[ PÊNCŞEM, 2024-05-02 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Ermenîyekî stenbolî: Min li Stockholmê di gora Selmayê de veşêrin
» Selma Jacobsson û mêrê wê Néandre de Byzance Norayr
 
STOCKHOLM, 15/4 2012 — Meha adarê ji bo kurdan meha şahiyê te, lê belê meha avrêlê ji bo ermeniyan meha şînê ye. Rojên şîn û şahiyê di pêkhatin yan jî di yekitiya neteweyan de roleke gelek mezin dilîzin. Meha avrêlê, ji bo ermeniyan meha şînê, dilşkestiyê, xemgînî û berxweketinê ye. Hemû ev peyvên keder û nalînê pir mixabin para ermeniyan ketine. Roja 24 meha çaran ango roja 24 meha avrêlê çawa tê zanîn li hemû cîhanê her sal wek roja qirkirin û kokanîna ermeniyan tê bîr anîn. Ev nivîsa jêrîn bi vê armanc û hevgiriyê hatiye nivîsîn. Dema di sala 1915an de împaratoriya osmanî qira ermeniyan tîne, dilê Néandre de Byzance Norayr, dilê vî ermenîyê bextreş çawa em li jêr dibînin nişkêva disekine, zêde lênade! Di eynî salê çavên xwe digre!

Di salên 1990an de dema min li ser jîyana Şerîf Paşa hin lêkolîn pêk dianîn, hin caran ez rastî wêneyên Şerîf Paşa jî dihatim ko di çavkaniyên swêdî hat hatibûn weşandin. Yek ji van wêneyan piştî hatina Şerîf Paşa salek şunda di kovarekê de derketibû. Li binê vî wêneyê dîrokî de “Selma Jacobsson Foto” hatibû nivîsîn.[1] Piştî vê notê navê Selma Jacobssonê hema wisa bi salan di hişê min de ma. Piştî hin lêkolînan û îzgeriyan min dît ko him jîyana Selma Jacobssonê û him jî serpêhatiyê mêrê wê Néandre de Byzance Norayr gelek balkêş in. Ez li pey van çîrokên wan yên serfiraziyan ketim. Di dawiyê de ev nivîsa jêrîn derkete holê.


» Selma Jacobsson

Selma Jacobsson yek ji wan wênekêşên swêdî yên jinîn ên here navdar bûye. Li gelek welatan maye. Paşê wek Wênekêşa Qiraliyetê (Kunglig hovfotograf) kar kiriye. Di salên xwe yên gelek zû de, di 58 saliya xwe de, di meha Adara sala 1899an de vefat kiriye.[2] Ew wêneyê Şerîf Paşa ko wê kişandibû jî mehekê piştî mirina wê, di meha Avrêlê, di eynî salê de hatiye weşandin.

Selma Jacobsson di sala 1841an de ji dê û bavên cihû hatiye dinê. Xwîşk û birayên wê hunermenda operayê Agnes Jakobsson û mîmar Ernst Jacobsson in. Birayê Selmayê Prof. Ernst Jacobsson (1839-1905) yek ji wan mîmarên herî naskirî tê hesibîn.[3]

Selma Jacobsson dema diçe Parîsê ji bo ko wênekêşiyê fêr bibe, li wir rastî wî ermenîyê bi navê Néandre de Byzance Norayr tê, nasiya xwe didin hev û paşê bi hevre re dizewicin. Angorî agahiyên rojnameyeke wan salan Norayr û Selmayê bi fermî di roja 18/6 1881an de li Îstenbolê di otelekê de bi beşdarbûna nûnerên dîplomatîk ên swêdî û di roja 23/6 1881an de jî di Dêra Ermenî ya Gregorian de bi beşdarbûna Serek-rahîp Jean Meghirian nîşana xwe ya olî dikin. Bûk û zava paşê vedigerin Swêdê.[4] Selma Jacobsson piştî ko dizewice, paşnava mêrê xwe jî li ser paşnava xwe zêde dike: Selma Jacobsson Norayr. Di çavkaniyekê de tê gotin ko Selmayê navekî ermenî jî li xwe kiriye û navê xwe daniye: Satenik.[5]


