STENBOL, 13/9 2006 —Cihê ko çirûska wijdanê û adaletê lê bijene zorkerî û dagirkerî nikare xwe li ser lingan bigire, sîstema ko li ser zulmê hatiye ava kirin têk diçe; wijadana însanan li ber xwe dide. Lewra hedefa esasî ya zihniyetên totalîter, ko terorê wekî aparateka efektîf bi kar tînin, korkirina wijdana yek yek hemi însan û komalgehê hemiyê ye, tefandin û kuştina wijdana însanan e. Mebesta terora reş! ji qetilkirina zarokan, qetilkirina hemî norm û pîvanên însanî ye! Ti dîn, ti wijdan, ti mebest nînin ko bi terorê bêne helalkirin.Teror rûyê herî lanet yê kes, dezgeh, rêxistin û dewletên zilumkar e; aparata herî ‘efektîf’ ya dewleta tirk e!
Terora reş karê nemerd û tirsonekan e! Dema zarokek bi rûgeşî, bi xwedî wijdan û bi xwedî hisekê adaletê mezin bibe, ev dibe xofek, tirsek mezin û dikeve dilê her cure generalên tirsonek de. Bo zordarî hukmê xwe bimeşîne, divêt zarok bi rûgeşî mezin nebin, divêt pêlek ya tirsê bikeve ser rûyê wan, ev pêla tirsê wijdana mezinên wan jî reş bike, wijdan bête kuştin, herkes yekta û yekalî be. Ne deng ne jî pêjenînek ji derekê dernekeve!
Lewra careka dî bi kuştina zarokan Diyarbekir kirin gola xwînê. Du dixwazî bila destê "teyrên baz "an jî yê "tugayên tirk yên tolhildanê" di nav de be, navê destkêş û pêvekêşkê vê terorê çi dibe bila ew be. Ev teror yek adresê nîşa me dide, rûyê rasteqîn yê dewleta dagirker...
Ka wijdana ko parçeyên laşên Mizgînê, Şîlanê, Evînê, Zîlanê û zarokên dî lê olan bide! Ev teror li ber çavên dinê hemiyê ye. Lê çi heyf e ko wijdana komalgehekê bi temamî hatiye teslîm girtin. Ew terora reşa ko ve bi dehsalan e dewleta tirk bi dualî dimeşîne (helbet aliyek yê vê terorê ‘serokatî’ û birevbiriye PKK-ê ye) ne tenê jiyana bi hezaranan ciwan û cengawerên kurdan berhewa kir û jingeha Kurdistanê bi jehir kir, belko bi qetilkirina bêguneh û zarokan wijdan û hiş jî li kurdan kor kir!
Gelek aşkere ye ko li himberî heqîqeta kurd û Kurdistanê ji derveyî metodên terorê ti aqiliyeteq dî ya generalên tirk tine ye. Lewra ew hêj berhêvîne ko bi terorê wijdan û aqilî li hemî kurdan kor bikin. Kurdan yekser teslîm bigirin, gotina ‘ez amade me ko xizmeta dewletê bikim’ bo hemî kurdan bikin aqiliyetek û ‘ruhek nû’.
Lewra lehîstikên terora dewleta tirk naqedin, di vê mijarê de Ocalan di destê wan qerteka pir efektîf e, portreyekê li gor dilê wan e; her çawa dixwazin wî wesa bi kar tînin; ne hindik e "pêxemberê" milyonan "office boy"ê wan e… Lewra yêkî wekî Avni Ozgurel ko dengê ruhê dewleta tirkan e û figurekê xurt yê rêxistana rasîst (MHP) e, ji berî pênç salan li Otela Swiss ya Stenbolê gelek rihet dikare ji vê taxima ko niho birêvebiriya DTP-ê dikin re bibêje; “Abdullah Ocalan ti caran xeletî nekiriye û nake jî, wezîfeya we tenê ew e ko hon guhdariya wî bikin, dîrektîfên wî bi cih bînin…” Giregirên ko vê gavê dtp-yî ne jî, qet nabêjin "ev çi şîret e" ko Avni Ozgurel li me dike?… û ev lehîstika terorê wiha berdewam dike, wijdana ko parçeyên laşê zarokan lê olan bide jî nema ye!
Ev lehîstika lehnetê di vê hamleyê niho de jî bi Tak û Tît-ê berdewam e!
Hemî mesele ew e ko kurd bikarin xwe ji hemî destkêş û dûvelangên vê cehenema terorê bidin paş û bi yekdengî bang li wijdana dinê bikin! Ev jî ya herî zehmet e!
|