[ ŞEMÎ, 2024-11-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975)
» Rohat Alakom
STOCKHOLM, 11/9 2016 — Piştî têkçûna Komara Kurdistanê (li Mahabadê) serdarê kurd Mele Mistefa Barzanî ligel leşkerên xwe derbasî nav erdê Yekitiya Sovyetê dibe. Tevgera Barzanî mirov dikare bêje ko di sala 1946an de bi sazbûna Komara Kurdistanê dibe mijara nûçeyan ya medyaya swêdî.

Cara yekem di medyaya swêdî de Mistefa Barzanî di rojnameya swêdî Svenska Dagbladetê de bi navê “Molla Mustafa el Barzani” derbas dibe.[1] Carinan di hin rojnameyan de paşnavê Mistefa Barzanî wek “Barzan”, "Barazani" û “Barsani” cîh girtiye. Sala 1932an di rojnameya Dagens Nyheterê de wek “Barzah” hatiye bi kar anîn.[2]

Mistefa Barzanî (1903–1979) di salên 1930yî de navê xwe da bîhistin. Li bal birayê xwe yê mezin Şêx Ehmed Barzanî cîh digre.[3] Angorî rojnameya Svenska Dagbladetê bi sedan leşkerên kurd bi pêşengiya Barzanî piştî ko li hemberî ordîyên Tirkiyê, Îraq û Îranê şer kirine li qeraxê robarê Erezê re meşiyane, derbasî nav sînorên Sovyetê bûne.[4]


» Ordîya Barzanî ji 20 hezar leşkeran pêk têt (Dagens Nyheter, 16/10 1962)

Sala 1947an nivîseke dirêj di rojnameya Svenska Dagbladetê de tê weşandin û li vir tê gotin ko nûnerê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mohamed Hîlmî Beg bi nivîskî bala Yekîtiya Neteweyan kişandiye ser trajedîya neh mîlyon kurdan ko li Tirkiyê, Îran û Îraqê dijîn. Li gorî agahiyên Enqereyê, Rûsya dixwaze kurdan wekî sîleha ko dîwarên sûrhan kun dike yanî wekî “dîwarbir yan dîwarroxîner” (murbräcka) bi kar bîne. Bêjeya “dîwarbir” navê sîleheka leşkerî ye û tê wateya "stûna sertîj" ko di demên berê de di şeran de ji bo kunkirina sûrhan dihat bi kar anîn. Di hêlaneka wekî mencenîqê de ew stûn li dîwarê sûrhê dixistin heta ko kun dikirin. Rojname dibêje Rûsyayê berî kurdan, ermenî û gurcî jî wekî "dîwarbir" bi kar anîne.[5]


» “Şerê herî dirêj li cîhanê” (Expressen, 24/8 1969)

Piştî ko Mistafa Barzanî ji Yekîtiye Sovyet vedigere û têt Kurdistanê, rola kurdên li vî beşê Kurdistanê zêde dibe. Nivîseke dirêj ko di rojnameya Expressenê de bi navê Bêaramiya kurdan (Kurdisk oro) hatiye weşandin bala xwendevanan dikşîne. Hêza kurdan di sîyaseta Rohilata Navîn de roleke mezin dilîze. Di nivîsê de di heqê kurdan de agahiyên kurt jî tên dayîn: Bi qasî 8-9 mîlyon kurd li Tirkiyê, Îran û Îraqê dijîn, li Yekîtiya Sovyetê qasî 100 hezar kurd dimînin.

Rûsya ji bona ko pozîsyona xwe li herêmê xurt bike alîkariyê dide neteweperweriya kurd. Rojname dibêje ji bo ko dewleteke kurdî saz bibe sala 1958an li bajarê Odessayê civînek çêbûye û ev mijar hatiye minaqeşe kirin. Ev civîn bi serokatiya komunîstê kurd yê Sûriyê Xalid Bektaş pêk hatiye. Di civînê de biryar hatiye dayîn ko li bajarê Pragê saziyek bi navê “Bûroya Propagandayê ya Kurd” saz bibe.

