[ ÇARŞEM, 2025-02-05 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 

isofair

isofair labradoodle.nu
Awirek li şiroveya Celalettin Yoylerî ya dîwana Melayê Cizîrî
» Perwîz Cîhanî
ZURÎX, 26/11 2006 — Ta niha dîwana Melayê Cizîrî çar caran hatîye şirove kirin. Du caran bi zimanê erebî û carekê jî bi zaravê soranî û cara çaran jî bi zaravê kurmancî. Dîwana Melayê Cizîrî cara yekem li sala 1379 mişextî yê heyvî beranber sala 1959 zayînî bi navê “El-Eqd el cewherî” ji layê muftîyê bajarê Qamîşloyê rehmetî Ehmedê kurrê mela Muhemmedê Zivingî ve bi erebî hatîye şirove kirin û li weşangaha Rafidîn ya wî bajarî da hatîye weşandin.

Li dû vê şiroveyê ra Hejar Mukirîyanî li sala 1361 mişextîyê tavî beranberî sala 1982-yê zayînî ew dîwana bi zaravê soranî şirove kirîye û li Tehranê li weşangeha Sirûş daye weşandinê. Herçend ko Mukiriyanî xwe ser wê hindê va nebirîye jî, lê gava ko mirov şiroveya wê ya soranî û ya erebî ya Zivingî dide ber hev, mirov dibîne ko Hejar deqawdeq jî nebe lê gelekê ji ya Zivingî wec wergrtîye. Lê ew li wê şiroveyê da dibêje ko bihîstîye Mela Ebdusselam pêş da ew dîwana şirove kirîye, lê li dû mirina wî ra muftîyê Qamîşloyê şirove ya wê dîwanê bi navê xwe çap kirîye.

Lê bi arîkarîya dilsojên gel ev îlavana derketin hêçê ra û şîroveya dîwana Melayê Cizîrî bi qelema Mela Ebdusselamê Cizîrî bi zimanê erebî li sala 2004 zayînî ji layê dezgahê Spîrêzê li bajarê Dihokê da hate weşandin.

Şiroveya çwarem jî vê carê bi zaravê Melayê Cizîrî bixwe ji layê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê bi qelema rêzdar Celalettin Yoylerî li buhara sala 2006an da derket.

Min cara yekem ev nûçeya xweş li ser malpera Enstîyûya Kurdî ya Stenbolê xwend. Dema ko ez bi vê nûçeya xweş agadar bûm, ez gelekî keyfxoş bûm û erd û esmanan ez nedihebandim û her dem li wê hizrê da bûm, ko ewê şiroveyê bibînim û wecê jê hildim. Herçend ko min dizanî ez dê piştî demek ne wisan dirêj herrim Stenbolê jî, lê dîsan min taba xwe neanî û ji hevlên xwe yên hêja li weşangeha Dozê ra têlefon kir û ji wan xwest ko bi lez ji min ra şiroveya dîwana Melayê Cizîrî û digel wê jî çend kilasîkên turkî bişînin. Piştî hefteyekê şiroveya dîwana Mela û dîwanên Nedîm, Fuzûlî, Yunus Emre, Kuddûsî, Melûlî, Harabî û raveya hêja H. Mem li ser Xanî gihîşte destên min. Mala wan ava, ewan ez ji kilasîkan bênîaz kirim. Min bi tamezroyî û iştîyaqek bê rece ew dîwanana li jêr çavan ra derbas kirin. Bi rastî jî dîwana Melayê Cizîrî pirr xweşik û rêk û pêk li bergekî bedew û bi kaxetek nazik û pirr sipehî da hatîye weşandin. Min berî hemû dîwanan rahîşte Dîwana Mela. Lê min nizanî ev “bûka şox û şeng dûrkuja nêzîkxisar e”.

Xûyekî min heye, ez gava ko pirtûkekê bo cara yekê bibînim, pêş wê hindê da ko deqa wê bixûnim, li jêrnivîsan wate li çend perawêzên wê eger hebin mêze dikim. Min ew bazara bi vê şiroveyê ra jî kir. Berî wê hindê ko ez şiroveya yekimîn Xezela Melayê Cizîrî, bixûnim, çavên min li vê jêrnivîsê li rûpela 30 da hatîye, ket: “ Helbesta dawî ji gotinên Hafizê Şîrazî ye” .

