HEWLÊR, 28/8 2011 — Guhartinên tektonîkî û bîvelerzikanî li Rojhilata Navê çêbûn. Amrîkayê bi herrifandina rejîma Sedamî bi darê zorê ev dergeh vekir. Kurrê Zeynelê Tûnisê, kirêtê nemubarekê Misrê, serhengê xeşîm yê Lîbyayê û Xwedê bike Beşşarê Sûriyayê çûne. Yên dî jî dibê bi ser rêya çûnê hilbibin, zû an dereng.
Di van rûdanan da, dibe ko hindek kes bifikirin xelkê sitemdîtî yê herêma Rojhilata Navîn dê bigehin xweşiyê. Lê, bi nihêrrîna min, faydekarê serekî sermayedariya cîhanî, bi serkêşiya pîrê xirifyayî, Welatên Yekgirtî yên Amrîkayê ye. Çima?
Kes nikare bibêje ko xelkê Rojhilata Navîn ji destê hukmetên dîktatorî yên herêmê sitem nedîtiye. Kes nikare bibêje ko çûna Sedamî ne baş bû. Kes nikare bibêje ko çûna Beşşarî dê ne baş be. Lê, bi nihêrrîna min, dema xelk bi xwe nekarin û bi arîkariya biyaniyan bibin şêr, nîşana wê ye ko hêşta amadeyên guhartinê nebûne. Herwek çawa ko xelkê Îraqê amadeyê van guhartinan nebû û hêşta jî nîne (lê, dîsa rewşa wan niha gellek ji dema Sedamî baştir e).
Amadenebûn jî bi du rengan e. Rengek ji amadenebûnê amadenebûneka nehejiyatiyê ye. Anko, pirraniya xelkê sitemê tenê wê demê xirab dibînin ko kesek sitemê li wan bike. Lê dema ew sitemekê li kesekî bikin nabêjin sitem e, dibêjin heqqê wî ye.
Pirraniya opozîsyona kurdistanî ji vî rengî ne. Wasite û xizimxizmanê, gendelî û dizî û erd û otomobîl û xanî tenê ji ber wê xirab in ko ne yên min in. Herdema destê min bigehe yek ji wan, ez jî mîna gendelan dengê xwe nakim.
Rengê dî yê neamadebûnê bê-bernameyî û neberhevî ye. Xelkê ko bi rengê nehejiyatiyê neamadeyî guhartinan be, bi vî rengî jî ne amade ne. Xelkê başûrê Kurdistanê nehejiyên guhartinan e ji ber ko ew bi xwe jî têra xwe gendel in. Lê, ji ber ko kessek ji opozîsyonê nizane ka bi diristî gendelî çi ye û rê û rêbazên pratîkî yên nehêlana wan çi ne.
Bêbernameyîya opozisyonê wesa berçav e ko tenê herrifandin û têkşikandin û wêrankirinê dibînin. Ew dibêjin bila hukmeta herêma Kurdistanê nemîne, bila Nûrî Malikî bihêt wan ji bin sitema PDK-ê û YNK-yê der biêxe. Subhanellah!!
Lê, mînakeka neberheviya bi tenê rewşa xelkê Îranê li dema guhartina rejîma paşatiyê bû, ew hejiyên wê guhartinê bûn, wan dixwest ko guhartinên ji dil hebin. Lê ew jî ne berhev bûn û wan jî nedizanî ka dê piştî herrifandina Şahî çi bikin. Wan digot hukmeta îslamî, lê heryek ji gumana xwe bûbû yarê wê. Xumeynî û hevalên wî bi rengekî di îslamê û hukmeta îslamî digehiştin, Bazirgan û hevalên wî bi rengekî, Mucahidên Xelq bi rengekî. Ji hemiyan ecêbtir ew bû ko Partiya Tûdeyê jî Cumhûriya Îslamî dixwest!! Lewma dibêjin ew ne berhev bûn, bernameya wan nebû.
Ji bo van guhartinên vê dûmahiyê li welatên erebî jî rewş weha ye. Ez dibêjim kesek ji wan bi diristî nizane ka dê ji vê qonaxê çi bixwazin. Ne-Mubarek ev çend heyv in ko çûye û hêşta saloxet û serûsîmayê zarokê wê şoreşa meydana Tehrîrê ne xuya ye. Hêşta kes nizane ka ew zaro keç e an kurr, sax e an mirî.
Kesên ko bernameya wan heye û hebûye Amrîka û hevalbendên wan in. Ew amade ne, lê ne hejî ne. Amrîkayî û ewropayî dê bi xêra kesên perwerandî yên mîna Karzayî û Çelebî û … simt û sûya rûdanan hefsar bikin. Ew dê bi musteşaran (rabêj û şêwirmendan) “alîkariya” hukmetên veguhastinê bikin. Da misoger bikin ko çi ziyanek nagihe pezî.
Xelkê herêmê, bi kurd û tirk û fars û ereb û peştûn û file û busulman û şîe û sunnî ve, dê kengê xwe amade bikin, û ji wê giringtir jî, dê kengê xwe hejiyên guhartinan bikin. Mixabin ko heta niha kesên ko bernameya wan heye û hebûye Amrîka û hevalbendên wan in. Ew amade ne, lê ne hejî ne. |