STENBOL, 28/3 2006 — Dîmen, hal û helwestên konformîst û bafonî (buffoonish) mirovî dilsar û dilteng dikin; mirov ji xwe û hemî cewherên mirovî tê þermê. Þerm!
Belê ger mirov, mirov be ti carî þerm jî, ji dest mirov bernade, cihê ko þerm lê qediya mirov jî diqede!
Bêþik, kuncên reþ yên gelek mezin yên þermê di dîroka insanetiyê de hene. Bo nimûne hizr û bîr û kiryarên naziyan þermek mezin ya dîroka însanetiyê ye; her rêgirê naziyan û failê Helepçeyê Sedam û himpayên xwe jî wekî nimûne hêj li ber çavên me ne. Lê gelo ma ev þerm, hima tenê, ji xayînmiroviya naziyan û ji psîkopatiya fuhrerê wan Hîtler derket?
Li gorî feylesofê post-modernîst û lêkolînerê rasteqîniyên berdewamî yên civakê Michel Foucault, nazî, bi wateya gotinê ya herî xirab 'jinkevanoyên' malê bûn.
Ma jinakevano çi dike; ji sibê heya êvarê paqijiya malê dike; gend û gelaþê nava malê paqij dike. Li gor feylesofê navborî naziyan jî paqijaya gend û gelaþên nav civakê dikirin; lewra civakê, mirovên hemcinsbaz, yahudî û yên ne ji nîjadeka saf wekî gend û gelaþ û qirêjê didît.
Ger mirov li gorî zincîra sedem û encaman li mijarê binêre, civakeka wekî Foucault rave dike bû sedemê derketina fuhrerekê wiha wehþî! Wê caxê gunehê Hîtler çibû? (Ji xwe Foucault naziyan bêguneh nabîne)
Ger em bi hiþk û hikþ xwe bispêrin nêrîna determînîst, her wekî Jacquesê fatalîst xwe dispêre enînivîsa xwe û dibêje "çi li serê min bê, ew li ser eniya min nivîsiye", çi li serê însanî bê sedemê wê serhatinê ew mercên ko însan tê de jiyayî ye.
Di herdu nêrînan de jî yê xwediyê qedera xwe, ne mirov an jî ne take (individual) bixwe ye, merc in (nêrina detemînîst) û banê jorî ye (nêrîna fatalîst).
Nêrîna fatalîst li aliyekê, lê gelo ya determînîst çend rast e?
Bi gotineka besît; ti tiþt "bêsedem nabin".
Analîza têkiliyên serê sedeman û encaman lênêrineka rast e. Lê ma gelo misoger e ko eynî sedem eynî encaman bidin? NO. Li vêderê ew cewher û muqtediriya takeyî/ê derdikeve pêþ.
Li gorî nêrîna determînîst ger di qernê 17-yê de mîrekiyên kurdan ne xwedî desthilatdarbûna, mercên îqtîsadî û derfetên entelektuelî nebûya – ger destaneka wekî ya Memê Alan li ber destê Ehmedê Xanî nebûya þahesereka wekî ”Memozînê” dernediket halê. Bêþik ev jî dîtineka rast e. Lê hêza ko wekî konkret ev berhem derxistî halê ne mercên ko em behs dike ye. Di van þertan de ne mîsoger bû ko berhemeka wekî ”memozînê” derbikeve halê. Lewra yê ev berhem derxistî halê qudret, viyan û þiyana Ehmedê Xanî bi xwe ye. Hêz û þiyana ko takeyî/ê jî dike take, ev deyndika/kakilê wî yê xweserî ye; ne merc in, ne qeder e, ew bi xwe ye.
Lê belê bela û tîraniyên li serê takeyî/ê de tên ne hindik in; wekî Adorno dibêje; "Endustriya Kulturê" di dema modern de take ji muqtediriyê daniye û kiriye belengaz û dûvajoyê xwe. Lê eynî Adorno wesiyeteka wiha dike: "Divê em hebûna xwe ya takeyî nekin qewarekê îdeolojîk û jiyana xwe ya þexsî jî bi hawayekê mitewazî û bêþatafat berdewan bikin; vê yekê jî divê em ne ji bo pêdivêyiyeka ko em kesekê/a têgihiþtî ne lewra, ji ber wê þerma ko em di vê cehenemê de hêj dikarin nefesekê bistînin, ji bo wê!" Cehenema ko tîranan ava kiriye li aliyekê...
Ew cehennema ko ji kîn, çavnebarî û ji þideta nava dilê me çêbûye, em çend ji wê cehennemê þerm dikin? Wekî take, di têkilî û danûnstandin, hizr û bîrên xwe de, bi gotin û vegotinên xwe, em çend xweþmirov û xwedî rêz in ji mafê her mirovek, takeyeke dî re?
Gelo her misqaleka fesadî, çavbarnegirtin, hesûdî û dilnexwaziya li gel her takeyekê, dibe sedemê rûdana çend xirabî û kunên reþ yên nav civatê û ev kunên reþ çawa dibin dergûþa qatilî û tîraniyê û civakê êsîr digirin?
Gelo çawa civakek dikeve qewareyê yek furerî de? Derhinêra sinemayê ya navdar Liliana Cavanî, dibêje, "Rejîma naziyan ne karê hezaranan cenawar û mirovên dîn bû. Ev rejîm ne bi kodateyeka leþkerî jî hat ser kar. Hêdî hêdî, gav bi gav, ser destê kesekê bi cih bû; mirov jî þibiyabûn wî kesî, ji ber ko xwe di wî kesî de dîtibûn."
Gelo çawa îro bi sed hezaran mirovên kurd doza xwe ya neteweyî û aqilê xwe yê takeyî ji bîr kirine û dibêjin "serok"?
Miletekê bi deh hezaran þehîd dan "ji bo serok!" Çar hezar gund wêran bûn, çar milyon mirov koçber bûn; "ji bo serok." 'Gerilla' þer dike "ji bo serok!" Bi milyonan kurd deng didin, heroj partiyek tê ava kirin yek tê xira kirin "ji bo serok!". Meydan tejî dibin "ji bo serok!" 'Teyrên baz' heroj xwîna mirovên bêguneh dirijînin "ji bo serok!" Bi hezaran zindanî hene "ji bo serok!" Partiya jinan heye "ji bo serok!". 'Parastina sîstema ekolojîk ' "ji bo serok!" Televîzyon, rojnama, enstîtu û sazî hene "ji bo serok!" (Wekî ko li Newroza îsal de jî xuya bû, ti þîarek, remzek û daxwaziyeka neteweyî ya vê girseya li dûv 'serok' diçe tune ye.)
Baþ e, kurd û Kurdistan? "Serok", Kurdistanê wekî çeperek ya iblîsan dibîne û ji bo wî hebe nebe mezinahiya Ata û dewleta tirk e! Her li gorî wî, alîgirên wî, yek jî bi kêrî quruþekê jî nayên ji ber ko ew hemî bi saya serê wî dijîn û kurd jî bi hebûna wî hene; lê divê bêjin "em tirkên binyatkurd in"; lewra nasnameya wan ya serekî tirkîtî ye...
Ji aliyê dî tu bêjî "'siyasetmedar', 'entelektuel' fikra te çi ye?"; dê bersîveka wiha bide: "Milet dibêje 'jiyan bêserok nabe!' Mirov, xwe ji bo serok diþewitînin! Lewra em jî mecbûr in vê rastiyê qebûl bikin"...
Ev çi cehenem e! Kes ji vê cehenemê þerm nake! |