STENBOL, 19/5 2006 —Duhî li Enqerê, di wextê ko endamên mehkemeya îdarî ya herî bilind di kombûnê de bûn, kesekê aboqet bi demanceyê ew gulebaran kirin û yek ji wan kuþt û çar jî birindar kir. Vê bûyerê firtoneyeka dî di nava mieseseyên kelmalîst û hukûmeta Erdoganî de derxist navê. Têt îdiakirin ko vî kesê êrîþkar, ji ber ko eyamekê berî niho, vê mehkemeyê biryara ji karbidûrxistina mamosteyeka zarokan ya 'biturban' di cih de dîtiye û erêkiriye wî ev êrîþ biriye ser wan û her di dema êrîþê de wî gotiye, " Ez eskerê Xwedê me û hon dê cezayên xwe ji Xwedê bibînin".
Îro jî, di meresima cenazeyê endamê mehkemê de, nûnerên hemî mieseseyên esasî yên dewletê-rejîma kemalîst amade bûn; serokkomar, sererkanê giþtî, serfermadandarên hemî hêzên leþkerî, endamên hersê-çar mehkemeyên temyîzê, konseya rektoran, serokê CHP-ê Deniz Baykal û hwd... Hemiyan nerazîbûna xwe li dijî hukûmeta Erdoganî dan diyar kirin. Heta ji nav xwepêþanderan hindekan sloganên wekî "Erdogan qatil e!" diavêtin û dixwestin hukûmeta AKP-ê dest ji kar berde. Di vê 'navbeyênê(!)' de hindek wezîrên Erdoganî jî xwe bi zorê ji nav destên xwepêþanderan de derxistin!..Yanî di fiîliyatê de hukûmet ji hukûmetî ketî bû, miameleya 'qaçaxan' lê dihat kirin. Reaksiyona hemî kesên amadebûyî pêþber hukûmetê bû.
Serokkomar Ehmet Necdet Sezerî mesajeka hiþk belav kir, got: "Rejim bûye hedef, yên ko bûyîn sedamê vê bûyerê divê helwesta xwe carek dî bînin ber çavên xwe". Hedefa vê mesaja Sezerî raste rast Erdogan û hukûmeta wî bû. Lewra dema ko mehkemeya navborî biryara fayla di heqê "turbanê" de, di lehê îdareyê de erekiribû, Erdogan û endamên hukûmeta wî jî, rexne li vê biryarê girti bûn. Ji ber vê çendê jî, merasima cenazeyî ji merasimeka 'þînê' û ji 'rêzlêgirtina kesê mirî' derket bû cîhê meydanxwendinekê ji bo Erdogan û hukûmeta wî. Serokê CHP-ê Deniz Baykalî jî got: "Xwîn ket nav siyasetê" Endamên herçar mehkemeyên bilind jî li dijî hukumetê beyanek dan.
Her tê îddiakirin ko ev kesê 'êrîþkar', mirovek 'aboneyê' rojnamaya bi navê Akît e. Ev rojname berdevikiyê ji 'dînreqên' tirk re dike û rojnameyaka ji aliyê 'ruhî' ve nêzîkî hukumetê ye jî, lewra rojnameyên tirk dinivîsin ko Wezîrê Derve Abdullah Gul jî, ji hemî rojnameyan pêtir ji Akîtê hez dike û vê rojnameyê jî berî niho eymakê biryara vê mahkemeyê ya di hêqê 'turbanê' de kiribû manþet û fotografê endamên mehkemeyê jî li bînê manþêtê dayibû. Niqteyeka dî ya balkêþ; dibêjin têkilyên vî kesê tawanbar bi çeteyên mafyoz yên rasîstên tirk re heye. Herkes dizane ko çeteyên rasîstên tirk her tim di bin kontrola 'dewleta kûr' de ne û dewlet her tim wan di karên tarî de bi kar tîne.
Lê mijar û bûyer çi dibe bile bibe, algirên rejîma kemalîst, ji bûyereka herî biçûk jî û ji her pêngaveka ber bi nermiyê ve tê avêt, vateyeka siyasî jê dirdixin û dibêjin, "Rejîm di bin xeteriyê de ye". Vêca çi rast çi 'xeyalî' heqîqet ew e ko rejîma kemalîst xwe di bin xeteriyê de dibîne. Lewra konjonktura dinyayê bi her hawayî zorê dide rejîma kemalîst ko, Tirkiye bi metodên tarî û bi zîhniyeta dîktatoriyên berê nayê birevebirin. Ev konjonktura dinê dibe sedem ko dînamîkên di nava Tirkiyê û bakurê Kurdistanê de jî derbikeve navê. Di qeda siyasî de, di halê hazir de, partiya Edoganî ji wan partiyên dî yên siyasî yên tirk hemiyan berûpêþtir e û çêtir dilxwaze ko Tirkiye heya radeyekê bêguhortin, lê zerer negihî wan û 'rêbaza' wan ya 'dînî' ya 'moderat' û dewleta wan ya unîter!
