SWÊD, 18/5 2015 — Min hertim gelek mereq kiriye ka kurdên ko cara pêşîyê hatine Swêdê kî ne.[1] Ji bo nivîsandina dîroka kurdên Swêdê mirov gelekî hewcedarî zanîna van zanyariyan e. Bêguman zanîna destpêka vê koçberiyê gelek giring e, wekî din mirov nikare bi kronolojîk vê dîrokê derbasî ser kaxizê bike.
Ev yek giringiya zanîn û agahiyên dîrokî careke din tîne bîra me. Divê wê rastiya klasîk ko gelek tê zanîn em careke din li vir dîsa dubare bikin: “Mirovekî ko haya wî ji dîroka wî nîn be, haya wî ji wî jî nîne!”. Di van 50 salên bihurî de gelek guhartinên mezin li Swêdê qewimîn. Berê Swêd wek welatekî cîhanê dihate nasîn, lê belê niha qala cîhaneke ko li Swêdê heye tê kirin. Bi sedan nûner û mirovên ji netewe, gelên cihê û komên etnîkî hatin Swêdê. Di nav wan de herwisa ji herçar perçeyên Kurdistanê kurd hatin, bûn hemwelatiyên Swêdê û êdî pasaporta Swêdê li ser xwe digerînin.
Bi pêşengiya dîroknas û lêkolerên swêdî berhemeke ko ji heyşt cildan pêkhatî berî demeke nêz bi navê Dîroka Swêdî (Sveriges historia) hat weşandin. Nivîsa vê dîroka Swêdê wek proje di sala 2009an de destpê kir heta sala 2013an berdewam kir. Ev berhema standart ji heyşt cildan pêk tê. Cildê dawîn dîroka Swêdê ya salên 1962-2012an daye ber çavan. Çawa li vir jî xuya dibe ev perîyoda nêzî 50 saliya kurdên Swêdê ye. Di çend cîhên vî cildê dawîn de qala kurdan jî tê kirin. Mirov dikare bêje ko kurd di pêncî saliya xwe de bûn perçeyekî dîroka Swêdê jî. Di cîhekî de tê gotin ko di nav wan komên ko berî salên 2000an hatine yek jî koma penaber, koçberên Kurdistanê ye.[2]
Di pirtûkê de dema behsa jîyana muzikê tê kirin di cîhekî de tê gotin ko wek mînak di nav kesên xelata mûzîkê ya bi navê Grammis wergirtine kes hene ji welatên din hatine, di nav wan de hunermendên ji Kurdistanê jî hene.[3] Çawa tê zanîn hunermendên wek Dilba û Darîn bûne xweyê vê xelata mûzîkê. Mijareke gelek û gelek baş jî ew e ko dîrokzanan ev pirtûk nivîsîne ew xeletî û şaşiyên ko di medya swêdî de kurd kiribûn hedefên êrişan, hatine serrastkirin û kurd bi rûsipî derbasî dîroka Swêdê kirine. Angorî van dîrokzanan wan hewldayînên ko xwestin nîşan bidin ko tiliya kurdan di bûyera kuştina Olof Palme de heye hin delîlên xurt pêşkêş nekirin û di dawiyê de pûç derketin.[4]
Ev lêkoler herwisa jî li ser bûyera kuştina Fadîme Şahîndalê disekinin û dîyar dikin ko kuştinên bi vî tehrî bi çandên cihê re nikarin bên girêdan. Di her civat û çandan de mirov rastî kuştinên bi vî awayî tê. Lêkoler zêdetir berê xwe didin civat, sazî, raman û dîtinên hukim-mêr (patriarkalisk).[5]
***
Çima sala 1965? Sedemê yekem: Berî sala 1965 çawa em dibînin tek tek hin kurd hatine Swêdê, ji wan çend heban jîyana xwe li vir derbas kirine, wek Selahaddîn Rastgeldî û Silêman Knutas. Lê belê ev kesan bi zanav (nasnemeya kurd) zêde nedihatin nasîn. Navên wan bi kurdan re girêdayê, bi hevahengî nedihate behs kirin, hin caran ev kurdan wek mînak “hemwelatiyên Tirkiyê” dihatin bi nav kirin.
