KURDISTAN, 10/12 2006 — Ji dema naskirina wê ve, axaftin û guftûgo derbarê giringiya devera Rojhilata navîn ranewestiyaye ji ber semyanên wê yên stratîcîk yên naskirî weke cih û petrol û pirrnegiya çandî, ev giringiya ko di demên dawî de bêtir bala yên din ber bi xwe ve kişand ji ber guherîna wê bo qada şerê erebî-israilî û bûyer û rûdanên leşkerî ko bi piranî ji derveyî vîn û berjewendiyên milletên deverê man û bêtir rengên nakokiyên navneteweyî li dor kartêkirin û sûdemenidyan wergirtin, her weha ji ber gurbûna diyardeya terorê û biveyên rêjîmên diktator di gelek welatên deverê de weke astengiyekê li pêşiya pêşveçûnê û jêderekê ji karûbarên tundûtîjiya sîstematîk di heman demê de.
Nêrîn derbarê pênasekirina wê a cografîk û dîrokî û destnîşankirina pêkhateyên wê yên neteweyî û daniştiyên wê yên eslî û nasnameya wê a rewşenbîrî û şaristanî û asoyên paşeroja milletên wê cida ne, her weha ew cida ne derbarê sedem û wate û naverokên qeyranên kevnare yên navçeyê û diyardeyên wê yên berbi zêdebûnê ve yên aborî û civakî û siyasî û di pêşî de kêşeyên tenahî û seqamgîrî û rizgariya gel û neteweyan nexasime kêşeya kurdî û a filistînî.
Tiştê seyr ew e ko komelgeha navneteweyî û bi taybetî dewletên ko ji dehan sal ve dever dagîr û mandate û bindest kirine hêjî guh nadin pirsgirêk û pêwîstiyên xelkên wê û çanda milletên wê û pirbûna neteweyên wê.
Bûyer û rûdanên rabirdû ji dora sedsalekê ve tekez dikin ko bingeha qeyrana navçeyê di bêçaretiya herdemî bo çareserkirina pirsgirêka niştimanî de ye tevî rêxsitinkirin û pêkanîna dozên demokartîzekirina rêjîmên deselatdar û serdestiya yasayê û azadiya gelan û pêşveçûna wan a civakî û hevjana aştiyane di navbera pêkhateyên neteweyî di welatên firenetewe de li gor bingeha mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de û perensîpên hevpişkiya adilane di warê deselat û samanê de û rizamendiya arezû derbarê kêşeyên çarenûsî di welatên navçeyê de.
Bê guman, ev erkên navhatî ji dehan sal ve bi cî nehatin û ew vedigerin rojên pêşîn yên dagîrkirina deverê û mandatekirin û dabeşkirina wê û parvekirina deverên kartêkirinê li berjewendiya hêzên navneteweyî piştî herdû cengên cîhanî bê ti guhdanê ji rastî û azwer û vîna gelên wê re, her weha hindek guherînên nû ji dema rawestandina şerê sar ve di dawiya sedsala buhûrî de pêkhatine, tiştê ko bû sedemê peydebûna rengekî nû ji xuristiya nakokiya di jiyana siyasî ya gelên navçeyê de ko li dora proseya jinûavakirina sîstema herêmî a rojhilata navîn dicive ko bibe alîkar di warê mafwergirtina bêparan û bicihanîna mafan hinde ko bi aso û pêşveçûn û verêjên sîstema cîhaniya nû ve ya ilankirî ji dema ji holê rabûna wargeha sovêtî ve li hev were nemaze li ser zimanê serokê amerîkî Bus ê bav dema derxistina hêzên iraqî yên dagîrker ji Kuwêtê di despêka salên 90-î ji sedsala buhurî.
Ev sîstema ko hate girêdan weke ko diyar kir bi hindek perensîpên sereke ve li berjewendiya pêşeroja mirovahiyê wek: bihêzkirina seqamgîriyê û aşîtî û şerkirin li dijî terorê û rêzgirtina mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de di nav de qedexekirina tepeseriya neteweyî û nijadperestî û jinûvemezandina li pirsgirêkên sinor ê ko piştî cenga cîhaniya diwem ve hatine danîn û pênasekirina serdestiyê bi nermahî û vekirîbûn û rêzgirtina mafên mirovan û belavkirina demokrasiyê û vegerandina mafên jinê û piştgirîkirina aboriya azad û geşepêdanê, ev perensîpên ko li gor pêwîstiyên milletên me ne, nexasime milletê kurd, her weha dibine motîvek berev gera li rêyên danûsitandin û arîkarî û hemahengîkirin bi hêzên cîhanî re yên ko ew pêşkêşkirin û pêgirêdana xwe pêve eşeker kirine û di nav de dewletên yekbûyî yên amerîka (DYA) û eworopa û hêzên herêmî û hêzên guherîna demokratîk yên li welatên rojhilata navîna"nû"hene yên ko weke naskirî ye ji 22 dewletên erebî li rojava û rojhilat tevî tirkiyê û îran û îsrail û efxanistan û pakistanê tê hev.