» Pergala hundirê atolya Selma Jacobssonê li Fredsgatan 15, (Idun, nr 30/1899)

Néandre de Byzance Norayr di sala 1845an de li Îstenbolê hatiye dinê. Ji bo xwendinê diçe Fransayê. Li wir nav û paşnavekî nû li xwe dike: Néandre de Byzance Norayr. Paşnavê wî Norayr tê wateya “Mirovê nû” û Byzance jî bi wateya “Bîzansî”. Bala wî hertim li ser zimanê ermenî bûye. Wek lexikograf (amadekarê ferhengan) bi salan li ser ferhenga fransî-ermenkî kar dike. Navê vî nivîskarê ermenî di çavkaniyan de gelek cuda tê nivîsîn. Li vir em forma Néandre de Byzance Norayr bi kar tînin. Li ser ferhenga wî ya fransî-ermenkî forma “Néandre (Norayr) de Byzance” cîh girtiye. Di çavkanîyekê de tê gotin ko navê wî yê rastîn Stefanos Gapezîan bûye.[6] Hemwelatiyên wî hin formên cihê bi kar tînin, wek mînak: Norayr Byzandatay. [7]


» Ernst Jacobsson, birayê Selma Jacobssonê. Wêne ji aliyê Selmayê de hatiye kişandin.

Dema min hinekî dîsa jîyana Selma Jacobsson lêkoland, vê carê min dît ko mêre wê jî kesekî qasî wê balkêş bûye. Ew ermenîyekî Îstenbolî bûye. Navê wî Néandre de Byzance Norayr e. Vî nivîskarê ermenî li paytexta Swêdê, li Stockholmê rastiyek keşf kiriye! Çawa tê zanîn dema tevger û çalakiyên gotin, ferheng, edebîyat, çand, şaredarî, netew û azadiyê dikarin di hişyarbûn û rabûnên neteweyan de mucîzeyên mezin biafrînin. Dîroka çanda ermeniyan a nivîskî gelek kevn e. Berî 400 salan alfabeya xwe amade kirine û dest bi nivîsê û qeydkirinê kirine û alîkarîyeke mezin dane pêşketina çanda ermenî û herwisa jî çanda cîhanî.[8]

Néandre de Byzance Norayr dema sax bûye bi salan li ser ziman û edebiyata ermenkî kar kiriye. Bi alîkariya jina xwe ferhengeke mezin a fransî-ermenkî amade dike û di sala 1884an de li Îstenbolê çap dike û diweşîne. Êdî dinya dibe ya wî! Ferhenga wî di nav ermeniyan de gelek deng vedaye. Wî ev çavkaniya sertaca (şaheser) jîyana xwe hesibandiye. Ev ferhenga ko bi formateke mezin hatiye amade kirin û ji 1298 rûpelan pêk tê. Nimûneyeke îmzekirî ya vê ferhengê li Stockholmê di Pirtûkxaneya Qiraliyetê de tê parastin.[9] Di rûpelekî pêşîn ê ferhengê de noteke Néandre de Byzance Norayr heye. Li wir ew vê ferhenga xwe bi spasî dîyarî jina xwe, Selmayê dike:“Ez vê ferhengê bi spasî diyarî jina xwe ya li ber dilê min şêrîn Selma Jacobsson Norayrê, dikim”. Jina wî Selmayê bi can û dil, bi pere û bi mal alîkarî dayê.

Néandre de Byzance Norayr bi salan wek fîlologekî bi ziman, folklor, edebîyat, dîrok û bi karê berhevkirina destnivîs û tekstên kevn ve mijûl bûye. Li Îtalyayê û li Swêdê alîkariyeke mezin daye pêşketina ermenîlogiyê. Pirtûkxanek û kolleksîyoneke dewlemend a destnivîsên neçapkirî pêk aniye. Sermaye wî ev bûye. Çawa em ê li jêr jî bibînin ew hemû hebûna xwe paşê pêşkêşî dezgeheke jinan dike ko jina wî alîkara wê bûye.

