[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Şêwirmendê neşêwirmend behsa serhatiya xwe û TRT-ya kurdî dike
» Umît Firat
STENBOL, 18/11 2008 — Dema ko dewleta tirkan behsa avakirina kanaleka kurdî di bin banê TRT-yê de kir Sinan Ilhan jî wekî gerînendeyê giştî yê wê kanalê destnîşan kir. Her di cih de di medyaya tirkan û di bazara gotgota kurdî de behsa Umît Firatî jî hat kirin ko goya ew şêwirmendê kurdî yê wê kanalê ye.

Sinan Ilhan ji bilî rewşenbîr û analîstê kurd Umît Firatî digel gelek kurdên dî jî têkilî danî û bi wan re li ser konsepta TRT-ya kurdî axivî û guhê xwe da nêrîn û têbîniyên wan. Lê belê cardî jî nav bi dûv Umît Firatî ketibû û kesên ko dixwestin di TRT-ya kurdî de bixebitin CV-yên xwe şûna ko ji TRT-yê re rêkin ji Umît Firatî re rêdikirin.

Mustafa Aydogan di vê hevpeyvîna dirêj de sohbetekê li ser serhatiya Umît Firatî û têkiliya wî ya digel TRT-ya kurdî dike.

***

Mustafa Aydogan: — Di heyva hezîranê de, berê di rojnameya Hurriyetê de û dû re jî di rojnameyên din de û herweha di sîteyên Înternetê yên cuda de nûçeyek hat weşandin. Li gor wê nûçeyê, TRTyê dê kanaleke kurdî danîya û Umît Firat jî dê bibûya şêwirdarê wê kanalê. Piştî wê nûçeyê, peyiv û minaqeşeyên li ser vê bûyerê bêtir hatin kirin û reaksîyonên di vî warî de bêtir hatin zimanî. Helbet, reaksîyon jî pir cuda bûn. Yên ko ji bo vê pirsê, tu pir tawanbar dikirî, rexneyên dijwar li te digirtin jî hebûn û yên ko rewşa te xweş didît jî hebûn. Wekî din, hin jî hebûn ko dixwast piştî lêkolîneke baş bigihêjin encamekê. Ev mesele çi ye? Ma tu bi rastî şêwirdarê kanala kurdî ya navbihurî yî?

Umît Firat: — Ev nûçe mizawirîyeke rojnameya Hurriyetê bû. Ev taybetmendîyeke vê rojnameyê ya naskirî ye. Nûçegihaneke nasa min ji rojnameya Hurriyetê li min gerîya û got ko wê hebûna kanaleke weha bihîstibû. Li gor texmîna wê, divê haya min jî bivênevê ji vê çêbûbûya û gava pirsî, bê ez jî ketibûm nav hin danûstendinan an na, hingê li wê derê, bi awayekî pir saf, wek ko ez hertim dikim, min bi duristî got ko erê, haya min jê heye û ji TRTyê li min gerîyan û bi min re jî peyivîn. Heta, min got ko bi texmîna min, ne bi tenê li gel min, li gel gelek mirovên din jî peyivîne. Xanima rojnamevan jî ji bo tiştên ko em peyivîbûn, rica kir, da bi rêya telefonê hevpeyivîneke kurt bike û min jî qebûl kir.

Mustafa Aydogan: — Ango kanaleke weha dê bê danîn.

Umît Firat: — Belê.

Mustafa Aydogan: — Hûn çi peyivîn?

Umît Firat: — Berê min û şêwirdaran me hevdu dît. Helbet, min ji bo şêwirdarê ko cara yekem li min gerîyabû, behsa hin tiştan kiribû. Ma ez dikarim ji we re çi bikim? Hûn dixwazin kanalake kurdî daînin. Lê kurdîya min nîne, ez bi kurdî nizanim. Ji ber vê yekê, ez nikarim bi kêrî we bêm. Ez bi tenê dikarim di vî warî de navnîşanên rast bidim we, bê kî dikarin bi kêrî we bên. Ez dikarim agahdarîyan bidim we, bê divê hûn bi kê re pêwendîyan daînin. Lê tevî vê jî wan got ko divê em hevdu bibînin û hevdudîtina me dê pir bifeyde be. Li ser vê yekê jî me hevdu dît. Şêwirdaran em di heman rojê de, birin ba Birêveberê giştî jî û em bi hevdu dan nasîn.

Mustafa Aydogan: — Ma te bi tena serê xwe ew dîtin?

Umît Firat: — Na, min bi tena serê xwe ew nedîtin. Di hevdudîtinan de, li ba min hevalekî min ê pir kevin, dostekî min ê hêja hebû ko ji hakimîyeta wî ya zimanê kurdî tu kes dê nikaribe şikê bike, di vî warî de xwedîrûmet e û bi salan e ko bi awayekî çalak di nav tevgera kurdî de ye. Lewra ez pozîsyona xwe, bi qasî ko ez karibim li gel wan rûnim têr nabînim.

