KURDISTAN, 22/11 2006 — Di dîroka kurdan de, karesat û kilametên ko jiyana wan nifş li dûv nifş wêran dike ji demên berê de û niha jî ne tenê ji erdhej û xişîka volkanan û nejî ji ber harîna pêlên derya û lehiya çem û robaran e lê ji berhema coreyeke şerxwaz ya mirovan e ji ber ko têkiliya kurdan bi xuristê re kevin û giyanî ye li ser bingeha hevtemamkirin û danûsitandina bi dilovanî hatiye avakirin. Jixwe ji kurdan re tenê "çiya" dost in!?
Bi boneya salvegera dilêş ya karesata şewata sînemeya Şehrezad li bajarê Amûdê berî 44 salan ko jiyana 300 zarokên kurd winda kir û wekî wan birîndar xistin di roja 13/11 1960-î de dema ko zarokên bajêr ji bo temaşekirina filmekî li berjewendiya şoreşa Cezayirê li sînemayê civiya bûn.
Tevî piştgirîkirina kesûkarên qurbaniyan û kûrbûna birîna mirovî a ko di dilê daniştiyên bajarên aştîhez û tavilê tiwêjeyên xelkên parêzgeha Hesekê û çi kesê ko bi nûçeya şewatê bihîst ji hemwelatiyên Sûriyê de vebû, dîsa kurdên Sûriyê çi yên bajarê ko bûyer lê qewimî anjî derveyî wê bêtir pê êşiyan, û hest û nestên gumanbirînê li nik wan peyde bûn derbarê şiyanên ko bûyer ne ji berxwe ve pêk hatiye lê ji ber sedem û motîvên nijadperestî rûdaye û ji mafê wan e di rewşên wisa de ko ew haydar bin û gumanê bibin ji ber ko ew zarokên milletekî ne ko hebûna wî di yasa û destûrê de nayê qebûlkirin û di heman demê de tûşî tepeserî û zordarî û koçbarkirin û cidakirinê tê.
Angu wan her û her ji tawan û ziyan û ji warê bav û kalan dûrxistin û danûsitandina ewlekarî ya şermezar ko bi tevahî proseyeke dijminahiyê ya berdewam e û li gel rêbaza şovonî rengekî din ji qirkirin û tunekirina yê din pêk tînin, pêve ji hikûmet û rêjîman nedîtine tiştê ko hişt valahiyeke fireh û diyar di navbera milletê kurd ji aliyekî ve û hertiştê girêdayî damûdezgehê fermî ji piçûktirîn dezgehên lokal bigire heta tu bigêhje bilindtirîn pileyên deselatê li paytextê evên ko bawerî û rastgotin û rêzgirtin ji mêj ve li nik piraniya kurdan li tavilê deverên hebûna wî ji dest dane ji aliyê din ve peyde bibe: Haydariya milletê kurd û gumana wî di zordarên wî de têgihiştî û rewa ye.
Bûyera mezin bi rûdan û kitekitên xwe ve ji aliyê xelkê û ravekaran ve bi şîroveyên curbecur ve ko piraniya wan bi guman bûn hate pêşwazîkirin,û tevî derbasbûna 40 salan di ser wê re hêjî pirs li benda bersivdayînê ne, pirsên weke aspektên tawanê û yên teknîkî û kaos û balnedanê û tevlîheviyê ko pêkve bûne sedema çêbûna kilmetê bê ko deselat xwe bi damizrandina komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe ko kesûkarên qurbaniyan tê de hebin mijûl bike anjî tometbaran destgîr bike û berpirsiyariya yasayî derbarê vê kilameta mezin de destnîşan bike.
Nisbetî baweriya heyî ko motîvê siyasî-nijadperestî di warê pilankirina tawanê û bicihanîna wê de biser dixe,ew jî xwe dispêre hindek egeran weke:biserketina pêla şovonîst li dijî kurdan wê çaxê û destpêkirina serdema tepeseriya ewlekarî li deverên kurdî û serbestberdana alavên ewlekarî ji bo cara yekê li Sûriyê bi vî rengê tund bi mebesta lihemberderketina – biveya kurdî û berî wê jî destpêkirina kampaniyeke tijekirina sîstematîk ji bo parastina erebbûyîna Cezîra Sûrî bi serkirdayetiya hindek şovonistên navdar mîna Seîd Elseyd û Ased Mehasin mil bi mil bi amadekirinên gerek da ko mûlazimê yekem Mihemmed Teleb Hîlal serokê alava ewlekariya siyasî li Qamişlo bikaribe lêkolîna xwe ya bednav û mişt bi konseptên faşîst li dijî kurdan derxe holê.