Nêrîn û dîtin derbarê dosiyeya-rojhilata navîna nû:
Diyar e ko ev dosiyeye bi gelek egeran bibandor dibe û jinûveavakirina deverê girêdayî vîna milletên deverê û vîna navneteweyî ye. Eger ko naskirî be ko vîna milletên deverê bi piranî hêviya jiyaneke baştir û guherîn û çaksazî û hevjiyana birûmet û seqamgîrî û destnîşankirina çarenûsa xwe li gor xwe dikin tevî hebûna astengî û rikeberiyan ji layê hêzên tarî û paşketin û terorê ve ko nayêne tunekirin bê peydekirina palipiştiya navneteweyî, li vir pêwîst e nêrîna navnewetyî ji hêzên mezin û ramangîr û stratîcîzan li dora gerana li rojhilat navîneka nû pêşbîn bikin. Di vê hewdilana xwe de, em dê dûrî nêrînên amade û şîroveyên pilanger û şermzarkirina hazir derheqê hertiştê ji derv eve tê wek ko tê bikaranîn ji layê hindek minberên ragihandinê di welatên navçeyê de, bikevin.
Dawîtirîn pêşniyar a vê konseptê ji aliyê wezîra derva ya dewleta herî mezin ve hate eşkerkirin derbarê şerê lubnanê yê dawî di havîna buhurî de dema seredana wê ji deverê re wekû veguhastineke tayebt û hûrbîn di warê kurtkirina maweya ciyo-siyasî ya rojhilata navîn ji ya mezin ko hijmreke mezintir ji welatên asiyayê û beşek ji efrîqiya hembêz dikir berev rojhilata navîn a nû û piçûktir weke ko me li jor da xuyakirin ko heye bibe despêka rêya pêkanîna guherînan di warê stratîciya emerîkiya giştî de li deverê, û hindekên din wê mîna wêneyekê ji dudilî û ne seqamgîriyê û nebûna konevaniyeke emerîkî ya pêdar derbarê navçeyê de û hindek î din ew mîna hewildana destnîşankirineke zû û geşbîn derheqê encamên siyasî yên cenga vekirî li iraq û efxanistan û lubnan û filistînê ji aliyê berpirsa dîplomasiya emerîkî derbarê avakirina rojhilat navîneke nû bê teror di bin saya demokrasî û aşîtî û seqamgîriyê de piştî kêmkirin anjî nehiştina girûpên terorist nexasime rêxistinên-Islama Siyasîyên tunderew – di nav de Qaîde – ya ko tundîtîjiya kor mîna alavekê berev serdestiyê bikartîne û rêjîmên despotic nemaae li sûriyê û îran ko bi hev re tiştê ko bi "hevpeymana dijayetîker" tê binavkirin, dibînin.
Hîn ji mêj ve, birêz Şemûn Pîrêz di sala 1993-an de projeya"rojhilata navîn a nû"di çarçoveya berjewendî û pijirandina dewleta cihî de guftûgo kiriye, birêz "Fred Holliday" jî wê mîna damizrandina"rojavaya asiyaya mezin"rave dike, her weha ew di daxuaniya emerîkî de di 4/9/1991-ê de weke hewildanekê di warê pênasekirineke nû ji rojhilata navîn re hate xuyakirin û di 12-ê dîsembera 2002-an de birêz Kolin Paul mûbadereya hevpişkiyê di navbera dewletên yekbûyî û rojhilata navîn de destpêkir ya ko di çarçoveya "startîciya guherîna mezin" de weke ko birêz Con Liwîs Gadîs wekû despêka serdemeke nû ji ramana stratîciya emerîkî piştî bûyerên septembera 2001 bilêv dike, her weha semyanên projeya rojhilata navîna a nû di "stratîciya ewlekariya neteweyî a dewletên yekbûyî yên emerîka" anjî tiştê ko hate naskirin bi navê "bawermendiya Bush" ya ko serok ew radestî Kongirêsê kir di 20/9/2002-an de kir hatine xuyakirin û ev pêşveçûn mîna bicîanîna pêşbîniyên birêz Hinrî Kêsencer dema ko di dawiya sala 2001-an de daxuyakirin ko êrîşên septemberê wê encam bide di formkirina sîstema cîhanî di sedsala 21-an de ya ko her weha di rapora "komîteya emerîkî ya ewlekariya neteweyî sedsala 21-an" ko ew jî komîteyeke rawêjkarî federe ye ko bi navê komîteya "Hart-Rodman" tê naskirin li ser bingeha ko wê karê xwe despêka 2001-an de xilaskiriye.
