STOCKHOLM, 13/1 2008 — Romannivîsê kurd Firat Cewerî di hevpeyvîneka eksklusîv de ko pêşiyê di Nefelê de û paşê di kovareka flamanî ya belçîkî de bi zimanê flamanî têt weşandin dibêje: — Gava ez dinivîsînim ez tu sînoran ji xwe re danaynim. Ez nabêjim ka ev tiştên ez dinivîsînim li gora kultura kurdî ne an na. Ez nabêjim ka ez vê binivisînim wê kurd, civata kurdan çi bibêjin. Ez nabêjim ka wê partiyên siyasî, an jî ên dînî çi bifikirin. Ez nabêjim ev alî erotîk e, an jî ev alî ne etîk e.
Hevpeyvîn ji aliyê Kris Lauwerysî ve hatiye kirin û dê paşê bi zimanê flamanî derkeve. Lê belê Nefel her ji niho ve vê hevpeyvîna ko Firat Cewerî tê de behsa nivîskariya xwe û edebiyata kurdî dike belav dike.
***
Pirs: — Gelo edebiyata kurdî ya neteweyî heye?
Firat Cewerî: — Herçiqas edebiyata kurdî ya modern ji ber sebebên siyasî û zilma li ser zimanê kurdî hebekî qels mabe jî, edebiyata kurdî ya klasîk pir dewlemend e û hê di sedsalên 16 û 17an de şaîrên mezin yên mîna Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî derxistine. Digel ko ji aliyê tasawif û estetîkî ve Melayê Cizîrî ji Ehmedê Xanî xurttir be jî, Ehmedê Xanî di sedsala 17an de, di esera xwe Mem û Zînê de behsa avakirina dewleta kurdî dike û berhema xwe wek mîraseke milî bi nav dike. Naxwe hê di sedsala 17an de li ba kurdan bingehê edebiyata neteweyî hatiye avêtin. Îro çawa îngîlîz Shakespeare wek bavê edebiyata îngilîz dibînin, ji bo kurdan jî Ehmedê Xanî wek bavê edebiyata kurdî ya neteweyî tê naskirin. Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê; kurdên êzîdî, xiristiyan û misilman bi eynî çavî li Xanî dinêrin û wî wek hîmavêjê edebiyata kurdî ya neteweyî dibînin. Wekî din, bi raya min, mijara berhemeke edebî çi dibe bila bibe, hemû berhemên ko bi kurdî hatine nivîsandin û tên nivîsandin bi hev re edebiyateke kurdî ya neteweyî pêk tîne.
Pirs: — Li Kurdistanê bi kurdî tê nivîsîn û weşandin?
Firat Cewerî: — Mixabin Kurdistan ne tenê perçak e, ew ji aliyê dagikeran ve perçe bûye û îro di navbera çar dewletan de hatiye perçekirin; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye. Hejmareke mezin jî di nav sînorên Ermensitanê de maye. Siyaseta van welatan ya di derbarê kurdan de kêm zêde mîna hev bûne û îro ji bilî Iraqê hema bêje niha jî wilo ye. Di salên bîstan de bi avakirina komara Tirkiyê re, zimanê kurdî fermî qedexe bû û cezayê bikaranîna zimanê kurdî ji qaçaxa narkotîkayê girantir bû. Zimanê kurdî hê jî bi awayekî fermî qedexe ye, di dibistan û dezgehên dewletê de nayê bikaranîn; lê ji salên 1990î û vir ve, digel ko kurdî di dibistanan de qedexe ye jî, hin kurdên dilsoz weşanxane ava kirine û digel kitêbên bi tirkî yên kurdî jî diweşînin. Herçî Kurdistana Iraqê ye, ji berê ve, heta di dema Sadam de jî zimanê kurdî ne qedexe bû, niha, ji xwe bûye zimanê dewletê. Perwerdeya ji dibistana destpêkê heta unîversîteyê bi kurdî ye û salê tibabek weşan û kitêbên kurdî derdikevin. Li Sûriyê rewş xerabtir e, li wir jî bi awayekî fermî kurdî qedexe ye, lê carina kurdên wir bi dizî hin kitêb û kovarên edebî derdixin. Rewşa Îranê jî ji ya Sûriyê ne çêtir e. Herçî kurdên Sovyeta berê ne, wan jî di warê edebiyata kurdî de gavên baş avêtine, gelek şaxên edebiyatê ceribandine û hejmareke mezin kitêbên kurdî weşandine. Van welatên ko destûra kurdan û nivîsandina bi zimanê wan dane jî, alfabeya xwe li ser wan ferz kirine. Kurdên Îran û Îraqê bi alfabeya erebî dinivîsînin, kurdên Sovyeta berê bi alfabeya cyrili nivîsandine. Kurdên Tirkiyê û Sûriyê jî piştî salên 1930î derbasî alfabeya latînî bûne.
