DIYARBEKIR, 15/11 2006 — Komara Tirkiyeyê piştî ko li ser mîrata împaratoriya osmanî ava bû, li hemberî miletê kurd û tevgera neteweyî ya kurd siyaseteke dijminane bi rê ve bir. Ji bona ko statuya Rojhilata-navîn û statuya Kurdistanê ya kolonî/metîngehkar neyê guhartin siyaseteke qerardar bi kar anî û bi dewletên din yên kolonyalîst Îranê, Iraqê û Suriyeyê re îtifaqên nemirovane û nehuquqî pêk anî. Di van çend salên dawî de li hemberî başurê Kurdistanê ev siyaseta xwe ya kevin û dîrokî dijwartir kir û ji bona ko li başurê Kurdistanê û Iraqê, kurd û miletên Iraqê bi tevayî qedera xwe bi îradeya xwe çareser nekin û mafên xwe yên çarenivisiyê pêk nînin, hewildana xwe ya dijber bi plan û vekirî meşand.
Wek tê zanîn piştî şerê yekemîn yê Korfezê bi piştgiriya Emerîkayê û hevalbendên wê beşekî Kurdistanê bû herêmeke azad. Li beşên din yên Iraqê (beşekî Kurdistanê jî daxîl) desthilatdariya Sedam û baasê domand. Li herêma Kurdistanê roj bi roj avayîya dewletbûnê û demokrasî de facto pêşket. Di encam de miletê kurd bi riya partiyên xwe yên siyasî biryar da ko hilbijartinên tevayî pêk bîne û parlamentoya xwe ava bike. Miletê kurd di encamê de bi serket. Dema ko mudexeleya duyemîn a Iraqê ji aliyê Emerîka û hevalbendê wê de hat rojevê, Kurdistanê ji aliyê demokrasiyê de gavên gelek mezin avêtibû. Ji bo demokratîzekirin û îstiqrarkirina Iraqê, Kurdistan wek model dihat nîşandan û heta dikarim bêjim ko ji bo serketina Emerîkayê û hevalbendên wê avayiya başurê Kurdistanê bûn bingeh.
Mafê çarenivisiya miletên Iraqê û dewleta tirk…
Dema biryar hat dayin ko li Iraqê dawiya rejima baasê û Sedam bê anîn, heta beriya wê jî Tirkiyeyê ji bona ko dewleta Iraqê nebe dewleteke federal û Kurdistan jî nebe herêmeke federe dest bi xebata xwe ya ko îradeya miletên Iraqê nasneke kir, xwast ko statuya unîter ya Iraqê bidomîne û miletê kurd jî wek miletên din yên dinyayê mafê xwe yê çarenivisiyê bi kar neîne.
Ji bona vê, di destpêkê de hewil da ko Emerîka û hevalbendên wan mûdaxeleyî Iraqê nekin. Pişt re dît ko nikare pêşiya vê bigire, siyaseta ko Iraq nebe federal û û Kurdistan nebe federe, yekîtiya dewleta unîter û neteweyî ya ereban bê parastin, meşand. Di encamê de îradeya miletên Iraqê bi serket, destureke nû bi îradeya mişterek ya miletên Iraqê hat pejirandin: Dewleta Iraqê bû dewleteke federal, demokrat, plural û parlamenter. Kurdistan jî bû herêma federe. Parlamento, hukumet û hemû dezgehên dewletê gorî dewleta federal ji nû ve ava bûn. Miletê kurd di parlamentoya Iraqê de bû hêza duyemîn û di hukumetê de bû şerikê duyemîn. Zimanê kurdî bû zimanê fermî yê duyemîn. Kurdistan wek dewleteke federe bi her avayî bû xwediyê parlamento, hukumet û hemû dezgeh dewletê, serokê dewletê hat hilbijartin. Birêz Mesûd Berzanî bû serokê dewleta federe ya Kurdistanê. Neçîrvan Berzanî bû serokê hukumetê.
Helbet dewleta Tirkiyeyê li hemberî vê avahiyê bû. Ji serokên miletê kurd re dijminitî kir û ji bona ko dewleta federe ya Kurdistanê bê rûxandin hewil da. Bi kêfxweşî dikarim diyar bikim ko dewleta tirk di vê hewildana xwe ya qirêj de û berpirsiyarên wê yên ko huquq nas nakin, li bakurê Kurdistanê zulim û zordarî û sîstema kolonyalîst didomînin bi serneketin. Lê hewildanên wan yên qirêj neqediyan.
Kerkûk û hewildana dewleta tirk…
Wek tê zanîn Kerkûk bajarekî Kurdistanê ye. Li Kerkûkê kurd, ereb, tirk, aşurî, suryanî dijîn. Hîç şik tune ye ko bajarê Kerkûkê hem bajarekî Kurdistanê ye û hem jî kurd nûfusa Kerkûkê ya piranî teşkîl dikin. Kerkûk, di heman demê de bajarê petrolê ye. Ji bona vê hem pirsgirêkeke herêmî û hem jî navneteweyî ye. Di peymana otonomî ya 11-ê adara 1970-yî de jî Kerkûk pirsgirêkeke mezin û girîng bû. Ji bona ko rewşa Kerkûkê diyar bibe, di peymana otonomiyê de biryara plebîsîtê/referandumê hatibû girtin. Dema ko diyar bû ko referandumê kurdê qezenç bikin, dewleta merkezî ya baasê biryara şer da. Encama şer jî, ji bo miletê kurd bû feleketek û qareseteke mezin.
