[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Çelik: Daketina ji çiyê dibe ko dîsa destpê bike
» Huseyin Çelik
ENQERE, 12/3 2010 — Li Tirkiyeyê, cîgirê serokê giştî yê Partiya Edalet û Geşedanê (AK Partî) Huseyin Çelik diyar kir ko di dema hatina komên ji Qendîlê de ji ber tiştên qewimî "bawerî şikestiye" û got:— Gava we karekî rewa kir divê zemîneke we ya rewa hebe. Heke di vî warî de niyetbaşî bête nîşan dayîn dibe ko daketina ji çiyê dîsa dest pê bike.

Çelik, destnîşan kir ko li Tirkiyeyê hin alî hene, naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe û bal kişand ko yên "mayinan difiroşin PKK-ê" û "dedektoran difiroşin dewletê" heman fîrma ne.

Çelik, bi bîr xist ko Tirkiyeyê bi Kurdistanê re têkiliyên baş danîne û got "ya diviya bûbe jî ev e" û wiha pê de çû:

— Kesê di nava rojê de çavên xwe bineqîne tenê ji xwe re dike şev, roj her rohn e. Li Bakurê Iraqê rêveberiyeke cîranê me heye. Iraqî dê biryarê pê bidin ka dê rêveberiya wê derê çi be, em xwe têkil nakin.

Em li navenda AK Partiyê bi Çelik re rûniştin û wî ev bersiv dane pirsên AKnewsê:

Pirs: Birêz Çelik, wek hikûmet hûn derbarê "zarokên keviravêj" de pêşnûmeyasayekê ji nû ve tînin rojevê, çi cudahî ji pêşnûmeyasaya berê tê de hene?

— Ne rast e mirov ji wê re bêje "pêşnûmeyasaya zarokên keviravêj", ji ber ko ev tenê ji bo "zarokên keviravêj" nîn e. Tirkiyeyê, Peymana mafên zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze kiriye. Di vê peymanê de jî hemû zarokên di bin 18-saliyê de wekî zarokên gênc têne qebûl kirin. Ji ber hindê jî, heke yek zarok be divê em ne bi çavê sûckirî lê binêrin, divê em bi çavê berê wî daye sûcî lê binêrin. Divê em wan ne li gorî prosedûra mezinan, li gorî prosedûra navneteweyî ya bo zarokan çi be, li gorî wan standartan bidarizînin. Tişta muxalet li dijî rabûyî ne mijara darizandina zarokan e, hinek tiştên dîtir in. Vê hefteyê an jî hefteyê bê dê bête rojeva komisyonê û hêviya me ew e ko qanûn derkeve.

Pirs: Di heqê guhartina qanûna esasî de jî amadekariya paketeke we heye, dê di wê de çi hebe?

— Di qanûna esayî ya me de, di heqê zarokan de, wekheviya mêr û jinan de hin xal hene divê bêne piştrast kirin û bikevin bin mîsogeriya qanûna esasî. Wisa tê fikirîn ko bendek di heqê girtina partiyên siyasî de bête danîn, di heqê ombudsmaniyê de sererastkirinek bête kirin û di heqê reforma darazê de hin guhartin dê bêne kirin. Dê tiştekî gelek berfireh nebe. Dê pakêteke berteng be. Xebata me ser vê berdewam e. Em ê vê pêşniyara xwe hefteya bêt pêşkêşî partiyên siyasî bikin. Em ê hem ji partiyên di TBMM-ê de hem jî yên di ser jis edî 1-ê de deng wergrtî re pêşkêş bikin. Çimkî em ji demokrasiya tevlêkar bawer dikin. Makezagon, peymana di navbera milet û dewletê de ye. Em dixwazin bi piştgiriyeke mezin bête derxistin. Lê heke CHP û MHP li TBMM-ê li ber neyên, em ê bi ya wan nekin û dê biçine nik milletî. Heke me jimara 367-ê bi dest nexist, em ê ji milletî bipirsin, ev jî, pêvajoya referandumê ye.

Pirs: BDP dibêje "baraja hilbijrtinê xala me ya sor e", di paketê de sererastkirinek dê bo benda hilbijartinê hene?