Sedemê duwem: Cara pêşîn ji du kurdan zêdetir kurd di eynî salê de li Swêdê hêwirîne, jîyane, komeke piçûk pêk anîne. Rojnameyeke Swêdî wek mînak ev yeka piştî salekê bi “Dewriyeya kurdî” (Kurdisk patrull) bi nav kiriye.
Sedemê sêyem: Koça kurdan ji 1965an şunda bi navbirên gelek kurt heta niha her berdewam kiriye, nesekiniye. Berî sala 1965an rast e hin kurd hatine Swêdê, lê belê çawa em dibînin deh salan, bîst salan carê kurdek li Swêdê peyda bûye. Belê, mirov bi rehetî dikare bêje ko Swêd di sala 1965an de bû welatê kurdan. Piraniya van kurdên ko di salên 1965 û ji wir şunda hatine ligel swêdiyan zewicîne, zarok û newiyên wan ên swêdî-kurdî îro êdî mezin bûne. Ji bo nivîsîna 50 saliya kurdên Swêdê (1965-2015) divê ew salên pêşîn, bi taybetî ew salên destpêkê (1965-1970) baş bên zanîn ko dîroka kurdên Swêdê li ser hîm û bingehên xurt bi kronolojîk bê ava kirin.
Di sala 1965an de di rojnameya swêdî Aftonbladetê de di derbarê Kurdistana Başûr de nûçeyek derdikeve. Nûçe û şirove ji aliyê rojnamevan Anders Johansson de amade bûye. Di beşekî vê nûçeyê de wiha tê gotin: “Înformatorê min îdîa dike ko “Tiştên ko li welatê min didome ji demên berê gelek xirabtir e”. Ew kesekî penaber e ko naxwaze navê xwe eşkere bike. Ajanên Bexdayê li herderê hene, dibêje. Ew li Swêdê li benda rojên xweş li Kurdistanê ye. Ew, yek ji wan sedan xwendekaran e ko li derweyî welêt dimînin”.[6]
Mirov ji vê nûçeyê dikare fam dike ko ev xwendekar ji Kurdistana Başûr e. Bi saya vê nûçeyê mirov zane ko li Stockholmê kurd hene ko doza kurdî angorî îmkanên xwe yên pir-piçûk û sînorkirî didin nasandin. Di destpêka sala 1966an vê carê rojnameya Svenska Dagbaldet nûçeyeke bi vî tehrî diweşîne. Sernivîsa vê nûçeyê wiha ye: “Kurdekî li Swêdê qala tekoşîna azadiyê ya pênc salan dike”. Rojname herwisa jî dinivîse ko vî xwendekarê kurd ev agahî li Dêra S:ta Clara li Stockholmê pêşkêşî wî kiriye.[7] Ev rojname jî navê vî kurdî nade û mirov nizane gelo ev herdu xwendekarên di van herdu nûçeyan de qala wan tê kirin, eynî kes e yan jî du kesên cihê ne. Di sala 1966an de rojnameya Dagens Nyheter cara pêşîn navê penaberekî kurd dide ko ev salek e li Stockholmê dimîne, rojname navê wî wek Seîd Evdilrehman pêşkêş dike.[8] Wek li jor jî xuya dike rojnameyên swêdî wek çavkanî tek tek qala kurdan dikin.
Di sala 1966an de nûçeyeke gelek balkêş û giring di rojnameya Dagens Nyheterê de hatiye weşandin. Ev nivîsa li ser pîrozkirina cejna yekê gulanê ye. Nûçehîganê rojnameyê bi dûr û dirêj qala pîrozkirina vê cejnê dike. Di cîhekî vê nivîsê de rojnamevan bi sernivîseke piçûk dîyar dike ko di meşa yekê gulanê de koma here balkêş ew koma kurdan a piçûk bûye ko di vê meşê de beşdar bûye. Navê vê koma kurdan “Dewriyeya kurdî” (Kurdisk patrull) hatiye dayîn. Di vê nûçeyê de tê gotin ko li Stockholmê ev şeş penaberên kurd ji Kurdistana Iraqê ne û penaberên polîtîk in. Du keçên swêdî ko cil û berg, kincên kurdî li xwe kirine û xwe dane pêşiyê jî sempatîzan kurdan bûne.[9]
Ev nûçe wek dokument nîşan dide ko hejmara kurdan ji du kesan zêdetir e û kurdan piçûk be jî komek li Swêdê pêk anîne. Çavkaniyên devkî jî van zanyariyan piştrast dikin. Angorî Cemal Alemdar, yek ji wan kesan e ko cara pêşîn ko di sala 1965an de hatine Swêdê, vê demê ew kurdên ko li Stockholmê diman: Îbrahîm Mamxidir, Seîd Evdilrehman û Seîd Dizeyî bûn. Ji van kesan Cemal Alemdar û Îbrahîm Mamxidir niha jî li Swêdê dijîn. Êdî em bi saya çavkaniyên nivîskî û devkî bi rehetî dikarin qala kurdên Swêdê bikin. Divê em li vir destnîşan bikin ko berî van kesan di demên berê de çend kurd hebûn, lê belê têkiliyên wan bi hev re tunebûn. Di demên gelek cihê de hatine û li cîhên ji hev dûr diman.
