HEWLÊR, 5/8 2012 — Vê Havînê ez bi hevalekê şirîn ra çûm Stenbolê. Ew cara pêşîn bû ko ez diçûm Stenbolê. Çend caran berî wê ez tenê ji bo veguhartina balafirra rêwîtîya xwe di di wî bajarî ra derbaz bûbûm, lê min bajar bi xwe nedîtibû.
Min wîneyê Stenbolê di hişê xwe da dixeyaland. Ji bo min Stenbol şarê bihevgehiştina Rojhilat û Rojavayê bû. Tiştê ko ez li bendê bûm li Stenbolê bibînim ne ew bû ya ko min dît. Li wêderê ez li bendê bûm ko min Rojhilat û Rojava dîtiban. Lê ji Rojhilateka "erşîfkirî" pêvetir şûn û şopeka dî a Rojhilatê li wêderê nemaye. Ez ne bi bawerî im ko êdî cihek ji bo Mûzexaneya Masûmiyetê jî mabe. Bajar êdî bûye bûnewerekê "bê kelwaş" anko "amorphus". Êdî ne rojavayî ye, ne rojhilatî. Ne kevin e, ne nû.
Ata Tirk li bendê bû ko bi hemî awayan Tirkiye kiriba parek ji Ewropayê, û ew bi tiştekê ji vê kêmtir an zêdetir razî nedibû. Tirkan hemî dergeh kutan û xwe li hemî dar- û beran da. Lê çê nebû, çê nebû.
Ev zêdetir ji dehsalan e ko wan serê lixavê hespê sîyaseta xwe wergerrandiye. Ew dixwazin ko bi rastî “xwe” bin. Ev tiştekê pîroz e. Erê ji bo me kurdan jî pîroz e. Mirovê ji hemî mirovan kêmtir ew e ko xweyê xwe jî qebûl neke. Rast e ko tirk bi dirêjahiya sedsala 20ê ji bo mandelkirin û nehêlana kurdan dixebitîn. Lê divê nehêt ji bîr kirin ko tirkan berî mandelkirina hebûna kurdan hebûna xwe mandel kiribû. Ko wan xwe wekî ko ew hebûn qebûl kiriba, û wan nexwastiba ko hebûna xwe ya paşdamayî, osmanî, rojhilatî, îslamî, sultanî, leşkirî, …. haşayî kiriba, wan dê şiyana qebûlkirina kurdan jî hebûba. Erê, wan li destpêkê xwe biçûk û paşdamayî dît, paşî wan kurd jî mandel kirin. Ko wan bihaya xwe zanîba, wan dê kurd û “yên dî” jî qebûl kiriban.
Mirovê ko hebûna xwe û kerameta xwe wenda kiribe, mirovekê tirstijî ye. Neteweyên ko hebûna xwe jî bi rengê mandelkirina xwe ya bi zanabûn mandel dikin jî tirstijî ne. Niha ko tirk bixwazin li xwe vegerrin dê em, û cîhan hemî, kêfxweş bibin. Lê ko dîsa bi vê lixwevegerriyanê bixwazin xwe sûpermanekê gellek ji xwe yê heyî mezintir bibînin, ew jî dê bibe terajedîyayeka nû.
Erê, me got ew zêdetir ji dehsalan e ko dixwazin xwe bin: ew bi birêvebirineka serkevtî şîyane bibin yek ji 20 aborîyên herî serkevtî li cîhanê. Ew bi zêdekirina bazirganiya xwe digel welatên erebî û herêmî dixwazin biyavên geştirkirina aborîya xwe firehtir bikin. Wan biyavê belavbûna huner û edebiyata xwe li herêmê û cîhanê berfirehtir kiriye. Di vê çarçûveya xwevedîtina nû da ye, bi nihêrrîna min, ko tirk dikarin Nobel-Xelata edebyatê bistînin, tevaya welatên erebî bi şev li rêzefilmên tirkî temaşa bikin, li cadeyên Qahîreyê an jî li kolanên Hevlêrê stranên tirkî (bila arabesk jî bin) bibihîsin.