Mustafa Aydogan: — Te got ko te Birêveberê giştî jî dît.

Umît Firat: — Min û Birêveberê giştî jî me hevdu dît, helbet.

Mustafa Aydogan: — Hevdudîtin kengî pêk hat?

Umît Firat: — Di dawîya adara bihurî de.

Mustafa Aydogan: — Ango berî weşandina nûçeyê.

Umît Firat: — Erê, gava me hevdu dît, hingê ev nûçe nehatibû bihîstin.

Mustafa Aydogan: — Baş e, ma pêşnîyaz ji alîyê Birêveberê giştî ve hat kirin?

Umît Firat: — Na, ji alîyê şêwirdaran ve hat kirin. Min jî hevalê xwe yê ko di cîhana kurdî de naskirî û serwextê edebîyat û folklora kurdî li gel xwe bir û ez çûm. Helbet, wan xwastibû ko min bi tenê bibînin. Lê piştî ko min destûra wan jî stend, ez û hevalê xwe yê behskirî, em bi hevdu re çûn.

Mustafa Aydogan: — Tu behsa hevalê xwe dikî, lê tu navê wî nabêjî. Çima?

Umît Firat: — Ez navê wî venaşêrim. Min digot, çawa be, tu pê dizanî.

Mustafa Aydogan: — Erê, ez dizanim, lê em vê hevpeyivînê ji bo raya giştî dikin. Loma ya herî rast ew e ko raya giştî jî pê zanibe.

Umît Firat: — Tu niyeteke min a veşartinê tune ye. Navê wî Îhsan Aksoy e. Ji xwe, herkes wî nas dike.

Mustafa Aydogan: — Baş e, ma civîna şêwirdarîyê ya ko tu behs dikî, li Birêveberîya giştî ya TRTyê çêbû?

Umît Firat: Erê. Em li Enqereyê li Bireveberîya giştî civîyan. Me civîn bi şêwirdaran re kir. Em rojekê sax, ji serê sibehê heta êvarê civîyan. Me hesasîyetên xwe, taswasên xwe, nêrînên xwe, hêvî û pêşnîyazên xwe anîn zimanî. Em li ser wê peyivîn, bê kanaleke weha, erênî an neyînî, dikare çawa bê fahmkirin.

Mustafa Aydogan: — We kîjan taswas anîn zimanî?

Umît Firat: — Min got ko heger hûn weşanên TRTyê yên îroj wergerînin kurdî û weşanê bikin, ev qet ne pêwîst e. Ji ber ko kurd ji xwe wan fêhm dikin. Heger hûn weşanê bi kurdî bikin baş e, lê heger hûn weha bikin, ango heger ew bibe wergereke TRTyê, dê bala kurdan nekişîne. Pêwîstîya kurdan jî bi vê tune ye. Tu derdekî wan ê weha nîne. Di eslê xwe de, pêwîstîya kurdan bi kanaleke din a bi kurdî jî zêde nîne. Hejmara kanalên ko bi kurdî weşanê dikin, ji niha ve gihiştiye 10an. Dilê wan kîjan kanalê bixwaze, dikarin bi rêya satelîta Hotbirdê lê binêrin. Mirov bi tenê parabolekê daîne û bi satelîtê ve girê bide, têrê dikê. Bi ser de jî kanalên deverî hene.

Di eslê xwe de, mirov dikare daxwazên kurdan û tiştê ko kurd pêwîstîya wê his dikin, weha bîne zimanî: Tevî ko kurd xwedîyên nifûseke ew qasî mezin in, ew qasî bi cîh û war in, hê jî kanala kurdî, an jî perwerdeya kurdî ji wan tê texsîrkirin. Helbet ji ber vê yekê, kurd diêşin, xwe li derve dibînin. Ango ew dibêjin ko çima em mîna hevwelatîyên vî welatî yên kurd nikarin ji kanaleke TVyê ya bi kurdî, ji mafê perwerdeya bi kurdî îstifadeyê bikin. Ev mafekî me yê xwezayî ye. Li vî welatî mîna hevwelatîyên asayî, em jî dixwazin bi zimanê xwe guhdarîya weşanê jî bikin û perwerde jî bibin. Çima ev tişt ji me tên texsîrkirin? Min kanalên ko di asta neteweyî de ji Turksatê weşanan dikin hejmartin, bi qasî du sed kanalan hene. Kurd ji ber van sedemên behskirî, di belavok û daxuyanîyên cuda de hertim li ser kêmanîya weşaneke TVyê rawestîyanin; di her fersendê de hewil didin ko van daxwazên xwe bînin zimanî. Ma em kanalekê bi tenê dixwazin? Helbet, em ne yekê bi tenê, ji yekê zêdetir kanalan dixwazin. Belê, em dixwazin.

