[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Xemxurê gelê xwe û peyrevê rêya Fuzûlî: Mele Hedrî Nalî (1797/1800-1856)
» Seîd Veroj
DIYARBEKIR, 29/9 2014 — Nalî yek ji şaîrên namdar ê sedsala 19-ê ye. Li ser dîrok û ciyê jidayikbûn, jîyan, perwerdeyî û berhemên Nalî nakokîyên pirr kûr tunebin jî nêrînên cihê hene.

Qanatê Kurdo dibêje: “Nalî, sala 1797ê li Şarezorê, li gundê Qeredaxê ji dayik bûye.”[1] Emîn Feyzî jî dibêje: “Nalî, xelkê gundek Şarezorê ye ko dikeve şerqê Silêmanîyê û navê wî Xanûxol e. Merhûm tehsîla xwe li Qeredax û Silêmanîyê îkmal kirîye.”[2] Di pirtûka Ulemayên Şarqê de jî hatîye lêkirin ko Nalî, “Kurê Ahmed Şaweys e. Perwerdeyîya xwe li Qeredax û Silêmaniyê temam kirîye.”[3] Maruf Xeznedar dibêje: “Nalî, di nav cergeyê Şarezor û li gundê Xakûxoll de, li nêzîk rûbarê Tencerro, sala 1800î ji dayik bûye, navê wî yê rastîn Xidir e û kurê Ehmed Şaweys e, ji eşîreta Caf û tîreya Elî Begî Mikayîlî ye.

Bavê wî rêncberekî eşîreta Caf bûye, ji binemalek bedîyen û navdar nebûye. Di serdema lawîtîya xwe de çûye Qeredax, wê demê ew navçe navendekî girîng ê zanistîyên ayîna îslamî û zimanê erebî bû. Nalî paşê ji bo temamkirina xwendina xwe, berê xwe dide Silêmanîyê û li mizgefta Seyid Hesen li cem zanayê namdar Mela Ebdulayê Reş xwendina xwe temam dike û îcazeya diwazde îlmîyê jê werdigre… Li pey îcazewergirtinê, dibe meleyê mizgefta Seyid Hesen û heta roja dawî ya jîyana xwe ya li Silamanîyê, di hucreya wê mizgeftê de bûye….

Mele Mihemedê Qizilcî ew şayetîyê dide û digeyîne ko di mizfegta Seyid Hesen de jûrekî taybet ê şaîrê namdar Mele Hedrî Nalî hebûye, piştî ko negbetîya bi serê Babanan de hat, ew ji Silêmanîyê derçû û venegerîya.”[4] Minorsky jî dibêje: “Nalî (1797-1855), yek ji şaîrên namvdar ên sedsala 19. e, di şiklê nazmê de bi zimanê kurdî, erebî û farisî berhemên wî hene.”[5] Lêbelê Dr. Marûf Xeznedar jî dibêje, “bi zimanê erebî hîç cûreyek kirdewe û nûsîna wî nîne.”[6]

Dema em dîroka ji dayikbûn û berhemdarîya Nalî di ber çavê xwe re bigrin, ew di dema Mîrnişînîya Botan û Baban de; di dema desthilatdarîya Mehmûd Paşa, Silêman Paşa û Ehmed Paşayê Mîrnişînîya Baban de jîyaye. Piştî ko desthilatdarîya ev herdu mîrnişînîyên gewre yên kurd rûxaye, Nalî jî Kurdistanê terk kirîye. Nalî, “Sala 1850-51 ji Silêmanîyê derçûye. Pêşîyê daye ser rêya Hecê û di vegerê de jî hatîye Şamê û demekî li wê derê maye. Di navbera salên 1853-1854 de Nalî li Şamê bûye û li wê derê şiîra xwe ya binavûdeng Qurbanî Tozî Rêgey Te Me …, ji bo hevrêyên xwe û xelkê Silêmanî nivîsandîye.”[7]

