SELAHEDÎN, 13/11 2005 – Dawiya dawî jî Îraq dê perçe bibe, sedema perçebûnê jî weke ko hertim ereb dixwazin nîşan bidin, dê ne kurd bin, lê belê ewê ereb bi xwe bin. Erebên şîî û sunnî bi daxwazî û nakokiyên xwe ji bilî perçekirinê, Îraqê ber bi tiştek din ve nabin. Heta niha jî ne sunnî dixwazin fêm bikin ko desthilata wan ya heştê salî li Îraqê av û av çû, ne jî şîî dê careka din qebûl bikin ko sunnî bibin xwedî desthilata ew dixwazin.
Bêtirî salekê ye şîî hewl didin qewareyek cugrafîk ya pir mezin ko ji Besraya başûr dest pê dike û heta hemû sînorê Bexdayê dirêj dibe, ji xwe re bidin ser hev û tevê li ser hev bikin herêmeka şîî ya federal. Her çawa be destê Îranê jî li pişt vê yekê heye û Îran dibêje eger ko ev herêma şîîyan ava bû, dê rola wê mezintir bibe, lewra jî bi hemû karînên xwe piştgiriya vê projektê dike, lê belê ev dîtina Îranê ne rast e, ji ber şîî Îranê jî ji xwe re bi kar tînin.
Ji bo pêkanîna vê projektê astengiya herî mezin Bexda ye. Şîî dizanin ko her çawa be sunnî dê qebûl nekin paytexta bi dehan salan ya desthilata wan bibe perçeyek ji herêmeka federala şîîyan. Şîî ji bo ko vê astengiyê ji pêşiya xwe rakin, ji dema ko hukûmeta Caferî desthilat girtiye destê xwe û heta niha, gelek awa û metodan dimeşînin û tedbîrên cida girtine.
Yek ji wan tedbîran li gor sunniyan ew e ko heta niha bi darê zorê bi dehan mizgefetên sunniyan li Bexdayê kirine huseyniyeyên şîîyan. Piraniya dezgeh û saziyên dewletê li Bexdayê û deverên derdorên wê bi karmendên şîî dagirtine. Aliyên sunnî gazinan dikin ko berdewam kesatî û zana û endamên wan tên windakirin û piştre termên wan li ser cadeyan têne dîtin, helbet sunnî jî grûpên çekdarên şîîyan bi kuştina wan sûçbar dikin.
Beriya heyamekê serokê Civata Bilinda Şoreşa Îslamî li Îraqê Ebdilezîz El.Hekîm ko yek ji aliyên herî mezin yên şîîyan e û têkiliyên wan yên pir kevn bi Îranê re hene, bi zanebûn, yan jî ne bi zanebûn di daxuyaniyekê de tiştekê bi wê maneyê got ko ewê piştî hilbijartinên bên, herêma şîîyan ya federal ko Bexda jî di nav de ye rabigihînin.
Aliyên sunnî, bi taybetî jî yên îslamî her zû li dijî vê daxuyaniya El.Hekîm derketin û narazîbûna xwe ya berwext li dijî avakirina her herêmeka federal ji bo şîîyan diyar kir. Ji xwe di dema amadekirina destûrê de jî sunniyan qebûl nekir ko ji bilî federasyona kurdan ti federasyonên din li Îraqê hebin û vekirî li dijî federasyona şîîyan rawestiyan. Helbet ew dizanin ka ew çima weha dikin!
Sunnî baş dizanin ko avabûna her federasyoneka şîîyan, tê maneya parvekirina Îraqê û avabûna dewleta şîîyan li ser herêmeka cugrafîka mezin û pir dewlemenda bi petrolê û xurmayê û herweha jî dibe herêma yekaneya ko dikeve ser deryayê. Ji xwe eger weke ko şîî dixwazin Bexda jî bikeve ser herêma wan ya federal, hingê ji bo sunniyan ji herêmeka berriya bêxêr pê ve tiştek din namîne. Ji ber dema ko şîî dibin xwediyên dewleta xwe, başûrê Kurdistanê jî yekser dewleta xwe radigihîne û sunnî bixwazin, nexwazin dewleta wan ya ne ji dil û hejar jî ji dayik dibe.
Ji bo mewdayeka dûr, ji emerîkiyan re jî baştir e ko şîîyên başûrê Îraqê di çarçoveya dewleta xwe de, hevalbendên wan bin, ji ber çi qasî wek niha şîî bi kurd û sunniyan re li Îraqê hevpar bin, ewê her nêzîkî Îranê bin û sînorê hevparê şîîyan û Îranê jî ji bo vê yekê gelek alîkar e. Di forma niha ya Îraqê de Emerîka her çawa bike dê nikaribe nêzîkiya şîîyan û Îranê xera bike. Ji ber di Îraqa hevpara şîî û kurd û sunniyan de, ew xwe her mecbûrî Îranê dibînin û ji bo Îranê jî ji wê yekê baştir nabe ko şîî bi wê hemû hêz û hebûna xwe li Îraqê hevalbendên wan bin.
