HEWLÊR, 5/12 2004 - Tu di cadeyeka sereke ya bajarekê Kurdistanê de bi rê ve diçî. Tu li milê rastê yê xwe dinêrî mirovan nabînî, tu li çepê xwe dinêrî mirovan nabînî, tu li pêşiya xwe dinêrî mirovan nabînî û tu li pişt xwe dinêrî mirovan nabînî. Mirovên bajarên Kurdistanê cade û kolaneyên bajarên xwe li xwe qedexe kirine. Ew naçin bajarî - seyareyên wan diçin, ew naçin bazarê - seyareyên wan diçin, ew di kolane û cadeyên bajarên xwe de bi rê ve naçin - seyareyên wan diçin. Seyare yanî otomobîl bûne dirûvên herî esasî yên bajarên Kurdistanê û wan rê li ber mirovan û jiyana mirovan li Kurdistanê girtine û jiyana li bajaran jî yekcar herimandine.
Bifikire ko tu li paytexta Kurdistanê li Hewlêrê yî û tu ji sentera bajarî ji çaryana li nik otêla Hewlêr û Zeytûna li ser rêya Kerkûkê ber bi Kerkûkê ve diçî û dixwazî ji bajarî derkevî. Ji wê çaryanê heta ko tu ji xwaringeha Şahî Jiyan ya li qeraxa bajarî biborî dibe ko tu di mesafeya pênc kîlometreyan de mirovekî tenê jî li ser vê cadeya merkezî ya di nêva bajarî de nebînî. Tu çi dibînî. Seyareyek, du seyare, sê seyare, sed seyare, hezar seyare û deryaya seyareyan.
Kanîn mirov, ka xelkê vî bajarî, ka bajarvanî, ka sûk, ka dikan, ka mirovên ko ji dikanekê derdikevin û dikevin dikaneka dî de, ka germahiya mirovan, ka jinên vî bajarî, ka zelamên vî bajarî, ka xort û keçên vî bajarî? Xwedê dizane lê belê ez bawer dikim ko ez jî dizanim, ji ber ew hemî di seyareyan de ne û tenê bi seyareyan dikarin ji cihekî biçin bo cihekê dî. Wan hemiyan li tenişta bajarî pê li elxamekî (mayîn) kirine û herdu lingên wan jê bûne. Ew hêdî nikarin û nizanin bi peyarî bêne nêva bajarî û li nêva bajarî bigerin. Lewra jî hemiyan xwe li pişt dîreksiyonên seyareyên xwe veşartine û hemî ji hev şerm dikin ko ji seyareyên xwe derkevin. Ew naxwazin ko kes lingên wan bibîne ji ber birêveçûn li bajarên Kurdistanê hêdî eyb e, şerm e û kêmasî ye.
Mirov zelam be û mirov li Kurdistanê seyare nebe, mirov mirov be û mirov bi lingên xwe peyarî di kolaneyeka bajarên Kurdistanê de bigere. Mirov biçe û li ser kaniya gundî jî birî çêtir e ji wê yekê ko mirov peyarî here û ji xwe re li nêva bajarî bigere. Serokê belediyeya Hewlêrê Sidqî Zirarî dibêje:
— Hişyariya xelkê kêm e, em ne şaristanî ne. Gundî hatine bajaran û ji jiyana bajaran fêm nakin. Qusûra me wekî belediye jî heye, me li nêva bajarî gelek parkên seyareyan çênekirine.
Baş e em bibêjin gundiyan xwelî li serê xwe kirin û dest ji azadiya xweza, zozan û çiyayên Kurdistanê berdan û hatin li bajaran di hepisxaneyên seyareyan de zend û bendên xwe girêdan û malik li xwe xera kirin û gotin qey bajarvanî seyarevanî ye û lewra dest ji rêveçûnê û azadiya ruh û bedena xwe berdan. Erê ka bajarî bi xwe, ka xelkên qedîm yên vî bajarê qedîmê çarhezarsalî, ka ew bi kû ve çûne. Ew jî ne diyar in, ew jî peyarî nayên nêva bajarî û nagerin. Mirov wan jî nabîne.
