STOCKHOLM, 29/12 2006 — Ev nivîsara min li ser edebîyat û şaxên wê ye, li vir bi kurtî behsa van mijaran dikim. Nivîsara piştî vê dê hîn firehtir li ser edebîyat, xebata edebî, nivîskarî, pirsgirêkên edebî û fikirên min yên der heqê edebîyatê de bin.
Edebîyat, hebûna meseleyekê û vegotina wê ya bi şiklê hunerî ye. Edebîyat kêfxweşî ye. Edebîyat çîroka mirovê nivîskar û bêjer e ko bi fikir, fantazî û zanîna nivîskar tê xemilandin.. Edebîyat lihevanîn û behskirina war, civat, bûyer, û şexsan e, afirandina karekteran e; pevçûn, têkoşîn, lehevhatin û kelecana takekesan e; evîn, xemgînî û dilxweşîya dildaran e; li hember bûyer, fikir û rewşên cuda helwesta mirovan e. Edebîyat zanîn, kultur û ziman e, zimanekî bi disiplîn e. Edebîyat behskirin û danasîn e. Edebîyat bi gelek form û cûreyan bersîvdayîna meraq, lêgerîn û pirsan, her wisa vejandina pirsên nuh e ji bo xwendevanan. Di hemî cûreyên edebî de xaleke hevbeş heye ko ji vegotina bûyer, mesele an jî çîrokekê pêk tê. Lê ev mesele an jî çîrok bi wasiteyên cûr bi cûr û teknîkên cuda dihêne danîn ko ev awedanîn cûreyên edebî dîyar dikin.
Çîrok: Şaxê edebî yê destpêkê ye û li hemî deveran bikêrhatina wê heye. Li hemî civatan ji alî hemî temen û kulturan ve tê hez kirin. Ziberkirina wan hêsa ye ji lewre çîrokek almanî, rûsî an japonî bi hêsanî li ba ereb, kurd an frensîyan lê tê guhderî kirin û hezkirin; ji ber ko ji hêla naverok û qalibê vegotinê de formeke wê ya navneteweyî heye, qehremanê çîrokê timî bi awayekî giştî tevdigerin; ji ber vê xusûsîyetê, li temamê cîhanê, li nav hemî civat û kulturan ji xwe re guhdar û xwendevanan peyde dike. Kevintirîn cûreyê edebî ye. Ji alî civatê de bi awayekî hevbeş hatîye gotin û li nav tarîx, wext û kulturên jihevguhertî kemilîbûna xwe dîtîye. Çîrokên Hezar û Şevekê li temamê dunyayê yên herî bi navûdeng in ko heta dereceyekê di gelek waran de ji formên edebî yên din re bûne asas.
Şiîr: Bi wezin û kafîye danîn û serrastkirina gotinan e. Bûyer an mijarekê bi awayekî kurt bi gotinên lihevkirî, bi sembol, metafor û teşbîhên rengîn, bi fikir û hestine xurt dide zanîn. Naverok, ahenk û teqla gotinan bi isûla şiîr têne danîn ko di xwendinê de xweserîyeke taybetî werdigire. Carinan mirov bi saya şiîrekê kare di rûpel an jî çend rûpelan de bûyer an jî mijarekê saz bike ko bi nesir ev tişt ne mimkin e û dibe ko jê re bi sedan rûpel nivisîn hewce bin. Çi bêje ko bi qasî çîrokê kevin e, bi musîkê re dost û heval e.
Novel: Behskirina meseleyekê, bûyerekê, mijarekê asas e û xeteke qalind heye. Mesele an bûyer nahête belav kirin, şaxên hûr ji xeta qalind veqetin jî, bi serê xwe xeteke xweser pêk nahînin. Novelên ji yek rûpelî heta bi sedan rûpelî hene, ango ji ber kurtbûn û dirêjbûna xwe ji romanê venaqete. Eger mirov romanê bişibîne dareke mezin ko gelek şaxên wê hene û bi gilî û pelan xemilandî ye; mirov kare novelê jî bişibîne dareke zirav ko li ser şakekê rabûye. Heke di vî warî de nimûne hewce be mirov bê dudilî kare Anton Çexov û Guy de Maupassant wek novelnivîsên herî biserketî dest nîşan bike.
Roman: Vegotina hekayet an jî meseleyeke asasî bi çend xetên qalind e. Ne tenê ji hêla ebatê de her weha ji hêla xetên xwe ve ji novelê cuda ye, xetên qalind ne yek lê gelek in, lê di vê her xetek bi serê xwe nebe, ango yekîtî û hevsazîya xetan hebe û bi hev ve hatibine hunandin. Ji lewre çend xetên qalind ango bûyerên cuda heke bi hev ve nehên huanandin û yekbûneke edebî dîyar nekin ev nabe roman. Gelek cûreyên romanê hene ko mirov kare wek romanên realîst, romantîk û hwd dest nîşan bike. Roman ne ya bûyî an qewimî dide zanîn lê ya ko bûyîn û qewimîna wê mimkin e bi awayekî lihevhatî, bi formeke edebî, bi zimanekî xweser li ber çavên me radixîne. Bi bijartina mijar û qehremanên xwe ve di wexteke destnîşankirî de civatê bi alîyên xwe yên tarîxî, aborî, kulturî û gelek awayên din bi bûyeran bime dide nasîn.