Mustafa Aydogan: — Hûn ji kê dixwazin?

Umît Firat: — Helbet, ji dewletê. Em ji dewletê re dibêjin ko ev heqê me ye. Hûn çima bi kurdî weşanê nakin? Pêwîstîyên civakî piçekî bidin ber çavên xwe û vê bikin. Îroj ronakbîrekî tirk dikare prensîpên TRTyê yên weşanê, siyaseta wê, an yên kanaleke din neecibîne, rexneyan lê bigire. Dikare jê re bibêje ko ew weşaneke baş nake. Ev normal e. Em kurd jî ji TRTyê re weha dibêjin; em vê weşanê naecibînin, vê neke, kanaleke kurdî ya baştir daîne, weşaneke baştir bike. Gava hê li meydanê tu tişt nîne, me hewil da ko em ji wan re behsa van bikin û me nêrînên xwe bi wan dan zanîn.

Mustafa Aydogan: — Baş e, çi hêvîyên te ji kanaleke weha hene? Te di vî warî de çi pêşnîyaz kirin?

Umît Firat: — Min hêvîyên xwe yên ji kanaleke kurdî, hem di civînên navbihurî de anîn zimanî û hem jî nivîsîn. Li gor min, ji bo ko mirov bi metodeke cuda têkeve cîhana kurdan, divê mirov vê kanalê bi kar neîne, divê mirov ji midaxeleya cîhana kurdan bireve. Ango divê ev hewil bide ko bibe kanaleke aîdî cîhana kurdan. Min bîstikeke berê jî got, heger hûn hewil bidin ko weşanên TRTyê yên bi tirkî, bi kurdî bidin, hûn ê nikaribin bawerîyê xurttir bikin, hûn ê nikaribin bawerîya kesî bînin. Heger hûn tiştekî weha bikin, tu kes jî dê ji we bawer neke. Wekî din jî hûn ê bêbawerîyê zêdetir bikin. Rewşeke weha dê di nav kurdan de, bibe sedema xeyalşkestineke mezin. Divê mirov bi taybetî ji vê bireve.

Mustafa Aydogan: — Ango divê ev kanal aîdî cîhana kurdî be. Divê hewil nede ko taybetmendîyên cîhana kurdî ji holê rake. Berevajîya wê, divê lê bixebite ko vê cîhanê tevî hemû bedewîya wê bide û ji bo pêşveçûna wê îmkanan amade bike. Ma tu weha dibêjî?

Umît Firat: — Erê. Ji bilî vê, ev mecbûrîyetek e jî. Weşaneke li dijî vê nikare têkeve cîhana kurdan û nikare fonksîyona hêvîkirî pêk bîne. Heger ew dixwazin pirsa kurd bi awayekî demokratîk çareser bikin, divê siyaseta vê weşanê jî di vê hindavê de be. Divê xizmeta pêkanîna vê daxwazê bike..

Mustafa Aydogan: — Baş e, divê weşanên vê kanalê bi giştî çawa bin, divê berê wan bi kê ve bin?

Umît Firat: — Min di nivîsa xwe ya rojnameya Zamanê de jî dîyar kiribû. Ez dikarim li vê derê jî dubare bikim. Ji kanaleke ko bi tenê berê wê bi salmezinan ve be bêtir, hedefên kanalên TVyê yên normal çi bin, divê ew jî weha be. Divê weşanên kanala kurdî hewil bidin ko berê wan li mirovên ji her nifşî be. Bo nimûne, ji pirsên tenduristîyê yên giştî bigire, heta perwerdeya zimanî; ji raporên li ser rewşa ba û rêyan bigire, heta pirsên jîngehê; ji bernameyên minaqeşeyên siyaseta aktuel û çandî bigire, heta skêçan û bernameyên şahî û pêşbirkeyan; ji filîm û bernameyên belgeyî bigire, heta rêzefilîmên kurdî û filîmên sînemayê; ji bernameyên zarokan bigire, heta reklaman, ango bi kurtî, hemû tiştên ko dikarin di kanaleke televîzyonê ya nûjen de hebin, divê di vê kanalê de jî hebin.

Mustafa Aydogan: — Ma ew dikarin weha bikin?

Umît Firat: — Heger statuya fermî zêde dernekeve pêş û mirov karibe kanala kurdi dûrî propagandayên ideolojîk û siyasî bigire, çima dê nebe? Wekî din jî ji alîyê aborî û bingehê ve, dezgeha ko dikare vî karî herî baş bike jî TRT ye. Helbet heger bixwaze.

Mustafa Aydogan: — Ma tu hêvî dikî ko ew ê karibin weha bikin?

Umît Firat: — Ew mecbûr in ko bikin. Ji ber ko li vî welatî tu rêdereke din tune ye.