Moskova û Bexda xwe nêzîkî kurdan dikin. Angorî rojnameyê ev cîrantiya ligel Moskova û Bexdeyê li bakur û başûr ji dê cîrantiya Tirkiyê û Îranê digel rojava û rohilatê nêzîktir bike.[6]

Mistefa Barzanî di sala 1958an de ligel hevalên xwe vedigere welêt. Di navbera salên 1961 û 1970 de şerekî mezin di navbera kurd û ereban de çêdibe. Hikûmeta Îraqê û ajanên wê gelek caran hewl didin ko Barzanî bikujin û ji holê rakin. Wek mînak di sala 1963yê de hikumetê diyar kiriye kesê ko Barzanî bikuje dê bi 100 hezar dînaran (1.5 mîlyon kron) bêt xelat kirin.[7]

Rojnameya Dagens Nyheterê dinivîse ko di sala 1971an de li hemberî Barzanî hewldayîneke kuştinê qewimiye û di encama vê bûyerê de hin kes mirine û hinek jî birîndar bûne.[8] Di sala 1972an de bikujek bi armanca ko ligel Barzanî hevpeyvînekê çêbike diçe bal wî. Angorî vê nûçeyê dorberê Barzanî û hêzên parastinê şikê dibine wî. Dema bagaja wî kontrol dikin dibînin ko du çente li wir hene, di çenteyekî de ew rastî du kîlo malzemeyê teqînê tên.

Dema ko îfadeya wî digrin xuya dibe ko hêzên dewletê ev teqemenî dane vî bikujî. Rojnameya Dagens Nyheterê wêneyê vî çenteyî jî weşandiye.[9] Barzanî ji van hemû plan û hewldayînên kuştinê sax û silamet xelas bûye. Bêguman vê yekê di înşabûna efsaneya Barzanî de roleke mezin lîstiye. Berê jî meşa wî ya dûrî aqilan û ecêb ko di sala 1947an di nav sînorên dijmin de berbi Yekîtiya Sovyetê ve çûbû gelek deng vedabû.[10] Ev meşa Barzanî meşa qumandar û raportorê şer yê yunanî Xenofon tîne bîra me ko berî hezar salan dema vegerê di herêmên dijmin re derbas dibe û bi serfirazî xwe digehîne Deryaya Reş.


» Beşeke nivîsa ko qala hewldayîna kuştina Mistefa Barzanî dike. Wêneyê çenteyê ko tê de madeyên teqînê hatine veşartin. (Dagens Nyheter, 8/8 1972)

Di sala 1970î de kurd bi fermî dighêjin mafê otonomiyê. Lê belê piştî demekê têkiliyên kurdan û ereban careke din xirab dibin. Di sala 1975an de tevgera kurdan li Iraqê têkdiçe. Di sala 1974an û di sala 1975an de piştî têkçûna tevgera kurdan di çapemeniya swêdî de minaqeşe û raberzînên fireh di heqê kurdan de çêdibin. Gelek rojnamevan tevlî van minaqeşeyan dibin: wekî Gudrun Hjelte, Sture Karlsson, Per Gahrton, Jan Guillou, Marina Stagh, Tord Wallström, Martin Dyfverman, Goran Lundin, Thomas Hammarberg, Herman Lindqvist, Per Wastberg…

Koma rojnamevanên swêdî di vê mijarê de dibin du beşa. Beşek aliyê Iraqê digirin û beşek xwe dide aliyê kurdan. Şerekî îdeolojîk jî destpê dike. Kesên alîgirên sosyalîzmê û kesên antî-sosyalîst tên hemberî hev û bi paşverûtî û pêşverûtiyê hev sucdar dikin, ev minaqeşe di heqê Barzanî de berdewam dike.

Di çapemeniya swêdî de ev dîtinên prokurd û antîkurd di sala 1991an de ji aliyê min de bûye mijara lêkolîneke fireh.[11] Gelek caran rojnamevanên swêdî li dijî hev nivîs weşandine, wek dijayetiyên di navbera Per Gahrton û Tord Wallstrom de. Per Gahrton di nivîseke xwe de Tord Wallstrom wekî “Dostê kurd yê swêdî”.[12] û Tord Wallstrom jî wî wek “Dostê beesiyan yê swêdî” bi nav dike.[13] Ji van kesan Tord Wallstrom paşê encamên gera xwe ya li Kurdistanê bi navê “Tenê çîya dostên me ne” dike pirtûk û diweşîne.[14]

