STENBOL, 11/4 2006 —"Rihetnehêlana Barzanî" an jî ji bo pêşîlêgirtin û "lokalîzekirina" doza kurd û Kurdistanê bikaranîna terorê: Berî newrozê gelek çavdêr û komentatorên siyasî digot bi îhtîmaleka mezin dê di newrozê de pêleka şidetê dest pê bike; kesayetiyên wekî Mehmet Agar (serokê DYP-ê) nêzîkî dewleta kûr jî her di vê qenaetê de bûn. Ji ber ko pêwîstiya generalan û "rejîma kûr" ji şidet û terorê hebû. Ji ber ko projeksiyon ketibûn ser kunên tarî yên dewleta kûr û di peqîna 9-ê meha 11, 2005-ê li Şemzînanê pêk hatî de destê hêzên milîtarîst yên di nav sûc de hatibû girtin û gelek gumanên giran ketibûn ser generalê didoyê Yaşar Buyukanit jî, û îddia ew bu ko destê wî di nav gelek bûyêrên terorîstî yên li Kurdistanê de çêbûyîn heye.
Helbet di vê derê divê baş bê zanîn ko derdê rejîma tirk ne parastina şexsê Buyukanit e; ger pê bivê dê sed Buyukanitan jî bikin qurbanê rejîma kemalîst. Tirsa mezin ya dewleta tirk ew e ko rejîm ji dest biçe. Ew rejîm û zihniyeta ko tenê desthiladarî û quwetê meşrû dibîne; ew rejîma ko hemî hîmên wê yên esasî li ser jinavêrakirin û înkarkirina miletê kurd hatiye ava kirin. Belê ev rejîm, heqîqeta îspata îrade û viyana azadiya miletê kurd, ji bo xwe wekî rojareş û dawîlêhatina xwe dibîne...
Gotineka pêşiyên kurdan heye, dibêje; "Seg ji kî aliyî bitirse bi wî aliyî ve direyî". Ji bo kargeriyeka pozîtîf ya kurdên başûr li ser yên bakur çênebe û helwêstek yekgirtî ya neteweyî di nav kurdan de dernekeve pêş, li gorî ko Yasemin Çongara rojnamevan ji Washingtonê radigihînê, payebilindekê esekerî yê tirk ji wê re gotiye "divê em sedekê danin nêvbera Bakurê Iraqê û Başûrê-rojhilatê de. Rêya vê jî ew e ko em nehêlin Barzanî rehet bimîne."(Milliyet, 10/4 2006) Cihê tirsa generalên tirk gelek diyar e. Ji ber ko Mesûd Barzanî bi şexsiyet, sifet û helwêsta xwe, temsîla aqil, viyan û hedefa miletê kurd dike. Lewra tirsa rejîma tirk Mesûd Barzanî îşaret dike!
Eşkere ye; xeleka rejîma tirk ya herî zeîf ew e ko dijminatiya miletê kurd ji xwe re kiriye mijara hebûn û nebûna xwe. (Kîn û dijminatî berî her tiştî aqilê mirovî ji mirovî distîne) Lewra li pêşber rastiya miletê kurd û doza Kurdistanê – ji derveyî terorê – ti planek û argumanên rasyonel yên ko li gor konjonktura dinyayê ya îro nikare bide pêş. Çawa?
Şener Eruygur qumandarê hêzên zemînî bû û vê havîna çûyî teqawîd bû; gelek caran kurd bi qirkirinan tehdît dikir û wî jî, berî niho eyamekê, tirsa rejîma tirk wiha dianî ziman: "Niho behsa hindek hewildanên li dijî Îran û Sûriyê tên kirin. Nûçeyên derbarê daxwazên Emerika de derdikevin. Ji bo Tirkiyê ya giring ew e ko ew pêkhata li Bakurê Iraqê bê lokalîze kirin. (...) Ger hindek rûdanên dî çêbin û parçenin ji Îran û Sûriye bên vekirin dê hingê Tirkiye bikeve rîskê de. Lewra ji bo rewşa niho gavek dî pêşnekeve divê pêşî lê bê girtin. Xeletiyên ko ji 1991-ê ve tên kirin divê hêdî neyên kirin." (Fikret Bila, 4/1 2006 Milliyet)
Mantiqa generalê ko li ser kar e û ya generalê jikarketî her eynî ye. Ev mantiq di heman demê de mentalîteya 'usula îdarî' ya rejîma tirk ya 'kûr' e. Argumantasyon û mentalîteya stratejîst û analîstên ko "aqilmendên" rejîmê ne jî her wiha ye. Hedefa vê mentalîteyê ya esasî ew e ko ji aliyê îrade û erka siyasî ve bi hawayekê mitleq kurdan tine bike, ger tine nebûn divê bên lokalîze kirin!