Bi dîtina vê jêrnivîsê ra dûkel ji qafê min quloz bû. Çawa şirovekarê vê dîwana giranbuha nizane, ne tenê ev helbesta dawî, belkû hemû helbestên ko di wê têhelkêşê da li kutaya bendan da hatine û hejmara wan heft nîvmalik in, di gel nîvmalika yekem ko dibe heşt nîvmalika, hemû jî yên Hafizê Şîrazî ne. Ev helbesta yekem ya dîwana Cîzîrî têhelkêş wate tezmîna yekimîn xezela Dîwana Hafizê Şîrazî ye û ew jî nîvetezmîneke ji dîwana Yezîdê kurrê Muiavîye. Tezîmîn yan têhelkêş hunerekî helbestvanên kilasîk bû, ko her helbestvanekî dikarî çend nîvmalikan li her malikek xezel yan qesîdeya helbestvanekî dî zêde bikira. Mercê wê jî ew bû ko debîya ew malikên ko ji malikên binêşeyî têne zêdekirinê, durust li ser wê kêş û li ser qafîye wate paşhela yekimîn yan jî duwemîn malika helbesta binêşeyî ba. Yan jî çend malik li ser paşhela malika yekem û çend jî li ser paşhela malika duwem bihata nivîsînê û mijar jî debîya heman mijara binêşeyî ba. Û gorekî hejmara malikan jî nav lê dikirin: muxemmes, museddes; wate pêncmalikî, şeşmalikî û tdw. Herwekî ko hate nivîsînê, Melayê Cizîrî yekimîn Xezela dîwana Hafizê Şîrazî tezmîn kirîye. Lê tezmîna Mela jî tezmînek taybetî ye. Mela tenê malka yekem û hemû nîvmalikên duwem yên wê xezelê tezmîn kirîye. Wate ji bilî malika yekem, nîvmalkên yekem yên hemû malikan avêtîye û tenê li ser nîvmalikên duwem yên wê xezelê têhelkêş saz kirîye. Kêşa yekimîn xezela dîwana Hafiz jî weha ye: mefaiîlun, mefaiîlun, mefaiîlun, mefaiîlun, ko jê ra behra hezec dibêjin. Kêşa hemû helbestên ko mela li wê helbestê zêde kirîye jî debê durust li ser wê kêşê be, eger wisan nebe, bêgotin şaşî ya rûnivîskaran û şirovekarane.

Dema ko min ew şaşîya zeq li perawêza rûpela 30 ya şiroveya hêja Necmettin Yoyler da dît, min yekimîn helbesta wê şiroveyê xwend, da ko bizanim kanê wî hêjayî êdî çend destegulên dî bi roda berdane. Dema ko min yekimîn xezela şirovekirî xwend, min dît ko hêja Yoyler ne tenê peyvek farisî jî nizane, belkû xwe neêşandîye ko ji bo wate ya peyvên farisî yên wê dîwanê serî li ferhengek farsî jî bide. Her ji xwe ra “şilim kor im” kirîye û çi hatîye hişê wî wisan peyvên farisî wate kirîye. Mirov gava ko wan wateyan dibîne, rastî jî mirov şaş dibe û zendegirtî dimîne. Çawa lêvekolekî torevan ko ji xwe ra dîtîye dîwana Mela yê Cizîrî şirove bike, nizanibe yekimîn xezela wê dîwanê tezmîna helbesta Hafiz e. Çawa lêvekol û torevanek li Turkiyê da bijî û nizanibe ko dîwana Hafizî Şîrazî çendîn caran bi turkî hatîye şirove kirin, da ko ji bo karê xwe weca pêdivî jê vergire? Şiroveyên van kesên jêrîn ji yên hemûyê bi nav û bangtir in.

Sirûrî (mirî li sala 969 mişextî yê heyvî) Şemiî (mirî li sala 1000 mişextî yê heyvî) Sûdî yê Bosenewî (mirî li sala 1006 mişextîyê heyvî)

Eger hêja Yoyler haya wî ji van şiroveyana hebûya, bêgotin dê bikarîba baştirîn wecê ji wan ji bo şiroveya Melayê Cizîrî jî wergirta. Lewra ko em hemû dizanin evîna Melayê Cizîrî û ya Hafizê Şîrazî yek bûye û şêweya helbestên wan û biwêjên wan yên irfanî û sofîtîyê her yek in.

Ta roja îro jî lêvekolên îranî li bara helbestên Hafizê Şîrazî da gelek caran wecê ji şiroveya Sûdî ko niha bi farsî jî hatîye wergerandin, werdigrin.

Hêja Yoyler li pêşgotinê da dinvîse, ko wec ji şirove yên Hejar û Zivîngî wergirtîye. Lê dema ko mirov ew wateyên ko hêja Yoyler dane peyvên wê dîwanê, dibîne, mirov agadar dibe, ko qet yek jî li wan herdu şiroveyên navborî da nehatin û mirov nizane ka jêder yan jêderên wî hêjayî ji bo watekirina wan peyvana kî û çi bûye.