Werger: Divê bala mirov li ser naverok, şikil û kulturê be ko xeta nivîskar ya asasî neyê ji bîr kirin. Çê nabe ko mirov çand, adet û toreyên civateke din ko di romanê de hebin, wan veguhezîne ser zimanê wergerê û qalibeke nuh li gorî adet, tore û çanda zimanê nuh bide. Lê ji bilî vê yekê divê ji hêla ziman de werger bi zimanê nû bi awayekî asasî bête danîn da ko ji bilî wan xalên li jor destnîşankirî tiştekî ji zimanê berê nemîne. Ango gava xwendevan bixwîne divê tahmek jê bistîne wek ko berhem bi zimanê xwendevan hatibe nivisîn.
Edebîyata mîlî: Ko bi ziman û çandeke mîlî tê avakirin. Her zimanek bi serê xwe kultura wî xelkî pêk tîne ko bi hezar salan di nav şertên tarîxî, xurustî, civakî, çandî, dînî û hwd. hatîye kemilandin. Ji xwe ji ber hebûna, gelek civat, dewlet, ziman, ol, kultur, adet û tiştên din pirejimarîya edebîyatê jî tiştekî xurustî ye. Ji lewre edebîyateke navneteweyî nîne, belam dê ne xelet be heke mirov bêje ko ev edebîyatên mîlî, yên heyî, hemî bi hev re malbateke edebî ya mirovahîyê pêk dihînin. Ji hêla naverok û formê de, ji hêla bikaranîna wesiteyan û teknîkê de mirov kare bêje ko hemî romannivîs, novelnivîs û yên din ji hev kelk werdigirin û xeteke navneteweyî dîyar dikin. Hertiştê ko bi zimanê xelkek an jî mîletek hatibe gotin û nivisîn û qalibê wî yê edebî hebe edebîyata mîlî pêk dihîne. Folklora devkî, şiîr, roman, çîrok û hwd. Wek nimûne edebîyata kurdî ji şiîr, novel, roman û folklora kurdî pêk tê. Herweha ev ji bo hemî ziman û edebîyatên mîletên din welê ye.
Ziman: Wek ko min li jor jî got digel edebîyata mîlî, zimanê mîlî jî hene ko ji ziman û edebîyata mîletên din cudahî û xweserîyan nîşan dide.. Helbet zimanê ko di berhemên edebî de tê bikaranîn ji zimanê xelkê yê rojane bibe nebe cudatir e; wargehê serkanî, asas û rehên ziman xelk an jî civat bi xwe ye, ziman li wir hatîye afirandin, li wir tê bikaranîn û li wir ji xwe re bergeheke fireh dibîne; vêca heta dereceyekê mirov kare bêje ko ew ziman ji alî nivîskaran ve dihête kemilîn û careke din bi rêya xwendevan an jî guhdaran ve vedigere nav xelkê û hebûna xwe di hemî qadên civatê de bi awayekî jîndar didomîne; bi devkî û niviskî li gor pêwistîyên civat û endamên wê roj bi roj gencîneya xwe xurt dike. Ziman û edebîyat ji hev nayên veqetandin, bê ziman mirov nikare behsa edebîyatê bike; ji ber vê hindê zimanê mîletekî ji bo edebîyateke mîlî asas û zerûrî ye.
Lihevanîn: Huner bi giştî, edebîyat bi taybetî, hewceyî balkêşî ye, li çav û guhên balkêş digere. Tiştên ko bala mirov nekişîne mirov ji dil guh nade an jî naxwîne. Lê tiştên balkêş yên ko bi mirovî re meraqê divejînin, mirov xwe lê digire. Wek min li jor jî got, edebîyat lihevanîna ”nerastîyan” e ko divê bi awayekî mantiqî bêne danîn û hunandin ko ji alî guhdar û xwendevanan de wek ”rastî” bêne qebûlkirin û li realîteya civatê biguncin. Ez dixwazim mebesta xwe bi anekdotek dîyar bikim:
Dibêjin li gundekî du bira hebûn; ev herdu bira mîna hemî gundîyan ji bo şevbihurkê timî diçûn odeya gund. Yek ji wan herdu birayan, li odeyê beşdarî sohbetê dibû, bi zimanekî xweş û şêrîn, bi awayekî gelek lihevhatî mesele û bûyer digotin û civatê jî qedrê wî digirt, timî bi kêfxweşî û balkêşî guh dida wî. Vêca birayê din yekî bêdeng û di halê xwe de bû. Rojekê birayê bêdeng ji xwe re dibêje: “Birayê min tim civatê geş dike, meseleyan dibêje, xelk jî guh dide wî; ez ê jî wek birayê xwe bikim û ji vir pê de meseleyan bêjim bila xelk guh bide min jî, qedrê min jî bigire.” Êvarekê wek hemî êvarên din herdu bira cardin diçin odeyê, silav didin haziran û li cîhê xwe rûdinin. Piştî midetekê ode geş dibe mesele tên gotinê; di wê navê de birayê bêdeng dibêje: “Wele îro ez li paş gund bûm ji asîman dengê kûçikan dihat”; yên hazir hemî pê dikenin, dibêjin “Heyran tiştine bêje ko ber bi aqil be, ma kûçik li asîman çi digerin!?” Birayê bêdeng şermezar dimîne deng jê der nayê. Vêca birayê din dibêje: “Heyran mimkin e baz an eyloyekî lê xistibe û cewrikek hildabe û birayê min jî dengê cewrik ji asîman bihistibe.” Wê gavê yên li odeyê ne dibejin: “Ev maqûl e, mimkin e weha bûbe.”
Sersala we pîroz be! |