KURDISTAN, 28/9 2006 — Di sibeha rojeka bi baran ji zivistana sala 1964an ji sedsala bihûrî, û li gor bicihanîna tiştê ko li tevahiya xwendegehên welat dihate bikaranîn ji dema hatina partiya Besê ser deselatdariyê, ez jî digel xwendekarên lîseya me de bûm di nav refên ko di gorepana xwendegehê de hatibûn rêzkirin û bi kotekî amadekirî bûn ji bo pêkanîna rîtûalên nîvleşkerî yên rojane ko mîna "silavnameya alê" dihatine bi nav kirin bi cil û bergên leşkerî yên reng axekî û bi rawestina mamostayan di aliyê hember de nêzîkî dergehê birêvebiriyê, û bi serokatiya efserekî ko bi piranî ji "istixbaratên leşkerî" dihate hilbijartin ko şertên xwestî tê de peyde de bûn da ko bihêle amadebûyî solganên Bees a serdest dubare bikin: Yekîtî, azadî, sosyalîzm… Neteweyeke erebî hevgirtî… Xwediya nameyeke nemir!
Diyar bû ko hindek planên hûr û wênekirî ji layê biryardanan ve hatibûn girtin bi armanca çespandina hindek konseptên nû di hiş û mêjiyê nifşê nû û nûhatî de tevî ferzkirina ramana partiyê li ser mêjiyan bi hemî rê û rêçikên perwerdeyî û kotekî û çandî û girêdana sloganên Beesê bi ala niştimanî ve ya ko di heman demê de ala partiyê ye jî ya ko hate bikaranîn tev li sirûdeke niştimaniya nû piştî derbeya leşkerî ya avdara 1963an û ya ko berî wê demê ala – şoreşa erebî ya mezin – bû ya ko Şerîf Hisên serkirdayetiya wê kir li dijî xîlafeta osmanî bi mebesta serxwebûnê, ev ala ko xwedêgiravî bi koka xwe ji danîn û formkirina efserê ewlekariyê yê ingilîzî yê naskirî bi – Loransê Ereban – bû!
Mûlazimê yekem serokê formên – fitiwûê – angu beşê leşkerî di xwendegehên Qamişloyê de hesteke pîs û nebaş di nav jîngeha xwendevanan de hişt ji ber liv û tevgerên wî yên qirêj û servezêdekirinên wî yên neteweçî ji ber ko ew ne hizbî bû lê ji malbateka naskirî bi çalakiyên xwe yên îslamî bû ji bajarê Hemayê, her weha ji ber danûsitandina wî ya nijadperestiyane bi xwendevanên kurd re yên ko piraniya herî mezin bûn, û rewş li gor me di heyetea berpirsiyar ji rêxistina me ya hizbî ya xwendevanan di xwendegehên Qamişloyê de tiştekî têgihiştî bû ji ber ko deselatdariyê herdem kesên herî pîs û şovonîst û gendel û tund dişiyandin parêzgeha Cizîrê û deverên kurdî yên din bi taybetî di beşên ewlekarî û perwerde û polîs û birêvebirî û karmendên gotî salekê yan didwan li Cizîrê diman û di riya bertîl û dizî û sitandina bacan ji hevwelatî û gundiyên sade mîna zengîlan vedigeriyan mala xwe ! gelek ji wan bûne xwedî zevî û bazirgan û qaçaxçî . Piraniya karmendan erkên ewlekariyê pêktanîn û raport dinîvîsandin li dijî hevwelatiyên kurd û beşdarî di prosesa – erebkirinê – de dikirin li gel karmendiya xwe… me gelek kesên wisa dîtin di nav de karmendên birêvbir yên mezin û birêvebirên xwendegahan û mamsote.
Belê, wê rojê şensê min tune bû, ji ber ko berî ko vedenga dengên dehan qutabî yên ko ew sloganên naçarî digotin raweste, ta ko efser bankire min û li pêşiya tevahiya qutabiyan bi zimanê xayinkirin û sizadanê sixêf û dijûnên herî pîs ji min re dan bi tometa ko - rast bû – min bi yên din re beşdarî nekiriye di gotina sloganan de û wî "waneya xwe ya neteweyî" bi vê hevoka ko ez dê qet jibîr nekim bidawî anî: "Eger evder li te nexweş tê, here nik amê xwe yê Barzanî" …. helbet efser bi vê têr nebû û dora saetekê ez bi zikxişikê li hawîrdora gorepana xwendegehê gerandim ji ber serkêşiya min.
