HEWLÊR, 12/2 2012 — Havîna sala 2002-ê, anko berî deh salan, komek ji “elît” an kesên xwe bi bijareyên kurdan dizanin li mala min bûn. Wekî hemî rûniştinên me, behra mezin ji axivtinan li ser pirsên siyasî bû. Ew havîn gellek germ bû, karev (elektrîk) hindik bû, pareyên hukmeta Kurdistanê kêm bûbûn û heskoya wê bi binê mencelê kevtibû.
Gefeyên şerrekê çaverêkirî yê Welatên Yekgirtî yên Emrîkayê li ser rijêma Sedamê Hisênî roj-li-pey rojê zêdetir dibûn. Gefeyên hatina leşkirê Tirkiyê bo nav axa başurê Kurdistanê dihatin bihîstin û helwesta vebirr ya serokê PDK-ê Mesûdê Barzanî (ko wê demê hêşta bi awayekê fermî nebûbû serokê Kurdistanê) jî ew bû ko dê li beranberî wê qebxwazî û gefeya tirkan rawestiyaba.
Belê, çawa ko di vê rêzkirina bûyeran da jî axivtina min heta vêderê bi hatina tirkan qediya, wê demê jî, axivtina dawîn gehişt ser vê mijarê. Hemî amadebûyên wê rûniştinê hema bibêje yekdeng bûn ko nabe tirk bikevin başûre Kurdistanê û eger hatin jî divêt her wekî ko serok Barzanî digot pêşiya leşkerên tirkan hatiba girtin. Lê çîroka min tiştekê dî bû…
Bervajî hemî argûman û munaqeşeyan, min digot ko “ez bawer dikim ko tirk ji wê aqiltir in ko bên, ne ji ber wê ko em dê pişiya wan bigrin, lê ji ber ko hatina wan dê fayîdeyeka mezin bigehîne me kurdan”. Wê demê min gengeşeya xwe li ser çend hîmekan ava kirbû. Niha jî ez her di wê baweriyê da me.
Li goreyê nihêrrîna min ya wê demê, û hîn xurttir jî niha, ko tirkan herêma başurê Kurdistanê jî bi ser Tirkiyeya siyasî ya îro ve zêde kiriba, dê ji bo kurdan gellek baş bûba. Ev gotinên min tenê di rewşekê de muteber in heger em mijara serxwebûna temam ya tevahiya Kurdistana mezin di asoyê de nebînin. Herwekî ko Serok Barzanî jî gellek caran gotiye hêviya her kurdekî serxwebûna Kurdistana mezin e. Lê ko mirov vê armancê, li goreyê rewşa navxweyî, herêmî, û cîhanî dûr bibîne, wê demê ji bo min bihevrebûna başûrê Kurdistanê digel Tirkiyeyê ji federaliyeta digel Bexdayê baştir e. Ev zêdebûna axa başurê Kurdistanê li ser Tirkiyeya siyasî ya îro dikare bi gelek awayan be. Konfederaliyeka miweqet dibe ko bijareya herî qenc be. Ji ber van sedeman:
1. Di van sed salên bihurî da kurdan xebateka dijwar dijberî dagîrkerên Kurdistanê meşandiye, lê hergav tûşî şikestin û bêhîvîtiyê bûne. Ko li destpêkê parçebûna kurdan bi ser çar welatan da parçebûneka rûkeş û destkirî (sînaî) jî bûbe, piştî vekêşiyan anko berdewamiya vê parçebûnê, êdî hêdî hêdî mirov dikare bibêje ko kurd ji aliyên cida-cida yên siyasî, aborî, ferhengî (kulturî), civakî, hunerî, zimanî, hizrî ve ji hevdu dûrtir dibin û dibe ko rojek bihê (eger heta niha nehatibe jî) ko êdî kurd bi rastî jî hest bi wê parçebûna xwe bikin.
