HEWLÊR, 21/10 2011 — Gotineka dujminên kurdan û yên ko carina bi navê dostên wan jî dihên bi nav kirin heye, dibêje: “Kurditsan xeyal e”. Ez jî dibêjim xeyal e, lê ka her yek ji me çawa vê hevokê fêm dike. A giring ev e.
Dujmnên me dibêjin Kurdistan xeyal e, ji ber ko wan bi hemî hebûna xwe û bi hemî şiyanên xwe bizav kiriye û dikin jî, ko tişteka bi navê Kurdistanê çê nebe. Ew ne tenê hebûna kurdistanekê înkar dikin, ew hebûna kurdan jî mandel û înkar dikin. Ez bi bîr diînim ko min berî 20 salan karîkatûrek di kitêbekê da dît ko jêrnivîsa wê weha bû: “Muhayyel Kurdistan Burada Medfundur”. Wekî diyar ew karîkatûr piştî şikandina Şoreşa Agiriyê di yek ji rojnameyên tirkan da hatibû belav kirin.
Erê ew dibêjin ko Kurdistan xeyal e. Mirov gelek caran haşayiyê ji wî tiştî dikin yê ko jê hez nakin. Ji xwe ra dibêjin ew tişt nîne û ewqas derewan dikin heta li dawiyê ew bi xwe jî ji derewa xwe bawer dikin. Halê gellek ji dujminên kurdan ev e.
Bi-nav-dostên kurdan jî dibêjin Kurdistan xeyal e. Ew dibêjin ko mixabin rewşa bindestiya kurdan û zora bêqam a dujminên wan qet nahêle kurdistanek ava bibe. Hin bi-nav-dostên me hene jî ko bi rastî civaka kurdan fêm dikin û kêmûkasiyên me kurdan, carina baştir ji me jî, dibînin û dibêjin kurd bi netifaqî û netebayîya xwe qet nikarin bibin dewlet.
Ew jî wekî kesekî ne ko li derveyî avê li kurdên ko bi ber pêlên aveka xurt û boş a buharê kevtine dinihêrin û dibêjin êdî av dê wan bibe û mixabin tiştek ji destê kesekî nahê. Lê gelo ma kesê ko dikeve ber xetera xendiqîna di avê da destê xwe dirêjî her bistiyeka giyayî nake?
Lê ka ez çawa dibêjm Kurdistan xeyal e?
Ez dibêjim her tiştê ko mirovan kiribe, dibê ji xeyalekê dest pê bûbe. Ko ez di xeyala xwe da mêz an maseyeka dar, ji dare gûzê, nexemilînim û nenîgarînim û dîsa her di xeyala xwe da nebirrim û bizmaran lê nedim, erê ma qet ew mêz dê bihêt çêkirin? Kurd dibê cara pêşîn wê Kurdistanê di xeyala xwe da ava bikin. Kurdan hêşta bi tivavî û bi zelalî di xeyala xwe da Kurdistanek nîne.
Pirraniya kurdan tenê behsa wê xeyalê dikin û bi rastî wê mîna bi-navdostên xwe xeyal dihesibînin. Pirraniya kurdan Kurdistanê mîna xewnekê dibînin. Ji xwe nîne ko gellek caran kurd li şûna peyva xeyalê peyva xewnê bi kar diînin.
Cidatî çi ye? Xewn gellek caran ne bi destê mirovan in. Rast e xewn gellek caran zaroyên hez û tirsên me yên dema hişyariyê ne, lê ew bi xwe ne bi destê me ne, hefsarê wan bi destê binheşê me ye. Lê xeyal tiştek e mirov li dema hişyariya xwe û bi zanebûn diafirîne Û gellek caran jî jibo wê xeyalê dixebite.
Ko kurd Kurdistanê wekî xewn bibînin, an wê wekî xewna xwe, xewna herî mezin a jiyana xwe jî, bi nav bikin, dihê wê meinayê ko ew avabûna wê di destê xwe da nabînin. Ew jibo wê ji dil jî naxebitin. Lê gava, bi rengê ko min got, wê di xeyala xwe da binîgarînin, dê hêdî hêdî rêya ber bi warî jî xoya bibe.