Di deh panzdeh salên dawî de, li bakurdê Kurdistanê gelek şaîr û nivîskarên nû gihîştine. Ez berhemên wan dixwînim, ez dibînim ko ew di hundirê hewldaneke mezin de ne. Ew digel zext û zora tirkan û qanûnên wan jî, dîsa bi înad bi kurdî dinivîsînin û kitêbên xwe bi kurdî diweşînin.
Pirs: — Li ser edebiyatê zordarî heye yan na? Tabû hene?
Firat Cewerî: — Xwezî min bigota tuneye, lê mixabin, heye. Ji ber ko welatên ko serdestiyê li kurdan dikin, ji demokrasiyê bêpar in, hem li ser edebiyatê zordarî heye, hem jî li ser mafê mirovan û azadiya fikrê heye. Gelek berhemên kurdî, ji ber naverokên xwe ên ne bi dilê desthilatdariyê doz li wan hatine vekirin. Hin nivîskar ketine hepsan, hin jî sirgûn bûne.
Ev zordariya ko heye ji bo nivîskarên wan bi xwe jî derbas dibe. Gelek rojnamevan û nivîskarên tirkan, ên ereb û farisan ji ber berhemên wan ceze li wan hatine birîn û ketine hepsan. Ji xwe li Sûrî, Îran û Iraqa berê gelek kes ji ber berhemên xwe ên edebî hatine kuştin an îdamkirin. Hê jî xelatgirê Nobelê Orhan Pamuk nikare bi rehetî li welatê xwe bisitire. Li Tirkiyê Kemalîzm, li Îranê jî Îslam du tabu ne, bivekê ne, divê tu rexneyan lê negirî. Nivîskarên ko di berhemên xwe de bi awayekî rexneyî nêzîkî van herdu dogman bibe, an cihê wan dibe sirgûn, an jî heps.
Pirs: — Nivîsa bi kurdî çalakiyeke siyasî ye yan na? Ji te re jî ev weha ye?
Firat Cewerî: — Nivîsandina bi zimanê kurdî ji bo min ji destpêkê ve çalakiyeke siyasî bû. Wek protestoyeke li dijî qedexe û înkarê bi min re derket. Ez bawer dikim ji bo gelek kurdên Kurdistana Tirkiyê ev weha bû. Digel ko nivîsandina bi zimanê kurdî ji bo min çalakiyeke siyasî bû jî, lê min zû hewl da ko ez edebiyat û siyasetê ji hev veqetînim. Min tenê du-sê salan di xortaniya xwe de siyaset kiriye û ez ji sala 1980 û vir ve neketime nav tevgereke siyasî, nebûme endamê tu partiyên siyasî û bi her awayî di nava edebiyatê de me. Ez bi xwe ji edebiyata siyasî û ya partîtiyê zêde hez nakim. Loma, ez dikarim bi rehetî bibêjim ko ev nêzîkî sî salî ye ez li dû avakirina edebiyateke ji siyaseta rojane danisilî me. Ez di çîrok û romanên xwe de jî ji mijarên siyasî ên giran bi dûr dikevim û li ser mirovên ji rêzê radiwestim. Bila nebe mîna pesnekê, lê min bi kovara Nûdemê, bi awayekî eşkere siyaset û edebiyat ji hev veqetand û bêtir li ser estetîka edebiyatê rawestiyam. Di edebiyata kurdî de hê tendensên siyasî hebin jî, ez bawer dikim îro berê wê bêtir li edebiyatê û estetîka edebî ye.
Pirs: — Tirk, îranî, iraqî li hemberî berhemên te çawa ne?