» Keçeke kurd Menîfe Anter (Dagens Nyheter, På Stan 29/11-5/12. 1975)
Em dibînin ko salên din ji Kurdistana Tirkiyê û ji Kurdistana Suriyê jî xwendekarên kurd tên Swêdê. Kurdekî cara pêşîn navê xwe eşkere kiriye jî Bedirxan Anter e ko wek xwendekar hatiye Uppsalayê. Ev nûçe nîşan dide ko kurd ji bilî Stockholmê herwisa jî hatine bajarê xwendekaran, bajarê Uppsalayê. Weşandina vê nûçeyê him rojnameya bajarê Uppsalayê û him jî dîroka bajarê Uppsalayê dixemilîne. Tiştekî gelek balkêş jî di binê vê nûçeya dirêj de “Komeleya Xwendekarên kurd li Ewropa-Beşa Swêdê” (Kurdiska Studenternas Förening i Europa, Sveriges Gren) hatiye nivîsîn.[10]
Koça kurdan ber bi Swêdê yek bi yek, kêm be jî her berdewam e. Wek mînak di sala 1967an de Omer Şêxmûs û di sala 1969an de Memo Yetkîn li ser Îngîlterê û Polonyayê re tên Swêdê. Omer Şêxmûs di bîranînên xwe de dîyar dike ko di van salan de şeş kurd li Swêdê hebûne, çar heb ji Kurdistana Başûr û du kes ji Kurdistana Tirkiyê. Kurdên ko di sala 1966an de ji Anadoliya Navîn wek karker hatibûn xwe hê wek kurd nedidan nasandin.[11] Di sala 1968an de Cemal Alemdar wek nûnerê kurdan li Îskandînavyayê tê hilbijartin û dibe yek ji wan aktîvîstên kurdan.
» Yek ji wan nûçeyên pêşîn di derbarê kurdên Swêdê de ko di meşa yekê gulanê de beşdar bûne (Dagens Nyheter, 2/5 1966)
Ji aliyê rêxistinî de di sala 1966an de bûyereke gelek erînî cara pêşîn li Swêdê diqewime. Ev kurdên pêşiyê ko di sala 1965an de hatine (Cemal Alemdar, Îbrahîm Mamxidir, Seîd Evdilrehman, Seîd Dizeyî) ligel Dr. Selahaddîn Rastgeldî ko berî wan hatibû Swêdê û bi hevkariya çend swêdiyan di roja 28/3 1966an de Komîteya Kurdî ya Swêd (Svenska kurdkommittén) saz dikin.[12] Di civîna sazkirina komîteyê de wek kurd Selahaddîn Rastgeldî, Cemal Alemdar, Seîd Dizeyî û qasî deh swêdî, dostên kurdan beşdar bûne.[13] Xanimeke swêdî Märta Hansson dibe sereka wê. Di sala 1967an de vefat dike, li cîhê wê Olof G Tandberg dibe serekê komîteyê.[14]
Doxtorê kurd Selahaddin Rastgeldi bi navê komîteyê diçe Kurdistana başûr û piştî vegera xwe pirtûkeke swêdî “Şerê jibîrkirî” (Det glömda kriget) daye weşandin.[15] Him sazbûna vê komîteyê û him jî weşandina vê pirtûkê gelek deng vedaye, swêdî di derbarê kurdan de zêdetir bûne xweyê agahî û zanyariyan. Di eynî salê de ronakbîrên kurd Îsmet Şerîf Vanlî seredana Swêdê dike û ligel swêdiyan gelek têkiliyan pêk tîne. Rojnameya Expressen wî wek “sefîrê kurd” (kurdiske ambassadören) bi nav dike[16], eynî rojname rojtira din qala “sefirê kurd ê gerok” (den resande kurdiske ambassadören) dike.[17] Ev seredan ji bo koma kurdên Swêdê jî dibe piştgirî û alîkariyeke mezin.[18] Komîteya kurd çalakiyên xwe berdewam dike heta ko kurd di sala 1970 dighêjin mafê otonomiyê.