— Nexêr, bo benda hilbijartinê tu sererastkirin nabe. Çimkî li gorî qanûna esasî ya me, divê hilbijartin li welatê me îstiqrarê û li rêveberiyê jî edaletê pêk bîne. Mixabin li Tirkiyeyê, kultura koalisyona xwecihî tune ye. Kengî hikûmetên koalisyonê hatine serî, welat bernişîv bûye. Ligel ko niha li parlamentoyê 4 partî tenê jî hene, dîsa nikarin qanûnan derxin. Heke ev 10 partî be, gelo dê halê me çi be... tiştek jê dernakeve.

Pirs: Dê parlamenteriya Tirkiyeyê hebe?

— Ew tête fikirîn. Berê ji aliyê partiya me ve hate rojevê, lê partiyên dîtir germ berê xwe nadinê. Ev bi kêrî BDP-ê jî nayê. Çimkî, di wir de ev heye, 100 parlamenter di ber bendê nakevin. Her partiyek çend dengan bistîne dê hin parlamenteran wergire. Bo nmûne, em bêne 2007-ê, AK Partiyê ji sedî 47 deng wergirtin, dê ji wan 100 parlamenteran 47-ê wan wergire. Em bibêjin BDP-ê ji sedî 6 deng wergirtin, dê ji wan parlamenteran 6-ê wan wergire.

Pirs: Pêvajoya berlêvekirinê di çi qonaxê de ye, di rojên bên de dê çi gav bêne avêtin?

— Ez wisa difirikim ko ev berlêvekirin xizmetî armanca xwe dike. Wekî hûn jî dizanin ez parlamenterê Wanê me. Em ji wan salan tên ko li Tirkiyeyê nîqaşa kurd hene an tune ne dihate kirin. Ji wan deman tên, weşanên wisa dihatin kirin, gava ji welatiyên rojhilat re kurd dihate gotin, digotin, "Tûyê rûyê wan bikin, ew turkmen in û xwe kurd dihesibînin." Niha li Tirkiyeyê TRT 6 heye û 24 saetan bi kurdî weşanê dike. Kurdên kurdî serbest in, bi kurdî muzîk dikare bête kirin. Em gihîştin qonaaxeke wisa ko êdî li Tirkiyeyê, tu dikarî bi kurdî fêr bibî, fêr bikî, li zanîngehan enstûtiyên kurdî hatine vekirin, bi kurdî şano tête leyîstin. Ev pêşketineke gelekî girîng e. Dibe ko hinek kes vê kêm bibînin, lê bifikire, we ji civakekê re gotiye "kurd tune ne" û îro dibêjin "kurd hene". Dibe ko her kes bixwaze her tişt di gavekê de çêbe lê guhartina civakan ne wisa hêsanî ye. Ez dişibînim vê, heke hûn mirovekî qelew ê 180 kîlo bibêjin em ê di 2 mehan de daxin 80 kîloyî hûn ê wî bikujin. Mixabin BDP jî naxwaz vê yekê têbigihêje. Li şûna ko piştevaniya pêvajoyê bike – ez behsa pêvajoya berê dikim – dîmenên Xabûr-Silopiyê di serî de, ketin nav helwesta sabotekirina pêvajoyê. Ez dibêjim qet MHP jî BDP jî naxwazin ev pêvajo bi ser bikeve. Tişta DTP-ê kir ji MHP-ê re bû hincet û tişta MHP dibêje girseya BDP-ê tahrîk dike.

Pirs: Wisa tête çav her wekî hikûmetê jî pêvajo rawestand. Gelo ma berlêvekirin bi biryardariyê destpêkê didome?

— Ez dibêjim qey bi heman beryardariyê berdewam e. Birêz Wezîrê Karên Navxweyî di hevdîtina 13-ê kewçerê de 21 bend hejmartin. Gelek ji vana tesarufên îdarî bûn. Xebatên qanûnê û makezagon jî hebûn. Hate gotin ko dê bi dema nêz, ya navîn û ya dûr ev tişt bêne kirin. Gelek tesarufên îdarî, ji qedexeya li ser zozanan bigire heta lêgerînên li ser riyan gelek ji vana hatin rakirin. Qanûn lib bi lib rêkirin ber parlamentoyê. Ji gazinan ji mekanîzmaya leikerî bigirin heta avakirina saziya mafên mirovan giş hatin meclisê û gelek ji vana dê bêne qebûlkirin û heta dawiya sala qanûndanê dê bi dawî bên.