Mustafa Aydogan: — Wan berpirsîyarên ko te ew di civînên şêwirdarîyê de dîtin, ma tu bawer dikî ko ew di vî warî de niyetpak bin? Tu dikarî li ser biryardarîya wan a di vî warî de çi bibêjî? Ew ê karibin ji heqê vî karî derkevin?

Umît Firat: — Ez dizanim ko ev ne pir hêsan e. Lê ez dikarim bibêjim ko di serî de Birêveberê giştî, hevalên wî yên ko alîkarîya wî dikin û şêwirdarên wî, min hemû gelekî niyetpak dîtin. Wekî din jî min dît ko ew biryardar bûn jî. Ji xwe, heger niyeteke wan a din hebe, ew ê di demeke kurt de derkeve meydanê. Di vî warî de, divê tetbîqatên ji bo civakê piştrasker û pêbawer bên kirin. Îmajeke baş, bawerîyê xurt dike.

Mustafa Aydogan: — Baş e, ez niha dixwazim dîsan bipirsim. Temam, tu ne şêwirdar î, lê ma teklîfa şêwirdarîyê jî li te nehat kirin?

Umît Firat: — Na. Teklîfeke weha jî nehat kirin. Lê bi tenê di asta şêwrê û danûstendinên fikrî de, li gel me pêwendî hat danîn.

Mustafa Aydogan: — We piştî civîna li Enqereyê dîsan hevdu dît?

Umît Firat: — Erê. Piştî Enqereyê, me li Stenbolê jî hevdu dît. TRTyê ji bo kanala kurdî şêwirdarek destnîşan kiribû. Wî telefonî min kir û dîyar kir ko gava ew bê Stenbolê, ew dixwaze min bibîne. Vê carê, ne li gel hevalê xwe yê ko di civîna Enqereyê de amade bû, lê li gel hevalekî xwe yê kurd ê din ko dîsan ez pir pê bawer bûm, em ji bo hevdudîtinê çûn.

Mustafa Aydogan: — Te navê hevalê xwe yê berê eşkere kir, lê tu îcar navê hevalê xwe yê beşdarê civîna Stenbolê nabêjî.

Umît Firat: — Baş e, ez ê navê wî jî bibêjim. Kesê ko beşdarî hevdudîtina li Stenbolê bû, hevalê min ê Serbestîyê, ya rastî, edîtorê me yê Serbestîyê, Mihemed Sanri bû.

Mustafa Aydogan: — Yê ko li te gerîya, kî bû?

Umît Firat: — Ciwanmêrek bi navê Sînan Îlhan bû. Koordînatorê TRTyê yê kurdî ye. Bi eslê xwe ji Rihayê ye, min ew du caran dît.

Mustafa Aydogan: — Te got, Sînan Îlhan?

Umît Firat: — Belê. Koordînatorê TRTyê yê kanala kurdî.

Mustafa Aydogan: — Ew kesê ko navê wî di wê nûçeya Hurriyetê de hebû. Ne xwe, bi kêmanî ew beşê nûçeyê yê li ser koordînatorî rast bû?

Umît Firat: — Erê, lê li vê derê tiştê ko şaş e, çi ye?

Mustafa Aydogan: — Ji tiştê şaş bêtir, tiştên ko di heqê koordînatorê navbihurî de di rojnameyan de derketin, balkêş in. Li gor nivîsên rojnameyan, ew berê li wezareta karûbarên derve di daîreya îstixbaratê de xebitîye û wî li derveyî welatî jî di gelek niqteyên krîtîk de, di warê îstixbaratê de berpirsîyarî wergirtiye. Tu dikarî di heqê wî de wekî din çi bibêjî?

Umît Firat: — Ê min jî di heqê Sînan Îlhanî de tu agahdarîyeke min a zêde nîne. Ango tu agahdarîyeke min a taybet tune ye. Min jî nûçeyên li ser wî di Hurriyetê de xwendin. Min bi tenê dizanîbû ko ew ji wezareta karûbarên derve derbasî TRTyê bûbû û ji Rihayê bû.

Mustafa Aydogan: — Ma we berê hevdu nas nedikir?

Umît Firat: — Na. Cara yekem gava me civan dabû hevdu, min ew li Stenbolê dît. Wek min bîstikeke berê jî dîyar kir, di heyva hezîrana bihurî de, wî telefonî min kir û da zanîn ko ew ji bo karê koordînatorîyê hatiye destnîşankirin û gava bê Stenbolê dixwaze min bibîne. Li ser vê yekê, me hevdu dît. Wekî din jî berî ko ez ji bîr bikim ez dixwazim bibêjim, ew di heyva îlonê de jî hatibû Stenbolê, hingê jî li min gerîya û me dîsan hevdu dît.

Mustafa Aydogan: — Yê ko cara yekem çapemenî bi van civînan hisand, tu bûyî, ne weha?