Néandre de Byzance Norayr di derbarê pirsa ermenîyan û çanda ermenîyan de nivîsên cihê jî amade kirine û di çapemeniya swêdî de weşandine. Li Swêdê di sala 1887an de bi navê Knnaser (rexnegir) kovarak jî derxistiye.[10] Di sala 1887an li ser daxwaz û vexwendina Norayr û Selmayê hunermendê navdar Ivan Ayvazovskij tê Stockholmê. Ivan Ayvazovskij di van salan bi vekirina pêşangehên xwe alîkariyeke mezin daye pêştabirina çanda ermenî li welatên biyanî. Tê gotin ko Néandre de Byzance Norayr bi saya vê alîkariyê karibûye wê kovara bi navê Knnaser derxe. Ivan Ayvazovskij bi koka xwe ermenî, navê wî yê rastî jî Hovhannes Ajvazian bûye. Ivan Ayvazovskij dema hatiye Stockholmê, di Grande Hotelê de maye, dûrve tabloyeke Qesra Qiraliyetê çêkiriye. Berî çend salan ev berhema hunerî di mezatekê (auktion) de bi buhayê 2 mîlyon kron hatiye firotin.[11]

***


Ev ermeniyê koçber piştî zewaca xwe qasî 20 salan li Swêdê dimîne. Di sala 1899an de jina wî Selma Jacobsson ji nişkêve dimre. Dema Selma vefat dike, per û baskên Néandre de Byzance Norayr jî yekten dişkên. Demekê diçe Venedîkê û çend salan li wir dimîne. Di sala 1915an de dema Tirkiyê qira ermenîyan tîne, ermenî rastî zordestiyeke mezin tên û gelek perîşan dibin. Ev bûyera nemirovî li ser vî ermenîyî bandoreke mezin a neçê dihêle. Néandre de Byzance Norayr êdî her diçe bêhal dikeve, dibe qirşekî û di sala li 1915an de li Venedîkê vefat dike.


» Néandre de Byzance Norayr, 60 saliya bûyîna birayê Selmayê, Ernst Jacobsson, pîroz dike.

Berî wefata xwe Néandre de Byzance Norayr di wesiyeta (name) xwe de dîyar kiriye ko dema ew mir, bila bedena wî li Stockholmê, di gora Selmayê de li tenişta wê veşêrin. Lê belê Şerê Cîhanê yê Yekem dikeve navberê, ji Îtalyayê anîna cenazeyê wî dereng dikeve. Bes di sala 1924an de cenazeyê wî karibiye bê Stockholmê, li ser daxwaza wî cenaze di gora Selmayê de tê veşartin. Niha jî herdu kes li goristana bi navê “Di Goristana Bakur li Stockholmê” (Norra begravningplatsen i Stockholm), di gorekê de ketine xewna xwe ya ebedî.

Di vê şîn-merasîma wî de nasên malbata Selma Jacobssonê û endamên rêvebira Rêxistina Fredrika-Bremer (Fredrika Bremer Förbundet) beşdar dibin. Di derbarê vê veşartinê û di derbarê nivîskar û zimanzan Néandre de Byzance Norayr de di kovara Rêxistina Fredrika-Bremer de nivîseke bîranînê hatiye weşandin.[12] Fredrika Bremer (1801-1865) nivîskar, çalakvaneke doza jinan û aktîvîsteke karên xêrxwaziyê bûye. Piştî mirina wê bi navê Fredrika Bremer Förbundet rêxistineke jinan a nealîgir ava dibe û bi salan ji bo doza jinan kar dike. Néandre de Byzance Norayr berî mirina xwe hemû mal û hebûna xwe pêşkêşî vê rêxistinê dike. Jina Şerîf Paşa, Emîne Xanim dema (1898-1908), ligel mêrê li Stockholmê bûye yek ji wan nivîskarên ko gelek ji hez kiriye, Fredrika Bremer bûye, bi taybetî jî romana wê ya bi navê Hertha dibe berhemeke berdilk ji bo Emîne Xanimê.[13] Ev nav, Hertha paşê çawa em dibînin di sala 1914an de dibe navê organ û kovara vê rêxistina bi navê Fredrika Bremer Förbundet jî.