Em gelekî dirêj nekin û pêkve dîna xwe bidin watekirina çend peyvan:

Têbînî: Riste û peyvên ko bi nivîsara îtalîk hatine yên hêja Yoyler in.

Rûpel 21:

Muştaqî: bi xweşî û bi tamî- lê muştaqî wate arezûmendî û tamarzûyî, helbet ta radeyekê jî wê wateyê jî dide, ewa ko hêja Yoyler nivîsîye.

Li rûpela 22-yê da helbest bi xwe jî bi şaşî înaye. Mela dibêje:

Ku katib dêmi cedwel ket/kit, şikestexet muselsel ket

Ji yek Herfan mufessel ket, kê ye vê muşkilê hel ket

Lê hêja Yoyler li cîhê dêmi da dêmê nivîsî ye, ko şaş e. Li istiranên me yên gelîrî da em bi dehan carî rastî biwêja: dêmê gulî tên. Kesî negotîye dêma gulî. Wate dêm navekî nêrza ye, ne mêza. Tewanka dêm dibe dêmi yan jî dêmî nabe dêmê. Mela jî lêre da li ber kêşa helbestê tewanka wê bi şêweya dêmi înaye. Eger em ewê peyvê bi şêweya dêmî yan dêmê rabêj bikin, kêşa helbestê dialize.

Hêja Yoyler li cîhê peyva mufessel da jî peyva muselsel înaye, ko diqewime şaşî ya wî nebe, lew ra ko li wateya bêje yan peyvan da peyva mufesel wate kirîye, ne ya muselsel.

Hafizê Şîrazî dibêje:

ki êşq asan mimûd ewwel, welî uftad muşkil ha.

Lê hêja Yoyler nivîsîye:

kî eşq asan nimûd ewel, welê uftadî muşkul ha.

Wekî ko hûn xwênerên hêja jî dibînin, li yek nîvmalikê da sê peyv bi şaşî hatine nivîsandin. Peyvên: kî, uftadî, muşkul hersêk jî şaş in, ya rast ewe ko Hafiz bixwe gotîye. Hîç farisek nabêje: kî, hîçkes nabêje uftadî, hîçkes nabêje muşkul.

Carê em bera xwe bidenê kanê peyvan çawa wate dike.

Hêja Yoyler li cîha peyva; cedwel da bi şêweya turkî nivîsîye: cetwel: rastek. Kit: kiri- duraste kit ji radera kirinê tê, lê kit nabe kirin, kit wate ket, biket, biketin, bike.

Wateya ko li jêr; şikeste xet muselsel ket da hatîye, durust nîne. Erê şikeste û muselsel navê du cure xetên erebî yên xoşnivîsyê ye, lê şikeste xet muselsel ket çi wateyê dide?

Uftadî: wate tu ketî, lê çawa ko li jorê jî hat, durusta wê uftad e, wate ket. Uftad muşkilha, wate kete nav alozî û pirsgirêkan da.

Mela dinvîse:

ki dil ra tabi her çîneş, bi kufrî mîbered dîneş,

lê hêja Yoyler. Dinvîse:

kî dil ra tabî her çîneş, bi kufrê mêybired dîneş.

Rastî li kî dera cihanê da û kîjan farisîaxêv li cîhê mîbered da dibêje: mêybired?

Em bizanin kanê peyvê van malikana çawa şirove dike:

mihr: heskirin. Li pileya yekem da, mihr nîne, belkû mêhr e. Li pileya duwem da heskirin nîne, hezkirin e. Hes li kurdî da wate deng, hez jî ji zimanê erebî ra ketîye nav zimanê me û tê bi wateya evîn û xoşvîyanê. Melayê Cizîrî li xezelek xwe da dibêje:

perwanesifet soht im û bê sewt û hes im ez.

Kurmancên me yên Maraşê dibêjin: Hese xwe meke. Hese mi tê te?

Peyva Şefeqseid durust nehatîye wate kirinê. Durast e ko Mela ji istêrekê diaxive, lê wî negotîye ew heskirina ko tîrêj û ronahîya wê wekî tîrêj û ronahîya stêrka bi navê seida siûd e. Mela yara xwe li cuwanî û xweşpêpalîyê da diwekîne wê istêrê. Ji mêhra wê şefeqseidê … dinalim şubhetî reidê, wate ji ber evîna wê yara ko wekî istêra sibêde yê cuwan û bi pêpale, ez wekî birûskan dinalim.

