STENBOL, 18/12 2006 — Li himberî rapora Gruba Xebatê ya Iraqê di nav kurdan de reaksîyaneka berfireh derket û ev reaksîyon hêj berdewam e. Lê gelo çend rast e ko kurd reaksiyonên li himberî vê raporê bikin wekî welweleyeka Peymana Cezayîrê (1975)? Rapor, rewşa Iraqê digel faktorên derveyî û yên navxweyî bi awayekê konkret û bi teferûat radixe ber çavan. Bêşik raporeka cidî ye. Herwekî ji navê wê jî diyar e ko rapor e, mirov dikare bibêje rewşa li Iraqê heye gelek baş rapor kiriye û tesbîtên raporê hemî di cih de ne, lê dema mirov berê xwe dide qismê pêşniyaran û riyên çareserîyê mirov dibîne ko ‘hamle’ û ‘konsesusên’ di vê mijarê de tên behs kirin, ger ne xeyalî jî bin lê îmkanê realîzekirina wan gelek zeîf e.
Li gorî raporê ji derveyî Kurdistanê Iraq bûye meydana şerekê kompleks û herkes yê/a dîtir dawetî meydana şerî dike; tîmên mirinê yên îsyankarên erebên sinî, yên şîiyan, El Qaîde û di asteka gelek berfireh de mirovên krîmînal hespên xwe yên xezebê di vê meydanê de diajon. Menzere eynî wekî di LEVIATHAN-a Thomas Hobbes de ye û herkes digel yê/ya dîtir di şerî de ye! Dizî, revandin, şelandin, kuştin, serbirîn karên serekî yên rojane ne; her diçe şer û bedbînî serî ji her tiştî distîne… hindek caran her meh dorê 3000-an tenê sivîl tên kuştin..
Ya xerîb ne tenê şîî digel siniyan di şerî de ne, şîî û şîî jî digel yek di şerî de ne. Bo nimûne Tugayên Bedr ko bi Ebdul Ezîz el-Hekîmê şîî û serokê Konseya Şoreşa Îslamî ya Iraqê ve girêdayîne digel Artêşên Mehdî (bi Muqteda el-Sedr ve girêdayîne û 60 000 çekdar in) di şer de ne. Îran jî arîkariya Tugayên Bedr dike; ji xwe li gorî îdîayan di bin her kevirekê Iraqê de Îran derdikeve. Artêşên Mehdî hem li himberî erebên sinî yên sivîl şer dikin, hem bi Tugayên Bedr re; yanî ev herdu hêz hem bi hev re di şerî de ne hem jî bi erebên sinî re û di heman wextê de bi polîsê hikumêta Iraqê û bi askerê Emerîkayê û Brîtanyayê re jî şer dikin. Heçî El- Qaîde ye; “Al Qaeda is now a franchise in Iraq, like McDonald’s.” Yanî herwekî ko El-Qaîdeyê li Iraqê îmtiyaz û dîstrîbutorîya terorîzme li ser xwe girtibe wesa bi rihetî hespê xwe diajo.
Ji aliyê dî ve rewşa hikûmeta Bexdayê qet fotografek yê hikumeteka yekgirtî nade; mihafizên eskerî yên her wezaretekê cida ne û her wezaret ji alîgirên xwe re xizmetê dike û wan îstixdam dike: Bo nimûne; wezareta tendurustiyê, ziraetê û veguhostinê ji aliyê hêzên Muqteda el-Sedr ve tên parastin, ev wezaretên han jî wekî cihê îstixdamkirin û funda perepeydakirina Artêşên Mehdî ye. Ji serî heya binî partîzanî û tayfegirî li ser hikûm e. Her wezaretek ‘xizmetê’ ji bo ‘tayfeyên’ xwe dike. Her sal 5–7 mîlyar dolar bertîl, bêrêyîtî (corruption) çêdibe. Mehkeme tine, kî çi dike jê re kar dimîne. Li Iraqê sektora herî baş kar dike û % 90 hatiniya Iraqê jê têt petrol e, rojê 2.2 mîlyon varîl petrol derdikeve ji vê 1.5 mîlyon têt firotin, bêrêyîtiya di vê sektorê de jî dibe serê mirov disekinîne, rojê ji 150 000 heta 200 000 carina jî rojê 500 000 varîl petrol têt dizîn…
Rewşa “sisyasî” toz û dûman e. Muqteda al-Sedr xwe wekî xilaskerê Iraqê dibîne; ger ji destê wî ve bêt, ew dê bixwaze bibe Sedamekê nû û deftera Emerîkayê jî dê li ser vê dinê bide yek! Ebdul Ezîz el-Hekîm tagirê wê ye ko wilayetên şîiyan jî bibin herêmeka federal. Kevnebe’sî û aparata cerîmekar ya Sedamî jî bi awayekê veşartî cerîmeyên xwe berdewam dikin, di wê hêviyê ne ko ew dê îmtîyazên xwe yên windakirî ji nû ve bi dest bêxin!..