Der bareyê dîroka çûyina wî ya Hecê û Îstenbulê de, nêrînên cihê hene. Mehmet Çaglayan dibêje: “Nalî sala 1839ê çûye Hecê, piştî vegera Hecê jî çûye Îstenbulê û hetanî mirina xwe yanî sala 1273 H. (1856)ê li Îstenbulê maye.”[8]Nalî piştî vegera Hecê, demek li Şamê maye û paşê jî çûye Îstenbulê. M. Emîn Beg di pirtûka Meşahirê Kurd û Kurdistan de dibêje: “Nalî sala 1839ê çûye Îstenbulê û hetanî mirina xwe li wê derê maye””[9] Emîn Feyzî Beg dibêje: “Li Estemûll, di esnayê suhbeta ligel edîban û fazîlayê ew gelî asarî fikir û fetanetî nuwanduwe û zor mezhar tewecuh bûwe. Ta nihayetî emrê xwe li Estemûll maye.”[10] Qanatê Kurdo jî dibêje: “Dema ew çûye Îstenbul, li wê derê Ehmed Paşa Baban naskirîye, dostanîya wan çêbûye û li ser wî şiîreke bi navê ‘Ta felek dewr neda ser, kewkewa wî ava nebû’ nivîsandîye.”[11] Di pirtûka Tarîxa Kurd û Kurdistanê de hatiye gotin: “Nalî du caran Îstenbul zîyaret kirîya, cara duyemîn a ko çûye Îstenbulê, êdî heta mirina xwe ligel Ehmed Paşa yê mîrê dawî yê Mîrnişînîya Baban mawe. … û piştî ko çûye ser heqîya xwe, ew di goristana Sultan Eyûb de hatîye veşartin.”[12] Herekol Azîzan (Celadet Bedir-Xan) jî dibêje: “Nalî di sala 1800ê hîcrî de, li Şarezorê ji diya xwe bûye. Di sala1839an de çûye Stenbolê û heta dawîya emrê xwe li Stenbolê ma û di sala 1856an de emrê xwedê kiriye.”[13] Qanatê Kurdo jî dibêje: “Nalî, sala 1855an çûye ser heqîya xwe.”

Der heqê şopa edîbî û şaîrtîya Nalî de jî fikrên ciyawaz hene. Dr. M. Xeznedar der heqê wî de weha dibêje: “Nalî hemû hiş û bîr û hêza şaîrtîya xwe ji bo bilindkirina pileya şihrê kurdî bikaranîye.”[14] M. Mîhrî, Nalî, ji aliyê rêya edebî û felsefî ve wek peyrevê Fuzûlî qebûl dike û xwe jî di rêya edeb û edîban de wek xelîfe û peyrevê rêya Nalî dide nasandin û weha dibêje; “Di vê dinya derewîn de herkes mêvan e û ji bo her fanîyek xelefek û pêgirekî rêya wî lazim e. Min bi xwe jî di nava hemû kesên xwedî nêrîn, fikir, îlim û basîret de taca edîbên kurd û belkî jî hostayê yekane yê alema şiîrê, merhum Mele Hedrî Nalî ji xwe re kirîye rêber.”[15] Bêguman, sebebê rêber qebûlkirina wî; terz, qebîliyet û tebîeta wî ya edebî ye. “Jixwe terz û hostetîya her kesekî wekî ruhek tesîr li berhemên wî dike, ev, wek ronahîya tîjê dîyar e.

Nalî jî, di temenê jîyana xwe de bi fikir û ramanên xwe yên xweşik bûye rêber, bi gotinên sivik û tiştên beradayî re meşxul nebûye, heta dev ji lezetên dinyayê jî berdaye û jê dûr ketîye. Em dikarin bêjin ko li hember xwarin û vexwarinê jî nefsa xwe terbiye kirîye, lewma jî zayîf û netiwan ketîye û bûye hedefê lomekirina dostên xwe.”[16]

Ji ber vê yekê, “Şopandina fikrên însanî yên zatên wisa, ciyê îftixar û serbilindî ye.

Herwekî di naveroka gotina ‘Axaftina tewr bixêr, a kin û kurt e.’ de hatîye, hostetî û xûsusiyetên edîbê me Nalîyê muhterem jî; di yek-du beytên ko ji xezîneya xebata wî ya giranbûha peyda bûne de, marîfet û xwedî wijdanbûna wî dîyar dibe”[17]:

“Kurdebirsî men le ber çî kem dexom
Men be birsî qet mezate xem dexom
New’ê însanîk heye xem qûtîye?
Men xemê xom û xemê alem dexom
Xemdilê Nalî kî xemxwarî neka
Naîlacem men benî adem dexom.

