DIYARBEKIR, 12/6 2011 — Şerafettîn Elçiyê namzetê serbixwe yê Diyarbekirê ko BDP piştgirîyê didiyê destnîşan kir ko heta ji qanûna esasî ya Tirkiyeyê “tirkbûn” û “înqilabên Ataturk” dernekevin pirsa kurdî çareser nabe û demokratîkbûn pêk nayê. Elçî eşkere kir ko ji bo kurdan modela herî baş ya rêveberiyê federasyon e.
Şerafettîn Elçî di vê hevpeyvînê de behsa çareseriya doza kurdan, hilbijartinên 12-ê hezîranê û qanûna esasî ya nû dike.
***
Pirs: — Di heqê şermezarkirina serokwezîr Erdogan a hatina Diyarbekirê de dixwazî çi bêjî?
Şerafettîn Elçî: — Ti bangeke me ya şermezarkirinê çênebû. Ev nerazîbûneke spontane ya gelê me bû. Ji ber ko gelê me serokwezîr weke berpirsyarê van zext û zordariyên li ser xwe dibîne. Ji ber vê yekê jî li hemberî hatina wî camêrî nerazîbûn nîşan dane.
Pirs: — Behsa projeyan kir…
Şerafettîn Elçî: — Serokwezîr ji bo ko di rûpelên dîrokê de cih bigre, behsa van projeyên dîn dike. Hewceyî van tiştan nake. Eger serokwezîr dixwaze di rûpelên dîrokê de cih bigre, bila pirsgirêka kurd çareser bike. Ji ber ko eger ev pirsgirêk çareser bibe, wê serê Tirkiyê ji belayan xilas bibe û wê pêşiya Tirkiyê vebe. Tirkiye wê li cîhanê bibe welatekî pêbawer. Di şûna van projeyên dîn de, bila serokwezîr piştî hilbijartinê fikr û ramana xwe di ber çav re derbas bike. Bila hewl bide vê pirsgirêkê çareser bike. Em dixwazin di çareseriyê de piştgirî bidinê. Bes bila bi niyeteke baş nêzikî vê meseleyê bibe. Bila jidil be. Bila kurdan nexapîne. Bila daxwazên mafdar ên gelê kurd bi cih bîne.
Pirs: — Daxwazên mafdar ên kurdan çi ne?
Şerafettîn Elçî: — Nasnameya me ya neteweyî kurdbûn e. Ez ne perçeyek ji miletekî din im û ne jî binemala miletek im. Yanî em ne beşek tirk, ereb û farisan in. Em weke gel beriya van gelan hebûn. Em dixwazin nasnameya me ya neteweyî bê naskirin û bi awayeke zagonî bê mîsogerkirin. Tişteke din jî zimanê dayikê ye. Zimanê dayika me kurdî ye. Em dixwazin bi zimanê dayika xwe bijîn. Ji bo parastin û pêşvebirina kurdî jî tekane rê perwerdehiya bi kurdî ye. Ev daxwaza me li hemû cîhanê jî weke prensîb tê naskirin. Di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de tê gotin ko “Mafê her zarokekî heye bi zimanê dayika xwe perwerdehî bibîne”. Ev mafê ko ji hemû zarokên cîhanê re tê naskirin, divê ji zarokên kurdan re jî bê naskirin. Daxwaza me ya sêyemîn jî ev e; em dixwazin li herêma xwe, xwe bi destê xwe birêvebibin. Em ê rêveberên ko wê me birêvebibin, bi hilbijartinê bînin ser text.
Pirs: — Walî û qeymeqam jî wê bi hilbijartinê bên?
Şerafettîn Elçî: — Hemû, hemû. Îdareya hemû welatên pêşketî yên li cîhanê bi vî awayî ye. Avantajên pir mezin ên rêveberiyên herêmî hene. Ti kes nikare bi qasî te derdê te bizanibe. Hemû kesên ko hinek aqil di serê wan de hebe, dizanin ko rêveberiyên herêmî sîstema tiral a navendê ji holê radike. Dema ko gel xwe li bajarên xwe birêvebibe, wê çaxê hemû lêçûn kêm dibin û hem jî kar û bar zûtir tên meşandin. Gel wê rêveberên xwe jî bi vî awayî bikaribe kontrol bike. Ev ne perçekirin e. Dewlet dîsa yek dewlet e. Sînor tên parastin. Ev tenê modeleke rêveberiya hundirîn e.
Pirs: — Lê di nava civaka tirk de ev yek xelet tê fêmkirin…
Şerafettîn Elçî: — Em ê ji gelê tirk re wiha bêjin; eger tu bi nasname û zimanê xwe, xwe birêve bibî, tu bibî şirîkê rêveberiya navendî, wê çaxê hewcedarî bi dewletê tune ye. Di vê serdemê de êdî pergalên teng ji holê radibin. Dewletên bi hêz ên ko bi sedan sal in serbixwe ne, niha di bin sîwanên mezintir de yekîtiya xwe ava dikin. Yekîtiya Ewropayê mînaka herî berbiçav e. Sînor rakirin. Pereyê ko sembola desthilatdariyê ye, rakirin, pereyekî hevpar çêkirin. Di pêşerojê de wê artêşeke hevpar jî ava bikin. Bi vî awayî artêşa neteweyî namîne. Niha di nava dewleteke wiha de kurd ger zilm û zordarî nebînin, neyên zindankirin, ji jiyana xwe kêfxweş bin, çima veqetin? Lê tu tim li kurdan bixî, wan biçûk bixî, neçarî derketina çiyê bikî, birçî û xizan bihêlî, ew gel helbet ê bixwaze veqete. Ev hincet in.