Vê mantalîteyê zeafeka mezin di aqilê rêveberên esasî yên rejîma tirk de çêkiriye ko di vê mijarê de nikarin siyaseteka dî ya "meqûltir" bibînin. Eruygur di eynî beyana xwe de dibêje, wan xwestiye ko Talebanî-Barzanî-Ocalan berdin yêk da ko siyaseta kurdan têkbiçe û Tirkiye bi ser bikeve, lê ew dibêje di vê mijarê de hesabê wan yê 'lokalîzekirina kurdan' xelet derket, ew bi ser neketin. Çi xerîb e ko Eruygur û jêderê dî yê navnediyar wê aqliyeta ko pê bi ser neketîn, careka dî, wekî riya çareseriyê didin ber desthilatdarên tirk, careka dî dibêjin divê em Barzanî rehet nehêlin û wan 'lokalîze' bikin! Yanî vîzyonek, perspektîfeka dî tune ye, her dizivirin ser eynî metodê.
Baş e, kes ji wan generalan, ji wan şahînan re nabêje ev mentalîteya hon behsê dikin vaye heştî sal e hon bi kar tînin, lê hon bi ser neketine, ji îro û şon de hon dê çawa bi ser bikevin?
Eşkere ye ko ev rejîm, ewlekariya xwe di şidet û terorê de dibîne. Lewra dereweka dî mezin ya rejîma tirkan heye; ko dibêjin tehdîda terorê li ser ewlekariya dewleta wan heye. Berevajiyê vê dema ko teror nebe, ev rejîm ewlekariya xwe di xeterê de dibîne. Lewra ger teror û atmosfera şidet û tirsê nebe, dê dînamîkên civakê yên demokratîk derbikevin navê û ew ewrê terora reş ko coxrafyaya Kurdistanê û miletê kurd xistiye bin bandora xwe de, dê xwe bide paş û dê rastiya miletê kurd bi hemî zelaliya xwe ve derbikeve navê. Hîmê kevirên vê rejîmê ko li ser bingehê derewan li ser yêk hatine siwar kirin, dê yek bi yek bên xwarê. Ji ber vê rastiyê jî, ev rejîma derewan ewelekariya xwe ya esasî di teror û şidetê de dibîne.
Lê tirs pere nake! Îradeya miletê kurd ya ko li başûrê Kurdistanê tecelî bûye, balansa vê rejîma tirk yekcarê têkdaye; ji ber ko lingek yê vê rejîmê yê esasî, rejîma Bexda ya be'siya gorbegorbûyî bû. Çi heyf e ko ev rejîma tirk hêj dixwaze hêviyeka mezin ji Şamê û Tehranê bike, lê mixabin, dinya ne dinyaya berê ye; ew herdu paytext jî li ber hejînê ne! Parametreyên dînamîkên guhorînbarên dinyayê jî qet ne li gor dilê vê rejîmê ne...
Lewra rejîma tirk, careka dî li aparata xwe ya "efektîf" vedigere û dest ji terorê bernade. Lewra bi îhtîmaleka mezin hêvî û plana rêveberên vê rejîmê ew bû ko "newroz bibe gola xwînê!" Aqilekî-selîm, rê neda di newrozê de xwîn bê rijandin.
Dibe ko li ser bê minaqeşe kirin ka heta çi radeyê hikumeta Erdoganî peygir û peyreva xwediyên esasî yên rejîmê ye, an heta çi radeyê ji xwediyên rejîmê vediqete? Lê bi ya min haya hikûmeta Erdoganî ji vê plana generalan hebû û qasî ko ji wî û hikûmeta wî hat, derfet nedan wê çendê ko di pîrozbahiyên newrozê de dîmenên terorane û şidetê rû bidin...