Piştî derbasbûna 40 salan di ser vê bûyerê re, careke din ez vê pirsê dikim: Gelo nepejirandina min di dubarekirina sloganên rêjîmê û nebeşdarîkirina min ya bivîn di silavkirina ala partiya serdest (Beis) bi sedemê ko ez kurdekî cudaxwaz bûm? yaxud ji ber wê yekê bû ko ez ne welatiyekî rastgo bûm û xayinê welatê xwe bûm weke ko yê efser ez tometbar kirim? Bi rastî, ti biryar ji layê tevgera kurdî û partiya min jî di nav de nehatibû sitandin bi beşdarînekirina sloganên Beis ê û sirûda wê ya niştimanî nek ji ber ko ew pijiradnî bûn li nik me lê ji ber ko ew bi darê zorê hatibûne ferzkirin mîna tevahiya karpêkên ne demoktarîk û yasayên zordar û nêrînên li dijî hêviyên piraniya millî, û nebeşdarîkirina min takekesane bû ji bo çesipandina nasnameya xwe û destnîşankirina şaşîtiyê. Biryara min di cihê xwe de bû… ji ber van sedeman:
Yekem: cudahiyeke fireh û mezin di navbera ala niştimanî ya ko tevahiya pêkhatiyên welêt yên civakî û neteweyî wê dipijirînin û wê mîna derbirrînekê ji hebûn û hevwelatîbûn û hêviyên xwe re dibînin tev li qurbaniyên wan ji bo serxwebûnê û beradana dagîrkeran û bicîanîna azadiyê û avakirina dewletê, angu ew ji layê tevan de tê rêzgirtin ; û aleke tiwêjane hizbî idolojî ko rêjîma tekpartî ya ko li ser pişta tankan ne bi hilbijartinên azad hatiye ser huikmdariyê, ew bi kotekî frez kiriye. Di rewşeka wisa de, dema ko hevwelat – kurd û ereb – wê alê û wan sloganên gotî napijirîne mebestsa wî serrastkirina konseptên niştimanî ye berbi demokrasî û pirrengî û hevpişkiya adilane ne ji ber ko ew perensîpên niştimanî şaş dibîne: Ew wisa retkirina rêjîma zordar û serdest weke rêbaz û tevger û slogan û sembol derdibirre dûr ji ziyangihandina bi welat û millet.
Diwem: Ti qîmet ji guherandina rêjîmeka dîktatorî tune ye meger ko guherînên radîkal di buneydageriya îdolojîk û destûrî û yasayî û di çanda deselatdariya serdest de û tevahiya sembolên ko ji avrêja zordariyê peyde bûne, pêk neyên. Sembolên ko çanda rêjîma serdest bi xwe re anîn pir in mîna: sirûdeke cuda û aleke nû û sloganên nû û gotareke nû û alavên ewlekariyê yên nû û hindek şêwazên nû di warê êşkence û tirsandinê de tevî ilankirina yasyaên awarte û xêzên sor û siyasetên tepeser û binpêkirinên nû li dijî gelê Kurd wekû bêparkirina ji mafê hevwelatîbûnê û Zinnara Erebî û guherandina pêkahtiya demografîk ya deverên kurdnişîn. Ji ber wisa hevwelatiyê Ereb nûjenî û kelepora sitemkariyê berî hevwelatiyê Kurd nepijirand. Li vir, tê bîra min nêrînên têkoşerên erebî sûrî yên opozisyonê Anwer Bunî û Nizar Neyûf di warê pirsên guherandina destûr û sirûd û alê di çarçeweya guherîna demokratîk ya çavrêkirî li welêt li gel daxwazkirina hêzên opozisyonê û bi taybetî – Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê – bo danîna destûrekî nû ko azwer û hêviyên tevahiya pêkhateyên niştimanî Sûrî derbibire.
Sêyem: Dema ko welatiyê kurd li Sûriyê yan Iraqê banga serrastkirina rewşa destûrî û yasayî li ser asta niştimanî dike tevî ji holê rakirina şûn û şopên nijadperestî û şovonîsmê, ew hingê yekîtî û hevjana di dema niha û di paşerojê de bihêz dike, tiştê ko girêdana wî bi welatê wî yê ko têra tevan dike û di bin saya wî de sedemên cudahî û parçebûnê namînin û her weha sedemên – serxwebûnê – û şert û mercên yekîtî û hevjana aştiyane û hevgirtinê di navbera pêkhatiyên neteweyî û olî û mezhebî û civakî û rewşenbîrî, tekez dike.
Serok Barzanî li ala niştimanî ya Iraqê digere:
Sedemên ko hiştin ez derbasî vê mijarê bibim ew bûn tiştê ko reaksiyonên – durû – û çewt derbarê banga birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bi qedexekirina ala rêjîma têkçûyî li herêma Kurdistanê, ev ala bednav ya ko bûye sembola qirkirin û gorên bikom û tenê hildana ala Komara Iraqê ya şoreşa 14-ê temûzê li nik ala herêm ta bicîanîna bendên destûra Iraqî û dana perlementoya federe biryara ala nû ya ko diviya bû ji mêj ve bête dan!