Firat Cewerî: — Ji ber ko berhemên min bi kurdî ne û rewşa wan welatan ya siyasî jî li ber çavan e, berhemên min heta niha bi rehetî li wan welatan belav nebûne. Lê van salên dawiyê, piştî ko êdî berhemên min li Stenbolê hatin çapkirin, ew bi hêsanî hem li Tirkiyê belav bûn, hem jî hin ji wan li Îran, Iraq û Sûriyê belav bûn. Aniha jî li ser daxwazê, berhemên min werdigerin wan zimanan. Heta niha kitêbeke min a çîrokan wergeriyaye tirkî û wê di sibata 2008an de jî romaneke min bi tirkî derkeve. Vê payizê jî kitêbeke min a çîrokan li Îranê bi farisî derket. Sê kitêbên min wergeriyane erebî, lê hê nehatine weşandin. Bêguman tirk, ereb û faris jî dixwazin bizanibin ka bi kurdî çi tê nivîsandin û çawa tê nivîsandin. Wê kêfa serdestên tirk, ereb û eceman ji kitêbên min re neyê, lê ez bawer dikim wê xwendevan û edebiyathezên van zimanan hem bixwazin kitêbên min bixwînin, hem jî bi giştî edebiyata kurdî nas bikin.
Pirs: — Berhemên te li herêma Kurdistanê peyda dibin? Çi tesîra wan heye?
Firat Cewerî: — Belê, di serî de Kurdistana Tirkiyê, berhemên min li Sûrî, Îran û Iraqê jî peyda dibin. Lê tesîra wan bêtir li Kurdistana Tirkiyê heye. Min ji keç û xortên kurd ên Kurdistana Tirkiyê gelek name wergirtine ko tê de dibêjin ew bi xêra kovara ko min derdixist û bi xêra kitêbên min fêrî kurdî bûne. Hin ji wan dibêjin ko kurdî çiqasî xweş li edebiyatê tê. Hin dibêjin wan jî di bin tesîra kitêbên min de dest bi nivîsandina kurdî kirine.
Ew zimanê qedexe, ew zimanê ko serdestên tirkan hertim gotine, ne tu ziman e, dibînin ko bi wî zimanî edebiyat tê nivîsandin û ji wê edebiyatê jî hez dikin. Dibînin ko zimanê wan zimanekî spehî ye, bi spehîtiya xwe ya edebî dilê wan bêhawe şa dike.
Pirs: — Îro di nivîsa te de kurdbûn çi cihî digire?
Firat Cewerî: — Kurdbûyina di nivîsên min de, bi kurdînivîsandina min e. Bêguman hê jî gelek ji karakterên min kurd in, ez hê jî li ser kurdan dinivîsînim, lê ez bêtir guh didim aliyê edebî û estetîka edebiyatê. Min xwe ji otosansurê rizgar kiriye, ez li dû pîvanên edebiyateke unîversal im. Herçiqas ez bi kurdî dinivîsînim jî, dîsa berê min li xwendevanên dinyayê ne. Gava ez dinivîsînim ez tu sînoran ji xwe re danaynim. Ez nabêjim ka ev tiştên ez dinivîsînim li gora kultura kurdî ne an na. Ez nabêjim ka ez vê binivisînim wê kurd, civata kurdan çi bibêjin. Ez nabêjim ka wê partiyên siyasî, an jî ên dînî çi bifikirin. Ez nabêjim ev alî erotîk e, an jî ev alî ne etîk e. Ez nabêjim ev tişt ne li gora siyaseta kurdan e. Di pêvajoya nivîsandinê de ez tenê dikevim cîhana afirandinê, hingî çi bi min re derdikeve ez wê dinivîsînim. Lê bêguman, hemû tiştên ez dinivîsînim bi îmzeya kurdekî ye û li ser navê edebiyata kurdî tê hesibandin.
Pirs: — Derketina te ya ji welêt di nivîskariya te de roleke çawa lîst?
