KURDISTAN, 8/10 2006 — Heta niha jî, jîngeha siyasiya Kurdî weke çarçeweya niştimanî Sûrî ya giştî, ji dema qewimandina şerê Lubnanê ve çavdêriya bûyeran dike bê ka encamên wê dê çi bin di gorepana Surî de ji ber pêwendiya tund di navbera herdû dîdarên Lubnanî û Sûrî de, çi nisbetî cîgehê rêjîma welatê me di hevbendiya heyî de: Îran û Hizbullah, yan bi têkilbûna kitekitên tawana destkuştina serok Herîrî û rojeva lêpirsîna komîteya nanvneteweyî berbi tawanbarkirina serkirdayetiyên rêjîmê, û pirsgirêka xaka Surî ya dagîrkirî li Colanê û paşeroja nakokiya bi dewleta Israilê re, û herî giring û li gor tiştê li jor hatî çarenûsa rêjîma dîktator û dozên guherîna demokratîk û mafên rewa yên gelê Kurd tevî kêşeyên taybetmendiya Kurdî yên girêdayî bi baldana herî berz û tund derbarê aramî û biserketina ezmûna federal ya Kurdistana Iraqê û liberxwedana wê li hember bive û rikeberiyên hevbendiya Sûrî-îranî û teror û çavsoriya fudementalîteyên olî û sekûlar û dijminahiya rêjîma Tirkî ya zordest.
Tevahiya pêkhateyên tevgera netewiya Kurd ji girûp û rêxistin û takekesan derbarê şert û merc û erkên qonaxê de agahdar in, bê ko em behsa radeya ast û şiyana amadeyiya wan ji bo pêkanîna wan erkên gotî di wextê şayiste de, bikin. Tê zanîn ko, di pêşiya erkên navhatî de peydakirina bernameyekî Kurdî derheqê karûbarên niştimanî de ye, û ev jî weke em bawer dikin di riya despêkirina diyalogeke neteweyî berfireh li ser bingeha venasîndana bi pirrengiya siyasî û ramanî û rêxistinî û danûsitandkirina bi yê din re bi mentalîteya tolerans û lihevhatinê û pijirandina perensîpa lihevkirinê derbarê pirsgirêkên nîgaşê yên girêdayî bi bend û perensîpên bernameyê çavrêkirî ya ko bi hewceyî nermliva hemû layan e bê çewisandina perensîpên bingehînî yên ko mêjû û xebata me xwe dispêre wan û armancên me yên neteweyî û niştimanî ji wan peyda dibin,tê pêkanîn.
Ev diyaloga Kurdî-Kurdî ya ko em çaverêyên wê ne û em wê mîna –riya tenha û pêwîst- ji bo bicihanîna armnca me ya rewa dê, eger biserkeve, tevahiya pêkhateya siyasî û rewşenbîrî û civakî di nav de derbirînên herdû tevgerên nuh yên çalak di sektora xortan û afiretê de, hembêz bike.Her weha, ev diyaloga xwestî û pêwîst beşeke ji tevna diyaloga niştimaniya giştî di welêt de ya ko beşdariya Kurdî ya erênî tê de girêdayî ye bi pêkanîna gava yekemîn, angu despêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî.Di vî warî de, vejen û hêzên siyasî yên Kurdî tevî parçebûna wan ya hizbî ya ko nayê bawerkirin ! di biyavê opozisyona niştimanî de dîsa cuda cuda ne: hindek alî li halê xwe ne û hindekî dîtir nêgatîv in û hindek alîgirirya " Daxuyaniya şam" ê dikin –ev daxuyaniya ko bi nermî li rêjîmê dinere û di derbarê mafên gelê Kurd de pir kêmasiyên wê hene - û hindek layên din di _Eniya Felata Niştimanî-de ya ko tê naskirin bi nêrinên xwe yên tund derbarê guherîn û alternatîva demokratîk û pirsgirêka Kurdî, ev Eniya ko hê sala xwe ya yekem tevav nekiriye.
Li vir em dixwazin bibêjin ko layê Kurdî di herdû heyetên navhatî de (Enî û Daxuyanî) di warê nêrîn û konevaniyên wênekirî, ne stûbar e. Tenê, em dikarin bibêjin ko layê Kurdî hatiye vexwendin û beşdarî kiriye û bi dilgiranî pijirandiye yan razî bûye û di hindek rewşan de nerazîbûna xwe daye xuya kirin lê wî nikaribû ko tiştê ew pê bawer dike pêskêş bike ji ber ko ew nûneriya piraniyê nake û bi zorê bi fermî hatiye venasînkirin weku hevpişk (nimûne: Eniya Felata Niştimanî) û hêji doza wî bi tevavî nehatiye naskirin di gotara Opozisiyona Erebî Sûrî de dema ko ew kêşeya niştimaniya Sûrî gotûbêj dike. Ez vê rastiyê tekez dikim bi armanca ko em cudahiyên di navbera bernameya -Daxuyaniya şamê-û -Eniya Felata Niştimanî- de mîna nakokiyên Kurdî-Kurdî ne jimêrin di dema prosesa diyalogêde, û di heman demê de ev tişt bi ti şêweyekî rastiya hebûna cudahiya nêrînan derbarê niha û paşerojê û herdû rewşên neteweyî û niştimanî de berî avakirina herdû dezgehên navbirî û bi damezrandina tevgera siyasiya Kurdî ji sedsalekê ve û heta niha bi taybetî di warê dîtina pirsa guherandina rêjîmê yaxud çaksazkirina wê–her hal ev pirs dikare bête nîgaşkirin û guftûgokirin û gotûbêjkirin û li serê were lihevkirin, tune nake.
