KURDISTAN, 6/1 2007 — Di nav dehan nêrînên fermî û reaksiyonên lokal û herêmî û cîhanî, di nav de yên erebî û islamî derbarê proseya bidarvekirina dîktatorê iraqê Sedam Husên, tiştekî nû li derveyî çarçoveya normal anjî balkêş tune bû ji bilî nêrînên serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYA) û Frensa û Ingîltere û Australiya û Kuwêtê yên ko mafê bûyerê pê dan û di heman demê de rêz li hurmet û serxwebûna biryara hikûmeta iraqî a ko bi şêweyeke demokratîk hatiye hilbijartin girtin û rûdan mîna kêşeyeke iraqiya niştimanî hijmartin.
Di vî warî de, helwestên fermî cida bûn û beşeke ji xwendinên şepolên siyasî ji derveyî deselatê bi giştî, ne tenê ji naverokê lê di qaşilan de jî yên ko ji çarçoveya "qayilnebûn" û"matmayîn"û "mixabinî" û "nerazîbûn" anjî dubarekirina teoriya "pilangeriyê" anjî" pilaneke amerîkî", derneketin. Di heman dema ko nêrînên perensîp û şefaf bi yekcarê re nehatine xuyakirin, me dîsa servezêdekirinên neteweyî-islamî dîtin ji bilî keysperestiyê ko bi giştî li dora armancekê diciviyan: Ravekirina bûyera bidarvekirina Sedam li gor berjewendî û hisabên kesînî - ne iraqî û niştimanî - ji xwe ev nîşan û jêdera gumanbirînê di rastiya wan de eşkere dike ko ji aliyê, piraniya rêjîm û hikûmetên erebî yên ko ev rêbaz şopandine ji yên ko têkiliyên dostaniyê ji tirsa bi rêjîma iraqiya jinavçûyî re dema ko ew di zîrveya xwe de bû dihûnandin.
Û bac an bi zorê ji Saudiya erebistanê ta Mîrnişînên erebî tevî Qeter distandin; ne tenê wisa lê her weha wan bi micidî ji serokê amerîkî Boş ê bav xwestin ko dev ji kurd û şîî`iyan berde di dema raperîna wan de piştî rizgarkirin û rawestandina xişana artêşa amerîkî berev bexdayê û qayilbûna bi konê (Safwan)û sertewandina rêjîmê bê rûxandina wê ne ji ber hezkirina jê, lê ji ber tirsa ji guherîna demokratîk ya ko anuha li iraqê pêk tê, ji xwe naveroka rapora Baker-Hamilton tenê beşeke ji wê paşmaya şermezar, her weha navhatiyan milê rêjîmê girtin heta dawî berî ko birûxe tevî pêşkêşkirina hindek sînariyoyan weke destnîşankirina kurê Sedam (Quseyî) anjî yek ji serkirdayetiyên beesê li hember dabînkirina jiyana dîktator û malbata wî, ev sînariyoyên ko bi nepijirandina yekcarî re hatine pêşwazîkirin.
Anuha, heman dîdar dubare dibe û ji dêvla hijmartina bûyera behskirî mîna karekî niştimanî iraqî û rêzgirtina biryar û bijarteyên dezgehên welêt yên dadwerî û yasayî û kargêrî û pêşkêşkirina alîkarî û piştgiriyê bo biserxistina projeya aştîbûna niştimanî bi mebesta bicihanîna tenahî û aşîtî û bihêzkirina yekîtiya iraqê eger em nebêjin pîrozkirina iraqiyan, di şûna wê de em dibînin ko ew li behaneyan digerin da ko gumanê di lêgaletiya bidarvekirina Sedamî de derdibirrin û ji bedşansê xwe tenê behaneya ko ew di roja yekê a cejinê de pêkhat, ev jî tê wateya tekezkirina nepijirandina serdema iraqî a nuh û tekezkirina dîtin û pijirandina tiştê bûyî û dibe ji guherîneke radîkala mezin di bunyadgeriya rêjîma siyasî tevî hilbijartinên legal û avakirina perlemento û hikûmet û dezgehan li gel armanceke bedxwaza ne ilankirî.
Ev jî gurkirina tayfegerî û mezhebî di Mesopotamia carine di ragihandinê de nexasime kenalên asîmanî yên girêdayî wan yên ko bi rola herî bive di gurkirina hestên mezhebî û nijadperestî (modela dawî hijmartina piştgiriya asiyopî ji hikûmeta legal a somaliya re mîna cengeke mesîhî li dijî islamê!) anjî pêşwazîkirina sembolên tayfegerî û terorê di paytextên welatên wan de û pêşkêşkirina alîkariya mewdanî û hêsanîkirina lojistîk ji wan re yên ko tiştê berê dane Talîban û piraniya girûpên teroristî yên ko anuha li lubnan û filistîn û somaliya û sûdan tevdigerin tînin bîra mirov, ji bedêla piştgirîkirina hêzên tolerans yên iraqî! Li hemberî van rastiyên tal, gelo çi dadmendek heye ko rêjîma "ayetullah"an li tehranê bi maytêkirina wan a diyar di karûbarên iraqê û peydekirina karesatan ji milletê wê re û bêrîkirina yên din ji stûbariya fitnê? Gelo mirov dikare helwesta israilî a gumanbar û li gor berjewendiya xwe derbarê bûyera iraqî û a sûrî a çavrêkirî(sûrbûna rêjîma beşar esed li ser alternatîveke legal û demokratîka çavrêkirî)û bêdengmayina derbarê helwestên yên din yên di perensîp de weke hev?
