SELAHEDÎN, 6/12 2005 – Ji ti kesî veşartî niye ko bi taybetî di warê siyasî de bandoreka pir mezin ya başûr li ser beşên din yên Kurdistanê heye. Her di bin vê bandorê de ye ko em dibînin rojane hatin – çûyina kurdên ji hemû beşên Kurdistanê li ser başûr heye û wek mînak kengê tu biçî hotela Hewlêrê ya navneteweyî “Sheraton”ê, tu dê ji hemû beşên Kurdistanê kurdan bibînî.
Vebûna balafirxaneya Hewlêrê û çêbûna gerên yekser ji Hewlêrê ber bi gelek paytextên Ewropayê ve û berevajî wê, ev yek jî bûye fakterek din ko ji Ewropa û gelek welatên din yên cîhanê jî hem kurd û hem jî biyanî bi hêsanî bêne Hewlêrê û seredana başûrê Kurdistanê bikin.
Çi qasî ko rewşa başûrê Kurdistanê bêtir cihê xwe digire û bidestxistiyên başûr yên siyasî di warê qanûnî û destûrî û di sewiya Îraqê û cîhanê de jî baştir têne naskirin, ew qasî jî bandora başûr li ser beşên din yên Kurdistanê û welatên derdor jî zêdetir dibe. Kurdên beşên din yên Kurdistanê bi çavên tije hêvî li pêşveçûna başûr dinêrin û li benda rojekê ne ko ew jî mafên xwe bi dest bixin.
Kurdên beşên din yên ko herî zêde li başûr têne dîtin, kurdên bakûr in. Ji bilî ko gelek ji wan ji Ewropayê têne başûr, herweha hejmareka mezin jî ji wan kurdan in yên ji bakûr û Tirkiyê tên û piraniya wan bi projekt û karên bazirganî ve mijûl dibin. Helbet ev yek jî bandora xwe ya erênî hem li wan û hem jî li başûr dike û çendîn têkiliyên di warên cida de ko niha û paşerojê jî ji kurdan re baş in, di vê navberê de ava dibin.
Kurdên ko ji beşên din têne başûrê Kurdistanê ji warên cida ne, di nava wan de siyasetvan, nivîskar, rojnamevan, ronakbîr, mamoste, xwendekar, hunermend, bazirgan û … hdt hene. Evana li gelek cihan û di gelek derfetên cida de xwe îfade dikin û gelek baş di derheqa rewşa başûr de dipeyivin. Mirov dikare ji axaftina wan, ji reng û sîmayê wan, hezkirina wan ya ji welat, dilşadiya wan ya ji bo pêşveçûna gelê xwe li başûr bi hêsanî bibîne û bixwîne.
Tevî vê yekê mirov dikare bi wan kurdan re gelek hêsan bi tiştek din jî bihese, lê belê mixabin ko ev tişt dilê kurdan şa nake. Wek mînak tu dikarî li Sheratona Hewlêrê du kurdan, yan jî du grûpên kurdan bibînî ko belkî bi heman balafirê jî hatine başûr û bi hev re li heman hotelê jî dimînin, lê belê ne qed silavî hev dikin û ne jî qed dixwazin hev bibînin. Ev yek bi taybetî jî ji bo kesên ko bi siyasetê ve mijûl dibin derbas dibe.
Mirov nikare fêm bike di rewşeka wek niha de ko hemû guhertinên li herêmê û di sewiya navneteweyî de jî çê dibin di berjewendiya kurdan de ne, kurdên beşeka Kurdistanê ko hê jî di bin destê dagîrkeran de ye çima nikarin li hev bikin, yan qe nebe di rêwîtiyekê de silavî hev bikin?! Di demekê de gel û welatê wan îro ji her demekî bêtir hewcedarî yekbûn û yekîtiya wan e.
Kurdên hemû beşên Kurdistanê ko têne başûr û dixwazin ji bo beşên xwe, anko beşên din yên Kurdistanê, ji rewşa başûr fêde bigirin, divê zanibin jî ko ewê bi yekîtî û yekbûna xwe, rêz û alîkariyeka mezintir jî li başûr bibîn. Herweha divê haya wan jê hebe ko başûr ji tev kurdan re, ji hemû grûp û aliyên hemû beşên Kurdistanê re wek hev e û başûr xwe milkê her kurdekî li her kû dera cîhanê be, qebûl dike.
Başûrê Kurdistanê îro çadira hemû kurdan e, dixwaze di warê neteweyî de fêda wê li hemû kurdan û li hemû beşên Kurdistanê jî bibe, lewra divê kurd jî vêca ji her beşekî bin vê rastiyê zanibin û kes û alî û grûpên ko di kîjan warî de jî be bila bibe, her alîkariyeka ji başûr dibînin, divê wisa bikin ko ev alîkarî ji bo xizmeta neteweyî derbas bibe û dema ko alîkariyê ji başûr dibînin, neçin wê alîkariyê li dijî kurdekê/î, yan jî alî û grûpeka din ya kurd bi kar bînin.
Başûr mala hemû kurdan e û desthilata başûr jî her li gor vê bingehê serederiyê bi hemû kurdan re dike. Qed hewce nake kurdek, yan alî, yan jî grûpeka kurd bi alîkarî û piştgiriyeka ko bi her riyê be bila bibe ji başûr digire, biçe li derên din xwe wek pêbawerê başûr nîşanî hinek kurd, yan alî, yan jî grûpên din yên kurd bide û welê xuya bike ko tenê ew, yan jî grûpa wî riya xwe li başûr dibînin.
Ya rast ew e ko li kîjan beşa Kurdistanê kes û alî û grûpên kurdan ko ji ber hinek sedemên piçûk û carna bêmane jî li hev nakin, tenê dema ko bi hev re bi heman balafirê tên û li heman hotelê jî dimînin, êdî divê di bin çadira mezina kurdan de dev ji rabûrî berdin û li ser axa azada Kurdistanê hev aza bikin û biçin dest û serê hev. Eger ko heta niha jî ji ber mijûlbûna bi gelek karên din ve çê nebûye, lê belê ji niha û pê ve başûr jî divê hewl bide kurdan û alî û grûpên wan yên bi hev nakok in, bîne ba hev û tev bi hev re ji hemû Kurdistanê re bixebitin. |