Tiştê ecêb ko roja qewimîna bûyerê serheng Hikmet Mîne serokê mekteba diwem li Qamişlo bû;mekteba diwem a tepeser pispora dosiya kurdî li deverê bû û erkên taybet jê re hatibûn destnîşankirin weke lidûvçûna çalakvanên siyasî û gurkirina êlên erebî li dijî yên kurdî û qedexekirina çanda kurdî di nav de qedexekirina stranên kurdî û astengkirina stranbêjên kurd ta kuştina wan jî (dihat gotin ko mekteba diwem li paş rûdana jehirkirina mûzîkjenê kurd yê dahêner Çelebî bû û şandina olperestên ereb berev Cezîrê bi mebesta fêrkirina olê bi zimanê erebî ji dêvla olperestên kurd ve yên ko bi zimanê kurdî ola xwe belav dikirin. Di encamê de, gelek sedem hene dihêlin ko mirov di deselat û alav û saziyên dewletê de gumanê bibire nexasime ko hêjî tawanbar nehatine destnîşankirin!.
Dîdarên ko nayêne jibîrkirin
Di siberoja rûdana bûyera karesta şewatê de, û pişî belavbûna nûçeya bijan li bajar û bajarokên Cezîrê, ez şagirdê lîseya Urûbe li Qamişlo û endamê heyeta hizbî di rêxistina xwendekaran de ya"Partiya Demoqrata Kurdistanê – Sûriyê" bûm. Li gel çend hevalên xwe, çûme birêvebiriya xwendegehê û me ji çavdêrê xwendegehê Hisên Hac Hesen Bessiyê tunderew alîgirê alavên ewlekariyê yê ko paşê bû parêzger berî ko bibe wezîr xwest ko rê bide me da ko biçin Amûdê û alîkariya kesûkarên qurbaniyan bikin. Hesenê ko bi nûçeyê bihîstibû rêdan neda me û gef li me xwarin.
Piştî wî Elî Şemsîn şûna wî girt, ew jî weke yê berî xwe bû. Tevî gefên ko li me xwarin, em ji nûsîngeha Hesen derketin û me berê xwe da geracê û berî nîvro em gihiştin bajarê birîndar, bihna goştê kizirandî ji bajêr dihat, û me tevlî kesên amadebûyî tiştê ko ji termê şewitî yê zarokên di temenê kulîlkan de mayî ji sînemeya kavilbûyî berev mizgevt û deverên din ve bir da ko bav û dayik û merivên wan bermayên kezebên xwe binasin… dîdar tirsnak bû…. atmosfer xemgîn bû… hawar û qêrînên dayikan dighîjtin felekan…. di çav û nêrînên zilamên Amûdê û kesûkarên qurbaniyan de, li gel xemgînî û şînê bi eşkere tawanbarkirina deselata şovonist dixuya.
Şehîdê ko xelkê gundê me xembar kir
Ji berî dema bûyerê bi salekê anjî bêtir-bi hûrî nayê bîra min dema ko piraniya deverên Cezîrê tûşî hişkîtî (bê baraniyê) hatin û bandoreke mezin li devera ko bi navê başûrê xeta baranê tê naskirin kir ji ber ko qeyran her ko tu bi bakur de berev çiyayê Torosê ve diçû kêm dibû.Rojekê li kenarên gundê me Cemaayê keriyên dewaran dixuyan û li dora wan çend zilamên biyanî û bi wan re konên reş weke ko ew li ber vedana wan in. Em hingê xortên nûhatî bûn û me dixwest ko em herine rex wan, lê berî em bigihine wan me dît ko çend kes,û li pêşiya wan yekî bi deh salan ji me mezintir heye bi cilên paqij û kiras lê ye û weke yên din kofiya sipî û egal li ser serê wî ye, ji xwe bawer û payeberz pêşwaziya me dike weke ko em mêvanên wî bin ne ew yê me be. Hîn wilo, me dît ko kon hate vedan û em vexwendî şîvê dibin.
Gelek dem derbas nebû dema em ketin dengûbasên siyaset û rewş û barûdoxên milletên me de û kêşeya netewiya kurdî, ez hingê endamê herî piçûk bûm di Partiya Demoqrata Kurdistanê – Sûriyê de û di heyeta rêxistinî di partiyê de di devera me de ya ko hingê piraniya gundên rojhilatê Qamişlo vedigirt, û rûmeta avakirina yekem şana hizbî li devera gotî bû para me di bin çavdêriya perwerdekarê mezin û mamostayê min rehmetî Seyd Mela Remezan de.