Helbet şîî jî baş dizanin çawa vê kartê bi kar bînin, ew jî baş fêm dikin ko Emerîka dikare bi hêsanî Îraqê parve bike, lê belê nikare qebûl bike ko beşa herî mezina Îraqê nêzîk û hevalbenda Îranê be û Tehran ji dûr ve li gorî berjewendiyên xwe wê biherikîne. Şîî ji bo ko îmkana parvekirina Îraqê li cem emerîkiyan hêsan bikin, bi zanebûn xwe nêzîkî Îranê dikin. Bi vê yekê jî bi awakî ne rasterast ji emerîkiyan re dibêjin eger ko hun me bikin dewleteka serbixwe ya hevalbenda xwe, emê ji Îranê dûr bikevin, lê belê eger ko hun nekin, em mecbûr in nêzîkî dostên xwe yên rojên teng û birayên xwe yên mezeba olî bin.
Ji bo dewletên erebên derdorên Îraqê jî baştir e ko dewleteka ereba şîîyan ya wek wan hevalbenda Emerîka hebe, ne beşeka mezina Îraqê dirêjbûna Îrana naereb be. Lewra jî heta niha çendîn caran dewletên ereb yên mîna Urdinê û Erebistana Siûdiyê behsa mezinbûna rola Îranê li Îraqê kiriye û narehetiya xwe ya li hember vê yekê nîşan daye.
Vêca eger ko Emerîka vê dewleta şîîyan ava bike, tevî başûrê Kurdistanê dê bibin du dewletên din yên herî nêzîk û hevalbendên Emerîkayê li herêmê, ev yek jî helbet dê bêtir hem xizmeta şîî û kurdan û hem jî dê xizmeta projekt û berjewendiyên Emerîka li Rojihilata Navîn bike.
Hemû sîgnal wê yekê nîşan didin ko şîî û sunnî dê li hev nekin, yan jî şîî bi zanebûn naxwazin bi sunniyan re li hev bikin. Ew girêya bêtirî heştê salên desthilata sunniyan di dilê şîîyan de çê kirî, li cem şîîyan bi tenê welê çareser dibe ko dewleta xwe ya serbixwe ava bikin û dewlemendiya herêma wan ya petrolê ji bo wan bi xwe be. Ew vê yekê mafê xwe yê normal dibînin û dixwazn bi vî awayî zilma bi dehan salan li wan hatiye kirin, qerebû bikin.
Şîî dizanin eger ko ev yek li gorî berjewendiyên emerîkiyan be û li emerîkiyan bidin fêmkirin ko ev yek ji wan re baştir e, helbet pêkanîna vê xewnê û avakirina dewleta şîîyan dê hêsantir û zûtir jî be. Lewra jî ew gelek bi hostetî vê kartê bi emerîkiyan re bi kar tînin û dixwazin ne rasterast ji emerîkiyan re bibêjin yan me bikin dewleteka hevalbenda xwe, yan jî ji nêzîkiya me û Îranê gazinan mekin.
Di despêka ketina Seddam û azadkirina Îraqê de, şîîyan bi her awayî dixwest li Kerkûkê probleman derxin û her çi xwenîşandan û aloziyên çê dibûn, şîîyan dikirin. Bi vê yekê dixwest Kerkûk ti carî nevegere ser Kurdistanê, lewra jî wan gelek bi xurtî piştgirî dida wê yekê ko Bexda û Kerkûk nekevin sînorê ti federasyonan de. Lê belê ev bû bêtirî salekê ko şîîyan dev ji Kerkûkê ber daye û niha hemû xem û karê wan ew e ko Bexdayê têxin herêma xwe ya federal de.
Bi awayekî din şîîyan li hember Bexdayê dev ji Kerkûkê berdaye û Kerkûk ji kurdan re hiştiye, ji ber ko dizanin qed ne mimkin e ew karibin di heman demê de Bexda û Kerkûkê jî bi hev re têxin ser herêma xwe û petrola Îraqê û Kurdistanê jî bi tinê ji bo wan be, ev ji bilî ko cugrafyaya Kerkûkê jî vê yekê qebûl nake û kurd dê dev ji Kerkûkê bernedin. Şîî niha Bexdayê ji xwe re dixwazin û dimîne kurd Kerkûkê ji xwe re vegerînin.
Sunnî baş bi vê niyeta şîîyan dihesin û dizanin ko ev yek ji kurdan re jî derfeta herî mezin û zêrîn e, lewra bi her awayî li dij in. Lê belê di nava van nakokiyan de hemû rê ber bi aqarekî ve diçin, ew jî ew e ko destpêkê şîî ji Îraqê veqetin û dewleta xwe ava bikin, piştre jî dora kurdan tê.
|