STOCKHOLM, 27/4 2006 — Piştî ko yewnan, bûlgar, sirb û arnawûd, li balkanan ji bin nîrê dagirkirina dewleta osmanî rizgar bûn, ordîya osmanîyan gav bi gav ber bi Stenbolê vekişîya û di şerê cîhanê yê yekem de digel elmanan û bi xeyalên tûranîzmê, li dijî frensî û ingîlîzan ket şer; û di dawîyê de, di hemî cepheyan de şikest û tirk mecbûr man ko peymana Mondrosê îmze bikin û dewleta osmanîyan bispêrin dewletên serfiraz yên şerê cîhanê.
Lê li Rûsyayê ji alî bolşevîkan ve bidestxistina desthilatê, bû hoyê rewşeke nuh û kevneefserên ordîya osmanîyan bi destûra ingilîz û padişah, ketin nav hewildanên cûrbecûr. Ji rewşa heyî maksîmal îstîfade kirin. Di dawîyê de bi pêşengîya efserê bi navê Kemal, komara Turkîyeyê ava kirin. Piranîya rêber û kadroyên vê desteya desthilatê efser bûn. Bi gotineke din mirov kare bêje ko daner û birêvebirên komara Turkîyeyê efser bûn.
Carekê li televîzyonê programeke balkêş li ser rejîma apartehîdê ya li Başûrê Efrîkayê hebû. Yên li desthilat û xwedî welat spî bûn. Mafê dengdanê jî ji bo reşikan tune bû. Jineke spî ko rejîma apartehîdê diparast, ji ber pirsekê weha bersîv dida: — Ev dewlet û welat me spîyan ava kiriye. Ji lewre divê 200-300 salên din jî em xwedî desthilat bin û rejîm nehête guhertin.
Di rojnameyên tirkan de min carekê xwendibû lê baş nayê bîra min ko kîjan bû. Welhasil nûçe li ser pirsgirêka Qibrisê bû. Rauf Denktaşê kevneserokkomarê tirkên Qibrîsê digot: — Ordîya me dibêje ”me Qibris rizgar kiriye, em ê pirsgirêkê çareser bikin.”
Kevneserokkomar û serokwezîrê Turkîyeyê Suleyman Demîrel gelek caran gotîye: ”Em ordî-milet in.” Ango bi saya ordîya xwe em bûne milet û em hebûna xwe didomînin. Roja ko ordîya me têkbiçe, em ê wek milet bikevin ber xetera jihevketinê.
Wek tê zanîn tirk an jî yên ko ji xwe re dibêjin tirk, piranîya wan ji bermahîyên împaratorîya osmanîyan pêktên. Bi gotineke din wek grûbeke etnîkî, tirk ne xwedî welat bûn, ango erdekî ko li ser dijîyan û di piranîyê de bûn, tune bû. Piştî danîna komara Turkîyeyê û xebata wan ya ji bo pêkanîna miletê tirk, ev sed sal e gihiştîye encama ko em îro dibînin. Ji lewre gelek aqilmendên tirkan, çi yên sivîl çi yên eskerî, dibêjin me hîn miletbûna xwe temam nekiriye; bi gotineke din, dibêjin me li ser axa Turkîyeyê civateke homojen hîn pêkneanîye, divê hewildanên me ji bo vê yekê bidomin.
Tirk, di rewşa îro de wek asteng bi tenê miletê kurd li pêş vê projeya xwe dibînin. Li gorî vê projeyê kurd hîn bi têra xwe entegreyê civata tirk nebûne û nehatine asîmîle kirin, ji lewra divê prosesa asîmîlasyonê berdewam be û çu mafek ko rê li pêş vê proje û prosesê bigire divê nehête qebûl kirin.
Xwedî û danerên komara Turkîyeyê wek jinika spî ya apartehîdê difikirin, difikirin ko wan dewlet ava kirîye, wan erd dagirkirîye û ew xwedî ne, ew ê li desthilatê bin; ango tiştên ko ordîyê ji desthilatê bi dûr bixe an jî lawaz bike qebûl nakin; bîlekis gavên ko ordîyê xurt dike diavêjin an jî didin avêtin. Çalakîyan dikin an jî didin kirin. Heta ev balansa heyî bi vî an wî awayî, ji hundir an ji derve bi hêzine din neyê guhertin û ordîya tirkan lawaz nebe, ne rejîma Turkîyeyê dibe demokrat ne jî guhertinên bingehîn pêktên. |