Semyanên berz ji hemî rêveçûnên behskirî re ew bû dagirtina valahiyê li devera rojhilata navîn piştî nemana yekîtiya sovêtî û kêşeyên aşîtî û cengê di navbera ereb û israilê de û fakterê demografîk û mafên mirovan û afiretê û belavbûna islam û teror di devereke cografî ko tevahiya dewletên erebî û israil û tirkiyê û îran û asiyaya navîn û qefqasiya û nîvparzemîna hindî, hembêz dike. Hêjayî gotinê ye ko projeya rojhilata navîn hatiye pijirandin di zîrveya her 8 dewletên mezin G8 di 13/2/2004-an de piştî ko naveroka wê hate piştgirîkirin bi dozên guherîna demokrat û civaka sivîl û aboriya azad û arîkariya navneteweyî û hilbijartinên azad û ragihandina serbixwe û şefafiyet û şerkirina li dijî genedeliyê û fînansekirina projeyên geşepêdanê û derfetên aborî ji dewletên navçeyê re û damizrandina instûtên meşeqkirinê.
Kêşeya neteweyî û dosiyaya"rojhilata navîna nû":
Mebesta me ew e ko doza mafê gel û neteweyan ko bê çareserî mane heta niha di destnîşankirina çarenûsa xwe de ko jêdereke sereke di warê peydebûna ceng û nakokiyan û geşbûna terorê di bin gelek nav û navnîşanan de, form dike. Hesesiyeta rojavayê bi giştî ji pirsgirêkên neteweyî ji ber ezmûnên wê yên kesînî(bîranînên wêran û kilametên tevgerên nazî û faşîst li ewiropa û karesatên cenga sivîl a emerîka)û dûrketina ji ewlebûna bi kêşeyên adilane yên milletên têkoşer di warê rizagriya niştimanî li dirêjahiya dîroka xwe ya dagîriyê de ya li dijî kapma sosyalist ko berê nêzîktir bû ji dozên milletan, vane hişt ko ew xwezaya bizavên rizgarîxwazên neteweyî yên aştîxwaz û armancên wan yên adilane û pirsa ko parçeyekî bingehînî ne di proseya demokartîk û lihemberderketina dijî terora tunderew-şovonî û olperestî-tênegehe, lê derbasbûna demê hişt ko pêşveçûneke erênî di vî biyavî de peyde bibe ji aliyê biryarder û siyasetmedaan ve û pisproên stratîcîk li rojavayê bi giştî û li dewletên yekbûyî yên amerîkayê bi taybetî ko di van nêrînan de hate xuyakirin:
Di "kongirê kurd û gera li nasnamê" de ko li Waşîntonê bi çavdêriya birêz Nêçîrvan Barzanî di 17/4 2000-an de hate lidarxistin, diplomatê emerîkî pisoprê karûbarên rojhilata navîn birêz Fransîs Rîtşardonî banga "bernameyekî nû yê destnîşankirina çarenûsê li gor sedsala nû û cîhangîriyê (gilobalîzim) û guherînên cîhanî" kir. Berî hingê jî beşdariya emerîkî a aktîvane di "kongirê Medrîd bo aşîtiya erebî-israilî" de sala 1991-ê weke doza mafan û destnîşankirina çarenûsê û hevjiyana aştiyane di navbera herdû milletan de mîna nîşanekê berev vebûna li ser pirsgirêkên neteweyî, û hate nasîn li ser serok Bus weke yekem serokê emerîkî ko banga avakirina dewleteke filistînî zindî kir û bi dirûşma:du dewlet ji du milletan" re, hate naskirin.
Balkêş bû ko rapora istixbaratên navendî yên emerîka li dora pêşeroja cîhanê di navbera 2000-2015-an de texmîna hindek qeyranên neteweyî li rojhilata navîn kir dema şiyana "serxwebûna başûrê sûdanê û xwesteka kurdên iraqê bi serxwebûna xwe û gurbûna meyildariya serxwebûnê li nik kurdên îran û tirkî û sûriyê" destnîşankir. ramangîr-Birnard Liwîs-giringiya pirsgirêka neteweyî tekez dike dema ko dibêje: "Dibe ko şer di navbera dewletan de biveya herî mezin be ko gefê li rojhilata navîn dixue lê şerên di nava dewletan bi xwe de, û dewletên erebî heye ko parçe bibin piştî belavbûna mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de, di vir de kurd neteweya herî giring in", di heman çarçoveyê de îdareya serok Bush ji mehên pêşîn ve destpêkir bi avakirina workşopeke ji 27 kesan ji siyasetmedar û ramangîran tevî 50 pisporî bi serkirdayetiya birêz Steven Morris bo bidûvçûna dosiyeya sûdanê û çareserkirina pirgirêka neteweyî ya başûrê wê li ser bingeha mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de û bidawîkirina cengê û nehiştina "yek dewlet û du rêjîman", her weha nêrîneke emerîkî hevser derbarê gelên yugoslavia berê û balkan û yekîtiya sovêtê a caran û têmûra rojhilat, hebû.
Dîrok dê bibe şahid ko îdareya serok Boş piştgiriya dozên gel û neteweyên bindest û palpiştiya rojhilat navîneke nû bê tepeseriya neteweyî û nijadperestî kir û jimartina vê yekê weke lihevkirinekê bi berjewendiyên welatê xwe yên stratîcîk li rojhilata navîn û cîhanê bi giştî. |