STOCKHOLM, 10/10 2012 — Siyasetmedarê kurd Kemal Burkay di hevpeyvîneka eksklusîv de ji Nefelê re dibêje “bila dewlet û hikûmeta tirk xwe li nezanînê daneyne û nebêje ez bi kê re rûnim, ez çi bidim kurdan”. Kemal Burkay dibêje dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê dikare bi wî û Hak-Parê re rûne û pirsa kurdî çareser bike.
Kemal Burkay di vê hevpeyvînê de aşkera dike ko ew dixwaze piştî mehekê di kongreya Hak-Parê de bibe serokê Hak-Parê û dibêje ew wekî Hak-Par dikarin digel hikûmeta Tirkiyeyê rûnin û bibin mixatebê çareserkirina pirsa kurdî.
***
Pirs: — Berî demekî kongreya AKP-ê çêbû û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdar bû. Gelo serokê AKP-ê û serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi awayekê konkret tişteka nû ji bo kurdan got yan ne?
Kemal Burkay: — Na. Tiştên ko dihat hêvî kirin bibêje yanî tişteke taze negot û behsa hinek gavên ko nû bên avêtin nekir. Erdogan berî kongreyê behsa meseleya diyalogê bi PKK-ê û Ocalan re kir, got pêvajoya Osloyê cardî dikare destpê bike. Van gotinan di çapemeniya Tirkiyeyê de tesîreke baş kir lê belê mixabin di kongreyê de li ser vê meseleyê tiştek negot. Ji ber wê yekê jî ew kesên ko li hêviya tişteke nû bûn tiştek nedît. Erdogan di axaftina xwe ya dirêj de tenê got “em piranî bin jî em heqê hindikahiyan naxwin” yanî ji heqê wan re hurmetê dikin lê negot ka heq çi ne.
Pirs: — Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ko bi BDP-ê re yan jî bi PKK-ê re danûstandinê nake, mirov ji axaftina wî wisa fêm dikir. Erdogan bangî hemwelatiyên Tirkiyeyê yên kurd kir û got werin em hevdu hembêz bikin û vê problemê bi hevdu re çareser bikin. Erdogan dê çawa çareser bike?
Kemal Burkay: — Erdogan aşkera tişteke wisa jî negot. Ma wisa got? Ji kurdan re got me gelek tişt kirine û gav avêtine û hon jî gavekî ber bi me ve werin, yanî piştgirî ji kurdan xwest. Bêguman dema ko hikûmetek tiştên baş bike divêt kurd pê kêfxweş bibin û piştgiriyê bikin. Meselen me piştgiriya gavên baş ko hatin avêtin kir. Wekî nimûne vebûna TRT-6-ê, axaftin û danûstandina li ser pirsa kurdî, guhertina hinek xalên destûrê ko ji bo kurdan jî baş bûn. Lê belê BDP, PKK û qismê çep li dijî vê derketin, wan piştgiriya ti gaveke erênî nekir. Erdogan gazindan ji vê dike, ji kurdan re dibêje piştgiriya PKK-ê nekin û piştgiriya me bikin. Bêguman Erdogan dikare wê bibêje lê belê kurd jî dinêrin ka gelo Ak Parti ji bo kurdan çi dike, ji bo çareseriya pirsa kurdî çi dike. Hin gav hatin avêtin lê belê ew gavên biçûk in.
— Gelê kurd gavên mezin û gavên radîkal dixwaze da ev mesele ji bingeh ve bêt çareser kirin. Ew çi ne? Ez hertim dibêjim: Divêt kurd bi destê xwe xwe îdare bikin. Ev jî bi du şiklan dibe: 1) Yan bi dewleta kurdan ya serbixwe dibe û 2) Yan jî li ser esasê wekheviyê bi federasyonekê dibe û sîstemeke nemerkezî ava dibe û kurd jî bi qasî tirkan dibin xudanheq.
— Zimanê kurdan divêt bibe zimanê perwerdeyê, zimanê kurdî wekî zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Tirkiye dikare bibe welatekî duzimanî, yanî bîlîngual. Kurd li kû derê piranî bin li wêderê kurd dikarin wekî herêmeke federal xwe îdare bikin. Wekî li Kurdistana başûr. Hikûmeta Ak Partiyê jî di nav de niyeteke dewleta tirk di vî warî de xuya nake. Dibêjin werin em hevdu hembêz bikin, ev nabe. Dibêjin em bra ne lê gotineke vala ye ji ber hundurê wê divêt tejî be.