Kurd hêşta nizanin ka dê ew Kurdistana ko wan divê çi welatek be. Pirraniya kurdan zordestiya 600-700 salî ya tirkan li ser Kurdistanê wekî nîrekê bê-rev dibînin. Ew desthilata tirkan wekî berdewamiyeka desthilata osmaniyan û selçûqiyan, asayî û normal dibînin. Ew ji bîr dikin ko desthilatên berî dema nû ne mîna desthilatên niha bûn. Wî çaxî ne sînor û ne hebûna hergavî û hertimî ya desthilata dewletê bi ser xelkê da nebûye.
Li wê demê rengekê desthilatê dihat hiskirin, tenê yek desthilat: pirraniya caran desthilata axayên gundan, paştir jî ya mîrgehên kurdî yên mîna Botan, Hekarî, Behdînan, Soran û … Ko leşkerên hêzên mezintir ji mîrgehên kurdan, desthilatên mîna osmaniyan, moxolên pismamên wan, sefewiyan û selçûqiyan, gundên wan talan nekiriban wan her dê qet-û-qet nezanîba ko ew hebûne jî.
Li demên berî dema nû, kurdan tenê di wextên şerr û pevçûn û talan û şewitandinan da dizanî ko osmanî hebûn. Ko selcûqî hebûn, ko sefewî hebûn. Kurdên gund û bajaran tenê desthilata mîrên kurdan û axa û derebegên kurd didît.
Lê, niha çi? Niha kurd wesa dihesibînin ko ji roja damezirandin û avakirina sinsileya şecereya xebîseya osmanî, tirkên osmanî her mîna sedsala 20ê li Kurdistanê hukimdarî kiriye. Ev gellek şaş û gellek dûr ji rastiya dîrokî ye. Niha jî dewleta tirk bi mifawergirtina ji wê xeyalê û wî wêneyê hizrî yê şaş dixwaze dîsa desthilata tirkan wekî ya dema osmaniyan nîşanî xelkê bide. Dibê kurd nekevin wê davê. Kurd û kew!
Kurd dibê gellek hûrtir di nîgar û wîneyên ko ji Kurdistanê di xeyalên xwe da ava kirine bixebitin. Erê dibê di wan nîgaran bixebitin, hûrgiliyên wan di hizra xwe ya kesokî da wînebikin û binîgarînin û binexşînin û bibirrin û bidûrin û pinî bikin û hilbweşînin û ji nû ve ava bikin. Paşê bi nivîsîn û gengeşeyê di hizra xwe ya tevane da jî her wî karî bikin.
Jibo mînak, di Konfernsa Kurdnasiyê da ya buhara îsal li Colemêrgê, pirraniya hevalên pişikdar weha dihesiband ko çarenivîs û paşeroja dawîn ya kurdên Xorasanê ew e ko di nav civaka farsî ya derdora xwe da bihelin, jiber ko çi sînorek wan bi axa Kurdistanê ve girê nade.
Ev xeyal xeyaleka pirr şaş e. Çima dibê bihelin û asîmîle bibin? Çima em nikarîn bixeyalînîn ko Kurdistaneka dî, dûr ji axa Kurdistana mezin, li mile rojava yê Îranê, li Xorasanê bihêt ava kirin. Gelo ma niha inglîzên ko ji axa girava Brîtanyayê veqediyane û li Awistraliya û Nûzelandê dijîn hemî asîmîle bûne û heliyane? Bila kurdên Xorasanê hebin û asîmîle nebin û welatekî ji xwe ra ava bikin û bila di xeyala her kurdekî da ev cihê xwe bigire. Çima ne?
Rûniştina mirovî li ser heyvê ji xeyalan jî xeyalîtir bû, lê bû. Kurdistana mezin jî dê bibe, lê dibê em bizanîn, cara pêşîn di xeyalên xwe da, ka ew Kurdistan dê kurdistaneka çawa be. Erê Kurdistana me dê Kurdistana gendelan û mişexwerên ko xwîna hejaran dimêjin be? Erê Kurdistana me dê gova şerrên devok û bindevokan be? Erê Kurdistana me dê Kurdistana desthilata bajarên cida-cida û şerrên bê-dawî yên axayan û eşîran be?
Bejna mirovî bi qasî xeyalên mirovî bilind e, vê qet ji bîr mekin! |