr û tiyar xwezayê ye jî. Xwediyên vê zihniyetê hêj jî wesa difikirin ko dê bi hovîtiyê serî ji nirxên mirovahiyê bistînin; diheyirin ka çima mirov hemî ne tirk in an jî ne di xizmeta tirkîtiyê de ne…
Dinya hemî durûtiyê li himberî vê zihniyetê dike, ger hecma vê zihniyetê ya kuştine bi qasî ya Hitler û nîzama naziyan jî nebe, îdraka wê gelek ji ya naziyan kepazetir, rezîltir û pespayetir e. Rojnameya herî serekî û di nav komalgeha tirkan de herî xwedî îtîbar her roj bi şîara “Tirkiye tenê ya tirkan e” derdikeve û kes ji vê rojnameyê û vê zihniyetê şerm jî nake. Ji bîr nekin ko vê zihniyetê kevirên Kurdistanê jî peqandine û nav lê guhortine! Her ji bîr nekin ko Hrant mirovek ewqes nazik û delal bû navê keça xwe jî danibû Delal! Lewra ew jî di bin guhê erdê dan! |