[ ÇARŞEM, 2024-12-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

low dose naltrexone buy

buy naltrexone online india click naltrexone buy
Ruhên birîndar, nivîskar, roman û novel (beş II)
STOCKHOLM, 19/1 2007 — Nivisîn li xwe gerîn e, mirov li ezîtîya xwe, li jîyana xwe digere, li zaroktîya xwe ko bi giştî wek herkesî di jîyana mirov de dibe ko dema herî bextewar e, li war û cîhên xwe hûr dibe. Gelo gava mirov li wê dema xwe bigere dê çi bibîne? Dê kîjan dîmen bên ber çavên mirov, dê kîjan çîrok, bîranîn, lîstik di gerînekên mejîyê mirov de ji nû ve vejîn? Di wê lêgerîn û bîranînê de zimanê ko mirov pê bifikire her ew ziman e ko mirov çavên xwe bi wî li dunyayê vekirîye. Piştî ko wek nivîskar mirov li xwe digere wê gavê rêya mirov vedigere wan rojan, wan cîh û waran ko mirov tê de mezin bûye.

Bi giştî kurd bi taybetî kurdên ko îro li nav sînorên Turkîyeyê de dijîn birîndar in; ruhen civata kurd birîndar e; ez behsa perîşanî û rebenî û belangazîya civakî û aborî nakim, ji xwe tê zanîn, ev birîndarîya ruhî carinan li vir carinan li wir, carinan bi awayên sîyasî, carinan çandî an jî awayekî din xwe dide der. Li vir huner ji bo têgihîştin û famkirina vê rewşa ruhî dikare bibe wasiteyeke gelekî hêja. Ji lewre hunermend bi giştî û bi taybetî nivîskarên edebî bi berhemên xwe dikarin ji bo zelalkirina vê rewşê hewl bidin; vê civatê bi zimanê vê civatê bi lêgerîna rehên wê, lêgerîna qelsî û xurtîyên wê, zanîn û qabîlîyeta xwe bi awayekî edebî ji me re vebêjin.

Hunermendê resam, muzîsyen, dengbêj, xebatkarên sînema û tîyatroyê bi wasîteyên li ber destê xwe, bi teknîk û heyîyên modern, li gorî pêdivîyên hunera xwe, vî tiştî dikin.

Herçî nivîskarên edebî ne, cardin bi huner û qabîlîyeta xwe bi fikirên xwe, bi şiîr, roman û novelên ko rewşa wan ruhên birîndar di berhemên xwe de bidin zanîn û lê bixebitin ko bi me bidin nas kirin.

Wek rewşenbîrê kurd Ehmedê Xanî di sedsala hevdehan de gotî, divê ev û ew mesele ji bo nivîskar bibin ”behane.” Romannivîs bi romana xwe dikare civata kurd bi me bide nasîn; li dor meseleyekê xweşî û nexweşîyên civata me, di rewşeke muayen de xurtî û qelsîyên ferdan li ber çavên me raxe. Novelnivîs vî karî dikare di formeke din ya edebî de bike. Herwisa şaîr bi şiîrên xwe kare vî tiştî bike.

Ji xwe çîrok in ew berhemên hevbeş in û di form û naveroka wan de çand û jîyana civatê heye.

Ji hêla edebîyata devkî, çîrok û destanên gelêrî de mîletê kurd, zimanê kurdî ji tu mîlet û zimanan kêm nîne. Me edebîyateke xurt û dewlemend di vî warî de heye, dibe ko ev xurtî ji ber şertên kurdan yên civakî û rewşa welatê wan e ko kurdan îmkanên vê yekê yên modern bi dest nexistine an jî dagirkeran pêşî li vê derfetê girtîye û kurd ji neçarî mecbûrî folklora devkî bûne ko bi sedan dengbêj û kilamên civatê li ser gelek mijar, têkoşîn, şer û berxwedanên kurdan yên li dij dagirkeran hatine gotin.