Devoka du xortên kermeşanî û xaneqînî di koka xwe da yek e, mezhebê wan jî yek e. Lê, niha eger xortekê kermeşanî ji mûzîka resen hez bike, li kesên mîna Şeceriyanî guhdarî dike. Xortê xaneqînî yê mûzîka-resen-hebîn jî mumkin e ji Um Kelsûmê hez bike. Ko ew ji mûzîka nûdem hez bikin, yê kermeşanî mumkin e evîndarê mûzîka kesên mîna Êbî û yê xaneqînî jî guhdarê Raxib Ellameyî be. Ko ew pêgir û alîgirên hizra dînî bin, yê kermeşanî mumkin e xwendevanê kitêbên Dr. Eliyê Şerîetî be, û yê xaneqînî bendewarê Muqtedayê Sedir be. Ko ew mirovên gîtiyanî (sekuler) bin, yê kermeşanî dibe ko ji Çengîzê Pehlewan hez bike û yê xaneqînî ji Sadiq Celalê Ezm. Mînakên wekî vê zehf in û mirov dikare lîsteyê dirêjtir bike û behsa lawên diyarbekrî û hevlêrî, lawên serhedî û efrînî jî bike. Lewma, di rewşeka weha da, mirov dibêje ko bila bindestî jî her hebe lê ko kurd bikarin li şûna wê ko bi ser çar parçeyan da hatibin dabeşandin tenê bindestên welatekî bin, her nebe di aliyên dî yên jiyan û jiyara rojane da dîsa parçe-parçe nabin.
2. Ko hemî kurd di welatekî da hatiban kom kirin, bi ser wê ra ko rê li ber dabeşandina wan ya civakî-ferhengî jî dihat girtin, mifayeka dî jî digehişt kurdan. Ko hemî kurd an pirraniya wan di yek welatî da, ji bo mînak di Komara Tirkiyê da bihên kom kirin, wê demê dê ji aliyê hêşetnîgarî anko demografîk ve kurd bibin “kêmaniyeka” mezintir. Ramana vê jî dê ew be ko di hemî aliyên siyasî, civakî, ferhengî û aborî da dê bandora wan mezintir bibe. Ev jî eşkira ye, ez ne bawer im kes hebe vê nezane. Fayîdeya vê di dengdanan da, di berhemên edebiyatê û medyayê da, di hemî warên dî yên jiyana sedsala 21-ê da ruhn û eşkira ye.
3. Ko herêma başurê Kurdistanê bibe parek ji Tirkiyeya siyasî ya îro, bi her rengekî ji rengan, wê demê heta kurr an keçeka dihokî an silêmanî fêr bibe li dayîreyên fermî, wekî şaredariyan, karên xwe bi zimanê tirkî bmeşîne, ji têkiliya kurdan bi kurdan ra, keç û kurrên Diyabekir û Ruhayê jî dê piçekê hînî dihokiyê bibin. Ma ev jî tiştekê xerab e?
4. Ko herêma başurê Kurdistanê bibe parek ji Tirkiyeya siyasî, arêşe anko doza gelê kurd di hevkêşe anko muadeleyên siysaî yên herêmî û navneteweyî da dê gellek sanahîtir bibe. Niha ji ber wê ko kurd bi ser çar welatan da hatine dabeşandin, çaresera kêşeya wan jî di demekê da divêt bi rezamendî anko çaresereka herêmî ya li goreyê berjewendîyên Îran, Tirkiyê, Sûriya û Îraqê, û ji ber wan jî ya 20 welatên dî yên erebî ji Okyanûsa Etlesî heta Kendava Farisî be. Lê ko parçeya Başur bibe parek ji Tirkiyeya siyasî, wê demê mirov dikare bibêje ko dê arêşeya kurdan tenê bi Îran û Tirkiyê ve eleqedar bibe. Sedema vê jî dê ew be ko dê zêdetir ji 90 % ji kurdan li derveyî niştîmana erebî bin û ereb êdî gellek girêdayî meseleya kurdan nabin. Wê demê delîveya leyîstina siyaseteka baştir peyda dibe. Ko arêşeya kurdan tenê arêşeya Îran û Tirkiyê be, kurd dikarin baştir doza xwe ber bi pêş bibin. Îran û Tirkiyê bi gellek sedeman ji hevdu cida ne.Tirk yek ji çelengtirîn endamên Natoyê ne. Piştî şerrê Rojavayê digel Efxanistanê, û nemaze piştî tevgerra wan li dijî Lîbiyaya Muemmerê Qeddafî, ev rola Tirkiyê zêdetir ji her demeka dî berçav bû. Niha ko gefeyên li ser Îranê jî careka dî xurt bûne, endamîtiya Tirkiyê di Natoyê da dikare wekî xaleka herî neyînî di navbera Îran û Tirkiyê da lihevhatina wan di gellek meseleyan da, ji wan jî dijberiya kurdan, lewaz bike. Kurd dikarin li herdu parçeyan mifayê ji wê dujminahiyê bibînin. Divêt em ji bîr nekin ko gellek caran neyar şiyane bi ser hemî neyarîyên xwe ra di tepeserkirina kurdan da li hev bikin.
