SWÊD, 6/5 2006 — Wek me got: mêtînger, ango kolonyalîst, kêfa wî tê ko bindestên wî bi tiştan mijûl bin, da ko wext û rê ji xwe re nebînin ko azad bibin. Mêtingerên tirk, heqaret namîne ko ji kurdan re dikin. Ji wan re dibêjin “kiro” an “´emele”, da ko kurd xwe wekî cahil û xizmetkarê tirkan bivîne.
Kurd ne cahil lê dilsoz in! Tirk hêdî hêdî bi viya dihisin.
Kurd ne “´emele”, lê kedkarên xwe û welatê xwe ne! Kurd hêdî hêdî bi xwe dihisin.
Lê ´hezar caran ´heyf ko hinek bi kurdan dileyzin û gelek caran jî kurd têne ev leystikan.
Gotinek tirkan heye, ko kurd “saf”, ango “dilpaqij” in. Qasî ko kurdê Dîyarbekirê an Nisêbînê hay ji ´Ehmedê Kaya heye, ji `Ehmedê Xanî tune ye. Jiyan û siyaset êdî ne azadî û tekoşîn, lê bûne qaçilên vala ko kes nizane kî çawa dadigre. Arabeskbûyina civatê encamek karakterê dewleta tirk e.
Çendekî berê li Swêdê di civînek de kurdek semînerek dida civatek kurd û swêdiyan û got ko “eger tiştek kurdan ê baş mabe, ew jî sekina wan a ser sonda xwe ye” û nimûneya fîlima “Kingdom of Heaven” da û got ko şikra kurd “wisa nin” ko Sil´hedînê Eyûbî hekîmên xwe şandiye ser dijminê xwe yê nexweş û dema ew baş bûye, hin êrîşa mirinê biriye serê.
De xwedê kir ko Eyûbî qezenc kir ko îro Kurdistanek me heye!
Ango, kurd destê wan hewqas vekirî ye ko dikarin ´erd û malên xwe bidin dost an mêvanên xwe. Êca ev “dost” an “mêvan” dizek be, rewşa ko kurd îro têde ne dertê meydanê û ev yek nabe ko bi dilê tu mirovî be.
Kurd divê tima bin!
Ne ko çavnebar an zikreş bin. Nexêr! Û kurd ne çavnebar û zikreş in. Eksê wî, kurd hertim lêgerê xweşî û heqîyê bûne. Berya îslamiyetê jî wisa bûye.
Lê mimkin e kurd nizanibûye kînga bêje “bes!”. Belkî ji ber ko kurd xwe perçeyek ji axa xwe didîtin, neket serê wan ko kurê xelqê sînoran diçixzînin û dibin dewlet. Ev nîşana dilsoziya kurdan e, xwedê wan bihêle...
Lê êdî bes e; dem e ko êdî mal û xaniyek me jî çê bibe û em jî wekî herkesî di nav cîhana ´alemê de bijîn. Tu tiştek me ji tu kesî kêmtir nîne û eksê wî, gelek tiştên me hene ko em fêrî dinyayê jî bikin. Kêmasî bi azadiya kurdan re dinya wê bibe ciyek çêtir: demokratîktir, îstikrartir û bêtir aşîyane. Bêyî Kurdistanê, re´hetî ji kesek re dê tunebe!
Dewleta federe a Kurdistanê hêjahiyek mirovahîyê ye. Divê ew dewlet bijî, geş bibe û bibe serbilindiya kurd û Kurdistanê li her derî.
Eger tirkmen û asûrî bixwazin li Kurdistanê bijîn, divê berpirsyariyên xwe bînin cî û mil bidin ew dewletê. Taybetî tirkmen nabe ko neyariya Kurdistanê bikin. Tirk qirêjahiya ´alemê ne û “bêtir tirk” ne di berjewendiya tu kesî de ye.
Di nav dizan de “destvekirîbûyîn” enayîtî ye...
Heta nuha qasî me daye me daye û xwedê hiske dinya ´alem ewê kurdan wekî milletek xwedî şeref û namûs nas bike û deyne ser serê xwe.
Berya her tiştî divê dewleta Federe a Kurdistanê were parastin: yekitiya Ewrûpayê divê dewleta tirk bîne rêzê, yekîtiya neteweyan divê statuya çavderiyê bide Dewleta Kurd a li Iraqê. Ev herdu yek destkeftinên li benda me ne ko divê rojek berya rojê werin pêkanînê. YE divê kurdan wekî neteweyek nas bike, YN jî statutyek fermî bide ev nasandinê.
Dinya ev yek deyndarê me ye... |