Her di vê çarçûveyê da ye ko ew di arêşeyên herêmî yên mîna Xezze û Îsrayîlê da jî dewrekê mezintir ji tevaya dewletên erebî, û ji wê jî giringtir, dewrekê mezintir ji Îranê jî bilehîzin. Wan di tengasiya Lîbîyayê da jî destê xwe yê jortir ji hemî destên herêmî nîşa da. Ji xwe lîstikvanê serekî yê qada sîyaseta Sûrîyayê her Tirkîye ye. Ne hema ev, Başûrê Kurdistanê serbihureka dîrokî a dirêj a hevkarîyên sîyasî û mirovdostanî digel Îranê hebûye, lê niha bandora tirkan li ser sîyaseta Başûrê Kurdistanê ji dewrê îranê zêdetir e.
Aha di vê demê da ye ko ew dixwazin bibêjin welatên herêmê, û tevaya cîhanê jî, ko lîstikvanê serekî an hema bibêje serkêşê lîstikvanîya sîyasî, aborî, civakî, hunerî, kulturî ya herêmê ew in. Ew bi vî rengî dixwazin xwe dîsa wekî welatekê ji herêmê û ne welatek ji Ewropayê bidin selimandin.
Cihê Stenbolê jî li ser erdnîgar anko xerîteya cîhanî divê li ser vê paşxana sîyasî-civakî bihêt dîtin. Stenbolê dixwest wekî bajarekê ewropayî hatiba dîtin. Gellek saloxetên xwe yên ne-ewropayî wenda kirin, an jê hatin standin. Lê li dawiyê ew her nebû bajarekê bi tivavî ewropayî. Ko niha bixwaze bibe bajarekê herêmê divê kar ji bo wê bihêt kirin, çawa ko sîyasetvanên nû yên Tirkiyê dixwazin bi herêmîkirina Tirkiyê sîyaseta xwe bi pêş ve bibin.
Stenbol niha dikare wekî metropoleka "Tirkiyê" bihêt dîtin. Lê Stenbola bi heyeta xwe ya "navneteweyî" naxwaze ko tenê wekî "makeşehir" a tirkan bihêt naskirin. Wê li ber e ko wekî navenda dinyayê, wekî giranîgeh anko gravity center a Cîhanê bihêt niyasîn. Ko şiyanên dî yên aborî, zanistî, siyasî, edebî, hunerî, û hema bi giştî cîhanbînîyeka nû di vî bajarî da nebin, hijmara gerîde anko tûrîstan bi tenê nikarin Stenbolê bikin "cîhanşehir" anko "kosmopol"eka weha ko neviyên Sultan Mehmedê Duyê bangewaziyê bo dikin.
Ji bo ko cîhan bawerîyê bi hebûna cîhanbînîyeka nû ya tirkan bînin, divê di ser her tiştekê dî ra ew bikarin di arêşeya xwe digel kurdan da, nemaze bi kurdên nava tixûbên Komara Tirkiyê tiştekê weha nîşanî kurdan û cîhanê bidin ko xelk bawer bike tirk hatine guhartin û cîhanbîniyeka wan a nû heye. Ko ev çê nebe, barê tirkan nagehe çi waran.
Lê Stenbol ji tirkan ra çi be, çi nebe, ev qet ji bo me kurdan ne giring e. A herî giring ew e ko ew ji bo kurdan makeşehir anko metropoleka hêja ye. Bajarê ko hijmara herî mezin a kurdan vedihewîne Stenbol e. Li çi bajarekê Kurdistanê bi qasî Stenbolê kurd nînin. Divê ev wekî sermayeyeka mezin bihêt dîtin.
Di serdana xwe ya vê dawiyê da, ez li Stenbolê li herkesekî rast hatim kurd derdiçû.