Di wê rûniştinê de,amadebûyî vehesî dixuyan ji ber lihevkirina jiberxweve di yekbûna rewşê de, tiştê ko hişt em bi aramî û hûrbînî li pirsgirêka mêvandarê xwe derbarê neçarmayina xwediyên keriyên dewaran ko bêne berev gundê me ji ber hişkî û bêbaraniyê li cihê wan, guhdar bibin. Lê, me nizanibû ko kerî yê wî ye anjî yê nas û dost û êla wî ye, me ji aliyê xwe ve bê ko em li benda muxtarê gund rawestin daxwaza wî erê kir û em jinişkêve bûne xwediyên biryarê û destnîşankerên çarenûsa gund, helbet sedemê bingehîn ji vê yekê re ewbû ko yek ji zarokên muxtar bi me re amade bû tevî pêgeha civakî a bilind ya rehmetiyê bavê min li nik melak û xelkên gund.
Di dema axaftina me de,mêvandarê me xwe û êla xwe da naskirin bê ko bala me bikşîne nexasime temenê me wê çaxê rê nedida me ko em rol û pileya kesayetî û êlên navdar di jiyana civakiya kurdî li Cezîrê de binasin eger em nebêjin ko em di koka xwe de di wê qonaxê de û di zîrveya belavbûna çepgeriyê de li dijî van konseptan bûn, û li ser riya avakirina buneyadgeriya siyasî û hizrî û rêxistinî ya çepgeriya netewiya demokratîk de bûn ta derçûna wê sala 1965an di konferansê 5-ê tebaxê de ko li gundê me Cimaayê hate lidar xistin. Piştî karesata sînemeya Şehrezad li Amûdê bi çend rojan nîşanên şîn û reşgirêdanê li gundê me Cemmayê hatine xuyakirin dema me bihîst ko lehengê sînemeya Amûdê şehîd Mihemmed Seîd Axa Deqorî yê ko jiyana xwe kire qurbanê rizgarkirina 12 zarokan ji mirina tekez û bû lehengekî efsanewî li cem xelkê Amûdê û gelê kurd bi tevahî, ew bi xwe bû yê ko wê rojê mêvandariya me li gundê me, kir.
Tawanên nijadperestî li benda dadgeha navneteweyî
Kurdên Sûriyê ji dema serxwebûna wê ve rastî neguhdarîkirin û bêparkirinê ji aliyê rêjîmên li pey hev ve tên,û tucarî mîna milletekî ji pêkhateyên Sûriyê ko hemî semyanên neteweyî hembêz dikin û gelekî ko li ser qada xwe ji despêka dîrokê ve dijî nayê hijmartin, ne tenê wisa lê jîngehên şovenî yên serdest di hemî serdeman de di warê pişaftin û koçbarkirin û girtina egerên jiyanê li pêşiya kurdan kar kirine di riya pilanên nijadperestî yên diyar û naskirî wekû bêparkirina wan ji mafê hemwelatîbûnê (encamên serjimara awarte ya sala 1962an) û destdanîna ser zeviyan (pilana kembera erebî di orta salên 60-î de) û guherandina deverên kurdnişîn, li gor biryarên bilind, bo deverên ewlekarî ko alavên ewlekariyê bi yetkiyên bê sinor dikin tevî zagonên awarte yên ko li sernaserê Sûriyê bikartên li gor egerên parastina ewlekariya neteweyî da ko teror û dûvçûn û destgîrkirinê li dijî herkesê ko bixwaze bikar bîne û bac û bertîlan ji herkesî werbigire.
Ji ber têkçûna piraniya pilanên nijadperestî ji ber liberxwedana milletê kurd û pabendbûna wî bi dozên wî yên neteweyî û niştimanî ve jîngehên şovonist car bi car rêjeya terora xwe ya regezperestî gur kiriye û hindek operasiyonên tolhildanê pêk anîne ko nûbera wan şewitandina sînemeya Şehrezad li Amûdê bû sala 1960-î (300 kuştî û 200 birîndar), û şewitandina jûrên razanê yên zindana Hesekê (24-3-1993) ko tê de (60) girtiyên kurd hebûn û bicihanîna bidarvekirinê piştî bûyera navhatî derheqê 5 mirovên kurd ko şahidên tenha yên bûyerê bûn, û destkuştina şêx Maşûq Xiznewî bi şêweyekî hovane ji ber heman egerên nijadperestî di (10-4-2005) ko tevahiya jêder û çavkaniyan berpirsyariya lîwa Mihemmed Mensûre çavdêrê dosiyaya kurdî derbarê herdû tawanên dawîn de destnîşan dikin.
Diyar e ko hersê tawanên behskirî taybetmendiyeke nijadperestî bi xwe hildigirin û di çarçoveya tawanên cînosayidê de hatine pêkanîn. Li gor hevpeyman û biryarên heyeta Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên pêwendîdar mîna tawanên dij mirovahiyê têne hijmartin. Zagona navneteweyî rê dide ko dozên bi vî rengî bêne veguherandin bo dadgehên navneteweyî yên pispor weke dadgeha navneteweyî ya taybet bi doza serok Herîrî. |