Her wiha, bo daketina ji çiyê pêvajoyeke niyetbaşiyê jî hate destpê kirin lê ew dagerandin şoveke îdeolojîk û kirine meydana propogandayê. Vê yekê jî mirovên rojavayê xiste nav gumaneke mezin. Heqê tu kesê nîn e, bibêje, gava ez ê vî alî (çavî) kil bikim ez ê wî alî (çavî) kor bikim. Heke gava behsê aştiyeke civakî tête kirin, nabe ko tu rexekî kêfxweş bikî, rexê dîtir bavêjî nav xeman, ev xeletî ye. Gava em Ruhayê, Diyarbekirê kêfxweş bikin, nabe ko em Yozgatê, Qeyseriyê bixeyidînin. AK Partî li gorî herêmekê siyasetê nake, li gorî tevahiya Tirkiyeyê dike. DTP û MHP partiyên herêmekê ne. CHP partiya plajan e, lê AK Partî ne wisa ye, wê ji 81 bajaran 80-ê wan parlamenter derxistine.

Pirs: Bo qanekirina raya giştî ya Tirkiyeyê çi hewldanên we hene?

— Bo qanekirina civaka Tirkiyeyê berî her tiştî em pêdiviya bi berlêvekirinê bi mirovan didine bawer kirin. A rast pêvajoya berlêvekirina demokratîk li Tirkiyeyê hişt ko dewlet û hemû gel bi tabû û tirsên xwe re bête rûqalê hev. Ma di pêvajoya berê de hûn qet dibûn şahidê nîqaşên ev qas zelal? Di rojnameyan de, televizyonan de, radyoyayn de, pirsgirêk bi hemû aliyên xwe ve ber çavan tête raxistin. Bo ko tiştekî çareser bikî divê berê li ser baxivî. Pirsa kurd pirsa duhî nîn e, pirseke sedsalî ye, di 30 salên dawîn ên vê sedsalê de xwîn heye, rondikên .avan hene, şidet heye. Birîneke bi salan e xwîn jê diçe bi pêçana hşn pansûmanan nayê çareserkirin. Em sihêrbaz nîn in ko hema di gavekê de ji kumikan kîvroşkan derêxin. Me di gelek konferansan de anî ziman; Li Tirkiyeyê, dema yekpartîtiyê pênc derdor hatin veder kirin.

Pirs: Kîjan derdor…

— Xeyrîmislîm, elewî, kurd, mirovên mutedeyîn û gundî hatin vederkirin. Heta sala 1946-ê li Enqereyê hatina gundiyan a bo semtên Ulus û Kızılayê qedexe bû. Lê sala 1964 piştî ko serdema pirpartîtyê dest pê kir, dengên gundiyan jî bi qimet bûn – ko civaka wê demê ji sedî 80-ê wê gundî bû, gundî ji yê dîtir derket lê her çar aliyên dîtir wekî xwe man. Me derbarê vana hemûyan de berlêvekirinek da destpêkirin. Civaka me wekî rengên keskesorê lê hat. Di demokrasiyan de reng li hev nayêne guhartin. Ne mecbûr e ko şîn bibe sor, sor bibe kesk. Bila hemû reng wekî xwe bimînin. Em keskesorê pêk bînin. Siyaset rêvebirina ferq û cudahiyan a pêkve ye.

Ez di wê baweriyê de nîn im ko li Tirkiyeyê di serî hemû pirsgirêkên dewletê de pirsa kurd heye. Ez dibêjim qet zihniyeta li elewiyan dixe, li dîndaran dixe, li xeyrîmislîman dixe û li kurdan dixe her heman zihniyet e. Sala 1955-ê di bûyerên 6-7-ê îlonê de malê xeyrî mislîman hatiye talankirin, sala 1942-ê ”baca hebûnê” hatiye derxistin. Ma li Tirkiyeyê mirovên mutedeyin dikarin bi bîr û baweriyên xwe bijîn? Divê em vana hemûyan wek demokratîkbûna dewletê bifikirin. Li dinyayê 5 awayên komarê hene: Komarên totalîter, komarên sosyalîst, komarên teokratîk, komarên burokratîk û komarên demokratîk. Mixabin, heta dewra AK Partiyê komara burokratîk berdewam kiriye. Di vê komarê de îradeya gel nehatiye temsîlkirin. Ev, bi îradeya burokrasiya sivîl û eskerî bûye. Em dikarin darazê de jî têkilî vê burokrasiyê bikin. Îro jana derbasbûna ji komara burokratîk a ber bi demokratîk ve tête kişandin. Milletê tirk di gelek waran de mehkûmê "bêçaretiya fêrbûyî" hatiye kirin.

