SWÊD, 21/3 2006
Zimanek hebû li ezmana. Difirîya. Rastê hevalê xwe hat. Û got:
— Li jêrê binêre. Welatê min e. Dibînî?
— Belê. Çima wisa ye?
— ...
Rojê hembêza xwe vekiribû û rûyê der û dor miz dida. Lê li welatê Ziman şev û tarî bû. Zimanê ko bi baskan ketibû, li hevalê xwe nihêrt û pirsî:
— Dibînî?
— Belê. Çima wisa ye? Ka bêje, ev çi diqewime li welatê te?
— ...
Ziman li dilê xwe nihêrt. Bêdengî ketibû nav qefesa dilê wî da ko kêf û kena wî bifetisîne. Kenîya û got:
— Bêdengo! De derê lo, bes e. Hişê min hatîye serê min.
Bêdengî li nav çavên Ziman nihêrt da ko bibîne ka bi rastî hişê wî hatibû serê wî an na. Belê, hişê wî hatibû serê wî:
— Zimanê delal, li min bibore, lê divîya min bikira. Divîya min tu bikuşta, da ko bi ser xwe de werî û bibînî. Dibînî?
— Belê.
— De ka ji hevalê xwe re jî bêje, bila ew jî fahm bike. Binêre, min gotibû çi? Tu ne tenê yî.
Ziman ji bo mirina xwe hêstirek barand ser canê Bêdengîyê. Bêdengî ji kêfa firiya. Dinya bû ya wî. Rakir wî dilopa hêstirê û berda ser behra Wanê. ”Dîyarîya Zimanê te ye”. Behrê spas kir û ew dilop danî ser pêsîra xwe. Bêdengî xatirê xwe xwest:
— Zimanê delal, bêje. Ji hevalê xwe re teva bêje, bila ew jî baş bibîne, da ko ev tiştê hatîye serê welatê te neyê serê welatek din jî.
Û firiya çû, da ko bikeve nav dilê zimaneke dî. Sekan qedexe bû ji şerwanên azadîyê re.
Ziman nefesek kûr stend û dilê xwe bi hewaya paqij xemiland. Li Heval vegeriya:
— Dibînî?
— Belê. Ew kî ne?
— Tirk in.
— Tirk kî ne?
— Nizanim. Ji dûr hatine. Wan nas nakim lê dibe ko tu wan nas bikî.
— ...
Bêdengî beriya ji cem wan here pif kiribû dilê Heval. Heval bi Ziman bawer bû. Lê vî Zimanê ha çi digot? Ma ewê ji kuderê tirk nas bikirina? Ziman fikrên Heval dît û kenîya:
— Ma kalanên te nayên bîra te?
— Zimano, xewna minê do êvarê nayê bîra min!
— Okey. Binêre. Tirk şeytan in. Ji dûr ve hatin welatê me û bi hebûna xwe morek reş li ser welatê me xistin. Yê ko tu dibînî ew mor e. Roj jî nikare ronahîya xwe berde wan deran. Dibînî...
— Belê. Welatê te reş e.
— Belê. Ew reşahî tirk in. Lê tirk, ango reşahî, ne tenê li welatê min heye.
Ziman destê xwe danî ser milên Hevalê û bi tilîya xwe derên dî nîşê wî da:
— Dibînî?
— Belê.
— Reşahî li her derê heye. Lê ew jî tirk in. Tirk xwe dikin hezar şeklî û di her kolanê de dikarin ji xwe re cîh çê bikin.
— Okey, lê çima welatê te ji derên dî reştir e?
Ziman kenîya. Sebebek hebû ko Kurdistan mora herî reş a cîhanê bû.
— Welatê min navenda tirkan e. Tirkan meqerên xwe li welatê min danîne û reşahîya xwe ji wê derê belav dikin.
— ...
— Tu jî tirk î. Te ev zanibû?
— Çawa?! Ez ne tirk im!