Tiştekî balkêş ew e ko rojnameyên swêdî yên mezin nûçegîhanên xwe şandine Kurdistanê da têkoşîn û rewşa kurdan rapor bikin. Cara pêşîn wêneyên wan jî tên weşandin. Hinek ji van swêdiyan li enîya şer bi kincên kurdî xuya dikin. Yek ji wan Peter Sturkin di şerî de birîndar dibe.[15] Rojnameya Svenska Dagbladet ko zêdetirîn nûçe di heqê tevgera Barzanî de weşandine, sala 1971ê wek mînak nûçegîhanê xwe Johnny Flodman şandiye herêma Kurdistanê. Wî li wir digel Barzanî hevpeyvînek çêkiriye û weşandiye.[16] Ji rojnameya Dagens Nyheterê, Richard Haas di navbera salên 1971 û 1974an de rewşa kurdan şopandiye, di heqê kurdan de gelek nûçe û nivîs belav kirine.[17]

Sala 1969an di rojnameya Expressenê de nivîseke dirêj bi agahiyên dîrokî têt weşandin. Li vir têt gotin ko kurd 2500 sal berî bûyîna Îsa heta sedsala 18an her bi serê xwe jîyane. Ji nîvê sedsala 18an heta îro bênavbir ji bo azadiya xwe şerî dikin. Rojname paşê di heqê her beşeka Kurdistanê de zanyariyên kurt pêşkêş dike. Di dawiyê de li ser rewşa Kurdistana Başûr disekine û cîh dide tevgera Barzanî ko nivîskar wî “Röde Mullah” (Meleyê Sor) bi nav dike. Ev nav dema ko Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bû lê kirine. Kesê ko ev nivîs amade kiriye vê têkoşîna kurdan wek “Şerê herî dirêj li cîhanê” dide nas kirin.[18]

Yek ji wan rojnamevanên swêdî ko bi navê rojnameya Expressen gelek caran çûye Kurdistana başûr, rewşa wan dîtiye û ligel Barzanî hevpeyvîn pêk anîne, rojnamevan Herman Lindqvist e.[19] Hê di sala 1970yî de çûye Kurdistanê û li pey hev sê nivîsên dirêj bi wêne di rojnameya Dagens Nyheterê de weşandine.[20] Herman Lindqvist di nivîseke xwe de pêşmergeyan dide nas kirin: “Min wek rojnamevan 14 şer û nakokiyên çekdarî dîtin, berî hemûyan Bîyafra, Vîyetnam û Fîlîpin. Lê belê min kêm caran leşkerên wiha rehet û bawermend dîtin”.[21] Herman Lindqvist paşê dibe yek ji nivîskarên navdar yên swêdê û wî dîroka swêdî bi zimanekî sade û populer kiriye pirtûk.

Dema ko Mistefa Barzanî jibo tendûristiya xwe diçe Emerîkayê û yekê adara 1979an li wir wefat dike, du rojan piştî wefata wî Herman Lindqvist nivîseke gelek înformatîk di heqê jîyana wî de dinivîse. Di nivîsara xwe de diyar dike ko Barzanî hîç demekî welatekî azad nedît û koç kir.[22] Lindqvist di bîranînên xwe de ko berî çend salan derketin qala van salên bihurî dike û dibêje ko dema ew li Kurdistanê bû Barzanî xençerek dîyarî wî kiriye û heta niha jî wî ew dîyarî parastiye.[23]


» Ev wêneyê Barzanî ji aliyê Herman Lindqvist de hatiye kişandin (Expressen, 14/11 1974)

Rojnamevan Goran Lundin sala 1975an li Swêdê doza kurdan bi aktîvî di weşanên perîyodîk de parastiye, gelek nivîs di rojname û kovarên curbicur de weşandine. Herwisa li ser kurdan bûye xwediyê zanyariyên fireh, di nav kurdan de mehekê maye, kurd ji nêzîk ve nas kirine, sempatiyeke mezin ji bo têkoşîna kurdan nîşan daye. Ew di nivîseke xwe ya bi navê “Barzaniyê Nemir” (Den odödlige Barzani) de, wî wek şervanê herî kevin li cîhanê dide nasîn.[24]

Carinan hinek nivîsên kurdên ko li Swêdê dimînin hatine weşandin. Nivîseke piçûk ko ji aliyê komunîstekî kurd de hatiye nivîsîn diyar dike ko carinan rojnameyên swêdî zirarê didin doza kurdan. Di hinek rojnameyan de têt nivîsandin ko kurd alîkariyê ji Îsraîlê werdigrin.[25] Balyozxaneya Îraqê li Swêdê jî carinan dîtinên xwe bi rêya çapemeniyê pêşkêş dike. Carinan heyetên Îraqê hatine Swêdê, li hemberî tevgera kurdan propaganda kirine. Di heyetekê de kurê Barzanî yê mezin Ubeydullah jî hebûye ko li dijî sîyaseta bavê xwe derketiye.[26]