Pirs: — Heger mirov meseleya PKK-ê û meseleya doza neteweyî ya miletê kurd li Kurdistana Tirkiyeyê ji hev cida bike xuya ye ko daxwaza kurdan federasyon yan serxwebûn e. Lê belê di heqê pirsa PKK-ê de heta niho Erdogan digot ew dê “bi terorê re [PKK] mucadeleyê û bi siyasetê re [BDP] muzakereyê” bike. Erdogan ew helwêsta xwe jî guhort û dibêje ko hêdî bi BDP-ê re nade û nastîne lê belê belkî bi PKK-ê û Ocalan re bide û bistîne. Em pirsa kurdî danin aliyekî. Gelo AKP bi danûstandina bi şexsê Ocalan re dikare pirsa PKK-ê tenê jî çareser bike?
Kemal Burkay: — Pirsa PKK-ê bi serê xwe jî pirseke komplîke ye. Dema ko bi PKK-ê û bi Ocalan re danûstandin hebû û pêvajoya Osloyê hebû çima PKK-ê ew têkda? PKK dibêje ko wê ev pêvajo têknedaye lê rast nabêje, wan têkda. Li Sîlwanê destpê kirin û şerê çekdarî derxistin. Helwêsta hikûmetê jî dijwar û hişk bû û zor da operasyonên eskerî. Xuya ye ko PKK di meseleya diyalogê de ne samîmî ye. Digel vê jî ez hertim dibêjim ko di diyalogê de fayde heye. Mesûliyeta hikûmetê giran e. Heger bixwaze şer bisekinîne û rêya diyalogê veke barê wê giran e. Bila hikûmet rêya diyalogê negire.
— BDP mixabin li rola xwe xwedî derneket. BDP ji destpêkê ve hertim dibêje Ocalan di vî warî de mixateb e. Dema ko BDP wekî partiyeke legal li parlamentoyê kar bike û 2.5 milyon dengan ji gelê kurd wergire û nêzîkî 100 belediye di destê wê de be divêt ji xwe bawer be û xwe wekî mixateb bibîne. Bila ji hikûmetê re bibêjin bi Ocalan re jî rûne lê belê em wekî BDP jî mixateb in. BDP bi aşkerayî ji PKK-ê re jî nabêje şerî bisekinîne, em dê bi diyalogê vê meseleyê çareser bikin. BDP vê nabêje lewra hikûmet jî dibêje madem wisa ye ez dê rasterast bi Ocalan re rûnim. Her çawa be jî ez dibêjim bila hikûmet bi BDP-ê re jî, bi PKK-ê re jî û bi Ocalan re jî rûne da ev şer raweste.
— Hikûmet û dewleta Tirkiyeyê divêt pirsa kurdî tenê bi daxwaza PKK-ê û BDP-ê ve girênede. Ew terefek in lê hemî terefên kurdan ne ew in. Terefên dî jî hene. Ya ko ez dibînim ne PKK û ne jî BDP ji bo mafên kurdan daxwazên esasî nakin. Daxaza çareseriyeke li ser esasê wekheviyê nakin. Daxwaza wan “xweseriya demokratîk” e lê belê hundurê wê jî vala ye. Dibêjin ne erd lazim e, ne sînor lazim e, ne ala lazim e û zimanê fermî jî bila tirkî be. Yanî ev ne ti daxwaz in. Divêt mafên kurdan li ser esasê wekheviyê bên xwestin.
— Divêt dewleta tirk bazarê li ser mafên kurdan neke û qebûl bike. Dewlet dikare yekalî jî mafên kurdan qebûl bike. Îlla heger dewlet bixwaze bi hinekan re rûne em wekî Hak-Par jî dikarin bi dewletê re rûnin. Wekî rewşenbîrekî jî em dikarin daxwazên kurdan bibêjin. Li dinyayê meseleyên milî çawa çareser dibin bi dehan û bi sedan nimûneyên wê hene. Bila dewlet û hikûmeta tirk xwe li nezanînê daneyne û nebêje ez bi kê re rûnim, ez çi bidim kurdan. Me berê jî gotiye û cardî jî dibêjim: Federasyon li ser esasê wekheviyê. Divêt dewlet dest ji îdeolojiya xwe ya unîteriyê berde û li çareseriyekê bigere.