Reaksiyona yekem ji aliyê şovoniyekî ji bermayên rêjîma têkçûyî û piştgirên tayfegeriya bednav yên ko şev û roj û bi darê zor û çekan û tundûtûjiya kor û kuştina li gor nasnameya mezhebî; evên ko parçebûnê diçesipînin û palpiştiya pêkanîna kiyanatên mezhebî yên ji qonaxa berî netewayetî û şaristaniyê dikin û dihatin ko dinyayê xira bikin ji ber gotina rastiyê, her ewin yên ko pêşî li prosesa guherîna demokratîk li Iraqê û prosesa siyasyî digirin û li dijî hevjan û hevtêgihştina di navbera kurd û ereb û tevahiya pêkhatiyên neteweyî yên tevna niştimanî pêk tînin de radiwestin, û perensîp û kitekitên çareserkirina pirsgirêka kurdî li gor bingeha federalîzimê ya ko ji aliyê kurdan de hatiye pijirandin û destûrê nû ew çesipandiye ret dikin eynî mîna mamostayên xwe yên herdû rêjîmên zordest yên îranî û sûrî.
Reakisyonên van reng mirovan derbarê biryara serok Barzanî ne girêdayî mijara alê ne (serok Barzanî ewliyê bi ala Iraqa komarî ya niştimanî tîne) bi qasî ko ew niyazên nîşankirî ne û nêrînên siyasî yên amdekirî ne. Belê! li van kesan xweş nayê bilindahiya bala birêz Barzanî dema ko ew projekteka federe yekgirtî û bijartî hildigire li Iraq û dirawesê wekû garantiyekê ji yekîtiya kurd û ereban re di çarçeweya Iraqa federala demokratîk û çareserkirina pirsgirêka kurdî bi şêweyek aştiyane û di riya diyalogê de û hêvîkirina bicîanîna Rojhilat-Navîneka guherî, adilane, bibalans û bi aram.... ew dixwazin ko tolê ji rêbaza serok Barzanî derbarê yekîtiya niştimanî û lihevhatin û toleransê – ev sêqorziya pîroz ya ko bi serok Barzanî ve hate girêdan ji dema rizgarkirina gelê Iraqî ji dîktatoriyetê ya ko ew ji mîrata Barzaniyê nemir û – kurdayetiyê wergirtiye, bistînin! ji ber ko rêbaza navhatî beşdariyeke herî mezin kir di warê têkbirina projekta wan ya parçebûn û wêrankirinê de. Her weha, ew nepijirandina vexwendina wî ya derbarê girêdana kongirê lihevhatinê li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê û nepijirandina rola kurdan yên ko serok Barzanî wan temsîl dike, mîna parêzerên yekîtî û hevgirtina gel û tayfe û mezhebên Iraq û Kurdistanê wekû bingehên nimûneyî yên ayindê ji bo hevgirtina pêkhateyên Rojhilata-Navîn bi gel û netewe û bawerî û rengên wê ve.
Dîrok dide zanîn ko em gelekî derbarê arezûyên çi milletî de weke milletê kurd de ko mafê destnîşankirina çarenûsa xwe dixwaze, de ne rawestin ji ber ko ew mafê wî yê rewa û naskirî ye ji layê tevahiya cîhanê ve, lê ya baş ew e em gereka micid li sedem û egerên yên din – yê kurd – de di bijartina riya serxwebûnê û devjêberdana wî ji hevpişkê ereb, lidar bixin. Girêdayî bi mijara me ve, guman diçe berbi hindek girûpên erebî şovenîst ko li hêviya derfet û behaneya ne da ko tiştê ko ew pê diramin angu cudakirina Kurdistanê ji Iraqê li ser kurdan û serokê wan yê legal û hilbijartî ferz bikin! Bi mebesta ko bikaribin parçebûnên li ser bingehên mezhebî û herêmî û bidestxistina deselatdariyê di riya teror û tundûtûjiyê bicih bînin di dema ko kurdên Iraqê û nûnerê wan serok Barzanî garantiya sereke û bingehînî di vê qonaxê de pêk tînin û belkû ya tenê jî di warê bihêzkirin û çesipandina yekîtiya axa Iraqê û rawestandina terorist û piştgirên parçebûnê di riya gotara wan ya şovonî û îdolojî li gor nimûneya sitemkarê têkçûyî û çanda wan ya regezperst û mezhebî ya nepijirandî ji layê gelê Iraq û komelgeha navneteweyî ve.
Qedera kurdan e ko buhayê gera li hevpişkê niştimanî bi gelên din re bidin mademkî ko ew riya çareserkirina niştimanî derbarê kêşeya wan ya neteweyî de dibjêrin û radihêjin ala guherîna demokratîk û çaksazî û hevajna aştiyane û li hember derketina terora fundemetel . Her weha, qedera serok Barzanî ye ko ew li hember rikeberiyê rabiweste ji ber ko ew serkirdayetiya giringtirîn ezmûna demokrata şaristanî di Rojhilata-Navîn de dike û kilîta guherîna deverê berbi rewşeka ko aşîtî di navbera gel û netewe û ol û mezheban de pêk were di bin saya perensîpên rêzgirtina duqolî û demokrasî û wekhevî û hevpişkiya adilane, hembêz dike. |