STOCKHOLM, 3/4 2006 — N. Makyavellî, yek ji hoste û danerê zanistîya sîyasetê ye. Digel gelek berhemên din, berhema wî ya herî binavûdeng Mîr (Hikûmdar) e. Makyavellî di vê kitêba xwe de, li ser karûbarê birêvebirina mîrektî û dewletan, di bin gelek beş û mijarên cuda de, fikrên xwe dinivîse û tecrûbeyên tarîxî bi nimûneyan destnîşan dike.
Makyavellî ji ber kar û tecrûbeya xwe ya dîplomasî û şêwirdarîya mîrektîya Floransayê, ji nêzîk ve bû şahidê çerxa gerandina dewlet û sîyasetê. Ji ber vê kitêb û fikrên wî, gotina makyavelîst ket nav peyvên sîyasî: “Ji bo gihiştina armancê hemî hacet mubah in.” Di asasê xwe de Makyavellî di kitêba xwe de, vî tiştî nabêje û armanceke weha zelal, bi vî rengî di nav fikrên wî de tune ye. Wek zanayê sîyasetê û dîplomatekî şareza, tiştên ko mîr û mîrektîyan ji bo serketina sîyaset û armancên xwe kirine, Makyavellî wan tecrûbe û xetên sîyasî bi awayekî zanistî li pey hev rêz dike. Li ser tifaqa alîyên xurt û lawaz, têkilîyên mîrektîyan, şer û aştî, welhasil ji bo serfirazî û gerandina çerxa mîrektîyê fikir û pêşnîyarên xwe bi metodeke rêkûpêk, bi nimûneyan radixe ber çavan.
Di kitêba xwe Mîr de, ji bo kesên xeyalperest, yên ko ne li gorî realîteya civat û jiyanê, lê li gorî xeyalên xwe yên sîyasî, dixwazin tiştine nedîtî, nebihîstî bikin, kêm zêde weha dibêje:
Di xeyala gelek kesan de, mîrektî û dewletên formazad, nedîtî, nebihîstî hene ko kesî di rastîya jiyanê de ew nedîtine; ferqeke mezin di nav mirov çawa dijî û divê mirov çawa bijî de heye. Yên bala wan ne li ser ka mirov çi dike, lê ka divê mirov çi bike de ye, ew ne serfirazî lê têkçûna xwe amade dikin.
Helbet tê zanîn û tiştekî xirustî ye ko xeyalên mirov hebin. Lê di hêla sîyasî de, gava mirov bixwaze wan xeyalên xwe bi darê zorê, çi wek takekes, çi jî li ser hinên din ferz bike û di jiyanê de biceribîne, çi mixabin ko encam ne serketin lê şikestin e. Mirov di nav tarîxê de pêrgî gelek tecrûbe û nimûneyên weha bixwîn û tehl tê.
Wek nimûne:
Di salên 1970î de li Kamboçyayê partîya bi navê Kmerên Sor ya di bin seroktîya Pol Pot de, bi darê zorê desthilat xist destê xwe û xwest xeyalekê li Kamboçyayê biceribîne. Li gorî teorîya Mao, ji bo danîna civateke pak û nuh hewceyî bi rûpeline saya hebû. Ji lewre divîya civat ji rûpelên ”nivîsandî” û ”qirêj” bihata paqij kirin. Ji bo pêkanîna vê teorîya ecêb û nedîtî, Pol Pot û hevalên xwe bi sedhezaran insan kuştin (tê gotin ko mîlyon û nîv ji xelkê xwe kuştin). Encam tê zanîn: Şikestin û têkçûna Pol Pot û çeteyên wî.
Xeyala Nazim û sosyalîzm
Nazim Hîkmet şaîrekî tirk î binavûdeng e. Di şiîreke xwe de weha dibêje: ”Wek darekê azad, wek daristanekê birayane…”
Nazim komunîst bû û bi bawerî propagandaya komunîzmê dikir. Di hemî berhemên wî de ev fikir û bawerîya wî xuya dibe. Gava ew rêzên jorîn dinivîse bi rastî jî bawer dike ko insan dê di sîstema sosyalîst de wek darekê azad û wek daristanekê birayane bijîn.
Lê di rastîya jiyanê de weha nebû, sosyalîzm wek xeyal ma û ew insanê azad û daristana birayane wek ko Nazim difikirî pêk nehat. Serokê partîya komunîst ya Rûsyayê (we divê Sovyet bixwînin) nîvkeşeyê gurcî Stalîn, gotinên Nazim bi awayekî din pêk anîn. Tê zanîn, daristan ji daran pêk tê û Stalîn civat wek daristanê dît û gava hewce bû ji daristana ji insanan pêkhatî dar birrîn û wek êzing, max û beşt bi kar anîn; li daristanê kemîn hebûn, Stalîn ji bo nekeve kemînan, wî bi xwe bêhedûhesab kemîn danîn. Li daristanê qanûna daristanê hebû, yên bihêz di jiyanê de diman. Stalîn li hember xwe tu hêz nehiştin. Herçî azadîya ferdan, yanî wek darekê azad bûyîn, ji xwe bêhna wê jî di rejîma Stalîn de nemabû.
Gelo ji hêla sîyasî de, Nazim bigota wek bizinekê azad û wek kerîyê pez birayane… dê bêtir li rejîma Stalîn neguncaya!?
Li civatên ko piranîya wan ji gundîyan pêkhatî ye, bi darê zorê desthilat bi dest xistin dibe ko hêsa be, lê avakirina sosyalîzmê xeyal e. Lê xeyalkirina bihuştê serbest e!
Gelo di ceribandina xeyal û tiştên nedîtî de Makyavellî rast difikirî an ne? |