Rewşa Iraqê ya navxweyî bi kurtasî wekî li jor e. Kurdistan di kêleka vê cehennemê de wekî hewzeyeka aramî, ewlekarî û pêşketinê ye, bi her awayî ji vê kaosa li Iraqê ye dûr e û xwe parastiye. Ev rastî di raporê de jî hatiye qeyd kirin.
Vêca di analîzkirina menzereya jor de gelo kî dikare behsa çi konsensuseka neteweyî di Iraqê de bike? Yanî Gruba Xebatê ji bo çarserkirina rewşa Iraqê wekî fakteke esasî pêşniyariya “konsensusa neteweyî” (National Reconciliation) dike. Gelo di menzereya jorîn de mirov dikare behsa çi hevgirtina neteweyî bike, kû dera Iraqê hevgirtî ye ko heta hevgirtinek neteweyî di nav de peyda bibe û Kurdistan bo wê bête feda kirin. Bi efûkîrina û lihevkirina bi hêzên krîmînal û terorîst re dê çi çarserî derbikeve navê? Ropar ji bo “konsensusa neteweyî” pêşniyara efûkirina terorîstan û ji-nû-ve-be’sîfîzkirina Iraqê dike. Gelo mimkin e ko tayê/tekelikê tarîxê bi paş ve bête zivirandin û rejîmeka lehnetiya ji her alî ve di binguhê erdê ketî careka dî bête ser hikûm?
Ji aliyê dî rapor ji bo konteksta derveyî Iraqê jî “Hamleyek Nû ya Dîplomasiyê” (The New Diplomatic Offensive) pêşnîyar dike. Baş e heta niho çi riyên dîplomasiyê hebûn ko Emerîka dan rexekê û kar pê nekir. Di vê “hamleya dîplomasî” de çi rê heye ko Emrîka digel Sûriye û Îranê mil bi mil bi hev re arîkariya avakirina Iraqê bikin? Ma gelo minkin e ko haya amadekarên raporê ji hedefa şerê Iraqê nebe? Hedefa şerê Iraqê çi bû?
Li gorî raporê Îran aşkere bi her awayî hewl dide ko Emerîka li Iraqê têk biçe û binkola hikûmet Iraqê dike; li Iraqê tu kîjan kevirî rakî dê Îran ji bin derbike; di kolan û cadeyên Bexdayê de meydanê ji Emerîka re dixwîne. Îran li himberî Emerîka ne tenê programa çekên nukleerî pêk tîne sponsoriya terorîzma navneteweyî ya li dijî Emerîka jî dike, rewşa Libnanê jî olaztir dike. Lê cardî yên rapor amade kirin derbareyê Îranê de “xweşbîn” in, dibêjin di meseleya Efxanistanê de çawa Emerîka û Îranî hevkarî kirin, dikarin vê hevkaryê di mijara Iraqê de jî pêk bînin.
Her Sûriye jî dixwaze Emerîka li Iraqê têk biçe, ne dîrekt jî be îndîrekt arîkariya “tund û tîjiya” Iraqê dike û hevkariyê bi hikûmeta nû re nake. Welatê ko rapor çavên xwe jê re digire jî Tirkiye ye. Rapor Tirkiyeyê di nav wan walatên ko dixwazin Emerîka di Iraqê de têk biçe nehesibîne; di rastiya xwe de welatê ko esil dixwaze Emerîka li Iraqê têk biçe Tirkiye ye; dema Tirkiye rê neda eskerê Emerîkayê bereyê bakur veke û General Tommy Franks sed silaleya tirkan dibir pênc pereyan, ji vê niyate tirkan bû. Baş e evqes dewletên ko aşkere kar pê dikin ko Emerîka têk biçe, ne tenê li Iraqê li di seranserî cîhanê, dê hevkarî çawa di navbeyna wan de pêk bêt û dê berjewendiyên wan û Emerîkayê bi çi awayî hev bigirin? Dê bi hev re Iraqeka çawa ava bikin? Minkin e ko Iraq careke dî bikare vegere û bibe wekî Iraqa berê? Yanî hedefa şerê Iraqê çi bû? Bersîva wan pirsan di roporê de tine. Lewra ji gelek aliyan ve şansê praktîzekirina pêşniyarên raporê gelek zeîf e.