5. Niha ko gefeyên li ser Sûriyayê hene, tirk dixwazin bi wê hevalbendiya xwe ya bi Rojavayê ra rolekê weha li Sûriyaya piştî Beşar Esedî bigêrrin ko nehêlin kurdên binxetê jî wekî kurdên Başur bibin xwedîmaf.
Tirkan du dehsal bi rex başuriyan ve derbaz kirine. Ev du dehsal dehsalên miştî kevt-û-levtan bûne. Ew naxwazin herêmeka dî ya mîna herêma Kurdistanê li binxetê jî bibînin. Lê ko tirk bibînin zêdetir ji 70 % ji kurdên hemî cîhanê digel wan in, wê demê ji mafdariya kurdan li Sûriyayeka piştî Beşarî natirse, bervajî wê, mumkin e ko bixwaze wê jî mîna ya Başur bi ser tixûbên xwe yên siyasî ve zêde bike.
6. Bêguman, bi ser hemî dujminahîyên neviyên Atatirkî ra, komara tirkan ji aliyê rêkxistina siyasî û mafên kitekesî û xweseriya sîstema dadweriyê da ser û milekan ji welatên dî yên herêmê pêşdaçûyîtir e. Ew di gellek protokol û qanûnan da wekî welatekê Yekîtiya Ewropayê tev digerrin. Jiyana li welatekê weha bêguman dê mafên zêdetir ji jiyana li welatekê mîna Sûriyeya Beşarî bide kitekesê kurd.
7. Dibe ko her welatek ji van çar welatan xewnan bi zêdekirina tevaya axa Kurdistanê bi ser axa xwe ve bibînin. Îran ji xwe eger ne gellek baldarên berjewendiyên armanxwazaniyên mîna şîtiyê ba û ji ber yekîtiya nejadî ya kurdan û neteweyên îranî yên dî li kurdên parçeyên dî xwedî derkevtiba û wekî Îraqa Sedamî û Tirkiyeya Atatirkî dujminahiya kurdan nekiriba, dê karîbûba dilê hestnazikê kurdan ji xwe ra kirrîba. Lê ew ji tehraniyan zêdetir li Hizbullaha Libnanê xwedî derdikeve. Ji xwe tirkan ji ber doza wîlayeta Mûsilê û nemaze jî nefta Kerkûkê, li dema avabûna komara nû dil di zêdekirina axa wê wîlayetê bi ser axa xwe ve hebûye. Nefta herêma Kurdistanê dikare muhaneyeka baş ji bo vê meseleyê be. Lihevnegirtinên roj li peyî rojê yên hukmeta herêma Kurdistanê digel hukmeta Bexdayê jî bûne qunêreka ko hind nemaye êdî dê biteqe. Lewma, dibe ko niha kurd jî ji bo avakirina konfederaliyeka digel tirkan ji sala 2002-ê berhevtir û nermtir bin.
8. Yekkirina mala kurdan û civandina hemî kurdan di yek welatî da mezintirîn mifa ye. Ko hemî axa kurdan bibe parek ji Sûriyaya Beşarî jî, dîsa ez dê pê dilşa bibim, ji ber ko qet nebe kurd ji parçebûnê rizgar dibin. Wê demê kurd dê tenê bindest bimînin, niha ew bindest û parçebûyî ne. Lê, hîvî û umêda min serxwebûna Kurdistana mezin e. Ko ew pêknehêt, ez civiyana tevaya kurdan di yek welatî da ji parçebûna wan baştir dibînim. Lê dîsa, çawa ko pirraniya wan mêhvanên min yên bijare ko xwe wekî elîtên kurdan didît, dijberî vê dîtina min rawestiyan, dibe ko pirraniya hewe jî digel min nebin. Dîsa hûn bi xêr hatin xwendina nivîsara min, û dîsa jî hûn azad in ko nihêrînên cida ji nihêrînên min an yên her kesekê dî bihewînin û bievînin.
Xweziya min ya dawîn: Serxwebûna welatê kurdan. Ko ez jî wê rojê nebînim, bila Yehyayê pisê min bibîne, bila jiyê we ji yê min dirêjtir be û hûn jî bibînin. |