Gelo wateya lehiya gefxwarinên kuştinê û kiriyarên mezin li dijî hikûmeta iraqî yên ko ji layê berpirsên beesî iraqî ji şamê derdikevin çi ye ?anjî ravekirina rêjîma şamê ji rûdanê re weke"rûdaneke"xemnak û diltezîn"di heman wextê ko serkirdayetiyên rêjîma sûrî a despotîk dibêjin ko pêwendî bi iraqê re hatine vegerandin û di rewşeke ji pêşveçûn û xurtbûnê de ne eynî weke danûsitendina çewt bi dosiyeya lubnanî re!.
Piraniya tiştê ko tê belavkirin û weşandin û nimayşkirin ji helwestên nîvco û behane û guman û fitneyan divê ko rastiyên pêdar ji ber çavê niştimanperwer û guherînxwaz û çaksazan veneşêrin, û rastiya bûyera iraqî tê kurtkirin weke danîna sînoreke yasayî-destûrî-legal ji kesayetiya dîktator re ji aliyê gelê iraqî û dezgehên wî ve piştî dor çar salan ji rûxandina rêjîma Sedam a despotîk û tunekirina rêjîma wî a siyasî û ewlekarî û piştî ko stûnên proseya siyasî demokratîk di iraqa federeya nuh de hatine avakirin, û çiqasî ko dengên neneormal ji vir û wir derbikevin (çawa be vê carê kêmtir in) û çiqasî ko hindek hewil bidin – ji niyaza nebaş anjî wekî dinê-ku aspekta tayfgerî ser rûdanê di hundirê iraq û derveyî wê de zêde bikin jî, divê ko em tev bi naveroka siyasî a pirsgirêkê pêgîr bin angu tiştê ko pêkhat tenê beşeke ji cenga siyasiya çarenûssaz li dirêjahiya rojhilata navîn di navbera piraniya di nav refên milletê me yên ko guherîna demokratîk û seqamgîrî û rizgarî û felata ji despotîsmê û tarîperestiyê û teror û tundûtîjiya kor ji aliyekî ve û di navbera girûpên ko herdû cemeserên despotismê li şam û tehranê û yên ko di rêza wan de dimeşin ji aliyê din ve, hembêz dike.
Dîsa, guman tê de nîn e ko sizadan û di riya dadgehên ilankirî û bi vê şêweya yasayî a tekane ya ko ji bo cara yekem di dîroka iraqê û rojhilata navîn de pêktê ji mezintirîn dîktatorên serdemê re, nameyeke eşkere ye ji hemî zordest û dîktatoran re, di nav de yên piçûk bi naveroka ko ji vîna gel rev nîn e û guherîn neçare pêkwere û tiştê li bexdayê pêkhat her ew (rêbaz û siyaset û karpêk û zorbaz) ê li ber ketinê li şamê ye û di riya dadgehên niştimanî û navneteweyî û di vê çarçoveyê de kampa"tolerans"di rêjîmên erebî de divê ko pirsa xwe çareser bike û dudil nebe weke ko niha li pêşiya bûyera iraqî dibe û weke ko çaverê ye bibe li hember bûyerên lubnan û filistîn û sûriyê.
Tiştê ko bi rastî mirov li hember mezinahiya wateyên siyasî yên bûyera iraqî diêşîne ew e bikaranîna pirsa mezhebî û hewildana daxuyanîkirina pirsgirêkê wekû tolvegirtina xelkên Ducêl yên bi piranî şî`î, û ev dê di pêşerojê de dema ko dadgehên enfalan li ser yên mayî ji tawanbarên di tawanên li dijî mirovahiyê dê pirsa nijadperestiyê bikarbînin, û wisa jibîr dikin ko xwediyên herdû dozan stûna bingehînî ne di buneyadgeriya iraqa nuha toleransa pirrenga federe de, û piraniya herî mezin ji tevna iraqî pêktînin û tiştê herî bive ko despotîsmê di iraqê de li dirêjahiya sê dehsalan pêkanî ew e gefxwarina li yekîtiya pêkhateyê iraqê yê niştimanî di riya kom kujî û takekesane û cudahiya (nijadperestî û mezhebî) li dijî gelê Kurdistan û peyrewên tayfeya şî`îiya comerdane û sizaya vî karî dê ne kêmtir be ji ji holê rakirina rêjîmê bi vîn û rêbaz û felsefe û siyaset û sembol, ji xwe eve tiştê ko anuha di riya legaletî û dadweriya iraqî de, pêktê. |