STOCKHOLM, 24/3 2006 — Mirov li vir û li wir carinan di sohbetan de dibihîze, carinan di rojname û kovaran de dixwîne: Nasyonalîzm paşverotî ye, tiştekî xirab e.
Baş e, xem nake em vê wisa qebûl bikin. Lê divê em bersîveke maqûl ji rewşa sîyasî û çandî ji civat û dewletên heyî re bibînin. Ev dewletên ko îro li dunyayê hene, ev civatên ko hene, gelo çi ne? Li ser çi asasê, bi kîjan îdeolojîyê hatine ava kirin û hebûna xwe li ser kîjan sîyasetê didomînin?
Bêguman kesên ko hinekî haya wan ji dunyayê heye dê bibêjin ev dewlet û civat hemî li ser asasê îdeolojîya nasyonalîzmê hatine ava kirin û her wisa hemî dewletên mîlî ne.
Lê ecêba giran yên ko ji xwe re mîlîbûnê xirustî, normal û zerûrî dibînin, ji kurdan re dibêjin, dev ji mîlîbûnê berdin, mîlîbûn xirab e. Herwisa hin kurd jî bi zanayî an nezanî bi çavekî xiniz li mîlîbûna kurdan dinihêrin; mîna ko dewleta wan ya mîlî heye, pirsgirêka mîlî hatîye çareserkirin, welatê wan azad, kurd jî wek tirk, ereb, faris an jî almanan xwedî desthilat in, zarokên wan bi kurdî perwerde dibin.
Eger mîlîbûn xirab e, çima tirk, faris, ereb an jî rûs dev ji zimanê xwe yê mîlî bernadin, çima li ser xan û banên wan alayên wan yên mîlî hil dibin? Çima navê xwe naguherin, navekî ne mîlî li xwe nakin? Çima li dibistanan behsa tarîxa bav û kalên xwe dikin û bi zimanên xwe yên mîlî zarokan perwerde dikin? Çima dewleta xwe hilnaweşînin?
Parêzer an jî alîgirên kîjan îdeolojî (ji faşîst heya bi komunîstan) û sîyasetê dibin bila bibin, çima yek ji wan ranabe nabêje em dev ji ziman, tarîx û çanda xwe berdin, em (wek nimûne dibêjim) hînî esperanto bibin, bila esperanto bibe zimanê me? Çend tirk amade ne ko dev ji ziman û çand xwe berdin?
Fermo, ka ji sosyalîst, komunîst, liberal an nasyonalîstekî tirk, ereb an farisan bipirsin, ka ew ji bo dewleta xwe çi difikirin, ka ew qebûl dikin ko rûs an sûdanî hikumdarîyê li wan bikin?
Ma nasyonalîzm ji bo hemî miletan maf û marîfet lê ji bo kurdan qebhet e?
***
Gava zarokên kurdan dibin heftsalî li Kurdistana Turkîyeyê dest bi dibistanê dikin û her sibehê bi hev re li dibistanê bi dengekî berz, bi tirkî, dibêjin ”Ez tirk im…” Ango sirûdekê bi vî navî dixwînin. Ev tişt pênc salan li ser hev her roj dubare dibe.
Dibêjin rojekê alimek û şagirtekî xwe tên bajêr. Jiyana yê şagirt li medreseyan bihurîye û cara ewil bûye ko hatîye bajêr. Li kolaneke bajêr dimeşin û li deverekê, yê alim ji şagirtê xwe re dibêje: Ez ê biçim vê dukana hanê tiştekî bikirim, tu li vir raweste heya ez vegerim. Alim diçe dukanê, şagirt jî li derûdora xwe dinihêre, di wê navê de milê zilamekî li yê şagirt dikeve û zilam ji wî re dibêje ”bêşeref”. Bi bihîstina vê gotinê re yê şagirt bêhiş dikeve erdê. Xelk li dora wî dicive, di wê navê de xoceyê şagirt ji dukanê dertê û dibîne ko xelk civîyaye, diçe ba wan, dipirse xêr e, çi bûye? Dibêjin wele yekî ji vî xortê hanê re got ”bêşeref”, xorto bi vê gotinê re bêhiş ket erdê.
Xoce li ber şagirtê xwe çok dide erdê û di guhê wî de gelek caran li ser hev dibêje ”bêşeref”. Piştî midetekê yê şagirt çavên xwe vedike û radibe ser xwe. Yên li derûdor meraq dikin, ji yê alim dipirsin ”gelo te jê re çi got ko xorto bi ser hişê xwe de hat?” Alim dibêje: Heyran di jiyana vî xortî de kesî gotineke weha xirab tu carî jê re negotîye, ji lewre ew gelek aciz bû û bêhiş ket erdê. Lê piştî ko min di guhê wî de çend caran li ser hev ew gotin got, êdî ew jî hîn bû.
Tê gotin ko bîst mîlyon kurd li Turkîyeyê hene. Bi milyonan kurd ji ”tirkbûna” xwe aciz nabin an jî ne aciz in!
Nizanim, gelo ji ber ko tirkan bi salan bi wê sirûda xwe ya ”Ez tirk im...” em hîn kirin ko em bêrefleks bimînin!? |