Wateya van malikan: Ji ber kêm xwarin û vexwarina min heyret nekin, ji min nepirsin û zan nekin ko ez birçî me, lewra ez xeman dixum. Jixwe hinek mirov hene ko tenê bi xema xwe xweyî dibin û dijîn. Ez jî, hem bi xema xwe û hem jî bi xema xelkê xweyî dibim, lewma ji her kesî bêtir zad dixum. Bîlhese xem ji wî re dibêje “Ey Nalî! Eger tu min nexwî, ez dê ji ber mecburîyetê (bêgavîyê) xelkê bixum.” Li hemberê vê tehdîda xemê, ez mecbur (bêgav) dimînim ko ji hêza xwe zêdetir xeman bixum.”[18] …

Nalî şaîrekî rastgo bû. Lewma di çend malikên xazelekî xwe ya ko ji alîyê Mihammed Fanî Efendî ve ji bo kovara Jînê hatiye pêşkêşkirin de bersîva lomekirina dostên xwe weha daye:

“Bîdî mecnûn e wicûdim le hemû berberî ye
Ne kesê muntefiî yek berî, ya sêberî ye
Çît le kakolî ser û mûyan dawe ke mû
Hemû her hem û perêşan û derdî serî ye
Be rîyabarî tekalîfî rusûmî bo xaliq
Çi dekêşî eme barêk e elawey kerî ye
Mutmeînxatir û eymen mebe hergîz le şerî
Nefsî emmare, ke em mare legel to şerî ye
Lomeyî Nalîyî dêwane mekin ey uqela
Ke demêk e zilleyî letmeyî destî perî ye.

Wateya van amlikan: Ev e, rêya ustad. Lê belê yên wekî min, ji ber ko ne xwedî hêz û xebateke xurt in, nikarin hemû alemê bifikirin. Lakîn ji alîyê wijdanê ve bêgav im ko der bareyê rewşa alema Îslamî de bifikrim û ji ber vê yekê jî di nav heyret û teşqeleyê de me. Ez wisa bawer dikim ko her ferdekî mensubê dînê Îslamê jî, xwedîyê van hîssîyatan e û kêm-zêde di xezîneya xîyalên xwe û qonaxên fikirandina xwe de fikrên wisa tefekûr dike. Feqet dereceya qonaxan û piranîya dereceyan, her daîm dikare bête fikirandin.”[19]

Dawîyê bi kurtayî em dikarin bêjin ko “Şiîrên Nalî, bi piranî şiîrên têkel in, ew hem yên dildarîyê ne, hem jî yên netanperwerîyê ne… Wî ji ber êşa dildarîya xwe û ji ber derdê negbetîya milletê xwe, navê xwe kirîye Nalî.”[20] Ew, yek ji nivîskarên sereke yê lehçeya soranî ye, rênîşandar û ronahîdarêrê vê rê ye. Nalî şaîrekî rastgo, nefspiçûk, adil, nûktezan û zimanşîrîn bûye. Dîwana wî, sala 1931ê li Bexdadê û sala1962yê jî li Erbîlê hatiye çapkirin. “Dîwana Nalî, yekem Dîwan e ko bi lehça soranî di çerxa 19an de hatiye danîn.”[21]

Têbînî:

[1] Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, weşanên Öz-Ge, çap: 2., Ankara,1992, r. 193

[2] Emîn Feyzî Beg, Encûmenî Edîbanî Kurd, r. 5, matbayî Tercûmanî Heqîqet, Estemul, Rebîul Ewell sene 1339 (1920)

[3] Mehmet Çağlayan, Şark Uleması (Ulemayên Şarqê), weşanên Çağlayan, Îstenbul-1996, r. 161

[4] Dr. Marif Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî (1801-1850), bergî sêyem, Dezgeyî Aras, Hewlêr, r. 43-53

[5] Viladimir Minorsky & Thomas Bois, Netewetîya Kurdan, weşanên Ozgün, 2008, Îstenbul, r. 191

[6] Dr. Marif Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî (1801-1850), bergî sêyem, Dezgeyî Aras, Hewlêr, r. 43-53