Romannivîsê pêşîn yê romana kurdî bêguman Erebê Şemo ye ko di salên sîh û çilî de li Sovyeta kevin ev derîyê edebîyatê ji bo zimanê kurdî vekir. Çi bêje temenê novela kurdî jî hinekî ji ya romanê dirêjtir be jî lê ew jî ji sed salî nabihure. Piştî ko Mîr Celadet Bedirxan di salên sihî de ji bo zimanê kurdî alfabeyeke kurdî latînî danî, êdî gelek çîrok, novel û wergerên edebî di kovarên wekî Hawar, Ronahî û yên din de derçûn…

Çend gotin di der heqê çîrok, novel û romanên kurdî ko niha, di dema me de tên çapkirin:

Bêşik berhevkirin û weşandina çîrokan karekî hêjayî pesnê ye û divê mirov ji xebatkarên vî karî re sipas bike. Lê digel vê yekê jî kêmasîyeke berbiçav heye divê mirov dest nîşan bike; ev çîrokên ko têne berhevkirin û weşandin mixabin hinekî belawela ne û berî weşandinê ji hêla ziman û perwerdeyî de qet li ser nahête rawestan. Carinan mirov gotinên modern di nav rêzên çîrokan de dibîne ko mirov bê hemdê xwe meraq dike gelo ev çîrok ji kengî ve hene û ev gotinên welê modern çawa û ji ko ketine nav zimanê çîrokan. Ya diduyan, dema berhevkirinê de bi fikira min divê zimanê vegotina çîrokan yê li nav xelkî çi be divê di berhevokan de ev ziman nehête guhertinê; lê piştî berhevkirinê gava têne tesnîfkirin û ji nû ve bi wêne ji bo zarokên temencuda dihêne bijartin û çapkirin, wê gavê pêwistî bi kesên pedagog û mamoste heye ko li gorî hewcedarîyê ji her alî ve divê çîrok bête serrastkirin.

Herçî meseleya nivisîna novel û romanan e, ev karekî şexsî ye ko heke berpirsîyarîyek hebe ew jî bêjerê novel û romanê ango nivîskar bi xwe ye. Bêşik wek me li jor got, nivisîna roman û novelan ji bo kurdan tiştekî nû ye, bifikirên ko nivîskarên kurd bi zimanekî dinivîsin ko ev heştê sal e li Turkîyeyê qedexe bûye û qet rojek jî nivîskarên kurd di dibistanan de bi vî zimanî perwerde nebûne; bi xebata xwe ya şexsî, bi înad û îdealên xwe bi her awayî hewl dane ko kêmasîyên xwe di warê ziman û nivisînê de kêm bikin. Helbet di rewşeke welê de, digel berhemên serketî û baş yên qels û xirab jî tên ber destên xwendevanan.

Gava mirov îro ji hêla novelan de bala xwe dide berhemên novelnivîsan bi fikira min hin xamî, qelsî û çewtî sererast xuya dibin: Mirov di novelan de pêrgî gelek rêz û gotinên ne hewce tê. Naverok carinan belawela ye, gelek caran nivîskar ji mijara xwe bi dûr dikeve wek ko xwe ji bîr kiribe ka behsa çi dike. Bêguman novelnivîsin karekî ne hêsa ye û divê nivîskar pêgêrê teknîk û hunera novelnivisînê be. Heke em cardin guh bidin novelnivîsên serketî em dê ji wan bibihîzin ko divê gotinên novelê ji bo sebeb û mexsedekê hatibin danîn û rêzkirin. Ango bê armanc û xaye divê tu gotineke zêde di novelê de tune be.

Di warê romanên kurdî de jî kêm zêde her eynî pirsgirêk û alozî hene. Romannivîsên kurdî jî mixabin eynî xeletîyan dikin. Kitêbek dertê, mirov li ser qabê kitêbê dixwîne ko xwedêgiravê roman e. Lê di nav rûpelên kitêbê de çi bêje ko nivîskarê kitêbê behsa hertiştî dike. Mirov fam nake gelo ji bo çi hewce dibîne ko kêm zêde weha bêje: Memo serê sibehê rabû, serê xwe şûşt, hêkerûn xwar, çay vexar, ji malê derket derve, çû bajêr, porê xwe şeh kir, nizanim pêrgî kê hat, li ser pêyan peyîvîn, paşê çûn li qehwexaneyekê rûniştin… Ev tiştên rûtîn û rojane ne, ko her insanek kêm zêde dijî, di nivisîna tiştên weha de çi huner heye? Gelo çi balkêşî di xwendina rêzên weha de heye? Her wisa di mijara romanê de jî divê hin qaîde hebin ko mirov karibe jê re bêje roman e. Bi kurdî nivisîn bi serê xwe têrî nake ko bibe berhemeke edebî.