Néandre de Byzance Norayr berî mirina xwe, angorî wesiyeta xwe hemû hebûna malbatê (125.000 kron) dîyarî Rêxistina Fredrika Bremer (Fredrika Bremer Förbundet) kiriye ko ji bo bilindkirina dengê jinan û qenckirina rewşa wan saz bûye. Selma Jabobsson di saxiya xwe de alîkara vê rêxistinê bûye. Paşê ev rêxistin bi navê Selma Jacobssonê bursan dide keçên ko hewcedariya wan bi alîkariya pereyan hene. Ev alîkariya bi navê Selmayê Jacobssonê hatiye dayîn, heta salên 1970yî jî her berdewam dike. Piştî mirina Néandre de Byzance Norayr, pirtûkxane û arşîva wî di sala 1922an de ji aliyê Göteborgs Högskolas Bibliotek de tê kirîn.[14] Hatina ji firotana vê pirtûkxaneyê jî dîsa angorî wesîyetnameya wî ji Rêxistina Fredrika Bremer re dimîne.

Ne tenê pirtûkxaneya wî, herwisa jî kolleksîyoneke wî ya dewlemend hebûye ko ji destnivîsên ermenkî ên giranbiha û dûrîdest pêk hatiye. Destnivîsên Noranyr cara pêşîn di sala 1927an de bala lêkoler C. Fontaine dikşîne, lê belê paşê navbirekê didê û ev arşîv hema wisa bi salan di jêrzemînan de dimînin.[15] Di salên 1950yî de lêkoler ji hebûna van destnivîsan agahdar dibin. Yek ji wan kesan S. Lorelli ye ko bi koka xwe ermenî bûye. Dema di navbera salên 1946-1947an de li Unîversîyeya Uppsalayê lêkolînan dike, wê demê rastî şefekî Pirtûkxaneya Unîversîteya Uppsalayê, Anders Grape tê. Lêkoler û karmend Anders Grape jê re qala van destnivîsên Néandre de Byzance Norayr dike û S. Lorelli dişîne bajarê Goteborgê bona ko li ser van destnivîsan kar bike û kopîyayên wan derxe. S. Lorelli ji ber dayîna vî karê nû gelek şa dibe. Ew li wir rastî xezne û defîneke desnivîsan tê ko wî cara pêşîn li wir dîtine. Di sala 1950yî de bi hezaran rûpel kopiya amade dike bona Pirtûkxaneya Neteweyî ya Ermenîstanê li Erîvan. Ev destnivîsên girahbiha ko qasî 32 salan dihate bawer kirin ko winda bûne bes tenê wê demê derkevin ronahiyê. Bi vî tehrî cîhana lêkolerên ermenî ji van destnivîsan agahdar dibin. Di wan salan gelek rojname û kovarên ermenkî li dehan welatên cîhanê di derbarê van destnivîsên Néandre de Byzance Norayr de gelek danasînan belav dikin û bala xwendevan dikşînin ser van çavkaniyên fîlolojîk. S. Lorelli sala 1951an nivîseke dirêj di derbarê vê keşfa xwe ya mezin de belav dike. Lorelli di vê nivîsa xwe de dîyar dike ko Néandre de Byzance Norayr di van salan de wisa bi tîr û întensîv bi karê fîlolojiya ermenkî mijûl bûye, carina bi navê “Tenêmayê Stockholmê” (Enstörningen i Stockholm) dihate nasîn.[16]


» Îlaneke cîhê karê Selma Jacobssonê, (Svensk Läraretidning 1895, rûp.58)