[7] Dr. Marif Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî (1801-1850), bergî sêyem, Dezgeyî Aras, Hewlêr, r. 43-53… Herweha di kovara Jînê de nameyeka menzum a bê sernivîs hatiye belavkirin, ko li gor agadarîya Tewfîqê Silêmanî (Pîremerd), ew name, yê şaîrê navdar ê kurd Nalî ye. Nalî, di vê nameya ko ji Şamê rêkirîye Silêmanyeyê de, pêjn û hesreta xwe ya li ser welatê xwe tîne ziman û weha dibêje:

“Qurbanî tozî rêget im, ey badî xoşmurûr
Ey peykî şareza be hemû şarî Şarezûr
Ey lutfekit xefî-w hewaxwah û hemdemîn
Wey sirwekit beşaretî sergoşey huzûr
Gahê debî berûh, dekey baweşênî rûh
Gahê debî bedem, dedemênî demî xurûr
Sûta rewaqî xaney sebrim dil û derûn
Neywawe xeyrî goşey zikrêkî ya Sebûr
Hem hem’înanî ahem û hem hemrîkabî eşk
Rehmê b’em ah û eşke bike, heste bê futûr
Weka ahekem rewan be heta xakî koyî yar
Wek eşkekem dewan be heta awî Pirdesûr
B’ew awe xot bişo le kudûratî ser zemîn
Şad bin be weslî yekdû, ke to tahir, ew tehûr
Emca meweste, ta degey eynî Serçinar
Awêk e pirr le nar û çinar û gul Û çinûr
Çeşmeyekî mîslî xor ke be sed cê le roşinî
Feweranî nûrî saf e le ser berdî wek bilûr
Ya eksî esman e le ewêna dakewe
Estêrekanî redekişê wekû şehabî nûr
Demgot ke çawî xom e, eger Bekrecoyî eşk
Be newayî tîj û bê semer û germ û swêr û sûr
Daxil nebî be enbersaray Xakî duxûl
Heta nekey be xakî Silêmanîya ubûr
Şarêke pirr edl û kerem e, le cêgakî xoşerezim
Bo def’î çawe zare dşehrî Şehrezûr
Xak’î rewacî enber e, dar’î rewacî ûd
Berd’î mîsalî gewher e, cobar’î eynî nûr

…….” Bn. Jîn, Kovara Kurdî-Tirkî (1918-1919), Werger û transkripsiyona M. Emin Bozarslan, cild: II, r. 342-43

[8] Mehmet Çağlayan, Şark Uleması (Ulemaya Şarqê), weşanên Çağlayan, Îstenbul-1996, r. 161

[9] Mehmed Emîn Zekî Bey, Meşahirê Kurd û Kurdistan, weşanên Özge, çap: 3., 2005, Ankara, r. 145

[10] Emîn Feyzî Beg, Encûmenî Edîbanî Kurd, matbayî Tercûmanî Heqîqet, Estemul, Rebîul Ewell, sene 1339(1920), r.

[11] Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, weşanên Öz-Ge, çap: 2., Ankara,1992, r. 193

[12] Muhemed Emîn Zekî Beg, Tarîxa Kurd û Kurdistanê, çapa: 4., weşanên Nûbihar, îstenbul-2012, r. 313,

[13] Herekol Azîzan (Celadet Bedir-Xan) , Klasîkên Me, Hawar, h: 33, Çirîya Pêşîn 1941

[14] Dr. Marif Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurdî (1801-1850), bergî sêyem, Dezgeyî Aras, Hewlêr, r. 43-53

[15] M. M. Mukaddimet-ûl Îrfan, çapxaneya Necmî Îstikbal, Îstenbul, 1918

[16] http://www.kovarabir.com/mehmet-mihrim-m-mukaddimet-ul-irfan/

[17] M. M. Mukaddimet-ûl Îrfan, çapxaneya Necmî Îstikbal, Îstenbul, 1918

[18] Jîn, Kovara kurdî-tirkî (1918-1919) , Werger û transkripsiyona M. Emin Bozarslan, cild: V, r. 1046

[19] J.b., r. 1046

[20] Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî, weş. Öz-Ge, çap: 2., Ankara,1992, r. 193

[21] Ebdurreqîp Yûsif, Dîwana Kurmancî: Şaîrên Klasîk ên Kurd, weşanên Dîwan, îstenbul, 2012, r.14

-----------------------------------
Nivîskar: SEÎD VEROJ kovarabir@hotmail.com
Weşandin: 2014-09-29
Xwendin: 6929
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org