» Talebanî mecalên ko cara pêşîn di dîroka kurd de peyda bûne rêz dike (Dagens Nyheter, 27/4 1963)

Hejmara nûçeyên di heqê Barzanî û tevgera kurdan de di van salan de (1974–1975) dighêje asta herî bilind, bi qasî 150 nûçe di heqê mijarê de tên weşandin. Wek mînak rojnameya Svenska Dagbladet ko herî zêde cîh daye kurdan di hejmareke xwe de temamiya rûpelekî ji kurdan re veqetandiye. Nivîs bi wêne nîşan dide ko bi sed hezarn kurd çawa ketine rê, di nav mercên têhnî û birçibûnê de, di serma û seqemê de berbi mirinê ve koç dikin.[27] Piştî ko Îraqê û Îranê 6-ê adara 1975an li gor Peymana Cezayîrê li hev kirin, Îranê alîkariya xwe ya ko dida kurdan yekcar birî.[28]


***

Têbînî:

[1] Svenska Dagbladet, 22/5 1946.
[2] Den kurdiske schejken Ahmed Barzah, Dagens Nyheter, 25/6 1932.
[3] Rövarsheik besegrad, Aftonbladet, 26/6 1932.
[4] Trupper sammandras vid Persiens gräns, Svenska Dagbladet, 29/8 1947.
[5] Kurder och georgier som murbräckor för Ryssland, Svenska Dagbladet, 14/11 1947.
[6] Kurdisk oro, Expressen, 20/2 1959.
[7] Miljonbelöning åt den som dödar kurdernas ledare, Dagens Nyheter, 12/2 1963.
[8] Barzani undkom attentat, Dagens Nyheter, 2/10 1971.
[9] Nytt försök mörda kurdledare med bomb, Dagens Nyheter, 8/8 1972.
[10] Eivor Samuelsson, Porträttet: Mustafa Barzani, Världhorisont, nr 5/1966.
[11] Rohat Alakom, Di çavkaniyên swêdî de motîvên kurd, Vejîn, 1991, rûp.94-133.
[12] Per Gahrton, Kurdernas svenske vän, Sydsvenska Dagbladet, 13/6 1975.
[13] Tord Wallström, Baathisternas svenska vän, Sydsvenska Dagbladet, 20/6 1975.
[14] Tord Wallström, Bergen är våra enda vänner, 1975.
[15] TV-fotograf sårad i kurdernas krig, Expressen, 13/4 1975.
[16] SvD:s Johnny Flodman hos kurderna, Svenska Dagbladet, 29/11 1971.
[17] Richard Haas, Hur Barzani undgick det gröna mordbältet, Dagens Nyheter, 9/10 1971.
[18] Mac Lennart Lindskog, Världens längsta krig: Kurderna slås för frihet sedan
mitten av 1800-talet. Expressen, 4/8 1969.
[19] Herman Lindqvist, Aftonbladet hos frihetsledaren som segrat efter 9 år, Aftonbladet,
24/4 1970. Nu har de vunnit sin första seger, Aftonbladet, 25/4 1970.
Vapen från Israel och shahen hjälpte kurderna besegra Iraq, Aftonbladet, 26/4 1970.
[20] Herman Lindqvist, Expressen har träffat kurdernas ledare Barzani,
Expressen, 15/11 1974.
[21] Herman Lindqvist, Världens tuffaste soldater kan inte gå i takt, Expressen, 21/11 1974.
[22] Herman Lindqvist, Hans liv var krig, Expressen, 3/3 1979.
[23] Herman Lindqvist, Mitt i allt, 2012, rûp.143
[24] Göran Lundin, Den odödlige Barzani-Världens äldste gerilla-krigare,
Aftonbladet, 6/1 1975.
[25] Tidningar skadar kurdernas sak, Expressen, 24/4 1974.
[26] Barzani företräder inte kurderna, Ny Dag, nr/ 1974.
[27] Ett folk på flykt, Svenska Dagbladet, 6/3 1975.
[28] Jan Guillou & Marina Stagh, Forna fiender försonas, Dagens Nyheter, 6/5 1975.

-----------------------------------
Nivîskar: ROHAT ALAKOM rohat.alakom@yahoo.se
Weşandin: 2016-09-11
Xwendin: 11718
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
Rojnameya "Şerq û Kurdistan" (2015-03-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org