Leel, durust nîne, rabêja wê “leil” e. Herwisan ew nayê bi wateya lêvê, leil istiare ye ji lêvê ra. Helbestvan lêvên yarên xwe li soratî û cuwanîyê da diwekînin leilê.

Tab: durust e ko wateyek vê peyvê tav e, lê li vê helbestê da wê wate yê nade. Lêre da tab wate qurûşk, pêç, taw û ba. Tab daden ya farisî wate badan û pêçan û tawdan. Mela lêre da ji pêç û tawên bisk û zulfên yara xwe diaxive, ne ji ronahî yê.

Çîneş: beş- nizanim Yoylerê rêzdar ev wate ya ji kîderê înaye? Çîneş li kîderê da bi wateya beş hatîye? Taze ev peyva beş jî diyar nîne, ko beşa kurmancî ye, yan ya soranî ye. Lewra ko beş li kurmancî da tê bi wateya ajela ko navçav an jî eniya wê spî be. Weke kêroşka beş, gayê beş û... Lê bi soranî tê bi wateya pişk û par. Çîneş hevbendek farsî ye ko ji du pişkan pêk tê: çîn + eş- çîn wate pêç û taw, eş jî cînavkê farisî yê xudanetîyê ye û tê bi wate ya “ya wê/î” . Çîneş wate pêça wê, tawa wê, badan û qurûşka wê, ko mebest pêç û taw û qurûşkên zulf û biskên yarê ye.

Kufr: kafir- kufr ne bi wateya kafir e, lê bi wate ya kifirîkirin û mandelakirina hebûna tiştekî û bi taybetî mandelkirina hebûna Xudê û nesipasî ya wî ye. Ji karê kafiran ra ko hebûna Xudê mandel dikin, kufr tê gotinê. Lê kufr li bal helbestvanên kilasîk istiare ye ji bo zulf û biskên reş, çawa ko dîn jî istiare ye ji bo rû û tefeşên cuwan.

Mêybired: guhertin. Çawa ko li jorê jî min got, durusta wê mîbered e û ne bi wateya guhertinê, lê bi wateya birinê ye, mîbered wate dibe, dibiherre.

Muşkîneş: bêhna miskê- muşkîneş ne bi wateya bêhna miskê ye. Ceidê muşkîneş, wate porrên wê yên qurûşk ko li bêhnxweşî û reşîyê da wekî miskê ye. Muşkîneş, wateyê wê yê miskîn/ wek miskê.

Çi: ecêbmayî- çi ne ecêbmayî ye, çi amîra pirsiyar û zendemanê ye.

Rûpel 25

Mela dibêje:

der axûşeş çu mîared, ki ez dil caneş bispared

lê Yoyler dinivîse:

der axûşeş çû mêaret, kî ez dil caneş bisparet?

Hafiz dibêje:

ceres feriyad mîdared, ki berbendîd mehmil ha

lê Yoyler dinivîse:

ceres firyadî mê daret, kî ber bendîdê mehmil ha

Mirov ji van şaşî û desttêwerdanana mat û zendegirtî dimîne.

Em pêkve berê xwe bidenê, kanê peyvên van malikana çawa wate kirîye.

Dest det: destê xwe bide- dest det ji radera dest dan tê, ew biwêjek farsî û kurdî ye, ne bi wateya destê xwe bide ye, lê bi wateya qewimîn, muyesserbûn, bi dest xistin bi dest ve anîn û pêkhatinê ye. Mela dibêje:

kesê dest det ji dewranê, nihalek vê gulistanê,

wate: eger kesek şêneyek ji vê gulistanê dest xwe va bîne û jê ra muyesser be,

der axûşeş: bi wateya hembêzkirin û xwedîkirina şitlek ji daran e.

Qet wisan nîne. Der axûşeş wate li himêza xwe da.

Axûş: himbêzkirin- ne wisane, keko. Axûş wate himbêz.

Caneş: ruh- caneş wate ruhê wê/î, ruhê xwe.

Bispared: sipartin- bispared wate bispêrê/bispêre. Sipurden wate sipartin-

Mê daret: kirin- li pile ya yekem da mê daret nîne, mîdared e. Li pileya dwem da tenê nayê bi wateya Kirin ê. Belku bi navekî yan rewşekî ra tê û paşê wateya hebûn û kirinê dide.

Rûpel 26

Fermaneş: “Ş” ya di dawiya bêjeya “ferman” de di farisî de cînavk e û “pir” bûnê îfade dike.

