[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Tirkan û apociyan bi hev re Kobanê vala kir?
»Abdullah Ocalan
SWÊD, 16/10 2014 — Murat Karayilanê serokê HPG-ê di hevpeyvîneka digel firatnewsê (2014-10-08) de dibêje tirkan bêbextî kir, soza dabûn pêk neanîn. Wisa xuyaye danûstandinên di navbera apocî û dewleta tirk de, yên li ser Kobanê, ji wekî xuya dike kûrtir in.

Murat Karayilan di hevpeyvîna di gel firatnews-ê de dibêje:

"Bi qasî me bihistiye berî du hefteyan soz dabûn serokê PYD-ê Salih Muslimî. Lê ew soz pêk neanîn. Paşê ew vexwestin Tikiyeyê û ew çû. Li gora agahiyên gihane me cardî hindek soz dane wî, 5 roj borîn lê hêj di praktîkê de tiştek ne bûye."

Murat Karayilan di dewama axaftina xwe de behsa soza ko tirkan daye Salih Muslimî, yanî apociyan, dike û dibêje:

"Berê xwe bidinê; sozdan û pêkneanîna sozê û mijûlkirin parçeyek ji taktîka xapandinê ye. Heger bibêjin "wisa nebû" bila kerem bikin soza xwe bînin cih. 15 roj in soz dane ko rêyeka saxlem (korîdor) ji Serêkaniyê bo Kobanê vekin. Bicihneanîna sozê; helwesteka ambargodanîn û dorgirtinê ye. Hêviyê çêdike lê titiştî pêknaîne û ev jî zemînê jinavçûnê amade dike."

Murat Karayilan dibêje ko wan ti bazar bi tirkan re nekiriye. Lê tişteka aşkere ye ko bazarek di navbera wan de heye. Daxwazên tirkan yên aşkere û dizî ji apociyan hene. Yên aşkere hatine behs kirin; hevkariya bi mixalefeta Suriye re, dûrketina PYD-ê ji rejîma Suriyeyê, destjêberdana kantona hwd.

Daxwazên ko tirkan aşkere ji apociyan kirî ne daxwazên ko apocî nekarin pêk bînin in. Belkî planeka apocî û tirkan tevde hebû û helwesta Emerîkayê nehêla ew plan pêk bêt. Dibe ko kuştin, şewitandin û talankirina li Kurdistana Tirkiyeyê teşebisa pêkanîna vê planê be.

Plan dikare çi be?

Têt zanîn ko tirk dixwazin herêmeka ji balafir û çekdarên dewleta Suriyeyê azad, di nav hidûdê Suriyeyê de ava bikin. Ev daxwaza tirkan ji aliyê xerbê, di serî de Emerîkayê ve, û ji aliyê dewletên herêmê ve jî nayê qebûl kirin. Îran, Erebistana Siûdî û herwisa Misir û Iraq jî li dijî plana tirkan in.

Axaftina Tayyip Erdoganî ya li Entabê (Islahiye – 2014-10-07) – Tayyip Erdoganî gotibû Kobanî li ber ketinê ye û behsa sê daxwazên tirkan ji xerbê dike ko ya esasî "tampon bolge" ye. Lê Emerîka nehêla Kobanê temamî bikeve destê ISIS û ev jî bû egera ko tirk-apocî nekarin plana xwe bibin serî. Heger Kobanê temamî biketa destê ISIS-ê bi îhtimaleka mezin eskerê tirk dê ketiba axa Suriye û dê tirkan li Kobanê şerê DAIŞ-ê kiriba.

Tirk û apociyan çi kir?

Tirkan fêm kir ko kurd ji bo xerbê "niqteya nazik" in. Piştî Emerîkayê dest bi lêdana ISIS-ê – wextê berê xwe da kurdên Iraqê – kir ev qenaeta wan xurtir bû. Ji ber hindê jî xwestin bi wêrankirina Kobanê plana xwe bibin serî.

Apocî gelekê agresîv bûn. Kesek mîna Selahettin Demirtaş ko ne tereftdarê şidetê tê naskirin jî gelek tûj bû. Aşkere daxwaz ji terefdarên apociyan kir ko dakevin kolanan.

Apociyan dest bi kuştin, talankirin û şewitandina dikan û avahiyên kurdên ne terefdarê xwe kirin.

Daxwaza apociyan ji Tirkiyeyê çi bû ko dest bi kuştin û şewitandinê kirin?

Dibêjin bila tirk korîdora ko soz dane vekin.

Mirov dikare bibêje apociyan hesab kir ko bêbextî li wan hat kirin, jixwe Murat Karayilan jî wisa dibêje û belkî egereka şideta bêarmanc xuya dibe ew hisa "îxanetê" bû.

Yanî apociyan wezîfeya xwe pêk anîn; Kobanî vala kirin lê tirkan korîdor venekir.

Lê ev pirs û bersiva li jor tenê rewşa bakurê Kurdistanê ya piştî valakirina Kobanê îzah nake.