Çi mixabin e ko ji ber serneketina vê planê, 25-ê adarê li nav berfa zozanên di binya Mûşê de 14 qurbanî rawestiya bûn... Piştî kuştina wan qurbaniyan, di serî de Diyarbekir û çend bajarên dî yên Kurdistanê çawa radestî teror û şidetê bûn û çawa ji zarokê sêsalî heta esnafê heftîsalî bûn hedefa terorê, cihên kar çawa hatin xira kirin û talan kirin me hemiyan dît... Hindek dorûber, kes û aliyên biyanî û kurd ev bûyerên he, wekî "întîfadeya" kurdan dîtin; bêyî ko bifikirin ko ka "întîfadeyê" an jî bi gotineka dî bikaranîna zarokan ka çawa dehweya Filistînê esîr girtî ye. Lê hêj di germiya bûyeran de, dengekê aqlane ji rihsipiyê kurd Îhsan Arslanî derket û got; "ev karê destxurtkirina şahînan e". Mabesta wî şahînên tirk bûn.
Ji aliyê dî, xizmetkariya Abdullah Ocalanî ya ji bo dewleta tirk ne sir e û ne jî tiştek veşartî ye û qedera bi hezaranan xortên kurdên ko li serê çiyayan in bi "telefona" Abdullah Ocalanî ve girêdayî ye. Ji ber wê jî, argumenta ko "şahînên kurd û şahînên tirk naxwazin şer raweste" agrumenteka xelet e. Ti "şahînên kurd" nînin. Yên xwedî rolên serekî, "şahînên tirk" in... Û şahînên pasavanên rejîma tirk, bêteror xwe neçar dibînin.
Ji bo mekanîzmaya terorê bi hawayekê "efektîf" bê bi kar anîn diviya bû ko ev mekanîzma li ser "tez û antî-tezekê" bihatiya ava kirin. Ji bo vê jî, ji Abdullah Ocalanî û rêxistina wî ya apoyî baştir antî-tez tine bû. Lewra ve zêdetirî 20 salan e ko ev mekanîzmaya terorê bi hawayekê gelek "efektîf" li ser miletê kurd tê bi kar anîn. Ji bîlî windakirina giyanê bi dehhezeranan kurd, ji xirakirina jêrxana Kurdistanê bigire, lokalîzekirin, parçekirin û deformekirina aqliyeta neteweyî, heta têkçûna cewherên civakî û xirakirina hîmên takeyî gelek encamên vê mekanîzmaya terorê hene. Lê encameka vê tererorê ya herî cidî û berbiçav, xurtkirina dewleta nîjadperest e.
Belko ji bo mirov bi formulasyonaka herî besît rola Abdulah Ocalanî û rêxistina wî ya di vê mijarê de rave bike, manşeta ko li ser bergê kovaraka (Tempo, nîsan 2006) tirkan bû, mirov li vir qeyd bike nimûneya herî baş e. Manşet wiha bû: "PKK vuruyor milliyetçi Türkiye'yi kuruyor” yanî ”PKK lê dide û Tirkiyeya miliyetçî ava dike". Ka ne ji xwe ve şîara PKK-ê "Gerilla vuruyor Kürdistan'ı kuruyor” yanî ”Gerilla lê dide Kurdistanê ava dike!" bû. Belê rastî bi hawayekê hinde besît hat nixamtin; di bin perdeya rizgarikirina kurd û Kurdistanê de, armanca esasî avakirina Tirkiyeya milliyeçî bû...
Lê gelo çima kurd qismekê mezin yê kurdan bûne payebendên an jî parçeyeka ji vê mekanîzmaya terorê. Gelo ev payebendiya qismekê mezin yê kurdan, wekî ko rêzdar Kemal Burkay dibêje; ji aqilhewabûna wan, an jî ji bengîtiya (passion) wan tê?
Bêşik; civaka ko dîskursa "xwîn, berxwedan, zîndan, gerîla, şer, çiya, şehît, bedel, barût û agir" li ser hakim be, di wê civatê de fonksiyonek zêde ji aqlî re namîne; civak dikeve bin bandoreka hisî û arguman û melayiketên aqlî zêde tê de nayên bi kar anîn. Vêca ger ev dîskurs ji bo rizgarkirina ko miletekê ji hemî mafên xwe yên neteweyî bêpar e û di bin sîtemkariyê de ye, bê bi kar anîn, karîgeriya vê dîskursê digihî radeya herî bilind û rastî biwxe di bin perdeya vê dîskursê ve tê winda kirin. Lewra dîskursa dewletê jî, ya wekî "separatîst, xaîn, kurdçî terorîst, dijminê dewletê" bi hawayekê mikemel dibû arîkarê avakirina dîskursa herdu aliyên mekanîzmaya terorê.