Firat Cewerî: — Heke ez derneketama derveyî welêt, bi texmîniyeke mezin ez ê niha ne sax bûma. Ez di gulana 1980 de derketim û di îlona eynî salê de eskeriyê li Tirkiyeyê dest danî ser hukim. Hingî hemû partiyên siyasî û hemû weşanên muxalîf hatin qedexekirin, bi deh hezaran mirovên mîna min hatin girtin û di îşkenceyên nedîtî re derbas bûn. Dibe ko we xwendibe, gelek xortan di hepsên Diyarbekirê de ji ber zilma tirkan agir bera bedenên xwe dan. Gelek kes derketin serê çiyan, li dijî dewletê dest avêt sîleh. Gelek kes jî ji ber lêdan û îşkenceyên ko li wan hatine kirine, erê sax in, lê hem psîkolojîk, hem jî fizîkî seqet in.
Bi derketina derveyî welêt re ez ji van hemû êş û azaran rizgar bûm, lê ji ber rewşa kambax jî xwîn digiriyam. Ez ji te re bibêjim, salên heyştêyî ne wek niha bû, dinya ewqasî biçûk nebûbû, hingî sirgûnî jî pir zehmet bû. Pêwendiyên min bi carekê ve ji welatê min, ji malbata min, ji dost û hevalên min qut bûn. Ez xortekî 20 salî bûm û min xwe li xerîbiyê dîtibû. Tiştekî ko nûçeyên ji welêt bigihanda min tunebû. Name nediçûn û nedihatin. Rojname tunebûn, telefon tunebû, ji xwe hê navê Internetê nehatibû bihîstin. Ji aliyekî de gava welatiyên min di bin zilm û zoreke dijwar de bûn, ez jî li sirgûnê bi agirê xerîbiyê dişewitîm. Ez gelek caran ji xew dipengizîm û bi xwêdan ji xewnên tirsê hişyar dibûm.
Lê min xwe spart edebiyatê. Hem bêrîkirina welêt, hem êşa sirgûnê, hem xewnên tirsê, min hemû ji edebiyata xwe re kirin alavên xam û ew bi estetîka edebiyatê hûna. Edebiyat ji bo min bûbû hêviyek. Heke ne ji edebiyatê bûya, dibe ko min zêde li ber êşa sirgûnê nedaya. Ev bîst û heft sal in ez li Swêdê dijîm. Ev bîst û heft sal in ez bi awayekî aktîv di nava edebiyatê de me. Çi cara ez aciz bûme, min xwe spartiye edebiyatê, çi cara ez kêfxweş bûme jî, dîsa min li deriyê edebiyatê daye.
Aniha bêrîkirina welêt ne wek ya destpêkê ye. Ez niha çi bigire xwe bêtir swêdî dibînim. Gava ez li Swêdê me, ez dibêjim ez ê herim welêt, gava ez li welêt im, ez dibêjim ez ê vegerim malê. Yanî Swêd êdî bûye mala min. Ez bi hemû xebatên xwe ên edebî deyndarê Swêdê me. Swêdê di warê pêşdexistin û gulvedana edebiyata kurdî de roleke mezin lîstiye. Ez bawer dikim wê cihekî wê ê taybetî di dîroka edebiyata kurdî de hebe.
Pirs: — Danûstandinên te bi nivîskarên din yên li diasporayê re hene?
Firat Cewerî: — Belê, hene. Ji xwe ez hemûyan bi şexsî nas dikim. Di salên ko ez derketim derveyî welêt de hem li welêt hem jî li diasporayê hejmara nivîskarên kurd pir kêm bûn. Yên ko bi kurmancî dinivîsandin çend kes bûn. Ji xwe ew jî dû re hatin Swêdê. Mehmed Emîn Bozarslan bû. Dû re min û Mahmût Baksî û Mehmed Uzun hevdu nas kirin. Mixabin, herdu jî mirine û niha li goristaneke Diyarbekirê veşartî ne. Yên vê dawiyê jî hemû piştî min derketine. Ez piraniya wan nas dikim, hin ji wan hevalên min ên nêzik in, pêwendiyên min bi hemûyan re baş e.
Pirs: — Danûstandinên te bi nivîskarên kurd yên li Kurdisanê re xurt in?
