STOCKHOLM, 19/4 2006 — Carinan gava mirov nivîsarên nivîskarên tirkan di rojname û kovarên wan de dixwîne, mat dimîne. Zilam an jin dinivîsin, behsa tiştên baş dikin, behsa mafên insanan, heywanan, îdeolojîyan, rêxistinan, dewletan, pirsgirêkan, welhasil hemî tiştan dikin… helbet behsa kurdan jî dikin…
Lê balkêş e, ji faşîstan bigire heta bi komunîst, lîberal, nasyonalîst û enternasyonalîstên tirkan, yek bi tenê jî dernakeve û nabêje, bavo ev kurd jî wek ereb, faris û tirkan insan in, milet in, hemî tiştên ko em xwedî ne, mafê wan jî heye ko xwedî bin. Ango wek me xwedî dewlet bin, desthilat bin.
Parêzerên kîjan îdeolojî û sîyasetê dibin bila bibin, îlem dê qulpekî peyde bikin û bêjin çênabe ko kurd bibin dewlet, bibin xwedî desthilat. Tu yê bêjî roja ko kurd bibin dewlet dê roja axirzeman be, dawîya dunyayê be. Ya xirab gelek kurd jî dikevin ber bayê van xwende û nivîskarên tirkan û dibêjin “na” dewletbûyîn ji kurdan re dest nade.
Îslamîstê tirkan bi navê enternasyonalîzma îslamîyetê dewletbûnê ji kurdan re heram dikin, mîna ko qet dewleteke misilmanan li rûyê dunyayê tune be. Ev 22 dewletên ereban û 40 dewletên din yên civakên misilmanan, gelo çi ne? Divê îslamîstê kurdan ji xwe bipirsin gelo yên ko welatê me bi ordîyên xwe dagir kirine kî ne? Yên diavêjin ser gund û bajarên kurdan û wan talan dikin, wêran dikin kî ne?
Enternasyonalîstê tirkan yên xwedêgiravî sosyalîst an komunîst, bi navê enternasyonalîzmê ew jî ji kurdan re dewletbûnê heram dikin. Çênabe, sînorên mîsakî-mîlî bêne guhertin, ev dibe lîstika emperyalîstan, ev dibe sebebê lawazîya çîna karker. Ya herî baş ew e ko kurd yekîtîya xelkan têknebin! Yê nizanibe dê bêje, ev 50 sal e, ne Turkîyeya tirkan lê Kurdistana kurdan endama Natoya emperyalîstan e. Yê nizanibe dê bêje dagirkera Kurdistanê ne Turkîye lê, Japonya ye!
Ji xwe ne hewce ye mirov behsa, nîjadperest, faşîst û şovenîstên tirkan bike. Lê xeteke çi bêje hemî tirkan ya mişterek heye ko bi nexweşîya vîrûsa kurdî ketine. Bi serê xwe bihîstina gotina kurd û Kurdistanê, tavilê vîrusê di laşê wan de aktîv dike û tirk dikevin tayê! Xuya ye li hember vê nexweşîya tirkan hîn derman nehatîye dîtin. Roja ko tirkan an jî hinan li hember vê vîrusê dermanek peyda kir û hemî tirkan derzî li xwe xistin da ko laşê wan hînî kurd û Kurdistanê bibe, wê gavê tu astengeke dijwar li hember çareserkirina pirsgirêka kurdî namîne!
Ji hêla din, mirov carinan li vir û li wir, di rojname an jî sîteyên kurdan de pêrgî hin ecêbîyan tê. Kurd in, bi salan e goya di nav karên sîyasî de ne, dibe ko bi çewelan kitêbên cûrbicûr xwendine; te hew dît va wek enternasyonalîstekî kurd dibêje: Nasnameya min insan e; û welatê min jî dunya ye!
Yên nizanibin dê bêjin ev rebenên xwedê li asîmanan bi keştîyan digerin û nizanim li nêzî kîjan stêrkê rastî keştîyeke xerîb hatine, yên xerîb ji wan dipirsin ka ew çi ne û ji kû ne? Yên me jî dibêjin em insan in û ji dunyayê ne! Ma wisa nebêjin dê çawa bi yên xerîb bidin fam kirin ko ji bilî wan jî li dunyayê ruhberên xwedî nasnameyên din hene! |