***
Pirs: — Li Kurdistana Sûriyeyê rewşeka nû çêbûye. Rejîma Beşar Esed li ber hilweşandinê ye. Kurd li wêderê jî dikarin rolekê bilehîzin. Li wêderê hem PYD hem Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê heye. Digel hebûna tifaqa Hewlêrê û avabûna Heyeta Bilind ya Kurdî gelo li Kurdistana Sûriyeyê xeter heye ko PKK doza miletê kurd wekî ko li Tirkiyeyê kir “terorîze” bike?
Kemal Burkay: — Mixabin ew xeter heye. Li Sûriyeyê zêdetirî 15 hizb û grupên kurdî hene. PYD yek ji wan e û ne zêde kevin e jî lê belê têkiliyên wê bi PKK-ê re hene. Bi qasî ko em dizanin PYD bi rejîma Sûriyeyê re jî dide û distîne. Rejîma Sûriyeyê û PYD-ê li hev kirine ko roleke PYD-ê li wêderê hebe. Rejîmê hinek desthilat li wê herêmê daye destê PYD-ê. Ev xeterek e. Aşkera ye ko rejîma Sûriyeyê naxwaze ko kurd azad bibin lê belê rejîm li ber roxandinê ye. Dema ko rejîm hilweşe îhtimal heye ko li Sûriyeyê saziyeke nû ava bibe û ew zasî jî nemerkezî be. Ji bo kurdan jî hêviyeke xurt heye. Kurd dikarin li herêma xwe yan wekî herêmeke otonom yan federal bijîn. Ez hêvî dikim ko li temamiya Sûriyeyê saziyeke nemerkezî ava bibe: Herêma kurdan, herêma elewiyan û herêma durziyan bibin herêmên otonom yan federal.
— Heger hêzek tenê yanî Îxwanul Muslimîn tenê bên ser hikûm hingê dîsa hikûmeteke merkezî dê bimîne û îtirafê bi mafên kurdan jî nake. Ji ber vê ez dibêjim divêt hikûm dabeş bibe, wekî li Iraqê. Dibe ko ne eynî be lê nêzîkî wê be. Li Iraqê federalî heye, dibe ko li Sûriyeyê herêm otonom bin yan jî federal bin. Pêşniyara min ew e ko bila Sûriye jî bibe welatekî federal.
Pirs: — Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û Meclisa Wetenî ya Sûriyeyê heta niho nekarîne li hev bikin. Gelo piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed mimkin e ko kurd û elewî zêdetir li hev bikin yan kurd û erebên sinî?
Kemal Burkay: — Ez dibêjim dema ko rejîm biroxe tifaq jî dê nû bibin û tifaqên berê belkî nemînin û tifaqên nû çêbin. Tifaqeke nû di navbera kurdan, elewiyan, durziyan, xiristyanan û hêzên laîk de dikare çêbe ji ber hemî jî dê bixwazin ko Sûriye bibe welatekî nemerkezî. Kurd ne mecbûr in ko daxwazên mixalefeta ereban ya Meclisa Wetenî ya Sûriyeyê qebûl bikin.
Pirs: — Bi qenaeta te gelo tifaqa Hewlêrê û Heyeta Bilind ya Kurdî dê bikare berdewam bike yan PYD dê bi ya xwe bike û guh nede aliyên dî?
Kemal Burkay: — Xuya dike ko bêyî problem nameşe. Normal e ko hinek problem derkevin lê belê heta nuha PYD-ê li gor wê peymanê hereket nekir. Birêz Mesûd Barzanî ew anîn ba hev da di navbera wan de şer çênebe û bi hev re hereket bikin. Ev niyeteke pak bû lê belê divêt herdu alî jî rêzê ji vê peymanê re bigirin. Heta nuha mixabin PYD-ê rêz negirt. Heger kurd bi hev re hereket nekin û aliyek bixwaze bandora xwe li ser aliyê dî ferz bike hingê dê şer çêbe û kurd nikarin bigihîjin armanca xwe.