Lewra wêkî li jor jî, îşaret bi berevajîkirina rastiyê hate kirin, bi riya vê mekanîzmaya terorê hemî têgehên têkoşîna neteweyî ya azadîxwaz û mirovperwer hatin berevajî kirin. Bi navê "şerê azadiyê" metodên terora reş hatin bi kar anîn, vê terorê kurdên bêçek û masûm ji xwe re kirin hedef. Bi navê "azadiya fikrê" hezeyanên Ocalan wekî ayet hatin qabûl kirin, tehemil ji ti fikreka dî re nema; bi navê "azadiya jinan" jin kirin xwekujên Ocalan, şerê "rizgarkirina Kurdistanê" bû şerê rizgarkirina Ocalan... Têgeha aştiyê jî ti car hinde dejenere ne bûbû bi qasî ko rêxistina apoyî û alîgirên wê dejenere kirî.
Rêxistinên sivîl jî wateya xwe winda kirin. Serokên komeleyên mafên mirovan li Tirkiyê bi hawayekê biheq terora dewletê şermezar dikin, lê qet nayê bîra wan hêj ji bo çi xortên kurdan li serê çiyan tên kuştin, an jî gelo çima bi sedan – belko jî bi hezaranan – xort û keçên kurd bi fermanên Ocalan hatin binber kirin? Ti rêxistineka sivîl li ser vî aliyê Ocalanî û rêxistina wî nasekine. Ji ber ko hatiye ji ber kirin ko ev şer, şerê azadiyê ye!
Lê serhatiyên beşeriyetê û nezeriyeyên siyasî hertim kadir û pêşevanên civakan dawetî rasyonelbûnê dikin. Lewra mirov hertim ji pêşîvan û kadirên civakê dixwaze ew rasyonel bin. Yanî çênabe plan û programên siyasî li ser hisan bên ava kirin, divê plan û hesabên siyasî li ser berjewendiyên "rasyonel" bin.
Lewra li gor qenaeta min, hem li qada legal de, hem li ya îlegal de rêveberên siyasî – her çend di prosesa biryardayînê de ti înîsîyatîfeka wan nebe jî – yên ko layengirên rêxistina apoyî ne, ne aqlê wan li hewa ye û ne jî bengîtiyê çavên wan kor kiriye. Ew gayet rasyonel in. Ma mebesta esasî ya siyasetê ne ''îqtidar' e?
Bo nimûne ji aliyê argumantasyona îqtidarê ve mirov nikare bêje "serokbelediyên Kurdistanê ne rasyonel in". Her mirov nikare bêje nîv-serok û serok û rêveberên DTP-ê jî ne rasyonel in; ji ber ko di vê siyasetê de îqbaleka siyasî û aborî jî heye; her belediyeyeka Kurdistanê xwedî butçeyeka berbiçav e; derfetên wan yên îstixdamê jî pir in. Fonksiyona mikafatê jî di vê xeta siyasî de baş tê bi kar anîn! Vî şerî ji bo layangirên xwe îmkaneka "rasyonel" jî derxistiye pêş.
Vêca ger pirs ew be ko ka ev îmkanên "rasyonel" çend ji bo berjewendiyên kurd û Kurdistanê tên bi kar anîn? Ev mijareka dî ye...
Bersîva vê pirsê di hebûn û nebûna cewherên exlakî-moralî de veşartî ye. Lewra ger tu îdealên însanî û cewherên moralî ji nav siyasetê de derbêxî, tenê îqtidar û îmkanên îqtidarê yên ne-insanî dimînin...
Lewra em dibînin ko vê mekanîzmaya terorê û model-serokê rêxistina apoyî şerm jî li mirovan daye jî bir kirin. Dema, Abdullah Ocalan dibêje "Îsmaîl Beşikçî êrîşî min û dewletê dike" ti layengirek yê Abdullah Ocalanî ne ji xwe û ne jî, ji wî û vê gotina wî şerm nake!
Dizanim; kurdên ko aqilê wan û berjewendiyên wan yên siyasî û aborî angajeyî apoyîtiyê nebûyî ne, ji vê rewşa "her tişt ji bo serok e, serok jî di bin xizmeta şahînan de ye" gelek şerm dikin! Lê ji bo ev şerm jî, di bin dûmana terorê de bifetise û Diyarbekir bê radest kirin divê îmkanên terorê neyên tine kirin û her divê hêvî ji "rihetnehêlan" û "lokalîzekirina Barzanî" neyê birîn!
Mamekê min heye gelek lêdan û tehdayî ji destê eskerên tirkan dîtiye. Tenê nifînekê bêdiayî) dike û dibêje; "înşaelah Xwedê van tirkan bike etnîk!" |