STOCKHOLM, 4/6 2005 — Nefel îro qewareyê xwe diguhore û bi nêverok û formeka nû derdikeve pêşiya xwendevanên kurd. Parlamentoya Kurdistanê piştî hilbijartinên demokratîk îro civiya û dest bi karê xwe kir. Li Kurdistanê dergehekê nû li ber kurdan vebûye û me jî firset zanî ko em bi destpêka parlamentoyê re dest bi Nefela nû bikin û ji niho û pê ve ne tenê portaleka kulturî bin û di heman demê de portaleka nûçeyan û bîr û rayan jî bin.
Di Nefela nû de nûçeyên rojane û beşa kolumnîstan jî heye û kolumnîstên me dê arîkariya avakirina rayeka giştî ya kurdî bikin û lewra jî ew azad in her tişta ko ew dixwazin binivîsînin û bîr û rayên xwe yên şexsî li ser bûyer û rûdanên civakî, siyasî û kulturî binivîsînin.
Her ji destpêka Nefelê ve, ji sala 1997-ê ve, xweseriyeka Nefelê heye û ew jî kurdîtiya zimanê wê ye. Ji niho û pê ve jî em dê her bi zimanê kurdî berdewam bikin û di Nefelê de dê tenê kurdî hebe û em nûçeyan bi zimanê tirkî, erebî yan her zimanekê dî belav nakin.
Hinek kolumnîstên me nivîsên xwe gihandin vê rojê û lewra tu wekî xwendevan dikarî her ji îro ve nivîsarên wan bixwînî. Têkiliya me bi gelek kesên dî re heye û hinek ji wan qebûl kirine ko bibin kolumnîst û dê paşê tevlî karwanê me bibin.
Ez yek bi yek behsa hemî kolumnîstan nakim. Nivîsarên wan dê xwe li we bidin nas kirin. Me kolumnîstekê taybet heye ko dê behsa mijareka xweser bike û ew jî Newzad Hirorî ye ko dê her hefte carekê di kolumnê xwe ”Bêjing”-ê de kurdiya me hemiyan û kurdiya ko îro têt bi kar anîn bêjing bike û pêşniyarên xwe bo me binivîsîne. Bêjinga Newzad Hirorî ji bîr nekin.
Mihemed Evdila ji Stenbolê çepûrast lêdixe û li hêviya gelek sûrprîzên wî bin. Seîd Veroj ji Diyarbekirê dê her hefte diyarnameyekê ji me re verêke û behsa cihan û reng û dengên Diyarbekirê jî bike.
Me di Nefelê de hertim pirsiyareka aktûel heye û bi rêya wê anketê em dixwazin bizanin ka qenaeta kurdan di heqê wê pirsiyarê de çi ye û ka xwendevanên me ji me çi dixwazin.
Kurd beşeka parçenebar in ji Yekîtiya Ewropayê û îro zêdetirî du milyonan kurd li welatên Yekîtiya Ewropayê dijîn û bi berendametiya Tirkiyeyê jî 20 milyon kurd dîrek ji Yekîtiya Ewropayê miteesir dibin û îhtimala ko 20 milyon kurd bibin hevwelatiyên Yekîtiya Ewropayê heye. Ji ber hindê jî me beşeka xweser bi navê ”Ewrokurd” heye û li wê derê em dê behsa kurdan û têkiliyên wan digel Yekîtiya Ewropayê bikin.
Bila destên webmasterê me Hîwa Efendî sax bin û wî di demeka pir kurt de, di yek mehê de, Nefel hemî ji nû ve bi awayekê profesyonel program kir û spas ji min bi xwe re jî ko min grafîka Nefelê ji nû ve çêkir.
Her şad û bextewar bin û têbînî û bîr û rayên xwe bo me binivîsînin.
-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN Weşandin: 2005-06-04 Xwendin: 6532