Umît Firat: — Ez bawer dikim ko heger em ji berdêla civînan bibêjin hevdudîtin, dê rasttir be. Belê, min qet veneşartiye. Gava ji min hat pirsîn, min tavilê got. Ez mirovekî vekirî me, ez nêrînên xwe li her deverê eşkere dibêjim. Min berê jî li gelek deveran bi awayekî eşkere behsa van pêwendî û hevdudîtinan kiriye, ez niha jî li vê derê bi awayekî pir eşkere dibêjim. Ez kê bixwazim, ez ê bibînim, ev ne pir giring e. Ya giring ew e ko ez di wê hevdudîtinê de çi dibêjim û xwedîyê helwêsteke çawa me. Wekî din jî ma ev ê çi biguharîne ko ew burokratek be, peyayê dewletê be û berê li wezareta karûbarên derve xebitîbe? Ev kanal ji alîyê dewletê ve tê danîn, helbet ew ê wezîfeyê bide burokratekî xwe, pisporekî xwe. Ma ji vêya xwezayîtir çi heye?

Mustafa Aydogan: — Ez te tawanbar nakim. Em li pirsekê hûr dibin, minaqeşeya wê dikin. Li ser kesê ko we hevdu dîtiye, tiştên ko di rojnameyan de hatine nivîsîn hene. Em jî dixwazin şikên xwe yên di vî warî de bînin zimanî û pirsên xwe bikin. Di encamê de, fikrên cuda derkevin jî ya ko em dikin minaqeşeyeke medenî ye, sohbeteke bifeyde ye. Wekî din jî ne şert e ko mirov bigihêje encamekê jî.

Umît Firat: — Rast e. Ez ji nêrînên cuda natirsim, lê ez ji wan mirovan ditirsim ko van cudahîyan normal nahesibînin û wan xweş nabînin. Ez hewante behsa cudahîyan jî nakim, bawerîya min ev e û ez wan wek zengînîyekê dinirxînim. Ji bilî vê, ji ber ko tu xwedîyê vê xweşdîtinê yî jî em dikarin sohbeteke xweştir bikin.

Mustafa Aydogan: — Mirovên xwedînêrîn min natirsînin, lê ew mirov min zêde ditirsînin ko di eslê xwe de, ne xwedîyên tu nêrînan in û bi taybetî di pirsên pir heyatî de ko wan pir ji nêzîk ve eleqedar dikin jî destûrê didin hinin din, da ji berdêla wan bifikirin. Loma bila dilê te rehet be, heger fikrên me ji binî de li hevdu nekin jî ez bawer dikim ko ev sohbet dê dîsan bifeyde be. Pirs û meraqa min a di vê mijarê de, bêtir ji bo wê ye ko raya kurdan a giştî bi awayekî rast bê agahdarkirin. Ji ber wê yekê, pirsên li ser vê mijarê bi dû hevdu de hatin.

Umît Firat: — Ez têdigihêjim. Ez ji bo pirsên te jî û ji bo meraqa te jî tu tiştekî nabêjim. Ji alîyê din ve, ez bi xwe jî dixwazim ko divê raya giştî bi awayekî rast bê agahdarkirin.

Mustafa Aydogan: — Baş e, ka em vegerin ser civînan, an jî ji qewla te em vegerin ser hevdudîtinan. Ma armanca van hevdudîtinên şêwirdarîyê tesbîtkirina siyaseteke weşanê ya nû ye?.

Umît Firat: — Helbet..

Mustafa Aydogan: — Yanî tu dibêjî ko berê tu tiştekî tesbîtkirî nîne?

Umît Firat: — Çarçoveyeke giştî hatiye danîn bêşik, lê ez bawer nakim ko wan hemû hûrgilîyên weşanê tesbît kiribin. Heger tiştekî weha hebûya, ji xwe, pêwîstîya wan a ji bo dîtina me dê nebûya. Lewra hingê ji bo tesbîtkirina siyaseta weşanê dê pêwîstî bi civînên şêwirdarîyê tune bûya. Ango gava dewletê ev qanûn derxistiye, divê bivê nevê li tiştinan fikirîbe û ew dîyar kiribin. Lê ez dîsan jî weha difikirim, heger siyaseteke wê ya weşanê ya hertiştê wê dîyarkirî hebûya, hingê dê ji bo pêkanîna wê, bi tenê kadroyên xwe hilbijartana û dest bi karî bikiraya..

Mustafa Aydogan: — Ma ne balkêş e?

Umît Firat: — Heger tu li siyasetên tradîsyonel binêrî, balkêş xuya ye. Divê tiştekî weha nekiraya. Lê bi qasî ko ez têdigihêjim, dewletê kêmanîyek dîtiye, pêwîstîyeke weşanê tesbît kiriye, qanûna wê derxistiye û niha jî lê dikole, bê ev weşan dê çawa karibe bibe weşaneke tetmînkar.

Mustafa Aydogan: — Ma tradîsyona dewletê ya 85 salî ji bo ko em tam berevajîya vêya bifikirin, ne sedemeke têrker e? Qey ez şaş im?