Rapor, di mijara “Gruba Arîkariya Iraqê ya Navneteweyî” (The Iraq International Support Group) de jî ne realîst e; ev gruba arîkariyê jî dê bi çi awayî bête realîze kirin ne diyar e. Bi kurtasî mirov dikare bêje pêşniyarên raporê pêtir li gorî ‘hesasiyetên’ “cepheya li dijî Emerîka” hatine formule kirin. Vêca hegî Emerîka li gorî daxwazên cepheya li dijî xwe hewl bide divê ji hemî idiayên xwe yên li ser dinê xwe bide paş. Kurd û îsrailî du “mitefîqên esasî” yên Emerîkayê ne, lê di raporê de kurd û îsraîlî wekî “bizina gunehan” in…
Lewra şiyarî û reaksiyona kurdan ya li himberî vê raporê ta dereceyekê di cih de ye, ji ber ko yên rapor amade kirine, di pêşniyar û riyên çareseriyê de berjewendiyên miletê kurd û Kurdistanê ne ko tenê li ber çavan negirtine, belko mirov dikare bêje ji çav jî derxistine; wekî xurtkirina hukûmeta merkezî, paşdedana referanduma Kerkûkê û merkezîkirina petrolê û ji-nû-ve-li-ber-çavan-re-derbaskirina destûrê... Di vî warî de reaksiyona herî rasyonel ji aliyê serokatiya Kurdistanê ve di cih de hat dayin û bi dûv re Parlamentoya Kurdistanê jî heman helwêst girt; ev jî şiyarî serwextiya serweriya Kurdistanê dide nîşan dan û kurd dikarin pêbawer bibin ko serweriya wan di destên saxlem de ye.
Lê ligorî qinaeta min ev “welweleya” ko hindek kurd raporê wekî hewldaneka dî ya Peymana Cezayîrê bi nav dikin tiştek bêbingeh e. Gelek aşkere ye ko ne rewşa kurdan û ne jî dinya, dinyaya 1975-ê ye. Di wê demê de, bêyî ko hayê serweriya Emerîkayê jê hebe Henry Kissinger dereweke ji kîsê xwe, ji kurdan re kiribû, her ewqes, ti têkiliyeka dî ya kurdan û Emerîkayê digel hev nebû. Ew bêuxirî jî her li ser stoyê Kissinger ma. Vêca gelo hindek kurd li gorî çi mantiqê vê raporê dişibînin Peymana Cezayîrê û “sendromekê” çêdikin.
Pisporê felsefeya siyasetê û lêkolinerê kurd Hasan Yildiz, têkoşina neteweyî ya ko kurdan ya wan dused salên dawiyê wekî şerê sedsalan pênase dike. Lewra di Rojhilata-nêvê de her fitleyeke van dused salan de katastrofek, karesatek, kopmloyek û îxanetek li serê kurdan hatiye; Peymana Cezayîrê ya 1975-ê jî yek ji wan kareset, îxanet û komployên navneteweyî ye. Lê qet hewce nake ko kurd vê hertim wekî sendromekê bijîn û bi her wesîleyê derbêxin pêş; sendromeka wiha nebaweriya bi xwe û serweriya xwe û nebaweriya bi asta ko kurd gehiştinê ye.
Di warê serwerî û têkiliyên siyaseta navneteweyî de, pêwîstiya kurdan jê nîne ko argumentên xwe bi sendrom û tirsên çêkirî bidin pêş; bingehê meşruiyeta kurdan ji bingehê wan dewletên Rojhilata-nêvê hemiyan xurttir e; di asta hêza siyasî de jî kurd êdî aktorekê esasî yê Rojhilata-nêvê ne; vê heqîqetê tenê kurd dikarin bi destê xwe xira bikin, an nexwe ti hêzeka derve êdî nikare vê heqîqetê ji navê rake.
Em dizanin “sendromên millî” yên tirkan pir in. Wekî sendroma Sevrê, “sendoroma şerîetê”, “sendroma ermeniyan”, “sendroma cidakariyê” … gelekên dî. Lê pêwîstiya kurdan li ti sendroman nîne! |