Firat Cewerî: — Hem ji ber têkiliyên min ên kovara Nûdemê, hem jî ji ber ko ev nêzîkî sî salî ye ez bi nivîsandina kurdî re mijûl im, danûstandinên min bi nivîskarên welêt re jî pir baş in. Gelek ji wan heval û dostên min in. Ez van salên dawiyê li welêt beşdarî gelek konferans û festîvalên edebiyatê bûme. Ez hem çend caran li bajarê Diyarbekirê beşdarî konferansên edebiyatê bûme, hem jî gelek caran ji aliyê dezgehên Kurdistana Iraqê yên kulturî hatime ezimandin û li bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê beşdarî bi çendan aktîvîteyên edebî bûme. Loma, pêwendiyeke min a baş bi nivîskarên hemû beşên welêt re heye.
Pirs: — Te demeke dirêj kovareke edebî bi navê Nûdemê derxist, tu dikarî hebekî behsa wê bikî?
Firat Cewerî: — Erê. Min di sala 1992an de li Swêdê kovareke bi navê Nûdemê derxist. Kovar deh salan bêyî navbir derket. Mixabin piştî weşaneke deh salan min kovar rawestand. Heta dîroka kovara Nûdemê jî li ba kurdan siyaset û edebiyat bi hev re dihat meşandin. Yanî ew bi awayekî giştî ji hev nehatibû veqetandin. Herweha piraniya kovarên ko kurdan derdixistin jî an bi tirkî bûn, an jî bi kurdî-tirkî bûn û derxistina kovaran ne karê şexsan, lê karê grûbên siyasî bû. Min xwest ez wê tradisyonê bişikînim û kovareke hem ji aliyê formê, hem jî ji aliyê naverokê de mîna kovarên Ewrûpayê derxim. Gava di adara 1992an de hejmara pêşî derket, kêm kesan bawer dikirin ko wê hejmara dudan derkeve. Gava hejmara dudan derket, ew bi şik li benda hejmara sisiyan bûn. Gava hejmara pêncan, şeşan û heftan derket, êdî wan baweriya xwe bi kovarê anîn. Kovarê di demeke kurt de piraniya nivîskar, rexnegir, zimanzan û hunermendên kurd li dora xwe civandin. Cara pêşî siyaset û edebiyat ji hev dihat veqetandin. Me hemû sînorên siyasî ji navê rakiribûn, em bi dû berhemên edebî ketibûn. Herweha heta hingî tiştên bi kurdî dihatin nivîsandin piranî helbest bûn û helbestên siyasî bûn. Lê min giranî da prosayê û nivîskar teşwîqî nivîsandina çîrok û romanê kir. Di vê navê de min dest bi wergerandina berhemên edebî jî kiribû. Me beşek ji kovarê ji edebiyata dinyayê re veqetand. Kovar piştî demekê bû platforma nivîskarên kurd ên hemû perçeyên Kurdistanê û ên diasporayê. Wê herweha rola pireke danûstandinê ya di navbera nivîskarên kurd ên seranserî dinyayê de jî lîst. Ew ji aliyê hemû kurdan jî hat hezkirin û hebandin û di edebiyata kurdî de bû nimûne û pîvanek. Niha gelek keçikên kurdan ên xort hene ko navê wan Nûdem e. Ez îro xwe pir dilşa his dikim ko gotina ”Nûdem” bi min ketiye ferhenga kurdî.
Pirs: — Gelek ji nivîskarên holandî xerîb in (Kader Abdollah, Ibrahîm Salman, ...) Te çima bi swêdî yan bi îngilîzî dest bi nivîsê nekir?