Umît Firat: — Ev di heman demê de, wê jî nîşan dide ko tradîsyona tu behsa wê dikî, hêdî hêdî tê terkkirin. Lê binêre, weşana bi kurdî, ne tiştekî piçûk e. Dev ji înad û pêşhikumeke cidî ya heştê û pênc salî tê berdan. Ma ev hindik e?

Mustafa Aydogan: — Na, devjêberdana înad û pêşhikima ko xwe dispêrin înkarê, helbet kêfa mirovî tîne. Lê heta ko hebûna kurdan, hemû taybetmendîyên wan û maf û azadîyên wan ên neteweyî û demokratîk ên bingehî nekevin bin misogerîya qanûna bingehî û heta ko di vî warî de, di asoyî de tu tişt dîyar nebe, heger mirov zêde bihêvî bibe, hingê şika min heye ko ev dikare bibe sedema xeyalşkestinekê. Ango hûn ê hebûna gelekî qebûl nekin, an jî qîma xwe bi tenê bi qebûlkirina li meydanên xwepêşandanan bînin û piştî wê jî hûn ê bibêjin ko zimanê te heye, va em ê bi zimanê te weşanê bikin. Ma kurd dê bi vêya bê xapandin?

Umît Firat: — Rast e, lê pêkanîna hemû tiştên ko em dixwazin jî bi derbekê re ne ew qasî hêsan e. Divê ev yek di wê rêyê de ko ber bi devera behskirî ve diçe, wek gaveke hêvîdêr bê nirxandin. Wekî din jî ne xapandina kurdan, lê bawerkirina kurdan giring e. Heger mirov li gor vê tev bigere, ev bawerî dê pêk bê.

Mustafa Aydogan: — Lê tevî vê jî pir zehmet xuya ye ko mirov karibe di demeke kurt de bawerîya kurdan pê bîne.

Umît Firat: — Heger weşanek di hindava pênîyazên me de pêk bê ko me di hevdudîtinan de anîbûn zimanî, hingê ez weha difikirim ko kurd dê bi niyeteke baş lê binêrin û bawerîya xwe pê bînin. Ji bo nehêlana pêşhikmekê, ji bo betalkirina înkarekê, destpêkirina ji deverekê pêwîst û giring e. Ev ber bi nehêlana pêşhikim û înkarên din ve jî gaveke rast û giring e.

Mustafa Aydogan: — Ez hêvî dikim ko hertişt li gor dilê te çêbibe û em ê di vî warî de, ji berdêla polîtîkayên xapînok, bi polîtîkayên rasteqîntir re rû bi rû bibin. Daxwaza min ew e ko di vî warî de gavên şikrevîn bên rojevê. Lê gava mirov li tradîsyona 85 salî dinêre, mirov di vî warî de, dîsan jî nikare zêde hêvîdar be.

Umît Firat: — Heger heman tradîsyon bê meşandin, ez bi xwe jî weha difikirim. Lê ez bawer dikim ko di vî warî de, tradîsyona kevin dê bê terkkirin û em ê bi praktîkeke nû re rû bi rû bibin. Ka ez careke din jî bibêjim; di eslê xwe de, pêwîstîya kurdan bi awayekî bilez bi kanaleke TVyê ya kurdî nîne. Lê tevî hertiştî jî ez dibêjim, heger hikûmet û dewlet dixwazin di TRTyê de kanalekê vekin û bi zimanekî bi salan qedexekirî weşanê bikin, ev ne tiştekî piçûk e. Ji bilî vê jî heger ew dixwazin pirsekê çareser bikin, hingê divê ev weşan jî xizmeta vê çareserîyê bike.

Mustafa Aydogan: — Baş e, nûçeya di warê şêwirdarîya te de çawa derket?

Umît Firat: — Min ji Hurriyetê re behsa çîroka vê hevdudîtinê kir. Hurriyetê jî nivîsî û got; “Umît Firat jî bû şêwirdarê wê”. Di hundirê nivîsê de tu agahdarîyek nîne ko bi şêwirdarîya min ve eleqedar be, lê di sernivîsê de heye. Min ji berpirsîyarê Hurriyetê yê nivîsan re, ji birêz Necdet Açanî re daxuyanîyek şand û tê de got ko tu tiştekî weha tune bû û min jê daxwaza sererastkirina wê nûçeyê kir ko bi navê Gulden Aydinê hatibû weşandin. Şêwirdarîya TRTyê ya ji bo weşanên kurdî ji bo min dikare şerefek be jî lê formasyoneke min a weha nîne, ango kurdîya min nîne. Wekî din jî bûyereke weha tune ye. Ev ne tiştekî rûreşker e, lê bûyereke weha nebû. Min got ko ji kerema xwe re vê şaşîyê sererast bikin. Wan soz da min, lê sererast nekir.

