DIYARBEKIR, 27/10 2006 — Gelê me, cejna remezanê, li başurê Kurdistanê di şertên azadiyê û demokrasiyê û kêfxweşiyê de, li beşên din di bin bandora kolonyalîzmê, zulmê, zordariyê de ji mafên xwe yên neteweyî bêpar bihurand. Ez hêvîdar im ko remezanên bên dê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê bibe rojeke şahiyê û azadiyê. Ji bona vê ez cejna remezana gelê me, xwendevan û xebatkarên Nefelê pîroz dikim: Serkeftin û serfiraziya wan dixwazim.
***
Di vê qonaxê de wulo diyar e ko kurdên bakurê Kurdistanê ji qalibên kevn û yên ko dewletê danîne bi awayekî derdikevin, an jî zorê didin statuya heyî. Nivîskar, rewşenbîr û siyasetvanên tirkan, loma ji kurdan tiştên nû daxwaz dikin. Dixwazin ko kurd di qalibên kevin de bimînin, an jî heger qalibekî nû dê ava bibe, ew qaliba ji aliyê hêjayiyên îdeolojiya fermî ya dewleta neteweya tirk de ava bibe. Bi taybetî jî çepê kevn û îdeologê dewleta unîter û neteweyî yê nû Ertugrul Ozkok, nîjadperestê lîberal Taha Akyol di vê pirsê de gelek çalakvan xuya dikin û ji bona vê hewil didin.
Ev herdu kesên rojnemevan û nivîskar yên bi nav û deng li kurdên berê yên ko ji her tiştekî tirkan û dewleta wan re digot erê digerin. Ji aliyekî de jî heger kurd, wek kurdên berê nebin, federasyonê, desthilatdariyâ Kurdistanê û parvekirina desthilatdariya giştî li Tirkiyeyê daxwaz bikin dê bi milyonan bên kuştin.
Herdu nivîskar û rojnamevan zêdatir jî ji terora kurdan û ji helwesta nû ya kurdan ya bêîtîatkar ko dê îhtîlala sivîl biqewimîne, gelek xwedî gilî û gazinda ne. Lêbelê ji bona ko miletê kurd di şertên aştî de bigihîje desthilatdarî û mafên xwe yên neteweyî hewildenekê re jî tehemnmûl nake. Her kes baş dizane ko piştî komeleya kurd a Diyarbekirê (KURD-KOM) ava bû, Ertugrul Ozkok bi lezûbez nivîsek nivîsand, KURD-KOM wek rêxistinên Balqenan etnikî-eteryan bi nav kir. Got ko “avabûna KURD-KOMê ji bo balqenizasyona nû û parçebûna Tirkiyeyê pêvajoyek e.”
Ew helwesta jî derdixe holê ko daxwaza Ertugrul Ozkok nebûna terorîzma kurdan nîne, daxwaza wî kurdên ji tirkan û dewleta tirkan re serîtewandî ye.
Kurd û qanûna bingehî ya Tirkiyeyê…
Helbet qanûna bingehî ya Tirkiyeyê her kesê ko li Tirkiyeyê dijîn tirk dihesibîne û dipejirîne. Hebûna miletê kurd, hebûna grubên din yên etnikî napejirîne û înkar dike. Di xala 66-an ya Qanûna Bingehî de tê gotin ko “ew kesên bi pêwendiya hemwelatiyê bi dewleta tirk re girêdayî be, ew kes tirk e.”
Her çiqas di radyo, telewîzyonan de kurdî di çarçeweke teng û pêkenîn de azad jî bibe, qursên kurdî re rê jî hatibe vekirin, ji aliyê qanûna bingehî de hebûna miletê kurd nehatiye pejirandin û statuya kurdan huquqî nebûye. Ew axiftinên, ji aliyê Turgut Ozalî, Sileyman Demîrelî, Erdal Inonûyî, Tansu Çîllerê û Receb Tayîp Erdoganî de di derbarê kurdan de hatine ser zimên jî, konjonkturî û demî û ji bo xepandin û binperdekirina mafdaxwaziya neteweyî ya miletê kurd e.
Li Tirkiyeyê di pêvajoya Yekîtiya Ewrupayê de jî di derbarê kurdan de guhartineke bingehî pêk nehat. Ew îdeolojiya fermî, siyaseta dewletê ya di derbarê kurd û Kurdistanê ya kolonyalîst de guhartineke biçûk ya huquqî jî pêk nehat. Loma jî ew gotinên mezinên tirkan di derbarê kurdan de wek nivîsara li ser berfê ye û piştî ko berf heliya ji holê rabûn.