— Tu tirk î.
Ziman çavên xwe girt û li Bêdengîyê gerîya. Wî di nav dilên zimanên dî de dît. Bêdengî li Ziman vegerîya û pê re hemfikir bû: — Belê, Heval tirk e. Lê bi rehm xwe nêzî wî bike. Bila nemre, gune ye.
— Tu tirk î. Tirk sembola tarîtî û reşahîyê ne. Ji destpêka demê heta îro wan jîyana xwe berdewam kiriye. Dizanî çawa?
— Çawa?
— Bi dîlgirtina dilên mirovan. Mirovan dixapînin û xwe di dilê wan de bi cîh dikin, rihê wan dadigrin û jîyana xwe didomînin. Tirkan dilê kalanên te jî dîl girtin.
— Ev tiştê ko dibêjî wek science fiction e.
— Ne tenê science fiction. Tirk vampîr in jî. Xwînmij in.
— Nuha ez vampîr im?!
— Na. Nezanîya te tu parastîyî. Tu ji min his dikî ji ber ko ez xweşik im. Ez xweşik im ji ber ko min tirk ji nav mêjî û dilê xwe avêtîye. Tu jî dixwazî xwe azad bikî. Ji ber wê ye ko em heval in.
Goyê bêdengîyê li wan bû. Eferim ji te re Ziman. Yezdan li Bêdengîyê nihêrt û enîya wî maçî kir. Eferim ji te re Bêdengî. Roj tîrêjek şand û rûyê Heval ronî kir. Ziman tîrêja rojê dît û ji xwe re kenîya. Zanibû ko roj dostê wan e.
— Te behsa kalanên min kir. Ma ew tirk bûn?
— Hem erê, hem jî na. Eger tirk di dilê bapîrên te de nebûna, dê bapîrên te rê nedana tirkan ko welatê min têkin destê xwe. Bapîrên te nedidîtin. Wan nedidîtin ko tirkan, berya min û te û berya dema bapîrên te, xwe kiribûn dilê kalkalkên wan. Êdî ew tev bibûn tirk û wan jî îcaze da tirkên dagirker ko xwe li welatê min cîh bikin. Bapîrên te yên tirk welatê min di navbera tirk û tirkan de parve kirin. Perçe kirin. Em perçe kirin. Ez perçe kirim.
Bêdengî girîya. Yezdan girîya. Roj girîya. Hêrsa Ziman diranên wî rakir ser pîya. Ziman li rûyê Heval nihêrt û qîrîya:
— Dibînî?!!
— ...
Bêdengî dilê Heval miz da, bi serê wî girt û pif kir goyê wî:
— Netirse. Hêrsa Ziman hembêz bike.
Heval kulma xwe li singa xwe xist û ew jî qîrîya:
— Eger ez bim, dê û bavê min bin, kal û kalanên min bin... Eger me qasî serê derzîyê be jî li we, li te, li welatê we, li welatê te neheqî kiribe... Eger me hiştibe ko tirk bi rîya me zilmê li we bikin... Eger me berxikek, xezalek, darek an pelek welatê we êşandibe... Eger me agir ji xwe re hildabe û dû ji we re hiştibe... Eger me li ser kêf û seyrana we sîya xwe danîbe… Eger…
Ziman destek xwe danî ser devê hevalê xwe û destê dinê danî ser dilê wî:
— Hevalê delal. Bêhna xwe fireh bike. Spas lê sûcê te di kirinên kal û bapîrên te de tune ye. Yên bûne bûne, yên çûne çûne. Em kurd dijîn, ne mirî ne û li ser xwe ne. Tu jî bijî, dev ji lêgerîna xwe ya xweşikahîyê bernede û me jî ji bîr neke.
— ...
— Spas.
Dengek yekgirtî hat ji dûr:
— Eferim ji we re.
Û şerwanên azadîyê tevde vegerîyan xebatên xwe. Serkeftin ya wan bû. |