» “Människa i Sverige-Tack!” (Mirov li Swêdê-Spas!) Gulbendeke bi bendikên şîn û zer li ser gora Selahaddîn Rastgeldî (1927-1986) ko ji aliyê beşa Swêdê ya Rêxistina Amnesty de hatiye şandin. Rastgeldî di salên 1960yî de demekê di rêvabiriya vê komeleyê de kar kiribû
Di sala 1970yî de hejmara xwendekarên kurd wek em jêr jî dibînin gihiştiye 17 kesan. Tiştekî balkêş jî em cara pêşîyê di medya swêdî de rastî îfadeya êdî “Koloniya kurd li Stockholmê” (Den kurdiska kolonin i Stockholm) tên.[1] Kurd di salên berê de wek “Penaberên kurd li Swêdê” (Kurdiska flyktingar i Sverige) hatine bi nav kirin. [19] Di sala 1967an de em îfadeya “Exilkurder i Stockholm” jî di rojnameyan de dibînin.[20] Di sala 1970yî de kurdan cara yekem cejna newrozê pîroz kirine. Di rojnameya Dagens Nyheter de peyva newroz wek “nouroz” derbaz dibe.[21]
Di sala 1970yî de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa li Stockholmê kongra xwe ya çardemîn pêk anî. Qasî 150 xwendekarên kurd ji 14 welatên Ewropayê, di sala 1970yî de li Swêdê civiyane. Ev cara pêşîn bû evqas kurd li Swêdê dihatin bal hev. Ji Swêdê qasî 17 kes di vê kongrê de beşdar bûne û kongrê pênc rojan ajotiye.[22] Ji van xwendekaran hin kes paşê venegeriyane, li Swêdê mane, wek Mihemmed Kamil, Ebdulhamid Deqori û Kemal Cengiz. Ev civîn wek Kongra Stockholmê derbasî dîroka Komela Xwendekarên Kurd li Ewropayê bû. Wek em li jor jî dibînin hejmara xwendekarên kurd di sala 1970yî de gîhiştiye 17 kesan. Herwisa kesine din Selahaddîn Rastgeldî û birayê wî Kemal Rastgeldî wek karmend li Swêdê kar dikirin.
Hin kurd ji Anadoliya Navîn wek karker hatine Swêdê, hêdî hêdî piştî çend salan têkiliyên wan ligel xwendekarên kurd jî pêk tên. Kesê ko cara pêşîn Swêd wek welatekî pêşketî li Tirkiyê daye nasandin û ji koçberiya karkerên tirk û kurd re rê vekiriye berçavksazekî (optiker) bi navê Abdullah Arihan bûye ko li paytextê Tirkiyê dima û kar dikir. Di van salan de karkerên kurd wek “karkerên tirk” dihatin nasandin. Gelek kesên bêkar di van salan de dixwazin herin Swêdê, li wir kar bikin bona hine pere bidin hev û careke din vegerin welatê xwe. Dema hejmara wan li Swêdê zêde dibe vê carê ev yeka bala rojnameyên swêdî jî dikşîne û rojname nûçegîhanên xwe dişînin vê herêmê bizanibin ka sedemên vê koçberiya mezin çi ye.[23]
Çawa em dibînin kakilê koma kurdên Swêdê di navbera salên 1965-1970yî de pêk hatiye û vê koçberiyê heta niha jî her berdewam kiriye. Mirov dikare bi kurtî bêje ko koma kurdên Swêdê ji sala 1965an vir de wek gogeke berfê her çûye mezin bûye û îro hejmara kurdên Swêdê gihîştiye zêdetirî 100 hezar kesan. Belê, çawa em dibînin ev nêzî nîv sedsal e ango 50 sal in ko kurd wek grup li Swêdê dijîn. Dîroka kurdan bûye perçeyekî dîroka swêdî jî.