Kesek tune ye ji mamosta yê qedirgiran bipirse, ka te şiroveya vê peyvê ji kû anîye. Rast e “Ş” li farsî da cînavke, lê çi caran pirrbûnê îfade nake. Min li jorê ew cînavka şirove kir.

Hafiz dibêje:

kuca danend Halê ma, sebukbaranê sahil ha

Yoyler dinivîse:

kuca danendî halêma, sibik baranê sahil ha.

Wate peyvên danendî û sibik şaş in. Halêma jî debê jêk cuda bêne nivîsînê.

Rûpel 29

Mela dibêje:

mera ji ewwel çi bir, xamî

Yoyler dinivîse:

me ra ji ewel çi bir, xamê

mela dibêje :

... dibêjit nexmeya sazî

Yoyler dinvîse :

... dibêjit nexmeya sazê

Hafiz dibêje :

Nehan kêy mande an razî, kezû sazend mehfil ha

Yoyler dinivîse:

Nihan key ma nedan razê, kîzo sazendî mehfîl ha

Em bizanin kanê hêja Yoyler peyvên van malikana çawa wate kirîye?

Xam: pênûs- xam ne pênivîs e, xame pênivîs e. Lêre da Mela gotîye: “xamî” wate xavî, nepijyayî. Mewlana jî li helbestek xwe da dibêje: xam budem puxtê şudem. Wate ez xav bûm û ( lê niha) ez pijiyame.

Xamî wate xavî, nezanî, nepijiyayî, kêm tecurbe-

Kîzo: yanî “ji bo wî” kîzo nîne, lê “ke zû “ ye. Durust e ko ev peyva peyvek hevbend e, lê nayê bi wateya ji bo wî. Li binêşê da ev peyv “ki ez û” ye,. Ko tê bi wate ya: ko ji wî/ê.

Mehfel: di nav komên kesan da û di nav şênîyan de- mehfel nîne, mehfêl e. ne di nav şênî û koman da, belkû kom û şênî bixwe ye.

Evana tenê şaşîyên peyvnasîya xezelekê bûn. Ca ez nizanim, ka xezel bi xwe çawa şirove û rave kirîye? Ca kesê ko ji peyvên deqekê tênegîje, dê çawa wê deqê rave û şirove bike, ez nizanim û min nexwend jî.

Dîyar e ko hêja Yoyler xwe bi vî karî va gelekî êşandîye, lê xwezî berî weşandinê pirtûka xwe bida kesekî ko farisî baş dizanî û kilasîkên farisî dinasî, da ko jê ra carekê çavek lê bixişanda û nehîşta ew hemû şaşîyên zeq biketana nav vî karê mezin û bê hevta da. Ez tê nagîjim, li Turkîyê da bi giştî û li Stenbolê da bi taybetî bi sedan îranî û farisîzanên baş hene. Gelo ji bo rabêja wan peyvên farsî kesek tunebû ko arîkarîya hêja Yoylerî bikira? Yan çima hêja Yoyler ji bo rabêj û şiroveya van peyvana serek li ferhengên farisî û ferhengên farsî- turkî nedane?

Muxabin ev karê mezin, ev zehmeta çend salan eger xorayî jî ne çûbe, nikare bibe cîhê wecwergirtina zanistî û nikare bibe jêder ji bo karên xwendekarên zanistgehan yan lêvekolên zanistê. Kesên ko ji vê pirtûkê wecê wergre, dê li dahatê da tûşî gelek alozî û şermezarîyan bê. Hîç îranîyek napejirîne ko helbestên zimanê wan, ew jî şahkarek wek dîwana Hafizê Şîrazî bi çewtî bête rabêj kirin û bi çewtî bête şirove û rave kirin. Nizanim bersiva kurdan dê li hember van desttêwerdan û şaşîyan da çi be.

Min bi nivîsîna rexneyên weha dilsozane, bi dehan dost ji xwe ra kirine dujmin û bi sedan yar ji xwe ra kirine neyar. Lê hêvîdar im, ko hêja Yoyler dê rexneyên min bipejirîne û wana sivikatîpêkirin nehejmêre. Ez dilreş nînim û van karana jî tenê ji bo xizmeta toreya kurdî dikim. Dilsojî ye ko min han dide, ez wekî Ehmedê xemxor ne li xema xwe da, belkî li xema gelê xwe û tore û zimanê wî da bim.

Dilsojî ye dibe heger ko ez kevirê toreyê li sîngê xwe bidim û li cîhê pesindanên vik û vala rexneyan binivîsim.

-----------------------------------
Nivîskar: PERWÎZ CÎHANÎ
Weşandin: 2006-11-26
Xwendin: 2508
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2025 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org