***
Pirs: — Piştî jiyaneka demdirêj li Ewropayê tu vegeriyayî welêt û niho bûyî endamê Hak-Parê. Piştî mehekê kongreya Hak-Parê dê çêbe. Gelo niyeta te heye ko bibî namzet û di serokatiya Hak-Parê de kar bikî?
Kemal Burkay: — Berê tişteke wisa li bîra min de nebû. Dema ko çûm welêt jî niyeteke min ya wisa nebû. Lê belê piştre gehiştim wê qenaetê ko rolek dikeve ser milên min jî. Ji kurdan re alternatîvek lazim e. Heger BDP partiyeke wisa bûya ko daxwazên kurdan yên esasî bixwesta û li ber bayê PKK-ê neketa me dikarî piştgiriya BDP-ê bikin, ne şert e ko ez di rêberiya BDP-ê de bûma. Mixabin BDP ne partiyeke wisa ye ko em dixwazin. Siyaseta BDP-ê li gor siyaseta PKK-ê rengê xwe diguhere û siyaseta PKK-ê jî aşkera ye.
— Ji kurdan re alternatîvek lazim e. Ez Hak-Parê wekî alternatîv dibînim. Deh salan berê dema ko Hak-Par ava bû jî ji bo wê yekê bû. Dema ko Ocalan hat girtin tevgera kurdî di xetereke mezin de bû. Wê wextê me got ko tevgera kurdî bi destê PKK-ê û bi destê Ocalan terorîze kirin û nuha jî dixwazin bi destê wî pasîfîze bikin.
— Kurd miletekî mezin e û divêt em tiştekî bikin. Hêzên kurdan yên ko mafên kurdan yên esasî diparêzin divêt alternatîvekî ava bikin. Hak-Par ji bo wê hat ava kirin. Piştî ko ez çûm welêt ji bo min jî hêviyek çêbû ko ez pêşengiya vî karî bikim. Ji bo wê jî ez bûm endamê Hak-Parê û ez dê di rêberiya wê de jî rolekî bilehîzim. Heger serokatiyê bidin min ez dê bikim. Belkî du salan û belkî çar salan. Da em bikarin rêxistineke ko bikare hêzên welatparêz di bin banê xwe de biparêze ava bikin. Piştî vî emrî û vê seetê ji bo min karekî zehmet e lê heger rolek bikeve ser milên min ez dê bikim.
Pirs: — Di çareserkirina pirsên neteweyî de gelek caran partiyeka biçûk dikare roleka mezin bilehîze. Gelo mimkin e ko Hak-Par bi rêberiya te ji bo çareserkirina doza kurdan bi danûstandina digel hikûmeta Ak Partiyê roleka esasî bilehîze?
Kemal Burkay: — Ez dibêjim dikare. Carinan mirov dibîne ko insanekî rewşenbîr bi serê xwe dikare rolekî bilehîze û bibe dengekî serbixwe, dengê ko xelk bixwaze bibihîse. Partiyeke biçûk jî dikare bibe ew deng. Em wekî Hak-Par dê mefên bingehî yên miletê kurd biparêzin. Em dê bi awayekî zelal û aşkera biparêzin. Dema ko em wisa bikin BDP jî dê bifikire û hinekî xwe biguhere. Çûna min ya welêt û beşdarbûna di bernameyên televîzyonan û rojnameyan de tesîrek li ser hevalên BDP-ê jî kir. Wan dest pê kir ko bibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî, berê wisa nedigotin. Carinan behsa federasyonê jî dikin. Xuya ye ko hebûna Hak-Parê tesîreke baş li ser wan jî dike.
— Îro li Tirkiyeyê valahiyeke siyasî ya mezin heye. Ak Parti demekî ji bo kurdan jî bû hêviyek lê belê hat cihekî û sekinî. Erdogan got dê pirsa kurdî çareser bike lê belê hat û li cihekî sekinî. CHP partiya esasî ya mixalefetê ye lê belê projeyeke wê ji bo çareserkirina pirsa kurdî nîne. Siyaseta BDP-ê ne siyaseteke serbixwe ye û hêviyê nade. Ji ber wê yekê jî pêwistî bi partiyekê heye ko aşkera û zelal bibêje ka dê probleman çawa çareser bike. Wekî nimûne meseleya kurdan û meseleya elewiyan. |