Lêkoler û dîrokzan êdî behsa “dîroka swêdî ya kurdan” (kurdernas svenska historia) dikin. Îro bi sedan kurd hene ko li ser axa Swêdê çavên xwe vekirine, hatine dinê, herwisa jî bi sedan kesan li ser vê axê çavên xwe dane hev û hatine veşartin. Kurd di dawiyê de bûne xweyê du welatan: Kurdistan û Swêd. Destên wan ji herdu welatan jî nabe! Bi hestên du-welatiyê dijîn. Li alîkî wan bi rengên kesk, sor û zer ala Kurdistanê dimilmile, li alîyê din bi rengên şîn û zer ala Swêdê. Rengê hevbeş ango rengê zer dildariya kurdan a du-welatiyê baş sembolîze dike. Belê kurdên li Swêdê îsal pêncî saliya xwe (1965-2015) tijî dikin.
Ev kurdên koçber di sala 2065an de vê carê wek hemwelatiyên swêdî dê 100-saliya hatina xwe pîroz bikin. Wê demê dîroka kurdên Swêdê divê ji nû ve bê nivîsîn. Ev dîrok qasî kurdan dîrokzanên swêdî jî wê eleqedar bike. Ji kîderê heta kîderê!
» Ji semînera “Swêd kengê bû welatî kurdan?” (Pirtûkxaneya kurd, 9/5 2015).
Têbînî:
[1] Ji bo 40-Saliya Kurdên Swêdê berî deh salan du lêkolînên min bi zimanê kurdî û swêdî hatin weşandin: Rohat Alakom, Kurdên Swêdê, Serkland, 2006, Kurderna-Fyrtio år i Sverige, Serkland, 2007.
[2] Kjell Östberg & Jenny Andersson, Sveriges historia (1962-2012), Norstedts, 2013, rûp.21.
[3] Kjell Östberg & Jenny Andersson, Sveriges historia, rûp.341.
[4] Kjell Östberg & Jenny Andersson, Sveriges historia, rûp.225.
[5] Kjell Östberg & Jenny Andersson, Sveriges historia, rûp.325.
[6] Så här berättar en flykting om ett “glömt” krig, Aftonbladet, 14/7 1965.
[7] Kurd i Sverige berättar om 5-årig frihetskamp, Svenska Dagbladet, 6/3 1966.
[8] Svenska kurdkommittén begär FN: aktion av UD, Dagens Nyheter, 17/5 1966.
[9] Kurdisk patrull, Dagens Nyheter, 2/5 1966.
[10] Hot och terror mot kurderna, Uppsala nya tidning, 24/11 1967.
[11] Invandring, forskning, politik -En vänbok till Tomas Hammar, CEIFO, 1993, rûp.151.
[12] Svenska kurdkommittén begär FN: aktion av UD, Dagens Nyheter, 17/5 1966.
[13] Protokola sazbûna komîteeyê (28/3 1966). Nimûneyeke vê dokumentê di arşîva nivîskar de heye.
[14] Märta Hansson-In Memoriam, Svenska Dagbladet, 7/9 1967.
[15] Det glömda kriget-Rapport från Irakiska Kurdistan, Natur och Kultur, 1967. Utgiven av Svenska Kurdkommittén.
[16] Expressen, 27/5 1966.
[17] TV igår, Expressen, 28/5 1966.
[18] Kurder begär FN-aktion för att stoppa gaskriget, Svenska Dagbladet, 28/5 1966.
[19] Protokola sazbûna komîteeyê (28/3 1966). Nimûneyeke vê dokumentê di arşîva nivîskar de heye.
[20] Turkiska regeringen anklagas för förtryck av kurdisk minoritet, Dagens Nyheter, 3/7 1967.
[21] Kurdiskt nyårsfirande under veckohelgen, Dagens Nyheter, 21/3 1970.
[22] Kurder möts i Stockholm: Vi kämpar för självstyre, Svenska Dagbladet, 2/8 1970.
[23] Utpekat nekar till bondfångeri, Dagens Nyheter, 26/10 1966. |