Mustafa Aydogan: — Di pêwendîyên te û Hurrîyetê de, berê jî bûyereke bi vî rengî çêbûbû, ne weha?

Umît Firat: — Belê, rast e. Di adara 2006an de, me li Unîversîteya Bilgiyê konferansek amade kir. Ji rojnameya Hurriyetê Sefa Kaplan li min gerîyabû. Wî ji min pirsîbû, bê me bangî kê kiribû, kî dê başdar bibûna û kî dê beşdar nebûna. Min jî got ko me bangî wan kesan nekiriye ko dixwazin pirsa kurd bi şidetê çareser bikin. Me weha kiribû. Tu pêwendîya kesên ko şidetê diparêzin nikare bi konferanseke weha re hebe. Min got; mirovin jî hene ko em di beşdarîya wan de tu feydeyê nabînin. Min got ko me bangî wan kesan nekir ko dixwazin pirsa kurd bi şidetê çareser bikin, ji şidetê bawer dikin, şidetê diparêzin. Di nav re pirsî, bê me bangî Leyla Zanayê kiribû. Min jî got na, me bangî wê nekiriye. Di nav yên bangkirî de Ahmet Turk heye, serokê partîyê ye. Osman Baydemîr heye, serokê Beledîyeya Dîyarbekirê ye. Ev hevalên ha beşdar in û di heman demê de axêver in. Lê Hurriyetê weha nivîsî; “Umît Firat dîyar kir ko Leyla Zana şidetê diparêze, loma bangî wê nehatiye kirin.” Rast e, min ev herdu îfade jî bi kar anîn, ji bilî vê jî min got, me bangî wan kesan jî nekiriye ko şidetê diparêzin. Lê min ev îfadeyên ha, bi awayekî li gel hevdu û bi hevdu ve girêdayî bi kar neanîbûn.

Mustafa Aydogan: — Ma pêwendîyên we yên li gel berpirsîyarên ko dê vê kanalê daînin, hê berdewam in?

Umît Firat: — Pêwendîyeke me ya baş heye û berdewam e. Gava du heyv berê ez û hevalê behskirî, em li gel Sînan Beg rûniştin, min jê re got ko yaho, piştî wê nûçeya Hurriyetê ya neminasib, hin heval û dostên me yên kurd hene ko li min digerin. Her çend ez dibêjim ko tu pêwendîyeke min nîne, nûçeya di Hurriyetê de derew bû jî bawer nakin. Di vê rewşê de, tu çi tewsîyeyî min dikî? Sînan Beg rica kir, da ez miracaet û agahdarîyên weha bigihînim wan. Min jî CVyên ko gihiştibûn destê min, şandin. Dû re, ez bersiva hevalên ko li agahdarîyên xwe yên şandî dipirsin jî weha didim; weleh ji xwe, ez ne mixatabê vî karî me û min ew şandin deverên ko divîyabû ew bigihanê û ez bi wan didim zanîn ko navnîşana rast, ne ez im.

Mustafa Aydogan: — Madem kanaleke weha dê bê danîn, hingê divê kurd çi bikin? Divê helwêsta kurdan a li hember vê kanalê çi be? Ronakbîrên kurdan divê bi awayekî çawa li vê bûyerê binêre?

Umît Firat: — Heger TRT kanaleke kurdî datîne û di vî karî de însîyatîfê dide kurdan, ev helbet manîdar e. Ji xwe, daxwaza me jî ev e. Divê ronakbîrên kurdan bûyereke weha bi niyeteke baş binirxînin. Divê bi hesasîyeteke têr nêzîkî vî karî bibin û divê lê bixebitin, da ev kar di zemîneke cidîtir de bê birêvebirin.

Mustafa Aydogan: — Ango tu dibêjî ko divê kurd li derveyî vê nemînin, bi xwe têkevin nav wê û hewil bidin ko tesîrê lê bikin, ne weha?

Umît Firat: — Ma niha bila TRT kanaleke kurdî danîne? Ma em vê dixwazin? Me bi salan digot, kanala kurdî. A va îmkanek. Ma em bibêjin ko em vê naxwazin? Sibehê serokwezîr derkeve û weha bibêje; “Kurdî dê bibe derseke hilbijarbar”, ma divê kurd jî bibêjin na, em dersên mêtingehkaran nastînin? Ev mentiqeke “nexwazperest” e. Li İraqê di dema rejîma be`sîyan de, Radyoya Bexdayê bi salan weşanên bi kurdî kir. Li Kurdistana Iraqê, kîjan kurd derket û got ko em weşanên be`sîyan naxwazin, ew zimanê me xerab dikin? An jî gava di dema şahîtîyê de, ji Tehranê û di dema rejîma Sovyetê de ji Êrîvanê weşan dihatin kirin, kîjan kurdî got ko ev weşanên ha me nerehet dikin, kurdîya me xerab dikin? Kîjan kurd li dijî wan weşanan derketin? Divê hûn li qalîteya weşanê binêrin. Tiştên baş dibêje, an nabêje? Lê ev dewletek e. Ji bo rexneyan li xwe bigire, TVyê danîne, kanalê venake. Lê qey kêmanîya vêya his kiriye ko vedike. Ma em weşana bi kurdî dixwazin? Belê, em dixwazin. Ev tê danîn, heger hûn danînin jî ji xwe, ev mirovên ha li weşanên yên danîne dinêrin. Wê çaxê, hûn ê jî daînin. Wekî din jî ji ber sedemên li jorê dîyarkirî be jî kurd vêya dixwazin; lewra ev naskirina mafekî ye, bicîkirina vî mafî ye.