Di vê merheleyê de jî, ji bona ko statuya Kerkûkê diyar bibe, gorî madeya 140-emîn a destura Iraqa federal referandumê di derbarê Kerkûkê de di sala 2007-an de pêk bê. Ji nûha de diyar e ko di encama referandumê de Kerkûkê daxilî Kurdistanê bibe û ew xeyela serokên Kurdistanê û bi taybetî ya Mele Mistefa Barzanî û miletê kurd jî dê pêk bê.
Dewleta tirk hewil dide ko pêşiya vê pêvajoyê bigre. Ji bona vê jî bi suniyan, şiîyan û turkmenan re dixwaze peyman û îtifaqên qirêj pêk bîne. Helbet ji bona vê dewleta tirk xwe ji mûdexeleya leşkerî û şerekî neheq re amade dike.
Axevtina wezîrê derve Evdillah Gul mînake dawiyê ye…
Wezîrê karên derve Evdillah Gul di 25/10 2006-an, rojnameya Radîkalê de ji Murad Yetkînî re, di 4/11 2006-an, rojnameya Hurriyetê de ji Fatîh Çekîrgeyî re vekirî dibêje ko dema ko kurd û serokên wê ji bo serxwebûna Kurdistanê hewil bidin, Kerkûkê bi referandumê dest bixin û ji PKKê re alîkar bin, ewê li hemberî wan şer bikin û mûdexeleyî Kurdistanê bikin, ew feleketa hatiye serê Mîlosevîçê qatîlê miletan, dê bê serê wan jî.
Gotineke pêşiyan heye. Tê gotin ko “bizina ko mirina wê hatibe, nanê şivên dixwe.” Wilo diyar e ko mirina dewleta tirk û serokên wan jî hatiye ko Xwedê wan bi xwe bi xwe dide qise kirin. Ew ji bona ko xwe ji rewşa xwe ya wek Milosevîçî, ji wê rewşê dûr nîşan bidin, serokên kurdan wek Mîlosevîçê qatilê miletan şirove dikin.
Tiştekî aşkere heye ko serokên tirkan dişibine Mîlosevîç. Lewra, yên ko miletê kurd xistine bindest, zulim û zordarî li miletê kurd dikin ew in. Dîsa yên ko maf û azadiyên kesî û gurubî nas kin, yên ko di dewleta unîter û neteweyî a tirk de israr dikin ew in. Serokên kurdan ji hemû mafên milet û civatên etnikî û olî yên li Kurdistanê dijîn re hurmetkar in. Li herêma federe ya Kurdistanê her civateke etnikî û olî xwediyê her mafekî neteweyî û demokrat e. Zimanê wan civatên etnikî, zimanê tirkî, aşurî, keldanî, ereb li herêmên wan fermî ne. Her miletek bi zimanê xwe perwerde dibe. Partiyên xwe ava dikin û hemû dezgehên xwe yên neteweyî yê din jî ava kirine. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê miletê kurd di standarta navvneteweyî de xwediyê mafekî neteweyî nîne. Bindest û kolonî ye. Xwediyê tu statuyeke îdarî nîne.
Ji bona vê serokên kurdan tiştekî jê bitirsin nîne. Gerek dewleta Tirk û berpirsiyarên wan ji xwe bitirsin. Ne dûr e ko ewê bakurê Kurdistanê jî wenda bikin. Heger bi aqil nebin û ji mafên miletê kurd re rêzdar nebin, razî nebin ko wek du miletên wek hev di nav sîstemeke federal û demokrat de bi miletê kurd re bijîn, bakurê Kurdistanê ji destên wan derdikeve.
Kerkûk bajarê Kurdistanê û dewleta federe ya Iraqê ye jî. Tirkiye xwediyê tu mafî nîne ko li ser Kerkûkê qise bike. Îradeya miletên Iraqa federal biryar daye ko statuya Kerkûkê bi encama referandumê dê diyar bibe. Her kesek û dewleta tirk jî mecbûr e ko ji mafê çarenivisiya Kerkûkê re û bi tevayî miletê kurd re rêzdar be. Huqûqa navneteweyî jî, ji wan re vê yekê dibêje.
Helwesta dewleta tirk li dijî peymanên navneteweyî ye…
Tirkiye endama Neteweyên Yekbûyî ye û dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê jî. Tirkiyeyê mecbûr e ko ji beyannameya Neteweyên Yekbûyî re rêzdar be û gorî wê helwesta xwe diyar bike. Tirkiye ji peymana mafên mirov ya Ewrupayê re û ji hemû peymanên navneteweyî re jî gerek rêzdar be.
Jiyana dewleta tirk, bi durûtî, bi fêlbazî derbas dibe. Peymanan dipejirîne, lê li dijî wan peymanan jiyana xwe bi rê dixwe. Dewleta tirk heger dixwaze ko demokratîze bibe, bi kurdan re di nav sîstemeke federal û demokratîk de bijî, bibe endama Yekîtiya Ewropayê, ji maf û azadiyên kesî û gurubî re hurmetkar be, bi cîranên xwe re di nav aşitiyê de be, gerek gorî huqûqa navneteweyî xwe rêxe û exlaqeke nû qezenç bike.
Gilî pêwîst e…
Di vê merheleyê de ji bona li Kerkûkê referandum pêk bê, gerek pêşiya vê bêhuquqiya dewleta tirk û berpirsiyarên wan bê girtin.
Ji bona vê jî gerek li Kurdistanê û li hemû dinyayê kampanyeke îmzayê dest pê bike. Bi van îmzayan, dewleta tirk û berpirsiyarên wan li cem Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê û li cem hemû dewletên dinyayê yên demokrat bêt gilî kirin.
Em ji bo vê xebatê xwediyê derfetê ne. Gerek em wext derbas nekin û dest bi xebatê bikin. |