Gelo em dikarin bibêjin gava didoyê jî; yanî şideta li kolanên Kurdistana Tirkiyeyê jî palana herdu aliyan (tirk-apocî) bû ko raya giştî bîne rewşeka wisa ko bibêjin bila hêzên eskerî yên tirkan bikevin Sûriyê?

Gelo mirov dikare bibêje axaftina (2014-10-09) wezîrê karên derve yê Emerîkayê John Kerry ko got plana me ya li himber DAIŞ-ê nayêt guhortin û merkeza em li ser kûr dibin Iraq e û ne Sûriye ye bersiva şideta tirk-apocî ya li bakurê Kurdistanê bû?

Ev pirs hêjayî li ser hizirkirinê ne.

Bêguman emerîkî û xerb dixwazin tirkan di problema Suriyeyê de aktîftir bikin û medyaya tirkan vê wisa propagande dike herwekî emerîkî yan xerb dixwaze wan bikişîne nav şerê Suriyeyê. Lê herkesê tecribe di gel siyaseta tirkan, medyaya tirkan hebe dizane tirk; xwesteka xwe wek daxwazeka giştî, yan daxwazeka ji welatên dî hebe dide propagande kirin.

Di eslê xwe de daxwazên emerîkiyan ji tirkan aşkere ne. Emerîkî çend daxwazan ji tirkan dikin. Dibêjin rê li ber derbazbûna ednamên ISIS û El-Nusreyê bigirin, çavkaniyên fînansa ISIS-ê bixetimînin, piştgiriya mixalefeta nerm ya Suriyeyê bikin. Tirk yek ji van nakin lê dibêjin herêmeka aram li Suriyeyê ava bikin. Hemî siyaseta xwe li ser "tampon bolge" ava kirine û hema bibêje wek salên 2000-ê û ergenekonê hesab dikin ko xerb û cîhan mecbûrê wan e û çi bixwazin dê bêt pêkanîn.

Wisa xuya dike ko plana kurdkuj ya apocî û tirkan hêj dewam dike.

Ev deh roj in hêzên hevpeyman bi balafir û saroxan li dorûberê Kobanê didin lê çi hikmet e ko ISIS naşkê û meheleyên ewil di destê ISIS de her di dest wê de dimînin. Berprisyarên Emerîkî aşkere dibêjin ko ew bi quweteka gelek mezin û teknîkî li ISIS-a li dorê Kobanê didin. Dibêjin bi quweta li Iraqê û dorê Mûsilê dane wisa jî li dorê Kobanê didin lê taxên Kobanê ji destê ISIS-ê dernakevin.

Ev jî têt maneya ko yan tirkan têra xwe apocî li Kobanê nînin yan jî apocî-tirk naxwazin ISIS niho bişkê.

Heger quweta apociyan kêm bûya dê qebûl bikiran ko pêşmegeyên partiyên dî yên kurdên Suriyeyê bikevin Kobanî da şerê ISIS-ê bikin. Lê apocî-tirk heta niho jî qebûl nakin çekdarên partiyên kurdên Suriyeyê biçin Kobanê. Madem quweta apociyan têrê nake taxên Kobanê bigirin çima rê nadin kurdên dî biçin? Helbet peydakirina hêcetan bo apociyan ne zehmet e lê heqîqet jî nayê veşartin.

Tirk nahêlin apocî bi temamî bişkên

Gelo muhîmat û teqemeniya apociyan ji kûderê diçe? Li gor apociyan mehek zêdetir e şerî dikin. Herwisa dibêjin dora Kobanê ji sê aliyan ve hatiye girtin û tenê deriyê Tirkiye vekirî ye. Vêca heger milyaket arîkariyê bo apociyan nebe, arîkarî ji Tirkiyeyê û di ser Tirkiyeyê re diçe. Ev jî gumanên ko şideta li bakurê Kurdistanê bi şirîkatiyekê hat kirin xurtir dike.

Xwedayê Mezin qadirê gelek tiştan e

Salih Muslimî li Dihokê (2014-10-14) piştî civîna digel partiyên kurdên Suriyeyê û serokê herêma Kurdistanê dibêje ew li dijî avakirina "herêma aram" ko tirk dixwazin ava bike ye.

Helwest û rewşa kurdên Iraqê li "rojava" gelek tevilhev e. Îhtimala mezin berê axaftina Salih Muslimî bi Tirkiyeyê ve ye. Dixwaze tirkan qane bike ko hevkariya bi wan re zêdetir bibe.

Tirk jî Salih Muslim û apociyan wek "şûrê tazî" li ser serê kurdên başûr radigire. Her çend piştî "ji nûve hatina xerbiyan" kurdên başûr hindekê xurtir bûne jî lê çi saeta tirk bixwazin dê arîkariya Salih Muslimî yanî arîkariya apociyan bikin û siyaseta kurdên başûr li rojava bikin sifir.

Lê ev meseleyeka dî ye û min xwest hema wisa îşaret bikim.

-----------------------------------
Nivîskar: MEWLA BENAVÎ benavime@hotmail.com
Weşandin: 2014-10-16
Xwendin: 7397
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org