Jîyana vî ermeniyê derbeder, jîyana hemû nivîskarên ji welatê xwe dûrketî û jîyana hemû mirovên koçber bi eşkere tîne zimîn yan jî tîne ber çavan. Nîvê dilê vî ermenîyî ji bo Stockholmê û nîvê din ji bo Îstenbolê (Constantinople) lêdaye. Dema zewacê, wek mînak nîşana xwe di sala 1881an de li Îstenbolê dike, paşê di sala 1884an de ferhenga xwe ya fransî û ermenkî dibe li Îstenbolê, di “Çapxaneya A. H. Boyaciyan” de çap dike. Constantinople çawa tê zanîn paytexta Bîzansê bûye, nivîskar ev nav paşê ji xwe re kiriye paşnav jî: Byzance... Dema li Swêdê bûye çavên wî hertim li ser rewşa ermeniyên li welêt bûye. Çawa xuya dibe Néandre de Byzance Norayr di navbera Constantinople û Stockholmê de her hatiye-çûye. Wek her koçberekî ko ji welatê xwe bi dûr dikeve û li welatekî din pêyên xwe bavêje, li tu cîhekî hedûra (hizûr) xwe neaniye. Piştî wan qirkirin û tevkuştinên (pogrom) li dijê ermeniyan (1915), êdî ji Néandre de Byzance Norayr re tu starek li Rohilatê nemabû û vê carê Swêd ji xwe re kire milk û wek welatê xwe, welatê kalûbavan hesiband. Bes tenê sebra xwe bi gora Selmayê aniye, xwestiye dema mir li Stockholmê li tenişta wê bê defin kirin “Min di gora Selmayê de veşêrin!”

***


Selma Jacobssonê cara yekem, di sala 1872an de li kuçeya Drottninggatanê (Kuçeya Qiralîçeyê) û paşê di sala 1877an de li ser kuçeya Fredsgatanê (Kuçeya Aşîtîyê), ji xwe re atolyek (dezgah) li serbajarê Swêdê, li Stockholmê vekiriye. Kuçeya Drottninggatanê di navenda Stockholmê de cîh girtiye û yek ji wan kuçeyên here navdar û bingehîn e ko hê ji sedsala 16an de maye, tê hesibîn. Ev kuçe di rojên îroyîn de ji trafîkê re hatiye girtinê, tenê kuçeyeke gerê, kêf û eşqê, kirîn û firotanê, hatin û çûyînê ye.

Dema ez ligel hevalên xwe dixwazim carina li bajêr bigerim, em li navenda Stockholmê ko gelek caran Stockholms city tê nav kirin, hev dibînin. Paşê dikevine kuçeya Drottninggatanê û berê xwe didin aliyê taxa Stockholmê ya kevin ko bi navê Gamla stan (Bajarê Kevn) tê nasîn.


» Drottninggatan 10, cîhê ko Selma Jacobssonê li şuna wê di sala 1872an de atolyek vekiriye. Niha wek hûn jî dibînin dikaneke bi navê Rockzone li wir heye. Lê belê divê em dîyar bikin ko ev herêma (zon) berê ya Selmayê bûye!

Dema mirov ji navenda Stockholmê çend metroyan dûr dikeve, kuçeyeke piçûk derdikeve pêşberî mirovan ko Drottninggatanê çep-rast dibire. Navê wê Jacobsgatan e. Navekî ko nêzîkî paşnava Selmayê ye: Jacobsson. Di koşeyê ko Drottninggatan û Jacobsgatan hev dibirin, atolyeya pêşîn a Selma Jacobssonê li wir bûye: Drottninggatan 10. Paşê dema mirov çend metroyan dimeşe, vê carê Fredsgatan derdikeve pêşberî mirovan. Atolya Selma Jacobssonê ya duwem jî li ser vê kuçeyê bûye: Fredsgatan 15. Niha li cîhê yekem Drottninggatan 10an de dikanek heye û li şuna Fredsgatan 15an jî Kabîneta Hukimeta Swêdê heye. Wisa xuya dibe ko ew cîhê dawîn ko Selma Jacobssonê li wir atolya xwe vekiribû, paşê hilweşandine. Lê belê wêneyekî ko ji van salan maye pergala hundirîn (interiör) ya vê atolyê wek li jor cîh girtiye, xweş nîşan dide.