Pirs: Çi ye ev bêçaretiya fêrbûyî...

— Ez vê bi nimûneyekê vebêjim, bo nimûne zanyar çend kuliyan dixine nava qutiyekê û serê wê bi kapeke cam digirin. Kulî camê valahî dihesibîne û hewl dide xwe bipengize û biçe derê. Carekê, deh caran, sed caran vê yekê dubare dike û her carê jî li camê dikeve û dikeve erdê. Û piştre bi xwe qayil dibe ko nikare bi pengizînê ji wê derê derkeve. Vê wekî qeder ji xwe re qebûl dike, heke hûn êdî camê rakin jî ew êdî napengize.

Pirs: Em ji vê nimûneyê dîsa li civakê vegerin...

— Li vî welatî, derbe, pêkanînên antî demokratîk, bêhiqûqî, kuştinên failê wan nediyar, îşkence, ferq û cudahiya herêman, teror, îlankirin dijmin a hemû cîranan, gotina sê rexên welatê me bi avê çar rex bi dijminan ve dorpêç kiriye, di hemû platformên navneteweyî de tenêhiştin wekî qederekê li mirovan daye sepandin. Cara ewil, gava me got eve wisa naçe, bêçaretiya fêrbûyî ne hêjî mirovan e hêjî sewalan e, mirov pê heyirîn.

Pirs: Çima diheyirin?

— Çimkî li dera dînîtî standart be biaqilî jirêderketin e. Heke niha em her du biçine Nexweşxaneya Aqil a Bakırköyê dê hemû teredîn hev agahdar bikin û bibêjin, "va ye du teredîn hatine, de ka biçin lê temaşe bikin." Ji ber ko teredînî standart e. Rastî wiha ye. Bi salan me wiha kiriye. Binêrin, derbarê alewiyan de komxebatek hate kirin. Ez cara ewil dibînin ko elewî bi rehetî ji xwe re dibêjim "Em elewî ne", suryanî dibêjin "Em suryanî ne", Ermenî dibêjin "Em ermenî ne". Mebesta herî mezin a berlêvekirina demokratîk yek jê jî ev bû. Partiyên ko dibêjin em alîgirê deomrasiyê ne divêt piştgiriya me bikin.

Pirs: Divê çi bikin, bo nimûne hêviya we ji BDP-ê çi ye?

— Gava berpirsyarên BDP-ê bi min re rûniştin, min ji wan re got. BDP partiyeke legal e û li parlamentoyê ye. Em dibêjin "em bi we re baxvin", ew dibêjin "nexêr" û wek navnîşan jî Imralî û çiyayê Qendîlê nîşan didin. Li tu devera dinyayê dewlet naçe bi çekdaran re rûnane, ma ev dibe? Bazarê nake? Ma li Brîtanyayê hikûmeta Îngiliz bi ÎRA-yê re rûnişt? Bi Sinn Feinê re rûnişt. Gava em dibêjinê harî me bikin, dibêjin "bi Apo re baxivin". Ma ev helwesteke rast e? Ma dê arî pêvajoyê bike? Hûn xwe tînin tunehiyê, heta dibêjin "em tune ne". Bi ya min, ev xirabiya herî mezin e ko partiyeke siyasî li xwe bike.

Pirs: Di destpêka pêvajoya bervekirinê de hûn bi DTP-ê re rûniştibûn lê piştre diyalog qetiya. Gelo pêvajoyeke nû ya diyalogê dê bi BDP-ê re dest pê bike?

— Helbet dibe dest pê bike. Em wisa difikirin ko hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê reqîbê me ne, tu kes dijminê me nîn e. Em li ser esasê reqabetê syasetê dikin lê nezaketê jî ji dest bernadin. BDP bo me partiyeke legal e, em dikarin bi serokê wê re jî an berpirseke wê re bi rehetî rûnin û baxivin. Lê gava berê me da Qendîlê wê gavê mijar cuda ye.

Pirs: Piştî hatina koma ewil a ji Qendîlê Wezîrê navxweyî Beşir Atalay gotibû, "dê komên nû ji çiyê bên" lê pêvajo sekinî. Di vî warî de dê pêşketinek çêbe?