Firat Cewerî: — Yek jê, helwesta min a nivîsandina bi kurdî di destpêkê de helwesteke siyasî bû. Min hebûna kurdan bi zimanê wan ve girê dida û ez niha jî welê lê dinêrim. Ji ber ko rengê tirkan û kurdan yek e, dînê wan yek e û ji eynî xwarinê hez dikin. Tiştên wan ji hev vediqetîne ziman e. Û ew ziman jî qedexe ye. Belkî ne qedexe bûya, min ewqasî qîmet nedayê û min bi tirkî dest bi nivîsandinê bikira. Lê min bi tirkî dest pê nekir û bi înad, digel ko tenê em çend kes bûn ên ko bi kurdî dinivîsandin jî, dîsa min got ez ê bi vî zimanê qedîm, lê qedexe binivîsînim û pê edebiyateke di pîvana edebiyata dinyayê de biafirînim. Ez ji bo wî derketibûm derveyî welêt û li Swêdê bi cih bûbûm. Heke min dev jê berdaya û ez derbasî zimanê swêdî bibûma, mîna ko min ê xayintî bi zimanê xwe re bikira. Min di dilê xwe de digot, gava ez rojekê vegerim welêt, ez destvala venegerim, bi zimanekî kurdî ê kemilî, bi edebiyateke bedew vegerim. Min tu carî vegera welêt ji serê xwe dernexistibû. (Bêguman, min aniha biryar daye ko ez ê nema vegerim.) Loma ew firseta ji bo geşkirin û bipêşdexistina ziman û edebiyata kurdî ya ko ketibû destê min, diviyabû min bi kar bianiya û pê edebiyateke bedew biafiranda. Min ev hemû jî bi awayekî îdeal dikir. Ez bûbûm mîna misyonerekî. Piştî sî salên nivîskariya xwe jî, piştî kovareke edebî ya deh salan û piştî nêzîkî sî kitêbên ko min bi xwe nivîsandine û wergerandine jî, min ji kurdiya wan û ji kurdan pênc quriş pere qezenc nekiriye.
Heke ev dema ko min daye zimanê kurdî, min bida zimanê swêdî û min bi swêdî binivîsanda, dibe ko ez niha di edebiya swêdî de navekî naskirî bûma. Lê min digot hewcedariya edebiyata swêdî bi navê min tuneye, lê ya kurdî pê heye. Çend çîrokên min ên ko bi swêdî di kovar û radyoyan de hatin weşandin, pere jî anîn, ez navdartir jî kirim, lê dîsa min dev ji zimanê kurdî berneda.
Lê min dest pê kiriye ez bi swêdî gotaran (eseyan) dinivîsînim û çîrok û romanên min werdigerin swêdî. Ez aniha di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de jî berpirsiyarê nivîskarên sirgûnê me. Hevalên min ên komîtê jî dozê li min dikin. Ez bawer dikim ez ê hêdî hêdî derbasî nivîsandina bi swêdî jî bibim, lê ez ê dîsa dev ji zimanê xwe bernedim.
Pirs: — Çima weha kêm werger ji kurdî heye? Kêmasiya îmkanan e, wegêr kêm in, yan înterese kêm e?
Firat Cewerî: — Divê ez mikur werim ko edebiyata kurdî ya modern hê nû dikemile. Digel ko di salên 1930î de li Şamê, bi kovara Hawarê bingehê nimûneyên edebiyata kurdî ya modern hatibe avêtin jî, lê ew tenê di nav rûpelên kovarê de man. Edebiyata kurdî ya modern piştî heyştêyî û bêtir jî li Swêdê dest pê kir. Berhemên me ên zêde tunebûn ko me wergerandina zimanên biyanî. Aniha em dikarin bibêjin ko di warê helbest, çîrok û romanê de, di edebiyata kurdî de nimûneyên baş hene ko dikarin wergerin zimanên din. Hêdî hêdî werdigerin jî. Bêguman ji bo vê jî imkan û organîzasiyon lazim in. Niha li Swêdê, Enstîtuya swêdî dinyayek pere li berhemên swêdî xerc dike da ew wergerin zimanên biyanî. Weşanxaneyeke ko bixwaze berhemên swêdî wergerîne zimanê xwe, wê serî li Enstîtuya Swêdê bide û ji bo wê wergerê alîkariya madî wergire.
Ji bo wergerandina berhemekê ji zimanekî bo zimanê din; pere, lobî û kalîte lazim e. Hêdî hêdî ev jî pêk tên û ez bawer dikim em ê di salên pêşiya me de pêrgî gelek berhemên kurdî yên ko wergeriyane zimanên biyanî werin.
Firat Cewerî kî ye?
Firat Cewerî ji Mêrdînê ye, di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Cara pêşî bi Nûdemê edebiyat û siyaset ji hev hat veqetandin. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.
Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.
Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî, almanî, erebî, tirkî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên almanî, swêdî, erebî û tirkî de jî cih girtine.
Firat Ceweriyê ko hê jî li Swêdê dijî, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de berpirsiyarê komîteya nivîskarên sirgûnê ye.
***
Têbînî: Ev hevpeyvîn di kovara flamanî “Deus ex Machina” de dê bi zimanê flamanî bêt weşandin. |