HEWLÊR, 10/7 2011 — Heta ez nebûm 30 sal û 4 meh, min bakurê Kurdistanê nedît. Lê, di zarotiya xwe da, ez her tim li bakurê “Kurdistana Xwe” digerriyam. Ez li derveyî welatî, dûr ji hemî parçeyên Kurdistanê, hînî xwendinê bûm û li dibistaneka ne bi zimanê kurdî.
Babê min yê rehmetî ez fêrî xwendina kurdiyê kirim, dema hêşta bi diristî min xwendina bi zimanê dibistana xwe jî nedizanî. Kitêba pêşîn a bi kurdî, kitêbeka bi kaxeza zer, kitêba Mewlûdnameya Melayê Bateyî bû… Hemdê bê hed bo Xudayê alemîn/Ew Xudayê daye me dînê mubîn…
Ew destpêka seferên min ber bi bakurê welatê min bû. Min Melayê Cizîrî dît û Cizîra wî di edebyata farisan da xwend, min Ehmedê Xanî xwend û Bayezîda wî di xewnan da dît, min digel Bedirxanî serhilda, digel wî ez çûm dûrewelatî û xerîbîyê (ji xwe ez li xerîbiyê bûm), digel Xoybûnê min rêkxistin dikirin, digel Celadetî min jibo xwîşk û birayên xwe yên biçûktir kovareka bi destan nivîsî bi navê nûbiharê derdiêxist, digel Şêx Seîdî bi darê ve hatim daleqandin, … ev hemî qewimîn û ez hêşta nebûme 16 salî jî.
Piştî sihsaliyê min Bakur dît, min dilê xwe bi wê dîtinê têr kir. Min li Diyarbekirê her bi kurdî axivtina xwe berdewam kir û min kurdî bihîst. 10 salan piştî dîtina yekê, dîsa ez li Bakur bûm, vê carê li Cizîrê.
Min û hevalekê dî yê ji binxetê digot dîtina Cizîrê hecca me bû. Hemî axivtinên kolanan jî li Cizîra paytextê peyva kurdiyê bi kurdî bûn. Min ji du xortên Cizîrî jî nebihîst ko bi tirkî biaxivin. Misoger, ew bi tirkî diaxivin, lê min nebihîst.
Paşê, dîsa ez li Diyarbekirê bûm. Ez mêhvanê centlemanekê bi rastî hejiyê navê centlemaniyê bûm. Wî di mêhvandariya xwe da ciwamêrî û mêhvandostiya mîrên kurdan dianî bîra min û di zanebûna xwe da, gentlemanên inglîz. Ez li vîllaya wî mam, min li peyvên wî yên şirîn û xweş yên kurdî guhdarî kir. Şevê, li xwaringeheka Diyarbekirê, ez mêhvanê wî bûm. Min xwarina xwe bi kurdî ji lawikê xwaringehê xwast û wî bi tirkî. Min ji mêhvandarê xwe ra got: “ev lawikê xwelîser ko tevaya rojê jibo 10 qurûşan li vêderê dixebite, di xewnên xwe da jî dibîne ko bûye yekê mîna te. Çima tu bi kurdî digel wî naaxivî da zimanê te jî, mîna te bi xwe, li ber dilê wî şirîn bibe?!”
Min li Diyarbekir gellek kêmtir ji berî 10 salan kurdî bihîst. Çima?
Bi dîtina min sedemên wê gellek in. Mirov dikare gellek hokar anko faktoran rêz bike: hêza asîmîlasînker a dewleta tirkan, dibistan û xwîndina bi îdeolojiya kemalîzm û pantûranîzmê, balkêşiya aykon û nîşanên hunerî-kulturî yên tirkan bi rêya televizyon, sînema û mûzîka serdest, pêvajoya gloverandina cîhanê (globalîzasyonê), …
Lê ji van hokaran giringtir du sedemên dî ne. Yek ji wan siyaseta aliyê serdest yê qada siyasî ya bakurê Kurdistanê ye ko kurdî û zimanê kurdî tenê jibo wê wekî alavekê taktîkî yê xebatê bûye. Gellek kurdên xwîngerm yên kurdan ko ji parçeyên dî yên Kurdistanê jî tevî rêzên gerîlayên wê hêzê bûbûn li çiyayên Qendîlê hînî tirkiyê dibûn û vedigerriyan!!
Çima ev hêza siyasî weha dike an dikir? Sedem her çi be, ya ji hemiyê nermtir nezaniya wan e. Nezanî bi ramana pozetîv, û nezanî bi ramana negatîv. Ramana pozîtîv ya vê nezaniyê ew e ko ew bi giringiya zimanî jibo mana neteweyan nehesiya bûn. Wan didît ko berfirhkirina xebata siyasî bi zimanê tirkî yê serdest sanahîtir bû.
Nezaniya negatîv ew bû ko pirraniya serok û giregirên xebata siyasî û çekdar a bakurê Kurdistanê bi xwe kurdînezan bûn. Wan bi xwe jî kurdî nedizanî, an ko bizanîba jî, hindik dizanî û xwe bi tirkî baştir îfade dikir. Sala bihurî, yek ji serokên siyasî di konferansekê da li ser depeyê şanoyê (dekê) gotareka xweşik bi zimanê kurdî xwend. Piştî ko ji ser şanoyê dakevt û vegerriya ser cihê xwe, bi tirkî bi hevalên xwe ra axivt û ji wan pirsî ka gotara wî çawa bû. Ew heval jî hemî kurd bûn. Diyar bû ko ew bi tirkiya xwe rehettir bû! Hevalên wî jî!
Di vê nezaniya negatîv û neyînî da, xelk jî mîna siyasiyan in. Ev tiştekê neveşartî ye. Lê siyasîyên ko dizanin xelkê jibo kuştin û xwe-dan-kuştinê berhev bikin, dibê bizanin xwe û kurdên ko dikin êzingê agirê kuştinê fêrî zimanê kurdî bikin. Ji xwe kurdî ne zimanekê mirî ye. Ew zimanekê bê prestîj e. Zimanek nîne ko lawikê li xwaringehê ji kesên mîna mêhvandarê min yê gentleman bibhîse. Zimanê kurdî ne zimanekê mirî ye, zimanek e pêgeha wê ya civakî-aborî-siyasî qels û lerzok e.
Kurdên me bi sedan salan e ko tirkan serdest dibînin. Zimanê tirkî zimanê modernîteya pirraniya kurdan bûye. Şoreşvanên kurd li destpêka sedsala 20ê şansek hebû ko zimanên mîna fransî û ingilîzîyê wekî zimanên modernîtiyê dîtin.
Lê pirraniya siyasiyên niha ew kes in ko li dibistanên tirkan perwerde bûne û bi awayekê nehişyar tirkiyê wekî kaniya hemî zanînên xwe, hemî sipehîtî û serbilindiyên xwe dibînin. Dibê ev pêgeha civakî jibo kurdiyê jî çê bibe. Xebat dibê di vê eniya şerrî da be. |