— Bûyera Xabûrê bawerî sist kir. Wekî tête zanîn, wê pêvajoyê Wezîrê navxweyî Atalay bi birêz Ahmet Türk re rûnişt û gotê, "Vê derê danegerînin meydaneke îdeolojîk, nekin pirsa şovê." Wan jî bawerî da, got, "temam". Tu ji çiyê bo piştevaniya aştiyê tê, lê bi cilên şervaniyê tê, posterên Apo vedikî û dibêjî, "Min ji Apo silav anîn". Heke tu qasid bî, qanûn nahêle tu qasidiya rêxistinê bikî. Ji ber hindê jî, gava tu yê karekî meşrû bikî divêt terz û rêbazeke te ya meşrû û rewa hebe. Heke di vî warî de niyetqencî bêye nîşandayîn dê daketina ji çiyê dîsa dest pê bike.

Pirs: Hûn, tim ji raya giştî dipirsin, gelo piştgiriya gel a bo berlêvekirinê çiqas e?

— Piştî bûyera Xabur, Silopiyê serê gel gelek tevlêhev bû. Wekî tête zanîn, me kitêbokeke Berlêvekirina Demokratîk amade kir. Piştre wekî ekîn em ê 81 bajarn dîsa bigerin. Em bernameyên taybet çêdikin. Em gelek hewl didin medyayê di vî warî de bidine pêş. Vê gavê piştevanî her ko diçe zêde dibe. Gelek metirseiyên berê neman, lê divê di vê navberê de tu bûyerên şidetê çênebin. Çimkî gava teror çêbe, milet berê xwe dide cenazeyên şehîdan û ev jî bi kêrî hinekan tê. Qitayên MHP-ê yên bo cenazeyan amade ne jî.

Pirs: Heke PKK dîsa dest bi çalakiyan bike ev ê çi bandorê li pêvajoya berlêvekirinê bike?

— Ez her dem vê yekê dibêjim, divê em ji xeletiyên hinekî xwe nedin rê û ji ber wan ji rastiyên xwe bêne xwarê. Li Tirkiyeyê, kengî behsa çareseriyê bête kirin hinek dest bi têkvedanê dikin. Hinek li Tirkiyeyê naxwazin ev pêvajoya şer biqede. Sektorek çêbû, hinek ji vê sektorê dixwin. Fîrmayên ko mayinan difiroşin PKK-ê û dedektoran didine me, heman fîrma ne.

Pirs: Kemal Kılıçdaroğlu yê CHP-yî got, "bo aştiya civakî efûyeke giştî dikare bête îlankirin", nêzîktêdayîna we bo efûya giştî çi ye?

— Di rojeva me de tiştekî wisa tune ye. Em terorê deynin aliyekî, mesela, xwedê neke, yekî bavê te kuştibe. Ji bilî te tu kes nikare wî efû bike. Heke tu efû bikî jî milet dê bi stûkura te bigire.

Pirs: Dibe ko derbarê sûcên siyasî de efûyeke qismî hebe?

— Şertên Tirkiyeyê vê gavê bo vê yekê guncaw nîn in. Abdullah Öcalan heye, cezayê wî hatiye birîn û di hemû dagehên navneteweyî de pêvajoya hiqûqê bo wî qediyaye. Raya giştî ya Tirkiyeyê wî ji kuştina 46 hezar kesî berpirs digire. Heke we li Tirkiyeyê bo Abdullah Çcalaln got efû, êdî hûn nikarin tu tiştî bikin.

Pirs: Hûn têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û herêma Kurdistanê re çawa dinirxînin?

— Iraq, ne tenê bo xelkê Iraqê, bo me jî birîneke xwînokî ye. Bo tezkereya 1-ê adarê ligel ko ez hingê wezîr bûm jî, min dengê na bi kar anîbû. Em bi Iraqê re, cografya cuda, lê tarîx û kultureke hevbeş parve dikin.