Sebebên vê fenomenê ez dibêjim ew e ko guhortineka pir mezin ya şoreşgêrane di mejî û mantiqa me de çêbûye. Ew jî ew e ko îro gelek kurd ji zarokên xwe pirtir ji seyareya xwe hez dikin, ji mala xwe pirtir ji seyareya xwe hez dikin û heta ji jina xwe pirtir ji seyareya xwe hez dikin. Min li vî welatî mirov dîtine ko xaniyên wan xirabe ne û mirov nikare lê bijît lê belê seyareyên wan yên herî nû ne û ew dikarin pê wan seyareyan xaniyên xwe nûve bikin lê nakin. Min li vî welatî mirov dîtine ko di mala wan de zarokên wan perîşan dibin û zelamê xwediyê malê di seyareyeka herî modern de li nêva bajarî digere da diyar bike ko ew ji hevalên xwe ne kêmtir e. Seyare jî bûye qewareyek ko xelk rastiya xwe pê vedişêrin.
Ez bawer dikim ko xelkê van bajaran ji qewareyên vala û biriqdar hez dikin. Yek ji wan qewareyan jî reklam e. Çawa seyareyan jiyan li rêveçûnê herimandine wisa ticar û dikandarên Kurdistanê jî jiyan li ehlê van bajaran herimandine. Li Hewlêrê dikaneka biçûk tabelayeka (qit‘e) pir mezin ya reklamê datîne ser banê dikana xwe. Ew têrê nake û radibe tabelayeka pir mezin datîne raserî deriyê dikana xwe û ew jî têrê nake radibe destê xwe dirêjî trotoara li ber deriyê dikana xwe dike û stûneka hêsin li nîva trotoarê de diçikilîne û lewheyeka 3-4 metre datîne ser stûnê. Destûr ji belediyeyê? Haşa summe haşa. Baca reklamê bo belediyeyê? Haşa summe haşa. Rêz bo rêwingiyan û hatinûçûnê? Ew jî haşa summe haşa.
Lehiya seyareyan di cade û kolaneyan de diherike. Dikandaran jî bi reklam û tiştên xwe trotoar dagîr kirine. Ti kesê ne ha ji peyariyan heye û ne jî ha ji peyarêyan heye. Heger yekî bêaqiliyek kir û bi lingên xwe xwest li bajarî bigere Xwedê arîkarê wî be.
Ev diyardeya seyareyan li hemî bajarên Kurdistanê heye lê belê li Hewlêrê ji hemiyan xerabtir e. Li Hewlêrê hê jî dema ko mirov behsa bazarê dike xelk keleha Hewlêrê û bazara dorûbera wê fêm dikin. Tenê li bazara li dora kelehê mirov peyda dibin û seyareyan jiyan li wê derê jî herimandiye. Li wê derê seyare û mirov tevlihev dibin û dibe qiyamet. Ne rê dimîne, ne jiyan.
Heger belediyeya Hewlêrê bixwaze xêrekê li hewlêriyan bike divêt trafîka di hundurê cadeya 30-metriyê de heta kelehê qedexe bike û nehêle yek seyare bête sentera bajarî. Tenê di hinek seetên diyar de û ji bo birin û anîna baran divêt rê bête dan bo seyareyan yan ne Hewlêr dê ti caran nebe bajarek ji bo mirovan û dê tenê bajarek be ji bo seyareyan.
Trafîk hemanhengî ye di nêvbera hemî şofêran de û rêzgirtina rê û rêbazan e. Li Kurdistanê mirêkên li rast û çepê seyareyê û mirêka li raserî çavên şofêrî beyhûde ne. Şofêr ne li rastê xwe dinêrin, ne li çepê xwe dinêrin û ne jî li paş xwe dinêrin. Şofêrê jêhatî ew e yê ko rê li ber yê dî bigire, şofêrê jêhatî ew e yê ko di rêyekê de nezane şelîtguhortin çi ye û nefikire ka seyareyek li pişt wî heye yan ne. Şofêrê jêhatî ew e ko di çaryanekê de bikeve ser şelîta xelet û rê li ber hemî trafîkê bigire û wisa bike ko 50 seyare li pişt wî li kornayê bixin. Ruxseta (ehliyet) seyareajotinê? Belko gelek ji ruxsetên heyî sexte bin yan neheqkirî hatibin peyda kirin û jixwe gelek kesan ruxset hema her nîne. |