» Cîhê ko kuçeya Drottninggatan û Fredsgatan li hev diqelibin û hev dibirin, (Foto Rohat Alakom)

Li ser vê kuçeya Fredsgatanê bi navê Medelhavsmuseet (Muzeya Behra Spî) muzeyeke navdar cîh girtiye. Carcar li ser kurdan û çandên Rohilata Navîn jî hin çalakî li vir tên bi dar xistin. Qawexaneyeke vê muzeyê jî heye û navê wê danîne Bagdad Café. Ez û hevalên xwe gelek caran li wir qaweya xwe vedixwin, hinekî bîna xwe li wir derdixin û paşê dîsa berê xwe didin Gamla stanê (Bajarê Kevn) û gera xwe berdewam dikin. Dema ez li van mekanên dîrokî digerim, li wan cîhên ko kuçeyên Jacobsgatan û Fredsgatan, wê kuçeya navdar Drottninggatanê çep û rast dibirin, tavilê, li wir wêneyên yan jî qeratiyên Selma Jacobssonê û mêrê wê Néandre de Byzance Norayr tên li ber çavên min û paşê ew xwe davêjin nav kûrahiya dîrokê, mîna reşahîyekê wek hercar dîsa winda dibin!


» Wêneyê Şerîf Paşayê kurd ko Selma Jacobssonê di sala 1899an de kişandiye, (Varia-İllustrerad månads skrift. nr 4/1899)

Herwisa jî Şerîf Paşayê kurd, kurdên malbata Xandan, kurdê bajarê Silêmaniyê tê ber çavên min. Ev kurdê çeleng, lihevhatî, kîkana mêran û kelemê çavên “Les Jeunes-Turcs“ dîsa wek hercar simêlên xwe badide! Silavekê dide min! Bi lez û bez halxweşiya xwe dîyar dikim. Ew jî wek Selma Jacobssonê û mêrê wê Néandre de Byzance Norayr piştî demekê li ber çavên min xuya nabe. Dibe milkê dîrokê!

Têbînî

[1] Turkiske ministern i Stockholm, Varia-İllustrerad månads skrift nr 4/1899, rûp.19.

[2] Selma Jacobsson Norayr, Idun, nr 30/1899.

[3] Bo Bjelfvenstam, Arkitekt, oscarian, jude: Ernst Jacobsson, 1991. Det judiska Stockholm, 1998. Redigerad av David Glück, Aron Neuman och Jacqueline Stare, rûp.87.

[4] Äktenskap i Konstantinopel, Tidning för Wenersborgs stad och län 7/11 1881.

[5] Artsvi Bakhchinyan, Armenia-Sweden, Historical and Cultural Relations, Erevan, 2006, rûp.59.

[6] Artsvi Bakhchinyan, Armenia-Sweden, Historical and Cultural Relations, Erevan, 2006, rûp.58.

[7] S. Lorelli, Armenisk kultur och svensk forskning, Svenska Dagbladet 23/1 1951.

[8] Magnus Ljunggren, Armenisk ordbok tungt livsverk, Svenska Dagbladet 19/9 2009.

[9] Dictionnaire français-arménien. Par Néandre (Norayr) de Byzance, Constantinople, 1884.

[10] T.J. Arne, Svenskarna och Österlandet, 1952, rûp.301.

[11] Stockholm sett med ryska ögon, Svenska Dagbladet 7/7 2007.

[12] Néandre de Byzance Norayr, Hertha, nr 10/1924.

[13] Fanny Petterson, Prinsessan Emine, Svenska Dagbladet 31/5 1908.

[14] S. Lorelli, Armenisk kultur och svensk forskning, Svenska Dagbladet 23/1 1951.

[15] Acta Bibliothecae Universitatis Gothoburgensis, 1941, rûp. 58.

[16] S. Lorelli, Armenisk kultur och svensk forskning, Svenska Dagbladet 23/1 1951.

-----------------------------------
Nivîskar: ROHAT ALAKOM ralakom@yahoo.com
Weşandin: 2012-04-15
Xwendin: 4311
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org