Ev 'îhtîmala' guhorînê tenê têrê dike ko xew li rejîma kemalîst biherime. Ji ber wê jî ne dûr e ko di vê bûyara dawiyê de jî cardî her destê 'dewleta kûr-rejîm'ê têde hebe... Ji ber ko ti berjewendiyên hukûmeta Erdoganî û hevalbendên wî yên daxilî û derveyî di bûyêrên wiha de nîne. Lê ev bûyer bû sedemê wê çendê ko hemî hêz û mieseseyên zînde yên kemalîst rabin ser piyan û diranên xwe li hemî derfetên demokratîzebûnê sîr bikin...
Lê mixabin! rejîma kemalîst rû-bi rûyî aloziyek û krîzeka esasî/strekturî ye. Lewra roja "þerê sar" ji dinyayê qedyayî ew roj, ji bo rejîma kemalîst bûye ROJA REÞ û ev roja rej hêj berdewam dike. Di kompozîsyona 'dinyaya nû' de ji xwe re cih nabîne. Serê xwe li hemî aliyan dide, lê neçar dinya ne dinyaya berê ye. Kurd jî dibêjin 'War ew war e, lê ne ew bihar e'. Belê Emerîka, Ewropa, Rusya, Îran hemî di cihê xwe de ne, lê pêgirên-kontekstên berê tune ne; heta Irêq jî li cihê xwe ye! Lê ka Irêqa berê!
Ji aliyê dî, Tirkiye welatek yê suîkastên siyasî û kodetayên leþkerî ye. Tecribeyên vî welatî yên metodên nemaþrû û tarî gelek in. Lewra bi hezaran cinayêt û cerîmeyên "failên wan nediyar" pêþber kurdan hatine kirin û ti caran perdeya ko li ser wan bûyêrên xwînî û tarî nehatiye rakirin.... siyaseta berdewam li ser kurdan jî têt kirin ev e!
Ji bilî suîkast û kuþtinên pêþber kurdan, bi dehan suîkast pêþber kesên rewþenbîrên tirk bi xwe, an jî aligirên rejîma kemalîst jî hatine kirin. Bo nimûne beriya deh salan rojnamevanê bi navûdeng Ugur Mumcu qelemþûrekê rejîma kemalîst bû, li ser fayla 'têkiliyên dewletê û Ocalanî' dixebitî, hate bombekirin heta niho jî bikujên wî nehatine girtin û bûyer nehatiye zelal kirin. Bi dehan bûyerên dî yên wekî vê bûyîn e, rejîmê hemû nixamtin... Ev suîkast pêþper kesên siyasî û eskerî yên payebilind jî hatine kirin...
Her wekî suîkasta li Turgut Ozal hatî kirin (1988) wekî ya li Serkomandarê Cendermeyan General Eþref Bitlislî hatî kirin. Bi dehan nimûneyên dî hene. Di sêyê çiriya paþiyê 1996-ê de, li Susurluk di qezayeka trafîkî de hemî diyarde û pênasînên qirêj yên rejîma kemalîst derketin navê. Ji nav qezayê mensubên, çete-mafya û dewletê û sîlehên suîkastan derketin, ko ew sîlah li Kurdistanê û pêþber welatparêzên kurd bi karanibûn. Lê rejîma kemalîst bi lez û bez ev bûyer jî nixamt, tenê navê wê wekî hediyeyekê ma; 'Bûyera Susurluk!' Her wêkî sala borî li Þemzînan ji neferê herî jêr heta serkomandarê giþtî destê eskerên tirk di ser sûç de hatin girtin. Lê çi bû? Hîç!...
Ji ber ko esker nobedarê rejîma kemalîst û xwediyê esasî yê dewletê ne, general çi bikin, çi bidin kirin, ew yasa ye! Parlamento, hukûmet, hiquq ev tiþtnin figuran in... ne li gor mîzaç û zihniyeta rejîma tirk û kemalîst in...dinya jî bi þeklek dî tê guhortin!
|