Tevî cudahiyên bingehîn di navbera bernameya –Daxuyanî - û - Eniyê-de, weke ko me li jor anî ziman, herdû la pêkhateyên sereke û bingehînî yên opozisyonê li ser asta nitşmanî û hindek armanc û perensîpên hevbeş angu di heman eniyê de ne beramberî zordarî û dêpotîsmê û meydaneke fireh heye ji arîkarî û hemahengiyê re.Li vir ez bi eşkere dibêjim ko Emîndariya Giştî ya Eniya Felata Niştimanî di riya pêşkêşkirina mûbadereyeka pratîk ji bo hemahengî û arîkariyê bi Daxuyaniya şamê re, de ye.Ev Daxuyaniya ko, di baweriya min de, wê ret neke nexasime ko nûnerên herdû layan gelek caran dûpate kirina ko ew di riya nêzîkbûn û hevdûpijirandinê de ne û nakokî li berjewendiya rêjîma sitemkar in.Ji aliyê xwe de, ez hindek berpirsiyarên hizbî Kurdî endamên (Daxuyaniyê) –evên ko demeke dirêj bêdeng man duvre dengekî xirab derxistin – vedixwînim bo bi taybetî di vê dema nasik de arezûyên alavên ewlekariyê bicih neyênin di warê peydakirin û afirandina dijminahî û nakokiyên nû di gorepana Kurdî de û bi vanên ko ew wan mîna dijminan dijmêrin di bin saya nakokiya Daxuyanî û Eniyê ya qelp de miqabilî hindek berjewendiyên kesane yên teng ko mirov ji wan şerm dike !? Tevî ko mirov dikare dûr û dirêj di vî warî de biaxive, lê ez ji bo mijara giring ya diyalogê ya ko ez piştgiriya wê dikim, ez dê ne axivim.
Diyalgoa me ya daxwazkirî niha cuda ye ji aliyê naverok û forma xwe ji hemî tiştê ko heta niha li gorepana me ya Kurdî pêkahtiye, ji ber ew nayê girêdan ji bû nakoki û pevçunên li dor lêgalîtiyê û nejî projêkta lihevhatineka hizbî ye di navbera du partiyan de û di rewşeke xwezayî de pêk nayê û ne ji ber vexwendineke derveyî ji layê dost û birayan tête lidar xistin: ji layê hemiyan ve tête vexwendin û li berjewendiya hemiyan e ji partî û girûp û kesayetiyên niştimanperwer û civakî û rewşenbîrî mêr û jin piştî ko ew bi têkçunên realita siyasia Kurdî ya xirap hest bûn û valahiya tirsnak tevî pirbûna nav û navnîşanan, û piştî ko tev yan piranî hest bûn bi nêzikbûna qewimandina rûdaneke mezin li welat û pêwîstiya amadebûna neteweyî û niştimanî, hindekan banga diyalogê kirin ji bo avakirina –lêvegera neteweyî - û hindekên din ji bo bicihanîna –eniya yekgirtî- yan –sentereke tenê ji biryara Kurdî -re an ko armanc yek e û dê–eger pêk were- bibe xalgihorîneke tevav di navbera 2 pêvajoyan di karê siyasî de û dê tevlî rojeva pêşketin û guherînên erênî di jiyana siyasî ji nifşê me û nifşên dahatû re ko stûna wê danûsitandina hevaltî û pirrengiya "pîroz" û lihevkirin û karê bi kom û bernameyê hevbeş e.
Guman tê de nîn e ko, zext dijwariya rewşa siyasî û dûvçûnên ewlekariyê û girtin dê nehêlin ko prosesa diyalogê di rewşên normal de derbas bibin, lê di heman demê de ew dê pêşî li welatperwer û têkoşerên ko bi dozên gel û welat û demokrasiyê bawer in negirin ko ew erk û armancên xwe bicih bînin nemaze ko ezmûna tevgera siyasiya Kurdi di rûbirû bûna bi rikeberiyên ewlekarî û planên deselatê têrî dike ji bo afirandina hindek riyên nû û cuda di biwarê biserxistina vê prosesa straticiya taybet de û dabeşkirina wê li ser qonaxan û têkilkirina bingeh û cemaweran tê de ji dêvla riyên rotînî û bîrokrasi û jûrên nehênî û libendemana biryarên ko ji (jor)tên ji ber ko pirs eşkere ye û ne bi hacetî gengeşî û şîroveyên idolojîk e, her weha karkirina ji bo tevavkirina xelekên wê li hundirê welêt û li derve û sûdewergirtin ji afirandinên teknîka ragihandinî. Di heman warî de, eger ko em beşdarîkirina partî û rêxistinên siyasî yaxud pêkanîna wan ji rola xwe ya sereke re di prosesa diyaloga çavrêkirî de pêwîst dibînin, her weha divê em bibêjin ko dem li benda pijirandin û erêkirina sekretêr û serok û endamên polîtburoyên (20 )partiyên Kurdî tev li alozî û nakokî û perensîpên wan yên nû û kevin, namîne ! Bê guman, rojeva Kurdî dê berdewam be bi taybetî eger formkirina bernameyê Kurdî yê neteweyî-niştimanî demokratîk yê diyar û berfireh ko azwerên gelê Kurd derdibirre, pêk were. Gelê Kurd û pêşengên wî yên ronakbîr û xebatkarên wî u elîtên wî yên siyasî û rewşenbîrî dê li bernameyê gotî xwedî derkevin û bendên wê bicih binin - eger ko serkirdayetiyên hizbî bivin nevin- nexasime ko rabûna Kurdî Sûrî di Avdara 2004an de hindek rastiyên nuh di peresenga siyasî de verêjkirin ko hate xuya kirin bîreweriya millî ya Kurdî li pêşiya ya hizbî ye û hêjî encamên wê di jiyana me ya siyasî de kartêkirina xwe dikin. |