STENBOL, 2/7 2006 —Tenê demeke ji deman bû, an ji belkî demek xewnî an jî xeyalî bû, belkî jî ew dem bû ko demê di deşta Ruhayê çinge-çinga şûran, hîrîniya hespan bi ser serê Mîrza Mihemedî re diperigîn ber perê asîmanan, an jî ew demê ko hêj nû Rustemê Zal xwe ji çiyayê Elburzê berdabû xar û bi gurzekê meydana cengê li Efrasyabî xewirandibû, hêj bav bi çareka xwînî neketibû ber himbeza kurê xwe; an jî destê Evdalê Zeynîkê dibin guhê wî de bûn, wî ji çav, dil û guhan re stran digotin; belkî jî demê bêhnvedanekê bû, ji bo Cembelîyê Kurê Mirê Hekariyan li geliyê Qesrikê, belkî ji demê rastiya rasteqîn bû, hêj perdeyeka direwîn li ser ti tiştî tine bû.
Hewce nake nav û dem û cihên ez û tu dizanîn û yên ko em nizanîn hemiyan li vir rêz bikim. Di kontara Feraşînê, bi tirêja roja sibehê re pepûleyekê didanî ser kulîlka nesrînê! Di seqema sermaya zivistanê de, zarokekê çîprûtê pormeqeskiriyê ko hêj li serlinganneketî, çelpe-çelpa wî bû li ber diwarê avahiyê bankeyeka gewre ya li kêleka meydana her gewrebajerekê vê dinê. Kalemêrek di nava qirêja bêexleqiya hemî demên modren de li peravên Boston, Santiago, London, Port Elîzabeth û li ber quleya Eyfelê û Galatayê, li Meydana sor, li kêleka Bajarê qedexe, li kolanên Bombay, Çakarta û Victoria bêstar diraza.
Keçikeka gulfiroş beniştê xwe dicût, gozikên çavên wê gir bibûn, rondikên ji çavên wê dihatin xwar şiliya beniştê devê wê zêde dikirin, hemî pêgirên wê di navbeyna dil û çavên wê de bûn. Erdê mezin, asimanê bilind, bipirse ji hikumranên xwedî îhtîşam û ji xezîneyên Karûn ka ew dê bikarin rojekê jî bêpêgirên (kontekst) derekî hebûna xwe berdewam bikin, lê hêmî pêgirên keçika gulfiroş di navbeyna dil û çavên wê yên ferîştahî de bûn; bêdê û bêbab.
Çi zanim, ew çi dem bû û dê min çawa bizanîba ko tam dema ko ez dê li rastî te bêm, tu dê çûyî bî, haya min ji wê bêzariyê tine bû, tenê hate dîtin û bihîstin ko te gotiye; “vaye ez çûm”; min qet bawer nekir ev rastî ye, ez wesa têdigiham ko tu dikî biçî; lê hemî rê li ber te girtî bûn; têgehên rîtma jiyanê yên wekî xweza, dorûber, serborî û mezinbûn hemî ji bo te qulfên bêmifte bûn.
Rê, zencîra qulfan, qulf bêmifte bûn; metaforên ji nişkayî ve rastiya rasteqîn li ber çavan vajî dikirin, ew çi dem bû ko, dema ko ez dê li rastî te bihatibûma? Ji aliyekê daristanên sehm û tarî, ji aliyê dî dîmenên 'bêobje' wekî kewa sabûna ko li ser kefê diheliya.
Di demê biriqîna stêra karwankuj re, ji çepereka xayîn bi teqîniya tifenga cendermeyê romî qurpînî ji binçengê fêrismêrekê hat û li cîhê xwe de can da; ew şehrazayê wan rê û çeperan bû, lê ji dema Adem û heya niho melevan di avan de dixeniqin, xweşmêr bi guleyên ji çeperên xayîn têne kuştin. Adem, mîha qer nema, hêj li kêleka çemên Dîcle û Firatê gureboz di cihê mîhan de mirovan dixwin…
Di nav baxçeyê Epîkrosî de, ji nav stêran, stêraka ciwan li ser rûyê bêmiradekê kezepperitî dibarî… “Ji dema ko Adem bi tenha serê xwe digeriya û heya niho cara pêşiyê ye bihillbijartineka azadane yek dibe serokê paytextê dîroka wî digihî baxçeyên cenetî, ew jî kurdek e”
Miletek stêra xwe ya asîmanan hêj nû dibîne, tawirên ko ji kevintirîn bajarê zindîyê li ser rûyê dinê bilind dibin xwe digîhînin ber birqîniya wê stêrê. Her roj destê dizên zemanan di kuncên tarî de tên girtin. Ez jî hêj nû ji xweka giran şiyar bûm. Tam di dema ko dê min tu bidîtîbûya de tu çûyî bû û ve careka dî tu li vir î. Ka bêje ew çi tofan bûn, bo xatirê zarokên xwezî di qirika wan de ziwa bûyî, tu wan tofanan hemiya bêje. Ji Adem û vir ve dest pê bike, wan rûpelên qirêj hemiyan li binguhê erdê bide; dizanim çîrokên hezar û yek şevê tenê ferdeyeke ji wê vegotina te! Hêj tevna herî delal nehatiye raçandin; çîroka bi perên sîmexê hatine nivîsandin hêj nehatiye vegotin, di vê çîrokê de dê her reng û deng muqtedîrê xwe bin… Lê ti tiştek cihê demê tu çûyî nagire…
|