SWÊD, 7/3 2006 — Eger jin bixwazin ez dikarim ev roja ko ”mêran” daye wan li wan pîroz bikim. Lê ezê nekim. Ev roj li we pîroz nebe! Û ne eferim ji we re ko hun bi ”roja jinan” qayil dibin û nabînin ko ”mêran” bi vî rojê we wekî objeyek (malek) danîye mizexaneyê ko salê carekê ”mêr” û jin tev werin li we temaşe bikin, bêjin ”çiqas xweşik e!” û dû re vegerin jîyana zilm û bêdengîyê. Û dîsa ne eferim ji we re ko hun nabînin ko bi ”roja jinan” zilma li ser jinan bi awayekî fermî hatîye betonkirin. ”Rojekî bidin wan û ji wan xelas bibin!”. Û hun jî pîroz dikin. Ev hun çi pîroz dikin? Ka têkoşîna we?
”Mêr” ji te re got ”jinê, va ez diçim Kurdistanê xelas bikim, dema vegerîyam bila xwarin hazir be”. Te got ”baş e”. Va xwarin. Ka Kurdistan?!
Ewê ”mêr” bêje ”welle dijmin neda”...
Ma çima napirsî, jina delal? Eger tu li kêleka wî ”mêrî” bûya, îhtîmala ko hun zora wî dijminî bibin wê du qat nebûya?
”Mêr” çêtir zanin? Ji tiştên wisa çêtir fahm dikin? Ev kar karê ”mêran” e?
Ne eferim ji te re.
Eger tu li kêleka wî ”mêrî” bûya, teyê bikaribîya fêrî wî bikira ko azadî bi slogan û teqareqê nabe. Teyê bikaribîya fêrî wî bikira ko mirov nikare bi şer xweşahîyê ava bike. Û teyê bidîta ko ”mêrên” alîyê din, tirk, çi leyîstikan tînin serê kurdan.
Xwendin û nivisandina te heye, jina delal? Eger tune be zehmet e. Ji ber ko mirov ne giravek e. Ji bo ko mirov dinyaya xwe fireh bike, ji jîyanê çêtir fahm bike û xwe bêtir û çêtir nas bike, divê ya mirov gelek bigere yan jî bixwîne. Xwendin bi xwe avakirina pirên mirovatîyê ye, meşa li ser wê pirê û naskirina dinyayên dî ye. Tu ne digerî, ne jî dixwînî. Ma bû çi?
Ew ”mêr” mêr e ko îmkanên di destê xwe de pêşkêşî jinê dike. Hele hele eger xwe wek têkoşerekî kurd bibîne û dilsozê azadîya kurdan be û di ser de rê li ber jinê veneke û eksê wê bigre, ew ”mêr” xayîn e, xizmetkarê dijmin e. Karê dijmin hêsantir dike. Azadîya kurdan derengtir dixîne. Çima? Ji ber ko rê nade ko nîvê civata kurd, nîvê potansîyela hêza azadîxwaz vî barê têkoşîna azadîyê hilgire. ”Mêrê” kurd civat û hêza azadîxwaz a kurd perçe dike, wî ji hêzê dixîne.
Ew ”mêr” dîn û ehmeq e jî. Çima? Ji ber ko fahm nake ko dema jin li kêleka wî be (ne li dû wî), wê barê wî jî siviktir be. Lêbelê ev bar ne tenê barê ”mêran” e, wekî ko azadîya ko emê bi dest bixin wê ne tenê azadîya ”mêran” be.
Civat, tevê her tiştî, zêdetir îmkanan dide ”mêran” ko xwe pêş ve bixin. Mêr ew e ko vê rastîyê bibîne. Lê mêr ew e jî ko van îmkanên xwe bi kar bîne da ko mirovên ji wan îmkanan bêpar in, nemaze jin, bikaribin xwe pêş ve bibin, ango jîyaneke bi dilê xwe bijîn. Tirkê ko piştgirîya doza Kurdistanê neke bêşeref e.
Sîyaseta kurd, eger bixwaze bi ser bikeve, divê hewl bide ko jinên kurd bikaribin rola xwe ya civakî û sîyasî bilehîzin. Em kurd tev, çi jin çi mêr, hewceyê prosesên perwerdeyê ne. Dema em nekin, wê tirk bi projeyên xwe yên wek ”Baba beni okula gonder” bi me bilehîzin û tinazan bikin. Ew bi me tinazan dikin ji ber ko eger bi rastî xêra me bixwestana ewê negotina ”Baba beni okula gonder”, lê ewê bigotina ”Bavo min bişîne dibistanê”. Eger xêra me bixwestana dibistana ko zarokên kurd diçinê dê bi kurdî bûya. Û eger xêra me bixwestana dê ne tenê xîtabî ”babayan” bikirina, dê xîtabî ”anneyan” jî bikirina û ew nekirina şûna koleyan.
Ne rojek, lê herroj têkoşîn.
Ya pîroz têkoşîn e.
Têkoşîn bi xwe serkeftin e. |