Kurd û daxwazên ji kurdan tên kirin…
Di qanûna bingehî de profîla kurdekî dê çi bibe hatiye diyar kirin. Piştî demazirandina komara Tirkiyeyê profîla kurdan, ji aliyê îdeolojî û siyaseta fermî ya dewletê û di qanûnên bingahî de li ser nazariya ko “Kurd miletekî û civateke neteweyî ya cihê nîne, kurd tirk in” ava bûye. Tirk bi giştî, dewleta tirkan, nivîskar, rewşenbîr û siyasetvanên tirkan û dezgehên wan dixwazin ew profîla gorî hejayiyên tirkçitîyê avabûyî, bidomîne.
Tirk û dewleta tirkan dixwaze ko:
* Behsa kurd û Kurdistanê neyêt kirin. Komara Tirkiyeyê bi damezirandina xwe netewek ji jor da bi mantîleteya jakobenî çêkir. Dema ko netewek ava kir, civatên ji derveyî tirkan û miletê kurd jî xistin nav vê neteweya nû. Dema ko kurd hebûna xwe ya fizikî, fikrî, çandî û neteweyî nîşan bide, ji welatê xwe Kurdistanê re xwedî derkeve, wê demê ew neteweya nû ya çêbûyî ji holê ranebe jî, dikeve krîzekê.
* Sermeyadar, rewşenbîr, siyasetvan, teknokratên kurd ji Kurdistanê dûr bikevin; li bajarên metropolên tirkan bi cîh û war bin. Wê demê Kurdistan ji aliyê civakî, aborî, çandî û dewlemendiyê de paşve dimîne. Ev dibe sedem ko pêvajoya neteweyî pêş nekeve.
* Her kurdek, tirkî qise bike û binivîsîne; kurdî û kurdbûna xwe bîra bike. Baş tê zanîn ko kurdî ji bîr bû û kurdbûn qels ket, kurditî qels dikeve, ev yeka li dijî dewleta tirk xeteriyekê naqewimîne.
* Kurd li dijî qanûn û huqûqa wan ya ne meşrû/rewa û kurdan înkar dike; sîstema kolonyalîst diparêze, li dijî demokrasî û mafên neteweyî yên miletê kurd in dernekevin. Vê qanûn û sîstemê qirêj biparêzin.
* Kurd ji mafên xwe yên neteweyî re, ji ziman, dîrok, çanda xwe re xwedî dernekevin; wek milet nemîne û bihele û ji holê rabe.
* Kurd, tevgereke neteweyî a kurd çê nekin. Tirkiyecitiya xwe bidomînin. Kurd, ji tevgerên heyî re jî re xwedî dernekevin. Kurd ji serokên kurdan yên hatine şehîd kirin re û ji têkoşerên xwe re xwedî dernekevin.
* Dema ko bûyî mamoste, doxtor, parêzer û.w.d. ji kurdîtiyê re xwedî dernekevî.
* Dema kurdek bû parlamenter gerek bibêje “ez tirk im.”
* Rewşenbîr, nivîskar, siyasetvanên kurd di telewîzyon û radyoyan de nebêjin “em kurd in” û mafê miletê kurd di sewiyeke neteweyekê de naparêzin.
* Kurd, li dadgeha nebêjin ko “em kurd in” û mafê xwe yên neteweyî naperêzin.
* Kurd, partî, rêxistinên sivîl yê serbixwe ava nekin. Navê rêxistinên xwe nekin Kurd û Kurdistan.
* Kurd ji terora dewletê re xwedî derkeve, tevgera neteweyî ya xwe jî tewanbar û mahkûm bike.
* Kurd bi tirkan re bizewicin, zarokên kurdan bibin tirk.
Bi kurtî, tirk, dewleta tirkan, rewşenbîr, siyasetvanên tirkan dixwazin ko kurd xulamê wan bin. Statuya wan ya kolonyalîst û statuya Kurdistanê ya kolonî dom bike.
Em kurd çi bikin?
Tirk û dewleta tirkan ji me kurdan çi dixwaze, em wan nekin, konsepteke kurd Kurdistanî ava dibe. Tirk û dewleta tirk hesab û siyasetên xwe yên qirêj wê demê nikarin bimeşînin. Divêt em nasnameya kurdî û Kurdistanî ji her alî de bi pêş ve bibin. |