Wek Tirkiye, em, gelek girîngiyê didin Iraqê û wê wek partnera xwe ya stratejîk dibînin. Bo ko Iraq xwe bi xwe li ser piyên xwe raweste çi ji destê me bêt em amade ne bikin. Helbet, bakurê Iraqê jî li gel vê ye. Têkiliyên hşkûmeta me yên bi rêveberiya bakurê Iraqê (herêma Kurdistanê) re li gorî hikûmetên berê gelekî dostane û germ in. Çimkî, xelkê wê derê xizm û mirovên xelkê me yê li Tirkyeyê ne. Navberekê derbarê Turkmenan de gotegotek hate kirin. Ez di bin serokatiya Abdullah beg (Gul) de di kombûneke Desteya Wezîran de amade bûm. Wezîrekî hevalê Abdullah beg ê selefî jê re got, divêt em Turkmenan li hemberî kurdan biparêzin. Helbet bila tu kes heqê tu kesê pêpes neke. Min hingê got, Birêz wezîr, li Bakurê Iraqê grûbeke Turmenan heye. Lê divê em ji bîr nekin ko li Tirkiyeyê jî gelek ji wan zêdetir heta bi qasî gelê Iraqê giştî Kurdmen hene. Min bi taybetî got kurdmen. Divê mirov bi çavê hevnijadiyê li prsê nenêre. Bila neheqî li ne turkmen, ne li ereb, ne jî li kurdên li Iraqê bête kirin.

Çimkî ne tenê turkmen û kurd, ereb jî cîranên me ne. Em bi wan re bazirganiya xwe pêşve bibin, têkiliyên siyasî germ bikin. Ez bawer dikim, dibistanên tirkî yên wê derê dê gelekî harî vê yekê bikin. Em bizavê dikin ko li Erbîlê (Hewlêr) konsolxaneyê vekin. Têkiliyên Tirkiyeyê yên germ bi wê derê re, gel Birêz Barzanî hene. A diviya bûbûya jî ev bû. Paşguhkirin polîtîkayeke nerast e. Tu nikarî ji nedîtî ve bêyî. Kesê di nava rojê de çavê xwe bimiqîne tenê ji xwe re dike şev, roj dê her rohnî be. Li bakurê Iraqê rêveberiyeke cîranê me heye, ew ê biryarê b,pê bidin ka dê awayê rêveberiya wan çi be. Ka dê federasyon be, an dê xweserî be ew ê biryara vê yekê bidin. Çu şolê me pê nakeve.

We got ko we dengê na da tezkereya 1'ê Adarê, îro gava li paş xwe dinêrin gelo redkirina wê tezkereyê rast bû?

Bi a min rast bû. Ez wiha li vê pirsê dinêrim, DYA-yê dê di ser me re li Iraqê bixista. Sedam Huseyin ne xema min e, xelkê Iraqê bo min girîng e. Hingê min wiha nirxand, dê mirovek ji dûriyan têt û dibêje, "Vê balkonê ni buhayeke giran bide min" tu yê çi bikî? Û dê bêje, "Ez ê cîranê te li çeperê danime vê derê ve bidim ber derbeyan." Min loma dengê na da tzkereyê û niha jî difikirim ko min rast kiriye.

PORTRE / HUSEYÎN ÇELÎK

Doç Dr. Hüseyin Çelik, sala 1959-ê li Gurpınara Wanê hate dinê. Di sala 1983-ê ji Zanîngeha Stenbulê Fakulteya Edebiyatê derçû. Heman salê wek asîstan kete Zanîngeha Yüzüncü Yılê ya Wanê. Sala 1992-ê li Zanîngeha kete Yüzüncü Yılê bû alîkarê doçent û sala 1997-ê jî bû doçent.

Di 18-saliya xwe de di Baskê Ciwanan ê Partiya Edaletê dest bi siyasetê kir. Di hilbijartina 182-ê nîsana 1999-ê ji Wanê bo parlementeriyê di partiya DYP-ê de hate hilbijartin. 3-ê tîrmeha 2001-ê ji DYP-ê îstifa kir û kete nav danerên AK Partiyê. Sala ewil ya parlementeriyê de bo Endamtiya Dîwana Serokatiya TBMM-ê hate hilbijartin. Piştî ko Koma AK Partî ya TBMM-ê çêbû, bû wekîlê serokê komê. Di hilbijartina 3-ê Mijdara 2002-ê de dîsa ji Wanê hate hilbijartin. Di hikûmeta 58-ê de bo wezîriya kulturê, di ya 59 û 60-ê de bo wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta AK Partiyê hate hilbijartin. Niha jî cîgiriya serokê giştî yê AK Partiyê dike.

Der heqê fikr û pêlên siyasî de, li ser kultura tirkî, dîroka siyasî ya tirkî û edebiyata tirkî û mijarên aktuel li dora 15 kitêbên wî hene.

Kemal Avcı AKnews
Werger: om AKnews

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Aknews
Weşandin: 2010-03-12
Xwendin: 13153
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org