Heke em cardin guh bidin romannivîsên serketî divê berî hertiştî mirov li hunera romannivisînê hûr bibe, bi dîqet bala xwe bide ka roman çawa hatine nivisîn, hewcedarî çi ne? Teknîk û wesîteyên li ber dest çi ne? Gelo meseleyeke balkêş li ber destê mirov heye? Heke hebe divê mirov çawa vebêje, binivîse ko bikeve qalibê edebî? Ji bo afirandina karektereke romanê gelo pêwistî bi zanîna çend kesan û jiyana wan heye ko mirov karibe wek model ji xwe re di romanê de dayne? Gava mijara novel û romana mirov civata kurd û ferdên wê bin, gelo divê ew kesên ko nivîskar wek karekter hildibijêre divê li ber çavê xwendevanan bi awayekî jîndar nexuyî? Çawa ko mirov bi xwendina romanên rûs, alman, tirk an jî ereban civat û ferdên wî mîletê behskirî di rewş û demeke destnîşankirî de dinase, divê her weha bi romanên kurdî jî xwendevan civata kurd û ferdên wê jî di rewş û demeke muayen de binase.

Bi giştî roman û novel behsa derbasbûyî, yanî behsa duhî dikin ko jê re dema borî hewce ye. Lê çi mixabin ko pirî caran mirov di nav rûpelên kitêban de pêrgî tevlîhevîya demê tê. Di eynî paragrafê de li gorî dema berê dinivîsîne, te hew dît quluband ser dema nuh û tiştine nivîsîn ko qet çênabe. Ev jî xeletîyeke berbiçav e ko mixabin gelek nivîskarên kurd bala xwe nadin an jî nizanin ka çawa bikin.

Di dawîyê de bi kurtî mirov kare bêje ko edebîyat bi hemî texlîtên xwe ve ji bo têgihîştin, famkirin û ravekirina civatê wasiteyeke mikemel e ko bi hêsanî kare xwe bigihîne ferdên civatê, heke di radeyeke hewce de hatibe danîn û nivisîn.

*Anekdotek: Li Yewnana kevin li bajarekê fîlosof dicivin û minaqeşe dikin ka ji bilî li dunyayê wekî din jî li kurahîya asîmanan jîndarên wek insanan hene an ne. Ji bo bigihijîn encamekê, yek ji wan pêşnîhadeke balkêş tîne. Di rojeke destnîşankirî de li rasteya bajêr ya herî mezin temamê bajarîyan dê bicivin. Biryar ew e ko bi îşareta fîlosofekî re dê hemî bi hev re berê xwe bidin asîman û bi yek dengî biqîrin da ko dengê wan here kurahîya asîman û heke hin hebin, ango yên jîndar ê bibihîzin.

Werhasil ew roj tê û hemî bajarî li rasteyê dicivin. Berî ko biqîrin yê fîlosof xwe bi xwe dibêje: Ez ê îşaretê bidim lê ez ê neqîrim da ko ez hêza qîrîna van insanan bibihîzim. Ji xwe bi qîrîn an jî neqîrîna min tiştekî naguhere. Bajarî tev amade ne û li bendî yê fîlsof in, bi îşareta fîlosofî re bi yek dengî diqîrin!

Lê çu dengek nayê bihîstin. Ango bajar û raste di bin bêdengîyeke temam de bûye. Vêca meraq dikin û dipirsin gelo çi bû, çi qewimî? Divîya qîrîneke ecêb ji wan derbiketa û dengê wan biçûya kurahîya asîman. Lê hemî kesên ko li wir civîyane tev wek yê fîlosof fikirîne. Heryekî ji wan xwe bi xwe biryar daye ko ew ê neqîre û guh bide hêza qîrîna bajarîyan!

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN
Weşandin: 2007-01-19
Xwendin: 4837
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in? (2009-09-18)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!? (2009-07-06)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org