STENBOL, 9/6 2005 — Ez zarokekeka destmalfiroş im, gemara sedsalan paqij dikim, dê kî çîrok û serhatiyên min binivîse?
Keçikeka pênç-şeş salî bû, gemara ko li ser hinarikên rûyê wê cihbûyî, ji hemû cureyên kozmetîkên bedewiyê gelek baştir delalî û nazikiya rûyê wê dida pêş, masumiyeta wê derdiêxst navê. Porika wê ji neşoştinê çirçisî bû. Her biskek yê wê pora qemer û çirçisî wekî tayekê yê bîşengê rûyê wê dorpêç dikir. Qêrîn û hawara di çavên wê yên kelaştî û dexelî de, ji “kêrvûşkeka ducanî” pêtir mirov dida şermê. Rondikan ji ber kelîştekên herdu çavên wê, heta xirkikên herdu kêlekên devê bincok vekirî bûn.
Gelo rondikên wê pir xêwiybûn an jî ji toza li ser rûyê wê be ko cihê rondikan bibûn du xetên spî… Kirasokê li ber wê mirov digot qey pileyek ji kulîlkên biharê ye, lê mixabin tozgirtî û xemgîn! Fanîleyek ji tayî û sorik di bin kirasî de bû. Pêlava wê ya spor, ji kêlekê ve qetya bû, benê wê jî nebû.
Destê wê her wekî gulpek, birqek, brûskeyek bû ji wê masumatiyê ko mirovan di demên modern de winda kirî. Bêdeng destê xwe dirêjî min kir. Tiliyên wê yên xirki-xirki derîkî bûn, gemar û kroma bajarî di bin neynûkên wê de, bibû gilol. Destek destmalên kaxezî di destê wê yê dirêjkirî de bû, sisê destik jî di nav destê dî de, bi koda singê xwe ve dişidand. Her wekî tinê çare û pêgirê wê yê jiyanê ew hersê destikê detsmalên ko li ser koda singê wê bûn.
Bedena wê ya zeîf dilerizî, gamze diketin rûyê wê yê girover û tejî. Tejîbûn û giroveriya rûyê wê, wekî heyîva dagirtî bû, xalên gemarê kûrtekên heyîvê bûn, li ser rûyê wê. Bedeneka bêspartek û bêstar û wesa zeîf, rûyekê wesa dagirtî, mirov heyirî dima.
Wê gavê wekî gelek xanimên dî yên dinyadîtî, xanimeka pozbilind bihorî; bejinzirav û xwedîyê kundireya reqreqîn bû, çîpên wê wekî yên Sharon Stone heta kimaxê berba dibûn, kendîloka kûçikê wê di destan de bû û bi feraseteka bêhima li kûçikê xwe dinêrî û ew ji dorûberê diparast ji kîbarî û delaliya wê morîk li ber radibûn ser pîyan!... Destmalfiroşê awirek da wê xanimê, lê çi hedê wê bû ko nêzîkayê li wê xanimê bike.
Du sed metran jêrtir di binê meydanê refên qumrîkan didadan û radibîn, gulfiroşan bazariya gulan bi cotikên evîndarên ciwan re dikirin. Dîmenên meydana betonî û avahiyên bankeyan û dezgehên modern ko li dora meydanê bi ber asîmanan ve bilind bûyîn û her wekî hakîmên erd û esîmanan xuya dikirin, ji ne şîrînî û ji bêruhîya xwe dilê mirov sar dikirin. Di nava meydanê de, abîdeyekî milîtarî kirêtiya hawîrdor zêdetir dikir. Seyrûsefera mirovan, li ber van avahiyan, wekî ya morîkan bû.
“Ez qurbana te bim, tu mendîlekê ji min bikirî!” Dengê wê yê zelîl û melûl wekî pêt û agirekê bû. Dibêjin “kezeb” pir dijwar e! Lê çi bikim, dinya bêkezeb e! Li ber min wekî dilekê tazî direcifî. Her wekî ew ruh û germahiya Yezdanê mezin ji wan avahiyan stendî hemû bi rûyê wê re dida vejenîn… pêlên germê ji rûyê wê didan destê min, hinavê min germ dikirin… Gelo kî dizane ew zarokên di sar û seqemê de, doşeka wan betona gemar û lihêfa wan asîmanê kromî, bi çi germ dibin?
Min jê pirsî “Navê te çi ye delalê?” Got “Ez nizanim”. Min got; “Navê dayik û bavê te çî ye?” got; “Ez nizanim”, min got; “Tu ji kû derê yî?” her got, “Ez nizanim”.
Dim, dim dididi dim, dididi dim, dim, dim tîma siruda mehterê derket meydanê, dûvre tîmên millet-dewletê li hawîrdora peykerê milîtarî kom bûn, portreyekê pozdirêj-rihreş-kovîmezin li ser dîwarê pêşber raxistî bû. Bi xetên stûr û mezin li kêleka portreyî wiha nivîsî bûn, “Ev 552 sal in em te her gav bi minetê bi bîr tînin”
Di cihê qumrîkan de girsîya mirovan kom bibû. Sahneyek ya muzîkê li aliyê dî yê meydanê bû. Lê koroyeka cehennemî serî ji her deng û rengî birî bû.. “Cehennem har jî bibin, em namirin, nobedar in li vir…. Hey xafîl, kîj sê esir, çi esir/ Tuna ji ezelê ve diyarê tirkan e!"
Min hin dît ko keçika destmalfiroş ji nav destên min de winda bûye, qêrînekê di mejiyê min de olan dida! Aso zereqên sor bûn. Bajar xetimî bû, dengê bandoyeka cehenemî jê dihat! |