Hajotkarê em ji firrîngeha (balafirgeha) Ataturkî birin nava bajarî kurdek ji kurdên Erzincanê bû. Ew çûn mala niyasekê hevalê min. Em bi wan ra çûn qehwexaneyeka (cafe) li bûstanekî (park). Xwedîyê qehwexaneyê kurd bû, yên bi wî ra dişuxilîn jî kurd bûn: kurdên kurdîzan ên ko di di navbera 18- heta 25-salîyê da bûn.
Em pişt ra çûn Teqsîmê, dilê zindî yê wî bajarî. Li wêderê erebên Xelîcî yên zengîn hebûn ko iPhonên xwe û jinên xwe yên bi xêlî tevî xwe înabûn; pîremêr û pîrejinên teqawîd yên elmanî, ciwanên japonî û çînî yên ko bi wînegirkên (kamerayên) xwe ve wîneyên her tiştê ko dibînin digirin jî hebûn. Lê çavên min li sûya çavên kurdan digerriyan.
Xwedîyê xwaringeha (resturanta) me li Teqsîmê jî Mehmed bû ko ji Hekariyê hatibû. Kurdiya wî mîna ava kaniyên zozanên Çelê zelal bû.
Em li kurdekî rast hatin ko berê kevtibû zindana tirkan. Lê zindana ji wê dijwartir zindana kurdan di nav girtîgeha tirkan da bû. Wî behs dikir ka çawa hevalên wî yên kurd zindaneka dî di nava zindana tirkan da ava kiribû û ew tenê û bê pişt dihişt.
Li dereka dî, Şevîna ji Mêrdînê tevî birayê xwe yê mezintir Idrîsî çante û diyariyên ji Stenbolê difirotin. Kurdîya wê ne bi qasî ya Idrîsî zelal bû, lê ez difikirîm ka dê ya birazayên wê çawa be.
Heta niha min her behsa kurdên ko di xwaringehan da dixebitîn an jî kurdên ko kevtine zindanan kir. Lê, kurdên dî jî hene. Cumayê şermîn ji Diyarbekirê hatibû û li Teqsîmê kitêb ji bo firotinê li bin dîwarekî rêz kiribûn. Hema bi zor jî min nekarî dîwarê şermînîya wê biherrifînim û wîneyekê fotograf digel wî bigirim. Lê kitêba ko çavê min girt “Tişt ji ber hev hildiweşin” a nivîskar Chinua Achebe yê Nicerîyayî bû. Rast e ew kitêba ko ez demeka dirêj bû lê digerriyam bi ingilîzî bû ne bi kurdî, û rast e ko pirraniya kitêbên li bin dîwarî rêzkirî ne bi kurdî bûn lê yên kurdî jî di nav wan da hebûn. Û bi salan e ko Stenbol wekî yek ji bajarên serekî yên weşandina kitêbên kurdî li pêşîya bajarên kurdistanî bûye. Niha ko delîve û azadîya weşana bi kurdî li Kurdistanê jî peyda bûye, gellek weşanxane dixwazin li Kurdistanê cih bigirin, lê valahiştina Stenbolê ji weşanên kurdî dikare bibe ziyan û zirareka mezin.
Şevên wê metropolê gellek kurd ji bo pariyê nanî şiyar hiştine. Kurd ji bo pariyê nanê zaroyên xwe an jî ji ber azadîya jiyana siyasî-civakî ya vî bajarî ji Kurdistanê ber bi Stenbolê koçber bûne. Lê niha divê kurd bizanin ko Cuma, Şevîn û Idrîs û Mehmed dikarin Stenbolê jî warê xwe bihesibînin. Rast e, kurdî li Stenbolê zêdetir ji Amedê dihê bihîstin. Dengên kurdî êdî ne xerîbên kolanên Astaneyê ne. Bila sîyaseta me jî Stenbolê wekî parek ji qada xebat û lebata me ya neteweyî bihesbîne. |