Pirs: — Ger tu bê hilbijartin, tu dê dîsa di BDP-ê de bî?
Şerafettîn Elçî: — Ev blok e. Ev tifaq pir muhîm e. Gelê me bi vê tifaqê pir kêfxweş bû. Ti wateya ko em vê sererastbûnê xira bikin tune ye. Lê piştî hilbijartinê em ê careke din rûnin û bernameya xwe di ber çavan re derbas bikin. Em ê bi bernameyeke baştir vê tifaqê berfirehtir bikin û bidomînin.
Pirs: — Tu dikarî dikarî weke parlamenterê Kadepê dewam bikî?
Şerafettîn Elçî: — Em ê wê binirxînin. Ya girîng ew e em li wir bi awayeke hevpar tevbigerin. Em ê ji bo vê hewl bidin.
Pirs: — Daxwaza we ya federasyonê dewam dike?
Şerafettîn Elçî: — Belê dewam dike. Ji ber ko li gorî rewşa Tirkiyê rêya herî baş a parastina mafên Kurdan sîstema federatîf e. Em zêde guh nadin navan. Em ê piştî hilbijartinê bi hevalan re rûnin û biaxivin, em ê binirxînin. Li vir a girîng ew e ko gelê me xwe bi xwe bikaribe birêve bibe. Ya girîng ev e; gelê me wê bi kîjan rê û rêbazê baştir xwe birêve bibe? Lê ez weke takekes, federasyonê diparêzim. Ev nêrîna min di nava me de nabe sedema veqetînê.
Pirs: — Ocalan 15-ê hezîranê îşaret kir…
Şerafettîn Elçî: — Dîroka ko Ocalan dibêje, ne dîrokeke wisa ye ko gavên berbiçav bên avêtin. Lê birêz Ocalan dixwaze ko hêviyek bê dayîn, ji bo çareseriyê çirayek bê vêxistin. Dixwaze soza çareseriyê bê dayîn. Ez zêde guh nadim xirecira di dema hilbijartinê de. Êvara hilbijartinê serokwezîr wê vê helwesta xwe ya har deyne aliyekî.
Pirs: — Serokwezîr çi bêje, hûn ê vê weke hêviyeke çareseriyê bibînin?
Şerafettîn Elçî: — Dikare bêje ez ê pirsgirêkê çareser bikim. Berê jî got ez ê çareser bikim lê niha dibêje pirsgirêkeke wiha tune ye. Xeletiyeke pir mezin kir. Vegereke pir xelet kir. Ev taktîkeke hilbijartinê ye. Armanca wî ew e ko MHP’ê di bin bendê de bihêle. Serokwezîr piştî hilbijartinê divê derhal vê helwesta xwe biguherîne. Pêwîst e careke din pirsgirêkê qebûl bike û ji bo çareseriyê îradeya xwe nîşan bide.
Pirs: — Di makezagona nû de hûn dixwazin serê pêşî kîjan peyv, xal biguhere?
Şerafettîn Elçî: — Pêwîst e peyva “tirk” bê rakirin. Di makezagona nû de divê ne derbarê tirkbûnê de, ne jî derbarê pîvan, înkilapên Ataturk de ti peyv tune bin. Ji ber ko bi dilsoziya bi pîvan û înkilapên Ataturk ti caran pirsgirêka kurd çareser nabe. Jixwe sedem û çavkaniya vê pirsgirêkê înkilap û pîvanên Ataturk in. Divê dewlet dev ji wê ferasetê berde, xwe ji wê ferasetê bişoyê. Ji ber ko ew feraset bi temamî paşverû ye. Ew feraset feraseta dewleteke otorîter û totalîter e. Ev modela serdema faşîzaniyê ye. Wê demê li cîhanê ferasetên faşîzan desthilatdar bûn. Hîtler û Mussolonî jî ji wan pêşengan bûn. Yanî modela kemalîzm a li Tirkiyê versiyona faşîzmê ya li Tirkiyê ye. Êdî ew serdem hate girtin. Serdema me serdema pirçandî û pirengiyê ye. Ji ber vê yekê divê makezagoneke demokratîk bê çêkirin.
Pirs: — Derdorên nêzî Kadepê hatina wa ya nav tifaqê rexne dikin. Wan got “bi fermana Ocalan” tevdigere. Ev yek rast e?
Şerafettîn Elçî: — Divê mirov guh nede wan însanan. Ew bi xwe re jî ne di nava aştiyê de ne. Nizanin çi dixwazin. Yekîtiya kurdan daxwaz û hesreta herkesî bû. Heta îro wan jî ev tişt dixwest. Lê hûn çi dikin bikin, hûn nikarin van mirovan kêfxweş bikin, tatmîn bikin. Psîkolojiya hin mirovan ne di cih de ye. Ez guh nadim gotinên van kesan. |