Mustafa Aydogan: — Baş e, ez niha dixwazim bipirsim. Dibe ko divê min berê bipirsîyaya. Pirsa weşana bi kurdî çawa hat rojevê?

Umît Firat: — Pirsa weşana bi kurdî di 11ê hezîrana 2008an de bi guharîneke qanûnî hat rojevê. TRTyê jî piştî wê, di vî warî de dest bi xebatê kir. Ev ne tiştekî piçûk e. Ev mizgînîya qedandina siyasetekê dide. Siyaseteke ko xwe dispêre înkar û asîmîlasyonê... Êdî divê em xwe ji pêvajoyeke nû re amade bikin.

Mustafa Aydogan: — Tu pir bihêvî xuya yî?

Umît Firat: — Ma ez ê çawa ne bihêvî bim?.. Ev tam 40 sal in ko li vî welatî weşana TVyê tê kirin û ev tam 40 sal in ko kurd daxwaza mafê weşana TVyê ya bi zimanê xwe dikin. Bi salan e ko li hundirê çavên me hat nêrîn û ji me re hat gotin ko hûn tune ne. Hat gotin ko zimanî kurdî tune ye. Zimanê me her tune hat hesibandin Niha ev zimanê kurdî yê tunehesibandî dê bi biryara TRTyê ya danîna kanala bi kurdî, di jîyana civakê de cihê xwe bigire. Ma bi te, ev bûyereke piçûk e?

Mustafa Aydogan: — Ma bi tenê hêvîyên te hene? Li gel vê qet tu niqte nîne ko te dixe taswasan? Ango qey tirsên te, taswasên te tune ne?

Umît Firat: — Helbet heye. Taswasa min ev e; ev qanûn bi hin destûrnameyan ve dikare bê fonksîyon bê hiştin. Hingê rewşeke pir xerab peyda dibe. Lê dîsan jî hêvîya min ew e ko tiştekî weha dê nebe.

Mustafa Aydogan: — Îroj, li cîhanê gelek kanalên bi kurdî hene. Pêşveçûnên teknolojîk îmkana bêfonksîyonhêlana qedexeyê da kurdan. Tevî ko bi salan e, pêwîstîyeke weha heye jî dewletê ancax piştî vê rewşê biryareke weha da. Te berê jî dîyar kir ko ji alîyê praktîkê ve pêwîstîya kanaleke bi kurdî tune ye. Baş e, tevî vê jî tu çima hê jî piştgirîya danîna vê kanalê dikî?

Umît Firat: — Belê, min berê jî dîyar kiribû, heger tu ji min bipirsî, ji alîyê praktîkê ve, pêwîstîya kurdan bi kanaleke bi kurdî ya weha tune ye. Wek te jî got, bi saya pêşveçûnên teknolojîk kanalên ko bersiva vê pêwîstîyê didin hene û her ko biçe, bivê nevê dê kanalên nû jî li wan zêde bibin. Lê tevî vê jî rewşa heyî bi zora kurdan diçe. Lewra ji bo kurdan zehmet e ko têbigihêjin, bê di şertên cîhanê yên îroj de, çima dewlet mafê weşana TVyê ya bi kurdî nade wan. Ev mafê me ye. Gava îmkana stendin û bikaranîna vî mafî dîyar bibe, çima em ê nestînin û bi kar neînin? Ji bo çi em ê ji vî mafî îstifadeyê nekin? Ji ber van sedeman, divê ev kanal hebe û ji bo ko ev kanal li gor taybetmendîyên cîhana kurdî weşanê bike, divê kurd xwedîînsîyatîf bin.

Mustafa Aydogan: — Belkî hê gelek tişt hene ko divê bê peyivandin, gelek pirs hene ko divê bê pirsîn, lê em nikarin her tiştî jî di hevpeyivînekê de bi cî bikin. Loma ez dixwazim di vê niqteyê de biqedînim û ji bo vê hevpeyivînê sipasî te bikim.

Umît Firat: — Ez jî sipas dikim.

-----------------------------------
Nivîskar: MUSTAFA AYDOGAN filseydo@hotmail.com
Weşandin: 2008-11-18
Xwendin: 15105
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org